KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w15 12/1 rûp. 28-31
  • Min Edilayî Xwey kir Tevî Xwedê û Tevî Diya Xwe

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Min Edilayî Xwey kir Tevî Xwedê û Tevî Diya Xwe
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Binserî
  • DIBIME MESÎHÎ
  • ALÎKARÎ Û PEYKETIN
  • XIZMETKIRIN ÇAWA PÊŞENG
  • KEREM PEY KEREMA
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
w15 12/1 rûp. 28-31

SERHATÎ

Min Edilayî Xwey kir Tevî Xwedê û Tevî Diya Xwe

Gilî kir MÎÇÎO KÛMAGAÎ

Mîçîo Kûmagaî

DIYA min ji min pirsî: “Çira tu naxwazî kal-bavên xwe bihebînî? Tu fem nakî ku tu bi saya wan dijîyî? Tu naxwazî wanra razîbûnê eyan kî? Tu ça înkar dikî edetên ku ji kal-bava hatine? Tu ku înkar dikî rûmet kî kal-bavên me, bi wê yekê tu dibêjî ku hebandina me bêaqilayî ye”. Paşî wan giliya diya min giriya.

Diya min tevî min qe usa xebernedaye. Pêşiya wê yekê, ewê xwest ku ez destpêkim hînbûna Kitêba Pîroz. Çimkî ewê ber Şedên Yahowa şerm kir bêje ku naxwaze hîn be, lema qayîl bû ku ez hîn bim. Min timê gura diya xwe dikir, û niha minra çetin bû miqabilî wê derêm. Çimkî hingê, min gerekê dilê Yahowa şa kira. Lê bêy qewata wî, minê tu car ev yek nikaribûya bikira.

DIBIME MESÎHÎ

Em Bûdîst bûn, çawa ku heçî zef meriv di Japonyayêda. Nava du mehada, çaxê ez tevî Şedên Yahowa hînbûnê derbaz dibûm, min bawer kir ku rastî di Kitêba Pîrozda ye. Çaxê ez pêhesiyam ku Bavê minî ezmana heye, min gelek dixwast ku wî nas kim. Çi ku ez pêdihesiyam min tevî diya xwe tevayî şêwir dikir. Min destpêkir Şemiya herime ser civatê. Çaxê zanebûna min derheqa rastiyê zêde bû, min gote diya xwe, ku ez îda nikarim edetên Bûdîsta bikim. Û nişkêva nihêrandina diya min hate guhastinê. Ewê gote min: “Çaxê kesek ji neferên malê kal-bavên xwe hiz nake, ew yek robetî ye”. Ewê minra qedexe kir ku ez berdewam kim Kitêba Pîroz hîn bim û herime civatê. Min tu car bawer nedikir ku diya min bikaribe tiştên usa bêje! Tê bêjî ew meriveke din bû.

Ji Efesî serê 6, ez pêhesiyam ku Yahowa ji min dewa dike, ku ez gura dê-bavê xwe bikim. Bavê min piştgiriya diya min dikir. Min fem dikir, ku hergê ez gura wan bikim, wê edilayî malbetêda bê xweykirinê. Hin jî, êkzamînên min destpêdibûn, û lazim bû ku ez hazir bûma. Lema min safî kir, ku nava sê mehada usa bikim ça ewana dixwazin, lê min Yahowara soz da, ku çawa ew sê meh derbaz be, ezê dîsa destpêkim herim ser civatê.

Ew safîkirina min, ser du tişta gelek xirab hukum bû. Ya pêşiyê, ez difikirîm ku nava wan sê mehada nihêrandina min wê neyê guhastin. Lê usa nîbû, zef zû ez ruhanîda sist dibûm, û hêdî-hêdî ji Yahowa dûr diketim. Ya duda, dê-bavê min dewsa ku min xebernedin, wana hê zêde tişt ji min dewa dikirin. Wana dixwast ku ez hebandina rast bi temamî bihêlim.

ALÎKARÎ Û PEYKETIN

Civatêda ez rastî gelek xûşk-birên usa dihatim, ku malbetêda peyketina wan hebû. Wana ez didame bawerkirinê, ku Yahowa wê qewatê bide min (Metta 10:34-37). Wana usa jî ez didame bawerkirinê, ku dibeke Yahowa min dide xebatê, seva ku ez neferên mala xwe bînime nava rastiyê ku ewana jî xilaz bin. Lema min destpêkir bi dua-dirozga ji Xwedê hîvî kim, seva ku hîn bim îtbariya xwe Yahowa bînim.

Dê-bavê min bi cûre-cûre miqabilî min derdiketin, seva ku ez baweriya xwe bihêlim. Diya min hin bi xeberdanê, cara jî bi lavakirinê, dixwast nihêrandina min biguhêze. Lê çawa timê, min caba wê nedida. Çaxê min xeberdida, gelek car me bi êmosî û hêrs xeberdida, çimkî me her yekî dixwast rastiya xwe îzbat kin. Min gerekê qedirê hestên diya xwe û baweriya wê bigirta, seva ku malbetêda edilayî bûya. Dê-bavê min malda gelek şixul didane min, seva ku ez ji mal dernayêm. Cara usa jî diqewimî, ku dê-bavê min derî ser min dadidan, û ez malda bêxwarin dihîştim.

Diya min alîkarî ji yên din xwast. Ew çû cem dersdara min, lê dersdarê piştgiriya me tu kesî nekir. Paşê ewê min bire cem mezinê xebata xwe, seva ku ew min bide bawerkirinê, ku tu rêlîgiya kêrî tiştekî nayê. Malda, diya min têlêxist cûre-cûre merivên mera û bi hêsira alîkarî ji wan xwast. Û ser vê yekê ez hêrsketim, lê rûspî civatêda ez hêlan kirim, ku ez usa bifikirim wekî diya min bi kirên usa, merivên dinênara şedetiyê dide derheqa Xwedê.

Paşê, dê-bavê min, ez hêlan dikirim ku xwendina bilind bistînim. Ewana difikirîn ku bi saya xwendina bilind, ezê xebata baş xwera bivînim. Xeberdana me derheqa vê yekê bi edilayî dernediket, lema min wanra çend hev nemek nivîsî, kîderê ku min nêtên xwe wanra şirovekir. Bavê min gelek hêrsket, û minra got: “Hergê tu difikirî ku tu dikarî xebatê xwera bivînî, sibê bivîne yan na tuyê mal derêyî”. Seva vê yekê min Yahowara dua kir. Roja din, çaxê min xizmet dikir, du cûre-cûre xûşka ji min hîvî kirin, ku ez zara wan bona dersa hazir kim. Ew yek bavê min xweş nehat û ewî îda tevî min xebernedida. Axiriyêda jî, ewî îda qe ez ber tiştekî hesab nedikirim. Diya min minra got ku hê baş bûya hergê ez merivekî krîmînal bûma, ne ku Şedê Yahowa.

Yahowa alî min kir ku nihêrandina xwe biguhêzim û ew rê bivînim bi kîjanî ez gerekê herim

Cara ez difikirîm ku gelo Yahowa xweş tê ku ez miqabilî dê-bavê xwe derdikevim. Dua û fikirandina ser wan rêzên ji Kitêba Pîroz, kîderê ku hizkirina Yahowa tê kifşê, min hêlan kir ku ser vê derecê cûrekî mayîn binihêrim û fem kim hizkirin û xemkirina dê-bavê xwe. Yahowa alî min kir ku nihêrandina xwe biguhêzim û ew rê bivînim bi kîjanî ez gerekê herim. Hin jî, çiqas gelek car ez diçûm xizmetkirinê, haqas zef min xizmetkirin hiz dikir. Û lema, min nêt xwera danî ku bibime pêşeng.

XIZMETKIRIN ÇAWA PÊŞENG

Çaxê hine xûşk pêhesiyan ku ez dixwazim bibime pêşeng, wana şîret da min ku ez hinekî hîviyê bim, heta ku hêrsa dê-bavê min dayne. Min dua dikir bona bîlaniyê, û min derheqa vê yekê gelek têma xwend û lêkolîn kir. Min usa jî xwe dicêriband, hela ez çira dixwazim bibime pêşeng. Derheqa vê nêta xwe, min tevî xûşk-birên cêribandî xeberdida. Paşê, min fem kir ku nêta min çi bû, nêta min ew bû ku min dixwast dilê Yahowa şa kira. Hin jî, hergê min pêşengî bida alîkî, nihêrandina dê-bavê min dibeke ne jî bihata guhastinê.

Min pêşengî destpêkir wedê sala xilaziyê di mekteba xwendina bilindda. Hine wede paşî xizmetkirina pêşengî, nêta min ew bû ku xizmet kim wî ciyî, kîderê ku hewcetî heye. Lê dê-bavê min nedixwastin ku ez ji mal herim. Û lema ez hîviyê bûm heta ku bibime 20 salî. Paşê, min ji fîlîalê hîvî kir ku min kifş kin di Japonya başûrê, kîderê ku merivên meyî nêzîk dijîtin.

Di vê kifşkirinêda, min gelek keremet standin. Mesele, hinek meriv tevî kê jî min hînbûn derbaz dikir, hatine nixumandinê. Hin jî, ez zimanê Înglîzî hîn bûm, seva ku xizmetkirinêda hê zêde bikim. Civata minda du birên pêşengê mexsûs hebûn. Min didît ku ewana ça xîret in û ça alî meriva dikirin. Û lema nêta min bû ku bibime pêşengê mexsûs. Lê wî wedeyî diya min du cara giran nexweşket. Û du cara ez vegeriyame malê, seva ku miqatî wê bim û alî wê bikim. Ji bo vê yekê ew ecêbmayî ma, û nihêrandina wê hêdî-hêdî dihate guhastinê.

KEREM PEY KEREMA

Paşî heft sala, min nemek stand ji Atsûşî, ew yek ji wan pêşengên mexsûs bû, derheqa kîjanî min jorê gilî kir. Ewî got ku ew dixwaze bizewice û got ku ew min begem dike, û dixwast pêbihesiya hela ez jî wî begem dikim yan na. Hestên minî romantîk hindava wî tune bûn, û ne jî min texmîn kiribû ku ew min begem dike. Mehekê şûnda, min caba wî da û got ku ez dixwazim em hevdu hê rind nas kin. Me dît ku nêtê me yek in. Me herdu jî dixwast xizmet kin çawa xizmetkarên hertim û mera firqî tune bû kîderê xizmet kin. Wede derbaz bû û me hev stand. Ez gelek şa bûm çaxê dê-bavê min û hinek merivên minê nêzîk hatine ser dewata min!

Mîçîo Kûmagaî û Atsûşî Kûmagaî di Nepalêda

Nepal

Çaxê me destpêkir xizmet kin çawa pêşeng, hine wede derbaz bû û Atsûşî hate kifşkirinê çawa alîkarçiyê berpirsiyarê mihalê. Zûtirekê dîsa me kerem standin. Em hatine kifşkirinê çawa pêşengên mexsûs û paşê em hatine kifşkirinê di xizmetiya berpirsiyarê rêwîtiyêda. Paşî vê yekê çaxê me mihala xweda serlêdana hemû civata kir, ji fîlîalê mera têlêxistin û ji me pirsîn, hela em dikarin evê kifşkirinê berdewam kin di Nepalêda.

Mîçîo Kûmagaî û merivên din tevayî xwarinê dixwin

Xizmetkirina di çend welatada derheqa Yahowa min gelek tişt hîn kirin

Ez xemgîn bûm ji bo vê yekê, ku dê-bavê min wê çi bêjin derheqa çûyîna min di ciyê usa dûrda. Lema min wanra têlêxist. Bavê min têl hilda, û caba wî ew bû: “Hûn diçine ciyê gelek hewas”. Ew usa difikirî, çimkî heftêk pêşiya têlêxistina min, hevalê wî wîra Kitêba derheqa Nepalê anîbû, û bavê min hela hê fikirî jî ku xwexa jî bê ewî welatê hewas bivîne.

Merivên ji Nepalê gelek hevalhiz in, û mera gelek hewas bû li wê derê xizmet kin. Kerema me dîsa ew bû ku Bangladêş jî dikete nava mihala meye berpirsiyarî. Rast e ew nêzîkî Nepalê bû, lê xizmetkirin li wêderê cûrekî din bû û gelek hewas bû. Paşî pênc sala, em dîsa hatine kifşkirinê Japonyayêda, kîderê ku em heta niha xizmetiya berpirsiyarê rêwîtiyêda nin.

Xerîta ku dide kifşê rê ji Japoniya heta Nepalê, Bangladêşê û dîsa Japonyayê

Xizmetkirin di Japonyayêda, Nepalêda, û Bangladêşêda, gelek tişt min hîn kir derheqa Yahowa. Di wan welatada edet û kûltûra gelek hewas bûn, û meriv jî gelek baş bûn. Min bi çevê xwe dît, ku Yahowa bi dil xem dike derheqa her meriva, û firqiyê nake orta meriva, her kesî qebûl dike, alî dike û kerem dike.

Yahowa ez gelek kerem kirim, ez derheqa wî zanim, şixulê wî dikim ku ew dide min, û mêrê minî Mesîhiyê baş heye. Xwedê timê alî min dike, ku ez safîkirina rast bikim, û ew yek alî min dike ku heleqetiya min hin tevî wî, hin tevî malbeta min baş e. Ez gelek razî me ji Yahowa ku îro ez û diya min hevalên hev in. Ez gelek razî me ku min edilayî xwey kir hin tevî Xwedê û hin tevî diya xwe.

Atsûşî û Mîçîo Oda Civatêda tevî xûşk û bira xeberdidin

Mera gelek xweş tê xizmetiya berpirsiyarê rêwîtiyê

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin