SERÊ 6
Alî Zarên Xwe Bikin ku Axiriya Wan Baş be
1, 2. Çaxê zar mezin dibin, çi çetinayî dikarin pêşda bên?
ÇAXÊ zara mezin malda heye, ne usa hêsa ye, çawa zara pênc salî yan jî deh salî malda be. Çaxê zar mezin dibin gelek çetinayî dikarin pêşda bên, lê hingê şabûn û kerem jî hene. Meselên Ûsiv, Dawid, Yoşiya û Tîmotêyo didine kifşê, ku cahil dikarin borcdariya hildin ser xwe û tevî Yehowa heleqetiya başda bin (Destpêbûn 37:2-11; 1 Samûyêl 16:11-13; 2 Padşatî 22:3-7; Karên Şandiya 16:1, 2). Roja îro gelek qîz û xortên cahil pê şixulên xwe evê yekê îzbat dikin. Dibeke hûn jî cahilên usa nas dikin.
2 Lê bona hineka wedê ku zar mezin dibin, wedê çetinaya ye. Zar dibeke azaya mezin dixwazin, û çaxê dê-bav hine tiştada wanara sînora datînin ewana tevîhev dibin. Lê ew zar necêribandî ne, wanara lazim e, ku dê-bav bi sebir û hizkirinê alî wan bikin. Belê, ev wedekî gelek çetin e, ne ku tenê bona dê-bava, lê usa jî bona zara. Lê ça dikarin alî wan zara bikin salên wane çetinda?
3. Dê-bav çi cûreyî dikarin alî zarên xweye mezin bikin, ku bibine merivên cêribandî?
3 Dê-bavên ku pey şîretên Kitêba Pîroz diçin, alî zarên xwe dikin, wekî ewana cêribandinada teyax kin û bibine merivên ku borcdariya hildidin ser xwe. Berê-berêda dê-bav û zarên ku şîretên ji Kitêba Pîroz emirê xweda didane xebatê, kerem standine (Zebûr 119:1).
XEBERDANA AZA Û HELAL ORTA DÊ-BAVA Û ZARADA
Guh bidin çaxê zara weye mezin dixwaze tevî we xeber de
4. Çira şîret ferz in, îlahî çaxê zar mezin in?
4 Kitêba Pîrozda nivîsar e: “Bê şîret merem û tivdîr betal dibin” (Metelok 15:22). Çaxê zar biçûk in, wanara şîretkirin lazim e, lê çaxê mezin in, hê zêde lazim e. Çimkî wî çaxî ewana hindik malda dimînin û diha zef wede derbaz dikin tevî hevalên xweye mektebêda û hevalên din. Hergê orta dê-bava û zarada xeberdana aza û bi helalî tune ye, hingê zar dikarin malda xwe xerîb texmîn kin. Lê çi bikin wekî xeberdana dê-bava tevî zara, aza û helal be?
5. Zarên mezin gerekê çi cûreyî bin, hindava xeberdana tevî dê-bavê xwe?
5 Seva xeberdan timê orta dê-bava û zarada hebe, her kes ji wan gerekê ewê yekê bike çi ku wî dikeve. Zar dikarin usa dişirmîş bin, wekî çaxê ewana biçûk bûn wanara hêsa bû tevî dê-bavên xwe xeber din, ne ku niha kengê ewana mezin in. Lê wê baş be bînin bîra xwe evan giliya “ji bêsevîtîyê [bêrêberiyê] cimet unda dibe, lê bi koma şêwirkira xilaz dibe” (Metelok 11:14). Ev gilî ça bona mezina ye usa jî bona biçûka ye. Hergê zar qayîl in tevî wan giliya, ewana usa jî wê qayîl bin tevî wê yekê, ku wanara lazim e rêberiya cêribandî. Ne axir ewana îda wê rastî çetinayên hê giran bên. Ewana gerekê bawer bin, wekî dê-bavê wane xwedêxof, hazir in bibine şîretkarên baş bona wan. Çimkî dê-bav emirda diha cêribandî ne û îda gelek wext e, ku bi hizkirin alî wan dikin û wan xwey dikin. Dêmek zarên aqil, wê tu çar pişta xwe nedine dê-bavê xwe.
6. Çaxê zar dixwaze tevî dê-bavê xwe xeber de, dê-bavên bîlan û bi hizkirinê tije, çi dikarin bikin?
6 Çaxê dê-bav dilvekirî ne tevî zarên xwe, ew yek zarara dide kifşê, wekî dê-bav timê hazir in guh bidin xeberdana wan. Hergê hûn jî dê-bav in, çiqas dikarin usa bikin, wekî zara we hêsa bikaribe nêzîkî we be çaxê wîra lazim be. Cara ev yek haqas jî ne hêsa ye. Kitêba Pîrozda nivîsar e wekî, “wexta hişbûnê heye û wexta gotinê heye” (Waîz 3:7). Carna zar safî dike wekî niha ye wede ku ew tevî we xeber de, lê wî çaxî diqewime wedê we tune ye, çimkî ew wede bona we, “wexta hişbûnê” bû. Dêmek, we ew wede veqetandibû seva hînbûna şexsî, hêsabûnê, yan jî şixulê malê. Lê hergê hûn texmîn dikin, wekî ew dixwaze tevî we xeber de, şixulê xwe bidine alîkî û tevî wî xeber din. Çimkî dibeke careke din, ew îda ne jî bixwaze xeber de. Bînin bîra xwe mesela Îsa. Rojekê ewî safî kiribû, ku hinekî hêsa be. Lê çaxê meriv dora wî top bûn seva guh bidine wî, Îsa hêsabûna xwe da alîkî û destpêkir wana hîn ke (Marqos 6:30-34). Gelek zar fem dikin, wekî şixulê dê-bavê wan pir zef e, lê gelek ferz e wekî zar bawer be, ku çaxê lazim be, dê-bav wê kêleka wî bin. Dêmek, dê-bavno hazir û bîlan bin.
7. Dê-bav gerekê xwe ji çi dûr bigirin?
7 Bînin bîra xwe çaxê hûn xwexa zar bûn, we çi ser xwe texmîn dikir! Wê baş be hergê hûn henekçî û xeberxweş bin. Xeberdana tevî zara gerekê wera şabûnê bîne. Lê gelo çaxê wedê weyî aza heye, hûn ser çi xerc dikin? Hergê hûn ewî wedeyî ji mal der xerc dikin, zar evê yekê texmîn dikin. Û hergê ewana destpêkin bifikirin, ku dê-bavên wan wana haqas qîmet nakin çiqas ku hevalên mektebêda, ew yek wê çetinayên mezin pêşda bîne.
DERHEQA ÇI XEBER DIN
8. Ça dê-bav dikarin alî zara bikin, wekî ewana rast, helal û xebathiz bin?
8 Hergê we zarên xwe hê hîn nekiriye ku rast, helal û xebathiz bin, dêmek wede ye ku evê yekê bikin, çimkî zarên we îda mezin in (1 Têsalonîkî 4:11; 2 Têsalonîkî 3:10). Dê-bav usa jî gerekê bawer bin, wekî zarên wan bi temamî fem dikin ku çiqas ferz e, namûsiyêda xwe temiz xwey kin (Metelok 20:11). Vê yekêda, mesela dê-bava roleke mezin dilîze. Çawa mêrên nebawer dibeke “bi pergaliya jinêd xwe, bê gotin jî bêne ser baweriyê”, usa jî zarên mezin dikarin bi rabûn-rûniştina dê-bavên xwe prînsîpên rast emirê xweda xwey kin (1 Petrûs 3:1). Lê tenê mesele bes nîne, çimkî zar ji mal der gelek tiştên xirab dibihên û divînin. Lema jî dê-bav gerekê haş kur yan qîzên xwe hebin, hela ewana çi difikirin ser wê yekê, çi divînin û dibihên. Lê seva vê yekê lazim e pêşda bifikirin çi bêjin û paşê tevî wan xeber din (Metelok 20:5).
9, 10. Çira û ça dê-bav gerekê zarên xwe şîret kin derheqa sêksê?
9 Ew yek lazim e îlahî çaxê zarên mezin şîret dikin derheqa heleqetiya orta mêr û jin, dêmek sêksê. Dê-bavno dibeke hûn şerm dikin tevî zarên xwe xeber din derheqa vê têmê? Hergê ev yek usa ne, ser xwe bixebitin ku şerm nekin, çimkî yeke zarên we, wê derheqa vê yekê ji hinekên mayîn pêbihesin. Û hergê ewana ji we pênehesin, kê zane ji mal der wê ça bibihên? Yehowa derheqa heleqetiya orta mêr û jin Kitêba Pîrozda eyan dibêje, lema dê-bav jî gerekê derheqa wê yekê zarên xwe rast şîret kin (Metelok 4:1-4; 5:1-21).
10 Çiqas baş e, wekî Kitêba Pîroz rêberiya zelal dide derheqa sêksê. Usa jî teşkîleta Yehowa derheqa wê yekê gelek elametiyên kêrhatî digihîne me. Ew elametî didin kifşê, wekî ew rêberî bona wedê me ne jî. Lema jî wê baş be ewê rêberiyê emirê xweda bidine xebatê. Mesele, wê çiqas baş be hergê tevî kur yan qîza xwe şêwir kin têmên layîq ji kitêba “Pirsên Cahila û Şîretên Kêrhatî”, parên 1 û 2. Hûn dikarin bawer bin, wekî ew yek wê axiriya baş bîne.
11. Dê-bav ça dikarin bi cûrê baş zarên xwe hîn kin, ku ça Yehowara xizmet kin?
11 Dêmek, kîjan têma lap ferz e xeberdana dê-bavada tevî zara. Derheqa wê yekê Pawlos got: “Zarêd xwe . . . bi şîret û hînkirina Xudan mezin kin” (Efesî 6:4). Zarara lazim e hê zêde û zêde bizanibin derheqa Yehowa. Îlahî lazim e, wekî ewana hîn bin Yehowa hiz kin û bixwazin wîra xizmet kin. Gelek tişt jî dê-bav dikarin pê mesela xwe zarên xwe hîn kin. Çaxê zar divînin ku dê-bav “bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe” Xwedê hiz dikin û bi wê yekê bextewar in, wî çaxî zar dixwazin çev bidin dê-bavên xwe (Metta 22:37). Nihêrandina zara ser tiştên matêriyalî wê çi cûreyî be, dîsa jî ji dê-bava girêdayî ye. Hergê dê-bav Padşatiya Xwedê datînin ciyê pêşiyê, bi wê yekê ewana alî zarên xwe dikin, nihêrandina rast nav xweda pêşda bînin (Waîz 7:12; Metta 6:31-33).
Hînbûna Kitêba Pîroze hertim gelek ferz e
12, 13. Çi gerekê bikin, seva hînbûna tevî malbetê kêrhatî be?
12 Seva zar Xwedê hiz kin û bixwazin wîra xizmet kin, hînbûna tevî malbetê, her heftiyê, alîkarîke mezin e (Zebûr 119:33, 34; Metelok 4:20-23). Gelek ferz e ewê hînbûnê timê derbaz kin, pişt guhê xweva nevêjin (Zebûr 1:1-3). Çawa dê-bav, usa jî zar gerekê fem bikin, ku hemû şixulên xweyî din usa safî kin, seva ku hînbûna tevî malbetê paş nexin. Xêncî wê yekê, seva ku hînbûn kêrhatî be, lazim e bizanibin ça rast derbaz kin. Bavek gilî dike: “Wê yekêra lazim e, wekî yê ku hînbûnê derbaz dike gerekê usa derbaz ke, wekî hînbûn hêsa û hewas derbaz be, lê usa jî bi merîfetî. Hêsa nîne usa bikin ça lazim e, çimkî gelek car lazim e zara rast kin û şîret kin, seva ku hindava hînbûnê, xwe rast bidin kifşê. Hergê cara duda jî neyê standinê usa derbaz kin ça lazim e, berxwe nekeve, lê bifikire, ku cara din ça bikî, wekî rind derbaz be”. Ew bav usa jî dibêje, wekî pêşiya her hînbûnê ew bi dua ji Yehowa hîvî dike, wekî alî wan hemûşka bike seva xwe rast bidine kifşê hindava hînbûnê (Zebûr 119:66).
