Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
Gelo em dikarin rastî derheqa Xwedê pêbihesin?
Çira xwedê dixwaze ku em rastî pêbihesin? Bixûne Yûhenna 17:3
Xwedê tevî însanetê xeberdida. Ewî bi ruhê xweyî pîroz, dêmek bi qewata xwe, fikirên xwe kire hişê nivîskarên Kitêba Pîroz (2 Petrûs 1:20, 21). Em dikarin rastî derheqa Xwedê nas kin, bi xwendina Kitêba Pîroz. (Bixûne Yûhenna 17:17; 2 Tîmotêyo 3:16.)
Di Kitêba Pîrozda, Xwedê gelek tişt derheqa xwe gilî dike. Ew mera eyan dike ku çira ewî meriv efirandin, axiriyêda ew wê çi bike bona însanetê, û ew ça dixwaze ku em bijîn (Karên Şandiya 17:24-27). Yahowa Xwedê dixwaze ku em derheqa wî rastî bizanibin. (Bixûne 1 Tîmotêyo 2:3, 4.)
Çira Xwedê wan meriva teglîf dike yên ku rastiyê hiz dikin?
Yahowa Xwedayê rastiyêye, û ewî Kurê xwe şande ser erdê seva ku însanetê rastiyê hîn ke. Lema, ewên ku rastiyê hiz dikin Îsa bawer dikin (Yûhenna 18:37). Û Xwedê dixwaze ku merivên usa wî bihebînin. (Bixûne Yûhenna 4:23, 24.)
Şeytan Mîrê-cina gelek meriv bi hînkirinên derew derheqa Xwedê xalifand, û ne hîşt ku ewana Xwedê nas kin (2 Korintî 4:3, 4). Û merivên ku qenciyê hiz nakin ewan hînkirinên qelp bawer dikin (Romayî 1:25). Lê mîlyon merivên dilsax rastî derheqa Xwedê bi hînbûna Kitêba Pîroz dîtine. (Bixûne Karên Şandiya 17:11.)