KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 113
  • Pawlos Di Romêda

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Pawlos Di Romêda
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • “Pawlos . . . Şirovedikir û bi Merîfetî Dannasîn Dikir”
    Şedetiyê Bidin Derheqa Padşatiya Xwedê
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 113

Serhatî 113

Pawlos Di Romêda

BINIHÊRE Pawlos bi zincîra girêdayî ye û kêleka wî jî eskerê romayî sekiniye. Belê, niha Pawlos di kelê Romêda ne. Ew hîviyê ye hela serkarê Romê, Qeyser, wê çi safî ke derheqa wî. Rast e Pawlos bin nobedariyê dijî, lê meriv dikarin bêne cem wî wekî serîkî wî xin.

Paşî wê yekê ça Pawlos hate Romê, sê roj şûnda ewî gazî giregirêd cihûya kir. Wî çaxî gele ji cihûya, yêd ku di Romêda dijîtin, hatin cem Pawlos. Pawlos jî destpêkir wanara derheqa Îsa û padşatiya Xwedê dannasîn bike. Hineka baweriya xwe giliyêd Pawlos anîn û bûne Mesîhî, lê ya dinê bawer nekirin.

Pawlos usa jî dannasîn dikir wan eskerra, yê ku nobedariya wî dikirin. Pawlos di kelêda weke du sal derbaz dike û hemû meriyara, yêd ku rastî wî dihatin, ewî dannasîn kir. Hela hê meriyêd ji mala Qeyser jî mizgîniya xêrê bihîstin û hinek ji wan bûne mesîhî.

Lê gelo ew merivê ku ber sifir rûniştiye û dinivîse kî ye? Belê, ev Tîmotêyo ye. Rast e wî jî kiribûn kelê, seva ku ewî derheqa padşatiyê dannasîn dikir. Lê niha ew aza ye. Ew hate kelê ku alî Pawlos bike. Zanî Tîmotêyo niha çi dinivîse? Were em pêbihesin.

Tê bîra te ku em derheqa şeherêd Fîlîpya û Efes pêhesiyan. Derheqa van şehera di serhatiya 110-da hatibû gotinê. Pawlos alî wan kir ku li wir civat vebin. Niha Pawlos ji kelê wan civatara neme dinivîse. Ev nema di Kitêba Pîrozda hene, navêd wan Efesî û Fîlîpî ye. Hema niha jî Tîmotêyo giliyêd Pawlos civata fîlîpîra dinivîse.

Meriyêd fîlîpî, gele qencî Pawlosra kirin. Wana Pawlosra pêşkêş şandibû, û Pawlos jî niha razîbûna xwe wanra dinivîse. Ewî pêşkêşî wîra Êpafrodîto anîbû. Pey hatina xwe Êpafrodîto bi nexweşiya giran nexweş ket û îda ber mirinê bû. Lê niha ew sax - silamet e û zûtirkê wê vegere mal. Êpafrodîto tevî xwe, usa jî nema ji Pawlos û Tîmotêyo wê bive Fîlîpyayê.

Di kelêda Pawlos dîsa du nema nivîsî, ew nema jî di Kitêba Pîrozda hene. Yek ji wan ewî seva mesîhiyêd ji şeherê Kolosya nivîsî. Navê vê nemê hema usa ne: “Kolosî”. Nema duda ewî îda Filîmonra, hevalê xweyî nêzîkra nivîsî. Ew jî di Kolosîda dijît. Di wê nemêda derheqa Onîsîmo tê gotinê, yê ku xulamê Filîmon bû.

Onîsîmo ji Filîmon revîbû û hatibû Romê. Li wir ew pêhesiya ku Pawlos di kelêda ne û hate ku serîkî wî xe. Pawlos jî wîra dannasîn kir. Usa Onîsîmo bû mesîhî. Niha Onîsîmo poşman bibû, ku ji Filîmon revî. Lê zanî Pawlos çi Filîmonra nivîsî?

Pawlos hîvî ji Filîmon dike, wekî ew Onîsîmo bibaxşîne. “Ez wî paşda dişînime cem te”, Pawlos divêje Filîmonra. “Lê ew niha îda ne tenê xulamê te ye. Ew usa jî seva te çawa birakî delal e!” Çaxê Onîsîmo vedigere paşda Kolosyayê, ew tevî xwe du nema dive. Yek seva kolosiyara, ya din jî seva Filîmon. Niha bide hesavê xwe Filîmon çiqas şa dibû, gava pêhesiya ku xulamê wî bûye mesîhî!

Di nema fîlîpiyara Pawlos elametiya şa wanara û Filîmonra dinivîse. Ewî elametiya usa got: “Ez wera Tîmotêyo dişînim. Û hinek weda şûnda ez xwexa jî bême cem we”. Lê Filîmonra ewî giliyêd usa got: “Minra cîk hazir ke, kîderê jî ezê bikaribim bimînim”.

Çaxê Pawlos ji kelê aza dikin, ew di gele ciyada serîkî xûşk birêd xwe dixe. Lê paşê, wî paşda dikine kelê Romê. Îjar ew îda zane ku wê bê kuştinê, lema jî ew Tîmotêyora dinivîse, wekî ew lez keve bê cem wî. Di nemêda Pawlos giliyê usa nivîsî Tîmotêyora: “Ez Xwedêra amin mam. Niha maye ku Xwedê heqê min bide”. Paşî vê yekê ça Pawlos hate kuştinê, çend sal derbaz bûn û Orşelîm îda cara duda hate hilşandinê. Îjar, ev yek bi destê romaya hate kirinê.

Lê bi vê yekê serhatiyêd Kitêba Pîroz xilaz nebûn. Paşî vê yekê Yahowa usa kir, ku Yûhenna şandî du kitêbêd paşin binivîse. Yek ji wan kitêba Eyantî ye. Di vê kitêbêda derheqa axiriyê tê gotinê. Were em pêbihesin çi axirî hîviya meye.

Karêd Şandiya 28:16-31; Fîlîpî 1:13; 2:19-30; 4:18-23; Îbranî 13:23; Filîmon 1-25; Kolosî 4:7-9; 2 Tîmotêyo 4:7-9.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin