Nema ji Koma Rêberiyê
Xizmetkarê Delal, yê ku Yehowa hiz dikî:
Îsa got: “Hûnê rastiyê nas kin û rastiyê we aza ke” (Yûhenna 8:32). Eva giliya çiqas me dilgerm dike! Belê, em dikarin rastiyê pêbihesin hela hê van “rojêd axirîyêda” jî, çaxê derew û neheqî hemû dera belebûyî ye (2 Tîmotêyo 3:1). Tê bîra te, çaxê te cara pêşin rastiya Xebera Xwedê qebûl kir, te şabûneke ça sitand?
Rast e gelek ferz e ku zanebûna rastiyê bistînin û timê elamî merivên mayîn jî bikin, lê usa jî gelek ferz e bijîn anegorî vê rastiyê. Û seva wê yekê lazim e wekî em xwe nava hizkirina Xwedêda xwey kin. Çi dikeve nava wê yekê? Caba wê pirsê em dikarin pêbihesin ji giliyê Îsa. Ew şeva ku Îsa wê bimira, ewî şagirtên xweyî aminra got: “Heger hûn temiyêd min xwey kin, hûnê hizkirina minda bimînin, çawa ku min temiyêd Bavê xwe xwey kirin û hizkirina wîda dimînim” (Yûhenna 15:10).
Îsa nava hizkirina Xwedêda ma, çimkî temiyê Bavê xwe xwey dikir. Seva ku em xwe nava hizkirina Xwedêda xwey kin, mera lazim e her roj anegorî rastiyê bijîn. Wê şevê Îsa usa jî got: “Heger hûn vê yekê zanin, hûnê xwezilî bin gava biqedînin” (Yûhenna 13:17).
Em bawer in, ku eva kitêba wê alî te bike wekî hertim bijîyî anegorî rastiyê û bi wî cûreyî xwe nava hizkirina Xwedêda xwey kî. Û ew yek wê tera jîyîna heta-hetayê bîne (Cihûda 21).
Koma Rêberiyê ya Şedên Yehowa