SERÊ 11
Edilayê Malbetêda Xwey kin
1. Kîjan in ew hine menî, ji bo çi jî jin û mêr safî dikin ji hev biqetin?
MALBET wî çaxî bextewar e, çaxê nav wanda hizkirin, femkirin û edilayî heye. Em bawer in, wekî malbeta weda jî edilaya wî cûreyî heye. Yazix, lê roja îroyîn edilaya wî cûreyî ne her malbetekîda heye, çimkî mêr û jin bi hine meniya ji hev diqetin. Lê gelo çi dibe menî ku jin û mêr safî dikin ji hev biqetin? Wî serîda emê şêwir kin derheqa sê meniya. Yek ji wan ew e, wekî hine malbetada baweriya neferên malê ji hev cude dibe. Malbetên dinda zar dijîn tevî zirbav yan dêmariyê. Lê hene malbetên usa jî, kîderê şer-dew aliyê matêriyalîda pêşda tên. Bal her malbetekê çetinayên wan hene û çetinayî ne mîna hev in. Gelo çira?
2. Seva ku edilaya malbetê xwey kin, gelek meriv şîreta ji kîderê digerin? Lê şîretên lape baş bona edilaya malbetê ji ku em dikarin bistînin?
2 Ya ewlin ew e, ku nihêrandina te ser van çetinaya çi cûreyî ye. Hergê tu bi dil dixwezî fem kî nihêrandina merivên din, wî çaxî ew yek wê alî te bike edilayê nava mala xweda xwey kî. Ya duda ew e, hela tu şîreta ji ku hildidî. Gelek meriv guh didin şîretên hevalên xweye xebatê, cînara, ji rojnemê dixûnin, yan guh didin merivên din. Lê hine ji wan pêhesiyan derheqa şîretên ji Xebera Xwedê û destpêkirin ew yek emirê xweda bidine xebatê. Gelo çawa ew yek wê alî malbeta bike edilayê xwey kin? (2 Tîmotêyo 3:16, 17).
ÇAXÊ BAWERIYA MÊRÊ TE NE MÎNA YA TE YE
Bixebite wekî nihêrandina merivê din fem bikî
3. a) Kitêba Pîroz çi şîretê dide derheqa sazkirina malbetê tevî wî merivî, baweriya kîjanî ne mîna ya te ye? b) Kîjan prînsîpên ji Xebera Xwedê dikarin bidin xebatê, çaxê baweriya jin-mêr ji hev cude dibe?
3 Kitêba Pîrozda eyan tê gotinê, wekî rastî wî merivî neyê, baweriya kîjanî ku ne mîna ya te ye (Qanûna Ducarî 7:3, 4; 1 Korintî 7:39). Lê diqewime tu derheqa rastiyê pêhesiyayî çaxê îda mêrkirî bûyî û mêrê te nexwest Kitêba Pîroz hîn be. Wî çaxî çi bikin? Wî çaxî jî zewaca te gerekê bê xweykirinê (1 Korintî 7:10). Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî jin-mêr gerekê hev neqetin, ewana gerekê ji çetinayên xwe nerevin, lê hazir bin wana safî kin (Efesî 5:28-31; Tîto 2:4, 5). Lê çi bikin hergê mêr ser ya xwe sekinîye û naxwaze, wekî tu baweriya xwe hînkirinên ji Kitêba Pîroz bînî? Ew usa jî dikare nehêle tu herî ser civatê. Yan dibêje, wekî naxwaze ku jina wî here mal bi mal û merivara derheqa baweriyê xeber de. Wê derecêda tuyê çi bikî?
4. Çawa jin dikare mêrê xwe fem bike?
4 Ji xwe pirs ke: “Çira mêrê min usa dişirmîş dibe?” (Metelok 16:20, 23). Diqewime ew bona te berxwe dikeve, çimkî heta xilaziyê fem nake tu çi dikî. Yan diqewime merivê nêzîk ser wî hukum dikin, çimkî divînin wekî tu îda xwe wan eyd-qeyda nagirî, yên ku bona wan gelek ferz in. Mêrek dibêje: “Çaxê ez malda tenê dimînim, ez xwe usa texmîn dikim tê bêjî min hîştine”. Bona wî mêrî usa dihate xanê tê bêjî rêlîgiyayê, jina wî ji wî distand. Lê bi rastiyê ewî tenêbûn ser xwe texmîn dikir û ji bo babaxiya xwe ew yek qebûl nedikir. Lema jî gerekê mêrê xwera îzbat kî, ku ji bo naskirina Yehowa, hizkirina te hindava wî sar nebûye. Ese wede bivîne bona mêrê xwe.
5. Seva her tişt rast be, jin çi gerekê bike?
5 Lê hergê tu dixwazî her tişt bi bîlanî û rast be, dêmek gerekê hildî hesab şîretên lape ferz. Kitêba Pîroz temiyê dide jina: “Gura mêrêd xweda bin, çawa ku li yektiya Xudan dikeve” (Kolosî 3:18). Kitêba Pîroz jina hîn dike, wekî xweserê xwe nîbin. Xêncî wê yekê xebera “çawa ku li yektiya Xudan dikeve” usa jî tê hesabê gura Xwedêda bin. Lazim e her tiştî usa bikin, çawa layîq e.
6. Jina Mesîhî gerekê kîjan şîreta ji Kitêba Pîroz hilde hesab?
6 Çûyîna ser civatê, gilîkirina derheqa baweriya xwe, ew pareke ji qulixkirina rast e, çi ku Mesîhî gerekê pişt guhê xweva nevêjin (Romayî 10:9, 10, 14; Îbranî 10:24, 25). Hergê kesek fermanê dide te û dibêje, wekî tu gerekê filan qanûna Xwedê neynî sêrî, tuyê çi bikî? Yûhennayê şagirtê Îsa Mesîh, dibêje: “Em gerekê gura Xwedê bikin, ne ku ya meriva” (Karên Şandiya 5:29). Ew rêz rastî jî kêrhatî ye bona emirê me. Gelo hizkirina te hindava Yehowa wê te hêlan ke, wîra amin bimînî, çawa ku ew hêja ye? Jin gerekê hizkirin û qedir bide kifşê hindava mêrê xwe. Lê gelo tuyê bikaribî ewê hizkirinê û qedir hindava Xwedê usa bidî kifşê, wekî ew yek mêrê te eciz neke? (Metta 4:10; 1 Yûhenna 5:3).
7. Jina ku Mesîhî ye çi xîretiyê gerekê bide kifşê?
7 Îsa da kifşê, wekî hêsa nîne usa bikin. Ewî pêşda got, wekî seva peyketina, bawermendên Xwedê wê xwe mala xweda ça xerîb texmîn kin, tê bêjî neferek nînin (Metta 10:34-36). Jinek ji Japonyayê rastî wê derecê hatiye. Mêrê wê 11 sal rê nedida wê. Ew sert bû hindava wê û gelek car derî ser venedikir. Lê dîsa jî ew jinik sist nebû. Xûşk-birên civatê alî wê dikirin. Ewê hertim Xwedêra dua dikir. Ewê alîkarî û hêlankirin distand ji 1 Petrûs 2:20. Ew Mesîhî bawer bû, wekî hergê ew Xwedêra amin bimîne, axiriyêda mêrê wê jî wê tevî wê destpêke Yehowara xizmet ke. Hema usa jî qewimî.
8, 9. Jina Mesîhî çi gerekê bike, seva ku meniyên mêrê wê tune bin gazina bike?
8 Gelek şîret hene derheqa wê yekê, ça dikarin nihêrandina mêr yan jina xwe bidin guhastinê. Mesele, hergê baweriya te mêrê te xweş nayê, dêmek usa bike wekî meniya gazinên wî tune be. Temizaya malê xwey ke. Kinc xwekirina te, bira timê temiz be, porê te çêkirî be. Hertim hazir be hizkirin û razîbûnê bidî kifşê. Mêrê xwe bêhurmet neke, lê piştgiriya wî bike. Wîra bide kifşê wekî tu hertim, hîviya rêberiya wî yî. Hergê ew te dixeyîdîne, kînê nejo (1 Petrûs 2:21, 23). Bîr neke wekî her kes ji me neqedandî ye. Çaxê orta weda şer pêşda tê, hazir be pêşiyê tu baxşandinê ji wî bixwazî (Efesî 4:26).
9 Civat gerekê nebe menî seva wê yekê, ku tu pêra nagînî xwarinê mêrê xwera çêkî. Wî çaxî dikarî derê yî xizmetiyê, çaxê mêrê te mal nîne. Jina bîlan wê mêrê xwera derheqa hebandina xwe nevêje, çaxê divîne ew yek wî xweş nayê. Dewsa wê yekê ewê guh bide şîreta Pêtrûs: “Kulfetno, gura mêrê xweda bin, wekî ji wan hinek jî, heger guhdariya xeberê nakin, bi pergaliya jinêd xwe, bê gotin jî bêne ser baweriyê” (1 Petrûs 3:1, 2). Jinên Mesîhî dixebitin ser wê yekê ku xeyset-hunurên usa nav xweda pêşda bînin, yên ku Xwedê xweş tên (Galatî 5:22, 23).
ÇAXÊ BAWERIYA JINA TE NE MÎNA YA TE YE
10. Mêrê ku Mesîhî ye çi gerekê bike, çaxê baweriya jina wî ne mîna ya wî ye?
10 Lê çi bikin çaxê mêr Mesîhî ye, lê jin na? Kitêba Pîroz derheqa wê derecê jî şîretê dide. Wêderê usa nivîsiye: “Heger jina birakî nebawer be û bixwaze tevî wî bimîne, bira wê bernede” (1 Korintî 7:12). Kitêba Pîrozda şîreteke usa jî tê dayînê bona mêra: “Kulfetêd xwe hiz bikin” (Kolosî 3:19).
11. Mêrê ku Mesîhî ye çi gerekê dewa neke ji jina xwe û gerekê ça be hindava wê?
11 Hergê baweriya jina te ne mîna ya te ye, bi qedir be hindava wê û nihêrandina wê hilde hesab. Dibeke tu qayîl nînî tevî baweriya wê, lê azaya wê heye xwexa safî ke baweriya xwe çi bîne. Hîviyê nîbe, ku çaxê tu gilî kî derheqa baweriya xwe, ewê pêra-pêra baweriya xwe bihêle û xwe ya te bigire. Pêra-pêra nebêje wê, wekî ew eyd-qeydên ku ew û malbeta wê haqas sal baweriya xwe tînin, nerast û derew in. Dewsê, wê baş be bi nermî bidî kifşê nihêrandina Kitêba Pîroz ser wê yekê. Hergê tu gelek wede xerc dikî ser şixulên civatê, jina te dikare dişirmîş be wekî ew tu kesîra nelazim e. “Ez dixwazim wekî tu hê zêde wede bona min xerc kî!” Carna ew yek dikare bibe menî, ku çira jina te naxwaze tu Yehowara xizmet kî. Lê tu gerekê sebir kî. Hizkirin û xemkirina te hindava jina te, dikare axiriyêda alî wê bike, seva ew jî xwe wê rê bigire (Kolosî 3:12-14; 1 Petrûs 3:8, 9).ŞÎRETKIRINA ZARA
12. Çawa jin û mêr baweriya kîjana ku ji hev cude dibe, dikarin wedê şîretkirina zara, şîretên ji Kitêba Pîroz bidine xebatê?
12 Carna gelek çetin dibe zara şîret kin, çaxê baweriya jin û mêr ji hev cude dibe. Lê gelo dereca usada ça dikarin şîretên Kitêba Pîroz bidine xebatê? Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî cabdariya şîretkirina zara, ya ewlin dikeve ser stûyê bava. Lê roleke ferz nava şîretkirinêda ya dê ye jî. (Metelok 1:8; beramber kin Destpêbûn 18:19; Qanûna Ducarî 11:18, 19.) Hergê bav qebûl nake serwêrtiya Îsa, ew dîsa jî dimîne malxê malê.
13, 14. Jin çi dikare bike, hergê mêrê wê îzinê nade wê, zara bive ser civatê û hînkirina Kitêba Pîroz tevî wan derbaz ke?
13 Hine bavên nebawer qayîl in, wekî dê zara hîn ke derheqa baweriya xwe. Lê hene yên usa wekî qayîl nînin. Çi bikin hergê ew îzinê nade, wekî tu zara tevî xwe bivî ser civata, yan tevî wan hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kî? Wî çaxî tu bi milûktî gerekê cabdariya xwe bînî sêrî, ya ku Yehowa daye me. Guh bide serwêrtiya mêrê xwe, çawa malxê malê û cabdariya xwe hindava zarên xweyî hizkirî bîne sêrî. Çawa dikarin ew du tişta bînin sêrî?
14 Hemikî tuyê bona wê yekê dua bikî (Fîlîpî 4:6, 7; 1 Yûhenna 5:14). Lê yekê tu xwexa gerekê safîkirina bikî. Hergê tu mêrê xwera bidî kifşê, wekî tu naxwazî serwêrtiya wî hildî destê xwe, hingê ew dikare nerm be û himberî baweriya te neçe. Lê hergê mêrê te îzinê nade, wekî zara bivî ser civata, yan tevî wan hînkirina Kitêba Pîroz derbaz kî, tu dîsa jî dikarî zara hîn kî bi mesela xwe. Ewê yekê tu dikarî bikî bi xeberdana xweye her rojî, bi rabûn-rûniştina xweye baş. Alî zara bike, wekî nav wanda hizkirin hindava Yehowa pêşda bê û bawerî hindava xebera wî. Wana hîn ke qedirê mezina bigirin, îlahî qedirê bavê xwe. Usa jî alî wan bike bibine merivne hevalhiz û xebathiz. Diqewime mêrê te texmîn ke ew guhastinên baş nava zarada û cefê te qîmet ke (Metelok 23:24).
15. Cabdariya mêrê Mesîhî, şîretkirina zarada çi ye?
15 Hergê tu bawermendê Xwedê yî, lê jina te na, dêmek tu gerekê zarên xwe “bi şîret û hînkirina Xudan mezin” kî, çimkî ew cabdariya te ye (Efesî 6:4). Lê hindava jina xwe tu yeke gerekê hizkirinê, qedir û femkariyê bidî kifşê.
ÇAXÊ BAWERIYA DÊ-BAVÊ TE NE MÎNA YA TE YE
16, 17. Çaxê baweriya zara ji ya dê-bava cude dibe, zar gerekê kîjan şîretên ji Kitêba Pîroz bîra xweda xwey kin?
16 Roja îroyîn ew yek ku baweriya dê-bava ji ya zara cude dibe, bûye ça tişteke tebiyetî. Lê tu rastî wê derecê hatî? Hergê erê, Kitêba Pîrozda şîret bona te jî heye.
17 Xebera Xwedêda tê gotinê: “Zarno, çawa bawermendêd Xudan gura dê û bavê xweda bin, çimkî ev yek rast e. ‘Qedirê dê û bavê xwe bigire’” (Efesî 6:1, 2). Rast e zar gerekê gura dê bavê xwe bikin, lê ewana usa jî gerekê gura Xwedê bikin. Çaxê zar îda êpêce mezin e û dikare xwexa safîkirina emirê xweda bike, wî çaxê ew xwexa cabdarê safîkirinên xwe ye. Ew yek tê gotinê ne ku tenê derheqa safîkirina qanûnên wê dinê, lê ya Xwedê jî. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Ji me her kesê bona xwe cabê li ber Xwedê bide” (Romayî 14:12).
18, 19. Hergê baweriya dê-bava ji ya zara cude dibe, zar çi dikare bike, wekî nihêrandina dê-bava ser baweriya wî bê guhastinê?
18 Hergê ji bo baweriya xwe tu emirê xwe diguhêzî, ew yek dikare ser dê-bavê te hukum be. Bixebite wana fem bikî. Hergê paşî naskirina rastiyê, tu hê bi qedir î hindava meriva, guhdar î û bi xîret tînî sêrî xwestina dê-bavê xwe, ew yek wê dê-bavara şabûnê bîne. Diqewime ji bo baweriya xwe, tu piştgiriya nihêrandin û eyd-qeydên wan nakî, kîjan ku wana xweş tê. Wî çaxî dê-bav dikarin dişirmîş bin, wekî tu wan tişta înkar dikî, çi ku ewana ji biçûktayê te hîn kirine. Dê-bav bona te berxwe dikevin, çimkî dişirmîş dibin, wekî ew çi ku tu dikî nebaş e. Ewana dişirmîş dibin, wekî ew yek wedê te badîhewa xerc dike û nahêle, wekî tu aliyê matêriyalîda pêşda herî. Babaxbûn jî dikare bibe menî, wekî dê-bav piştgiriya te nekin. Ewana dikarin usa dişirmîş bin, wekî tu dixwazî wana bidî bawerkirinê, wekî tu rast î, lê ewana na.
19 Çiqas dikarî haqas zû nasiya dê-bavê xwe bide yek ji rûspiyên civata xwe, yan xûşk-birên cêribandî ji civatê. Dê-bavê xwe teglîfî civatê ke, seva ku ewana xwexa bibihên çi wêderê tê gotinê û pê çevê xwe bivînin, Şedên Yehowa merivne ça nin. Kê zane wede şûnda nihêrandina wan jî dikare bê guhastinê. Lê carna dê-bav gele sert in, edebiyatên me diqelişînin û nahêlin, wekî zar here civatê. Hingê zar dikare cîkî mayîn edebiyata bixûne, rastî xûşk-bira bê û merivara derheqa mizgîniyê gilî ke. Tu usa jî dikarî Yehowara dua bikî. Hine cahil xizmetkirina Yehowada dixwazin hê zêde bikin, lê nikarin. Lema jî ewana sebir dikin heta wî çaxî, ku mezin bin û bikaribin ji dê-bavên xwe başqe bin. Lê çi jî nîbe bîr neke, wekî tu gerekê “qedirê dê û bavê xwe” bigirî. Ji te çi tê xwestinê her tiştî bike seva ku edilayê xwey kî (Romayî 12:17, 18). Ya ferz ew e, wekî edilayê tevî Xwedê bigerî.
ÇETIN E MEZIN KIN WAN ZARA, YÊN KU JI DÊKÎ YAN JI BAVEKÎ NÎNIN
20. Zar çi dikare ser xwe texmîn ke, malbeta usada kîderê zirbav yan dêmarî heye?
20 Çetinayî nava malbetêda dikare ne ku tenê ji bo baweriyê pêşda bê, lê usa jî çaxê malda zirbav yan dêmarî heye. Roja îroyîn gelek melbetada hene zarên usa, ku ne ji dêkî ne û ne ji bavekî ne. Malbetên usada zar dikare kumreşiyê bike, yan xwe xeyîdandî hesab ke. Carna zar dikare dişirmîş be, hergê ew baş be hindava zirbav yan dêmariyê, bi wê yekê wê pişt dê yan bavê xweva qelpiyê bike. Seva wê yekê zar zirbava yan dêmariya qebûl nakin, ça dê yan bavê xwe. Lê çi dikare alî wan malbeta bike, kîderê zirbav yan dêmarî heye?
Wedê mezinkirina zarên xwe yan zarên jin yan mêrê xwe, hertim rêberî ji Kitêba Pîroz bigere
21. Çira gerekê şîretên ji Kitêba Pîroz bidine xebatê?
