KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 49
  • Ro Naçe Ava

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ro Naçe Ava
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Yêşû û Gîboniya
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Gîboniyêd Aqil
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 49

Serhatî 49

Ro Naçe Ava

HELA binihêre li ser Yêşû. Ew divêje: “Ro, neçe ava!” Û ro temamiya rojê nediçû ava. Ev yek bi destê Yahowa hate kirinê! Lê gelo, çira lazimî Yêşû hat ku ro neçe ava û ronaya xwe bide? Were em pêbihesin.

Çaxê pênc padşê xirav ji erdê Kenanê derketin ku tevî Gîboniya şer bikin, gîboniya mêrek şandin bal Yêşû seva alîkariyê. Ewî gote Yêşû: “Lez keve, were! Me xilaz ke! Padşêd hemû welatêd li ser çiya, tên ku tevî xulamê te şer bikin”.

Yêşû tevî hemû eskerêd xweva leze-lez ketine rê. Ewana temamiya şevê di rêda bûn. Çaxê ewana îda nêzîkî Gîbonê bûn, eskerêd pênc padşa tirsiyan û destpêkirin birevin. Wî çaxî Yahowa teyroka qayîm jorda li ser wan anî û heçî zef ji teyrokê mirin, yê dinê jî bi destê eskerêd Yêşû dihatine kuştinê.

Lê Yêşû dîna xwe dayê ku ro diçe ava, û hergê terî wê bikeve erdê, eskerêd padşêd xirav wê bikaribin birevin. Lema jî ew Xwedêra dua dike û paşê divêje: “Ro, neçe ava!” Heta ro nediçû ava, îsraêlî dijminêd xwe qir kirin û di vî şerîda wana dane der.

Lê di Kenanêda dîsa padşêd xirav hebûn, yê ku nefretî cimeta Xwedê dikirin. Seva Yêşû û eskerêd wî weke şeş sal lazim hat ku 31 padşa bidana alt kirinê. Çaxê wana erdê wan padşatiya zeft kir, Yêşû safî kir ku vî erdî nava wan bereka pare veke erdê kê jî hê tune bû.

Gele sal derbaz bûn, û Yêşûyê 110 salî mir. Heta ew û hevalêd wî sax bûn cimet gura Yahowa dikir. Lê çaxê ev mêrêd qenc mirin, cimet ketine nav şixulêd xirav û bûne xweyê kul-derda. Wî çaxî wanara rastî jî alîkariya Xwedê lazim bû.

Yêşûa 10:6-15; 12:7-24; 14:1-5; Hakimtî 2:8-13.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin