KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mrt gotar 72
  • Gelo Rastî Dîsa jî Ferz e?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Rastî Dîsa jî Ferz e?
  • Têmên Din
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Gelo rastî heye?
  • Tu çawa dikarî rastiyê bivînî?
  • Derewî ji ku hatiye?
  • Çima derewî usa belabûyî ye îro?
  • Çima rastî ferz e?
  • Çima Xwedê dixwaze ku ez rastiyê bizanibim?
  • Gelo Xwedê wê derewiyê bide hildanê?
  • Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Nava Rastiyêda Bijîn
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • “Ez Rastiya Teda Herim”
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
Têmên Din
mrt gotar 72
Merivê polîtîkî meriya berbi mîtîngê hêlan dike.

Gelo Rastî Dîsa jî Ferz e?

Tu jî texmîn dikî wekî îro diha çetin dibe pêbihesin, çi ye rastî û çi ye derewî? Ça tê kifşê dewsa ku meriv ser hîmê rastiyê û îzbatiya tiştekî bawer kin, dikevine heyra êmosiya û fikirên xwe. Îro nav temamiya dinyayêda gelek meriv bawer nakin, ku rastî heye.

Nihêrandina vî cûreyî teze nîne. Weke 2 000 sal pêşda Pîlatoyê welî bi fêlbazî ji Îsa pirsî: “Rastî çi ye?” (Yûhenna 18:38). Pîlato hîviya caba Îsa nîbû, lê pirsa wî ferz bû. Kitêba Pîroz caba vê pirsê dide, kîjan ku dikare alî te bike wekî bizanibî çi ye rastî û çi ye derewî û ji bo nihêrandina meriva naxelifî.

Gelo rastî heye?

Belê. Kitêba Pîroz xebera “rastî” dide xebatê, çi ku ser hîmê îzbatiya ne. Ew hîn dike wekî Yehowaa Xwedê, ser kîjanî tê gotinê “Xwedayê rastiyê” Kaniya rastiya tam e (Zebûr 31:5). Kitêba Pîrozda heye rastiya ji Xwedê, û ev rastî beramberî şewqê dibe. Ev şewq vê dinya xalifîda dikare rêberiyê me bike (Zebûr 43:3; Yûhenna 17:17).

Tu çawa dikarî rastiyê bivînî?

Xwedê naxwaze wekî em rastiya ji Kitêba Pîroz çevgirtî qebûl kin. Dewsê ew me teglîf dike, wekî em femkariya xwe bidine xebatê seva ku vê rastiyê lêkolîn kin û nekevine pey êmosiyên xwe (Romayî 12:1). Ew dixwaze wekî em “bi temamiya hişê xwe” wî nas bikin û hez bikin. Û him jî ew me hêlan dike, wekî em xwexa jî îzbat bin wê rastiyêda, kîjanê ku ji Kitêba Pîroz pêdihesin (Metta 22:37, 38; Karên Şandiya 17:11).

Derewî ji ku hatiye?

Kitêba Pîroz dibêje wekî derewî ji dijminê Xwedê, Şeytan Mîrê-cina pêşda hat, ser kîjanî Kitêba Pîroz dibêje “bavê derewa” (Yûhenna 8:44). Ewî merivên pêşinra derheqa Xwedê derew kir (Destpêbûn 3:1-6, 13, 17-19; 5:5). Ji wî çaxî Şeytan berdewam dike derewa bela ke û rastiya derheqa Xwedê veşêre (Eyantî 12:9).

Çima derewî usa belabûyî ye îro?

Rojên meda, ser kîjanî Kitêba Pîroz dibêje “rojên axiriyê”, Şeytan ser meriva hukum dike û hê zêde wana dixalifîne. Meriv jî bona kara xwe hevra derewa dikin (2 Tîmotêyo 3:1, 13). Derewî îro gelek rêlîgiyada jî belabûyî ye. Çawa ku Kitêba Pîroz derheqa wedê me pêxembertî kiriye, meriv xwe li wan digirin “yên ku tiştên li guhê wan xweş tê” wan hîn dikin û yên ku “guhê xwe ji rastiyê” dadidin (2 Tîmotêyo 4:3, 4).

Merivê rêlîgî Kitêba Pîroz girtiye destê xwe û xeber dide merivara, yên ku destê xwe hev dixin.

Çima rastî ferz e?

Meriv hewcê rastiyê ne, seva ku îtbariya xwe hev bînin. Bê rastiyê hevaltî û civak nikarin qewî bimînin. Kitêba Pîroz dibêje wekî Xwedê dixwaze, ku hebandina me ser hîmê rastiyê be. Têda nivîsar e: “Yên ku [Xwedê] dihebînin jî gerekê bi ruh û rastiyê wî bihebînin” (Yûhenna 4:24). Seva ku pêbihesî wekî çawa rastiya ji Kitêba Pîroz dikare alî te bike wekî têderxî derewên rêlîgî û ji wan derewa aza bî, bixûne rêza gotara bi navê “Derew, ji bo Kîjanî Çetin Dibe Xwedê Hez Bikin”.

Çima Xwedê dixwaze ku ez rastiyê bizanibim?

Xwedê dixwaze wekî tu xilaz bî, lema jî tu gerekê rastiya derheqa wî bizanibî (1 Tîmotêyo 2:4). Hergê tu normên Xwedê derheqa rastiyê û xirabiyê pêbihesî û li gora wan norma bijîyî, tuyê bibî dostê wî (Zebûr 15:1, 2). Xwedê kurê xwe Îsa şande ser erdê, wekî alî meriva bike seva rastiyê pêbihesin. Ew dixwaze em guh bidine hînkirinên Îsa (Metta 17:5; Yûhenna 18:37).

Gelo Xwedê wê derewiyê bide hildanê?

Belê. Xwedê nefret dike gava kesek bona kara xwe bi derewiyê yên din dide xebatê. Ewî soz daye wekî wê erdê aza ke ji wan meriva, yên berdewam dikin derewa bikin (Zebûr 5:6). Gava Xwedê vê yekê bike, ewê usa jî wî sozê xwe bîne sêrî ku dibêje, wekî zar-zimanê rast wê heta-hetayê bimîne (Metelok 12:19).

Rêzên Kitêba Pîroz derheqa rastiyê û derewiyê

Yûhenna 8:44: “[Mîrê-cina] derewîn e û bavê derewa ye”.

Ev çi tê hesabê: Şeytan Mîrê-cina derewiya pêşin got û ew kaniya hemû derewiyê ye.

Metelok 12:22: “Ji zarê derew Xudan zivêr e”.

Ev çi tê hesabê: Ewên ku Xwedê hez dikin gerekê mîna wî derewiyê nefret kin.

Yûhenna 4:24: “Yên ku [Xwedê] dihebînin jî gerekê bi ruh û rastiyê wî bihebînin”.

Ev çi tê hesabê: Xwedê dixwaze ku hebandina me ser hîmê rastiya derheqa wî be.

Yûhenna 8:32: “Rastiyê we aza ke”.

Ev çi tê hesabê: Rastiya ku Îsa hîn dikir, dikare me ji baweriya qelp, derewiya rêlîgî û ji tiştên din aza ke. Binihêre gotar “Çawa Rastî Dikare We Aza ke?”

1 Tîmotêyo 2:4: “[Xwedê] . . . dixwaze hemû meriv xilaz bin û rastiyê nas kin”.

Ev çi tê hesabê: Xwedê dixwaze ku em rastiya derheqa wî pêbihesin û xilaz bin.

a Yehowa navê Xwedê ye (Zebûr 83:18). Binihêre gotar “Yehowa Kî ye?”

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin