Serhatî 89
Îsa Paristgehê Temiz Dike
HELA binihêre Îsa çiqas hêrse. Lê tu zanî çira? Çimkî meriyêd yê ku di paristgehêda li Orşelîmê dixevitîn, gele timakar bûn, û ewana li ser wan meriya pere çêdikirin, yê ku dihatin paristgehê serê xwe li ber Xwedê daynin.
Hela dîna xwe bide pez dewara û kevotka. Ev meriyêd timakar wan heywana, hema li vir di paristgehêda difiroşin. Lê zanî çira? Çimkî îsraêliyara seva qurbankirinê heywan lazim bûn.
Qanûnekî Xwedê usa hebû ku ew kes yê ku şaşî dikir gerekê Xwedêra qurban bianiya. Û dîsa derecê din hebûn çaxê îsraêlî qurbanê dianîn. Lê îsraêliya ji kîderê gerekê van heywana seva qurbanê destxista?
Cem hineka heywan hebûn û wana dikaribû heywanêd xwe Xwedêra qurban kira. Lê nîvê zef yanê heywanêd wan tune bûn yanê usa ji dûrva dihatin ku nikaribûn tevî xwe heywana hildin. Lema jî ewana dihatin paristgehê û hema li vir heywana dikiriyan. Lê ew kî difrotin bahê heywana zêde dikirin, meriya dixapandin û pere li ser wan çêdikirin. Lê bi rastiyê îzina wan qe tunebû di paristgehêda tişta bifiroşin.
Ahan çima Îsa usa hêrs ketibû. Ewî perêd serafa rêt û textêd wan welgerand. Ewî usa jî ji bena qamçîk çêkir, û wana hemûşka tevî pez û dewarêd wanva ji paristgehê derxist. Paşê ewî kevotkfiroşara ferman da: “Vana ji vir hildin! Îdî mala Bavê min nekine bazargeh”.
Hine ji şagirtêd Îsa jî wî çaxî tevî wî bûn. Ewana ji kirêd Îsa gele ecêv man. Wî çaxî hate bîra wan ku derheqa Kurê Xwedê usa hatibû nivîsar: “Hezkirina hindava mala Xwedêda wê mîna agirê wîda bişixule”.
Gava Îsa wedê eîda Cejinê li Orşelîmê bû, ew gele keremeta dikir. Paşê Îsa ji Cihûstanê derket û rê ket heta Celîlê. Rêva ew li Sameryayêra derbaz dibû, û were em pêbihesin li vir çi diqewime.