21 Nava wê derecêda jî dikarin bidin xebatê şîretên ji Kitêba Pîroz, kîjan alî malbeta dikin edilayê xwey kin. Meriv dikarin usa dişirmîş bin, hergê ewana guh nedine wan şîreta, çetinayî wê xwexa ji xwe bêne safîkirinê, lê ew yek usa nîne. Çimkî ew yek dikare çetinayên din pêşda bîne (Zebûr 127:1; Metelok 29:15). Bidine xebatê bîlaniya xwe û serwaxtiya xwe. Çimkî bîlanî wê alî we bike fem kin, ku şîretên ji Kitêba Pîroz wê wera kara her-heyî bînin. Lê serwaxtî, wê alî we bike fem bikin nêt û fikirên neferên mala xwe. Usa jî gerekê hîn bin ber dilê neferê xweda bên (Metelok 16:21; 24:3; 1 Petrûs 3:8).
22. Çira zarara çetin e qebûl kin zirbav yan dêmariyê?
22 Diqewime tu wî wedeyî dikî bîra xwe, çaxê tu hevalê malbeta wan bûyî û zar hindava te baş bûn. Lê çaxê tu çawa zirbav yan dêmarî hatî mala wan, her tişt hate guhastinê. Zaro dikare dişirmîş be, wekî te ciyê dê yan bavê wî girtiye. Ew wana bîr nake, diqewime bona wê yekê jî ditirse te qebûl ke, çimkî dişirmîş dibe wekî bi wê yekê wê aminiya hindava dê yan bavê xwe xwey nake. Lema jî carna zar dikarin hema tera bêjin, wekî tu ne dê, yan ne jî bavê wan î. Ew gotin dikarin dilê te bêşînin. Lê “bira di xeydêda ruhê te ne bi lez be” (Waîz 7:9). Seva ku zarara ziman bivînin lazim e rast ser tişta binihêrin û ber dilê wanda bên.
23. Çawa dikare bê safîkirinê pirsa cezakirina zara, çaxê malda zirbav yan dêmarî heye?
23 Xeyset-hunurên wî cûreyî gerekê îlahî wî çaxî bidine xebatê, çaxê zara ceza dikin (Metelok 6:20; 13:1). Her zar ne mîna hev in û cezakirina wan jî ji hev cude bide. Hine zirbav yan dêmarî dişirmîş bidin, wekî wê baş be, hergê serîda dê yan bavê wê zarê şîretkirina wî hilde ser xwe. Lê gele ferz e çaxê seva şîretkirin û cezakirina zara her du jî mîna hev difikirin. Çimkî nerast e, zara xwe ceza nekî, lê zara mêr yan jina xwe ceza kî (Metelok 24:23). Çaxê zar guhdar e, ew yek gelek baş e, lê gerekê bîr nekin, wekî zar jî gunekar in û dikarin şaşiya bikin. Zû ji xwe derneyî û bi hizkirinê zara ceza bike (Kolosî 3:21).
24. Çawa normên namûsiyê dikare bê xweykirinê wan malbetada, kîderê zar ji dêkî yan ji bavekî nînin?
24 Her çetinayî dikare bê safîkirinê, hergê derheqa wê yekê tevî neferên malê xeber din. Ew xeberdan alî malbeta dike, dîna xwe bidine ser tiştên hê ferz. (Beramber kin Fîlîpî 1:9-11.) Her kes nava malbetêda wê xwexa bivîne, wekî hevalkarî kareke çiqas mezin tîne. Xêncî wê yekê xeberdana helal dikare malbet aliyê namûsiyêda xwey ke. Qîzara gerekê şirovekin, wekî haş rabûn-rûniştandina xwe hebin ber zirbavê xwe û kurên wî. Lê kurara gerekê şirovekin, wekî haş rabûn-rûniştandina xwe hebin ber dêmariya xwe û qîzên wê (1 Têsalonîkî 4:3-8).
