Serhatî 90
Îsa Û Kulfeteke Ji Sameriya
LI SER riya Samerya Îsa li ber bîrekî sekinî ku hêsa be. Şagirtêd wî çûne şeher ku xwarin bikirin. Jinek hatibû li vir ku ji bîrê avê bikişîne û Îsa pêra xever da, û gote wê: “Avekê bide min, ez vexwim”.
Ji bo vê yekê ev kulfet ecêv ma. Lê zanî çira? Çimkî Îsa Cihû bû, lê ew samerî bû. Gelek ji Cihûya sameriya hez nedikirin. Hin jî xever nedidan tevî sameriya! Lê Îsa hemû meriya hez dikir, lema jî ew divêje: “Hergê te bizanibiya kî avê ji te xwestiye, teyê xwexa ji wî av bixwesta û ewî wê ava jiyînê bida te”.
Kulfetê jêra got: “Ez xulam, tiştekî teyî ku tu pê avê bikişînî tune û bîr jî kûr e! De îjar tê ava jiyînê ji ku derê bînî?”
Îsa caba wê da û gotê: “Hergê tu ji vê avê vexwî, tê dîsa tî bî. Lê ava ku ez didim, jiyîna heta-hetayê dide wî kî ji wê avê vedixwe”.
Kulfetê jêra got: “Ez xulam, de bide min wê avê, ku ez îdî tî nebim û neyêm ji vir avê nekişînim”.
Kulfetê tirê ku Îsa derheqa ava ya ku em vedixwin divêje. Lê bi rastiyê Îsa xever dida derheqa rastiya Xwedê û padşatiya wî. Rastî derheqa Xwedê mîna ava jiyînê ye, ya ku jiyîna heta-hetayê dikare bide meriya.
Îjar Îsa gote wê: “Here gazî mêrê xwe ke û were vira”.
Kulfetê caba wî da û got: “Mêrê min tune”.
Îsa jêra got: “Te rast got. Çimkî pênc mêrêd te hebûne û yê ku niha jî tu pêra yî ne mêrê te ye”.
Kulfet ecêv ma, çimkî ev hemû tişt rastî jî usa bû. Lê gelo Îsa van tişta ji kîderê zanibû? Belê, Îsa Mesîhê sozkirî bû û ji aliyê Xwedê hate şandinê, lema jî Xwedê ewan elametiya da wî. Wî çaxî şagirtêd Îsa vegeriyan, û ewana jî ecêv man gava dîtin ku Îsa tevî kulfeteke samerî xever dide.
Ji vê serhatiyê em çi dikarin hîn bin? Ev nîşanî me dike ku Îsa hemû meriya hez dikir û firqiya orta mileta danenî. Em jî gerekê mîna wî bin. Em gerekê meriya bi cinsê û mileta wan weneqetînin û firqî daneynin orta mileta. Îsa dixwest ku meriyêd ji hemû mileta rastiyê pêbihesin û heta-hetayê bijîn. Em jî gerekê bixwazin alîkarî bidine meriya ku ewana rastiyê bizanibin.