Serhatî 95
Îsa Bi Mesela Hîn Dike
DERBEKÎ Îsa gote yekîra, ku ew gerekê hevalê xwe hez bike. Ev merî pirs da Îsa: “Hevalê min kî ye?” Lê bi rastiyê Îsa zanibû seva çi ev mêr pirsê usa dide wî. Ev mêr dişirmîş dibû, ku hevalê wî tenê ew in, kî ji miletê û dînê wî ne. Ka em pêbihesin Îsa çi cav da.
Carna Îsa meriya bi mesele hîn dikir. Û niha ew usa jî dike. Ewî mesele cihûyekî û samerîeykî gilî dike. Pêşda em îda hine pêhesiyan ku cihû sameriya hez nedikirin. Ahan Îsa mesela çi gilî kir:
Derbekê merivek ji Orşelîmê berjêrî Erîhayê dibû. Ew kete destê qaçaxa, wana perêd wî standin, ew kutan û nîvkuştî hîştin.
Usa qewimî ku kahînek wê rêva dihat. Kahîn halê vî merivî dît. Ça tu dişirmîş dibî ew wê çi bike? Kahîn kêlekêva derbaz bû û aliyê dinva çû. Paşê merivekî xwedênas jî wê rêva derbaz bû. Ev lêwî bû. Lê gelo ew wê bisekine yan na? Na, ew jî nesekinî ku alî wî hêsîrî bike, ew jî berra derbaz bû û çû. Li ser şikilî tu dikarî bivînî ku ewana ça kêlekêva derbaz dibin û diçin.
Lê niha dîna xwe bide ku kesek ber wî mêrikî cihû sekinî û alî wî dike. Ew ji semariya ye. Ewî birînêd wî bi hine derman lê xist û pêça. Paşê ewî ev cihû bire cîkî usa, ku ew bikaribe hêsa be û qenc be, û xwexa jî çû riya xwe.
Çaxê Îsa serhatiya xwe xilaz kir, ewî pirs da wî mêrikî: “Niha texmîna te, ji wan hersêka kîjan bû hevalê wî merivî ku kete destê qaçaxa? Kahîn, Lêwî yan Samerî?”
Ewî jî got: “Samerî. Çimkî ewî gunê xwe lê anî û alî wî kir”.
Îsa wîra got: “Tu rast î. Lema jî here û tu jî usa bike”.
Divînî Îsa ça rind hîn dike? Tu begem dikî? Em dikarin gele tiştêd ferz ji Îsa hîn bin, hergê guh bidine hînkirina Îsa, yê ku di Kitêba Pîrozda nivîsiye.