13 Derbazkirina hînbûna tevî malbetê borcdariya dê-bavên xwedêxof e. Rast e hine dê-bav nikarin mîna dersdara bin û wanara çetin e hînbûnê bi hewas derbaz kin. Lê hergê hûn zarên xwe “bi kira û rastiyê” hiz dikin, dêmek hûnê bi milûktiyê û helaliyê alî wan bikin, wekî ruhanîda pêşda herin (1 Yûhenna 3:18). Car-cara, dibeke zar bidine kifşê ku nerazî ne, lê diqewime ewana fem dikin, wekî hûn wana gelek hiz dikin û dixwazin halê wana xweş be.
14. Ça dikarin bidin xebatê xeberên ji Qanûna Ducarî 11:18, 19, çaxê tevî zara derheqa pirsên ruhanî şêwir dikin?
14 Pirsên ferz gerekê ne tenê ser hînbûna tevî malbetê şêwir kin. Tê bîra we Yehowa çi temî da dê-bava? Ewî got: “Lê van xeberêd min nava xwe û dilê xweda xweyî kin, wan çawa nîşan li ser destê xwe girêdin û usa jî bira ew li ser eniya we li navbera çevêd weda bin. Zarêd xwe hînî wan kin. Van xebera wanara gilî kî gava mala xweda rûniştî yî yan rêda yî, gava paldidî û gava radibî”. (Qanûna Ducarî 11:18, 19; usa jî binihêre Qanûna Ducarî 6:6, 7.) Ew yek nayê hesabê, wekî dê-bav gerekê sibê heta êvarê zarên xwera mizgîniyê gilî kin. Lê malxê malê gerekê mecala bernede, seva ruhanîda alî malbeta xwe bike.
ŞÎRET Û QEDIR
15, 16. a) Çi tê hesabê şîretkirin? b) Kê ye borcdar, seva zara şîret ke û kê borcdar e, guh bide şîreta?
15 Şîret ew heye hînkirin, çi ku meriva rast dike. Pareke şîretê jî xeberdan e. Şîretkirin hê zêde tê hesabê rastkirin, ne ku cezakirin, lê carna cezakirin jî lazim e. Belê çaxê zarên we hê biçûk bûn, wanara lazim bû şîretkirin, lê niha ku ewana îda mezin in, hê zêde hewcê şîreta ne, ne ku berê. Zarên aqil fem dikin ku ew yek usa ne.
16 Kitêba Pîrozda nivîsar e: “Axmax dersa bavê xwe bêhurmet dike, lê yê guh dide hilatinê, feraseta wî zêde dibe” (Metelok 15:5). Ji vê rêzê gelek tişt dikarin hîn bin. Ew rêz hêlan dike, wekî şîreta bidin zara. Yan zar ça wê guh bide hilatinê, hergê hilatin nestandiye? Borcê şîretkirinê, Yehowa daye ser stûyê dê-bava, îlahî bav in borcdar. Lê guhdayîna şîreta borcdariya zara ye. Hergê zar guh bide şîretên dê-bavê xwe, ewê gelek tiştên baş hîn be û hindik şaşiya bike emirê xweda (Metelok 1:8). Kitêba Pîrozda nivîsar e: “Yê şîreta qebûl neke belengazî û qarê bên serê wî, lê yê guh dide hilatinê, qedirê wîyê bilind be” (Metelok 13:18).
17. Dê-bav gerekê çi cûreyî serwaxt bin, çaxê zarên xweyî mezin şîret dikin?
17 Çaxê dê-bav zarên xwe şîret dikin, ewana gerekê serwaxt û fesal bin, wekî gelek sert nîbin. Çimkî usa zar dikare hêrs keve û hela hê jî xweda bawer nîbe (Kolosî 3:21). Lê ne jî lazim e haqas nerm bin, ku şîretên ferz nedin zara. Nermbûna usa dikare ziyanê bîne. Metelok 29:17-da nivîsar e: “Dilê kurê xwe bêşîne, ewê rihetîyê bide te û wê bibe baristanîya ruhê te”. Lê rêza 21-da tê gotinê: “Yê ku biçûktîyêda xulamê xwe nazik xwey ke, axirîyêda ewê bibe mîratxurê wî”. Rast e, ew rêz derheqa xulam dibêje, lê ew usa jî derheqa zarên mezin e.
18. Şîretkirin çi îzbat dike û dê-bav ji çi dikarin xwe dûr bigirin, çaxê zara şîret dikin û pey wan dinihêrin?
18 Bi rastiyê, şîretkirina rast, hizkirina dê-bava dide kifşê (Îbranî 12:6, 11). Hergê hûn dê-bav in, dêmek hûn rind zanin, çiqas çetin e bi serwaxtî zara şîret kin û hertim pey wan binihêrin. Cara dibeke usa bê kifşê, ku seva edilaya neferên malê, diha hêsa ye bihêlin, wekî ew zara ku pê nikarin, ça dixwaze usa bike. Lê safîkirina usa wê karê neyne, çimkî zar wê rû bistîne û bibe yekî serhişk (Metelok 29:15; Galatî 6:9).
ŞIXUL Û LÎSTIK
19, 20. Dê-bav ça dikarin xwe bi aqilayî bidin kifşê, çaxê lazim e safî kin ku zarên wan ça wede derbaz kin?
19 Berê ji zara dihate dewakirinê, wekî alî dê-bava bikin. Lê îro wedê zara gelek heye. Û ev dinya usa dike, ku zar wî wedê xwe, boş-betal xerc kin. Û hergê dîna xwe bidinê, ku ev dinya ça dinihêre ser normên Xwedê derheqa namûsiyê, wê femdarî be ku çira meriv haqas bêbext û bêroj in.
20 Lema jî dê-bavên aqil dewsa zara xwexa safî dikin, wekî zar çawa wedê xwe derbaz kin. Lê bîr nekin ku zara we mezin dibe. Ew dibeke difikire, ku tevî wî îda gerekê usa nîbin, çawa tevî zara biçûk. Dêmek, wê aliyê dê-bavada aqilayî be, hergê azayê bidine zarên xwe, ku xwexa safî kin, çawa wede derbaz kin. Lê kengê gerekê ewê azayê bidine zara? Çaxê zar rast dijbêrin, ça wedê xwe derbaz kin, dêmek çaxê ruhanîda îda gihîştî ne. Cara zarên mezin safîkirinên rast nakin aliyê kilamada, hevaltiyêda û tiştên dinda. Derecên usada lazim e tevî wan xeber din, wekî paşê ewana bikaribin safîkirinên rast bikin.
21. Çaxê zar serwaxtî dide kifşê wê yekêda, ku çiqas wede gerekî xerc ke ser wedederbazkirinê, kara wê yekê çida ne?
21 Çiqas wede lazim e bona hêsabûnê xerc kin? Hine welatada zarên mezin difikirin ku îzina wan heye hertim wede derbaz kin. Dê-bav gerekê zara hîn kin, ku lazim e bona tiştên din jî wede xerc kin. Mesele, hînbûna tevî malbetê û ya şexsî derbaz kin, tevî Mesîhiyên gihîştî xeber din, herine civatê, û usa jî şixulê malê bikin. Û ev yek wê nehêle, ku “şabûna vî emirîva” girêdayî, Xebera Xwedê dilê zarada bixeniqîne (Lûqa 8:11-15).
22. Zara mezin gerekê şabûnê beramberî çi bike?
22 Silêman Padşa gotiye: “Ez zanim ku bona meriva baş e ku şa be û qenciyê bike emirê xweda û ji wê çêtir tiştek tune, û her meriv gerekê bixwe, vexwe û lezetê bivîne ji hemû kirên xwe. Ew dayîna Xwedê ye” (Waîz 3:12, 13, DT). Belê, emirê bê şabûn, ew ne emir e. Xebata bi dil û can. Roja îro gelek zarên mezin nizanin ku meriv dilrihetîke ça distîne, çaxê bi dil û can dixebite. Yan jî çaxê meriv çetinayîkê alt dike, çiqas şa dibe û qedirê xwe digire. Niha mecala hemû zara tune ku xwera pêşekî dest xin, wekî paşê pê ebûra xwe bikin. Ev yek rastî jî borcekî çetin e bona dê-bava. Gelo hûnê alî zara xwe bikin, wekî ew pêşekî bistîne? Hergê hûn zara xwe hîn kin, ku ew xebatê qîmet ke û hela hê jî hiz ke, bi vê yekê hûnê alî wî bikin ku ew rast binihêre ser xebatê, çi ku wê karê bide wî temamiya emirê wîda.
ZARO MEZIN DIBIN
Zarara hizkirin û razîbûnê bidine kifşê
23. Dê-bav ça dikarin zarên xweye mezin qewî kin?
23 Hergê problêma we tevî zara weye mezin hebe jî, bîr nekin vê şîreta ji Kitêba Pîroz: “Hizkirin tu car kuta nabe” (1 Korintî 13:8). Hizkirina xweye hindava zara veneşêrin, wanara bidine kifşê. Pirsê bidine xwe, “Ez paya didim her zareke xwe seva vê yekê, ku ew dikare çetinayên xwe safî ke û derbaz ke? Çaxê mecal çêdibe, ez paya didime zara û dibêjim ku ez wana qîmet dikim, yan evê mecalê ji destê xwe berdidim?” Rast e cara dibeke hûn û zar hevra neqayîl bin, lê hergê zara weye mezin bawer e ku hûn wî hiz dikin, em dikarin bêjin, ku ewê jî hindava we bi hizkirin be.
24. Kîjan prînsîpa Kitêba Pîroz berdewam dike rast dimîne şîretkirina zarada, lê gerekê çi bîr nekin?
24 Çaxê zar îda mezin in destpêdikin gele tiştên ferzda xwexa safîkirina bikin. Hine derecada dê-bav dibeke razî nebin safîkirinên wanara. Çi gerekê bikin, hergê zar safî dike, ku Yehowa Xwedêra xizmet neke? Tiştê usa diqewime. Hela hê jî hine miliyaketên li ezmana ku zarên Yehowa bûn, şîreta wî qebûl nekirin û miqabilî wî derketin (Destpêbûn 6:2; Cihûda 6). Zar kompotêr nînin ku em programayê usa çêkin, wekî ewana pê xwestina me bikin. Azaya wan heye ku ça bixwazin usa safîkirina bikin, bona safîkirinên xwe ewana xwexa cabdar in ber Yehowa. Lê Metelok 22:6-da nivîsar e: “Zarotîyêda rîya rast hîn bike, gava ew kal be, îdî ewê ji wê nekeve”. Û ev prînsîp rast dimîne.
25. Kîjan e mecala lape baş, bi kîjanî dê-bav razîbûna xwe Yehowara didin kifşê ku qedir standine bûne dê-bav?
25 Zarên xwera hizkirinê bidine kifşê. Çiqas destê we tê, hemû tiştî bikin, wekî wana bi prînsîpên Kitêba Pîroz mezin kin. Hûn ku usa bikin hûnê mecala lape baş bidin wan, ku borcdariya hildin ser xwe û xwedêxof bin. Ev yek bona we mecala lape baş e ku hûn razîbûna xwe Yehowara didin kifşê, wekî we qedir standiye, bûne dê-bav.