25. Kîjan hunur wê alî wan malbeta bike edilayê xwey kin, kîderê zar ji dêkî yan ji bavekî nînin?
25 Sebir bide kifşê, çaxê zarên jin yan mêrê xwe mezin dikî. Wede lazim e seva ku ewana hînî te bin. Hêsa nîne usa bikî wekî ewana te hiz bikin û qedirê te bigirin. Lê ew yek dikarî bikî. Bona wê yekê lazim e, bîlanî û serwaxtî. Hergê tu bi dil û can dixwazî guh bidî şîretên Yehowa, wî çaxî tuyê bikaribî edilayê malbeta xweda xwey kî, kîderê zar ji dêkî yan ji bavekî nînin (Metelok 16:20). Ew hunur wê alî te bikin çetinayên din jî safî kin.
GELO XWESTINA MATÊRIYALÎZIMÊ MALBET JI HEV DÛR DIXE?
26. Çawa tunebûn û kêmasiya pera dikare malbetada çetinayî pêşda bîne?
26 Tunebûn û kêmasiya pera, dikare malbet ji hev dûr xe. Sed heyf, lê hine malbetada şer-dew seva pera pêşda tên. Ew xwestina wan ku hinekî dewletî bin, edilayê ji wan distîne. Çetinayî wî çaxî jî dikare pêşda bên, çaxê jin û mêr dixebitin lê usa dibêjin, “ez xweyê perê xwe me, tu jî xweyê perê xwey”. Lê diqeme ji bo xebata xwe mêr û jin pakî nejî hevdu dibînin. Îro gelek car usa diqewime, wekî bav malbeta xwe dihêle û ser mehek yan salek diçe welatê din, seva bixebite. Ew yek dikare çetinayî pêşda bîne.
27. Kîjan in ew hine şîretên kêrhatî bona wan malbeta, kîderê kêmasiya pera heye?
27 Her malbetekêda çetinayî û hewcetiya wan bi cûrê xwe heye, lema jî nikarî bêjî hê rast çi ye ku bikin. Lê dîsa jî şîretên ji Kitêba Pîroz wê yekêda dikare alî wan bike. Mesele, Metelok 13:10-da tê gotinê wekî “serwaxtî cem şîrethildaya ye” çimkî ewana guh didin şîreta. Ne ku tenê fikirên xwe bêje, lê hazir be guh bidî şîreta, hela yên din derheqa wê derecê çi dibêjin. Usa jî wê baş be hesaba pera bikin, mesele, çiqas distînî û çiqas xerc dikin. Carna dê-bav mecbûr dibin herdu jî bixebitin, seva ku deynê xwe dadin, îlahî çaxê zar û merivên nêzîk malda hene. Çaxê malbet rastî wê derecê tê, mêr hingê jî gerekê jina xwera îzbat ke, wekî wê ese wede bona wê bivîne. Bav tevî zara dikarin alî wê bikin şixula bikin (Fîlîpî 2:1-4).
28. Malbet gerekê guh bide kîjan şîreta seva ku edilayêda bin?
28 Rast e pere mera gelek lazim e, lê bîr nekin wekî pere şabûn û emir nade meriya (Waîz 7:12). Hergê gelek wede xerc kin ser tiştên matêriyalî, em dikarin ruhanîda sist bin û aliyê namûsiyêda xirab bin (1 Tîmotêyo 6:9-12). Lema jî diha baş e xwe Padşatiya Xwedê bigirin. Û bawer bin wekî ewê me kerem ke. Ewê her tişt, çi ku bona jîyînê mera lazim e bide me! (Metta 6:25-33; Îbranî 13:5). Hergê ruhaniya xwe didine ser ciyê pêşê û edilayê tevî Xwedê digerin, hûnê texmîn kin, wekî hûn tevî malbeta xwe edilayêda nin. Wî çaxî jî, gava malbeta weda zirbav yan dêmarî hene, yan ew zar kîjanî ji dêkî yan ji bavekî nînin.