SERÊ 26
Erd Dîsa Dibe Cinet!
Yahowa Xwedê bi Padşatiyê, serwêrê kîjanî ku wê Îsa Mesîh be, navê xwe wê pîroz ke, û îzbat ke himzoriya xwe, usa jî wê hemû zulma kuta ke
KITÊBA paşin ji Kitêba Pîroz, navê kîjanî ku Eyantî yan Apokalîpsîs e, şagirtê Îsa Mesîh, Yûhenna nivîsiye. Ev kitêb gumanê dide hemû meriya. Di vê kitêbêda hatine nivîsarê dîtinok, yêd ku kifş dikin qedandina nêta Yahowaye kutasiyê.
Îsayê saxbûyî, dîtinoka pêşinda, payê hine civata dide, û usa jî dibêje ku çida ewana gerekê rast bin. Dîtinoka dinê, dîna me derbazî textê Xwedêyî ezmana dike. Dora textê ezmana çarnikal sekinîne, efirînêd ruhanî, yêd ku Xwedê hurmet dikin.
Berx, Îsa Mesîh, kitêba gulomatkkirî distîne bi heft mora. Dema derxistina çar morê pêşin, li ser dika dinyayê kifş dibe çar siyarê sîmbolîk. Siyarê pêşin, yê ser hespê boz, Îsa ye û mîna Padşa ye. Pey wîra tên siyarêd ser hespêd bi cûre-cûre renga, ev siyar têne hesabê: şer, xelayî û nexweşî, yêd ku diqewimin nava rojêd axiriya vê dinyayê. Wedê derxistina mora hefta, dengê heft boriya tên bihîstinê, yêd ku elametiya dîwana Xwedê didin. Paşê tên rêtinê heft belayêd sîmbolîk, ku kifş dikin hêrsa Xwedê.
Zara nêrîne tezebûyî, tê hesabê Padşatiya Xwedê, ya ku li ser ezmana kifş bûye. Wê derê destpêdibe şer, Mîrê-cina û milyaketêd wiyî zulm têne avîtinê ser erdê. Ji ezmana dengê bilind dibêje: “Wey li erdê û li berê, çimkî Mîrêcin jorda ser weda hate avîtinê û ew ji hêrsê xwe dixwe, ku zane wê hindikî bimîne” (Eyantî 12:12).
Li ser ezmana, Yûhenna Berx dibîne, dêmek Îsa, û tevî wî 144 000 ji meriya bijartî. Eva ewin, yêd ku wê tevî Îsa Mesîh padşatiyê bikin. Bi vî cûreyî kitêba Eyantî nîşan dike, wekî 144 000 ji meriya bijartî, ev hene para duda ji zuret (Eyantî 14:1; 20:6).
Padşêd erdê têne topkirinê ser “şerê wê Roja Mezine Xwedêyê Hemû Zorayiyê”, navê vî şerî Harmegedon e. Padşêd erdê şer dikin tevî siyarê ser hespê boz, dêmek tev Îsa, kîjan ku rêberiyê eskerêd ezmana dike. Hemû padşêd vê dinyayê hatine qirkirinê, lê Mîrê-cina hate girêdanê. Îsa û 144 000 serwêrtiyê dikin li ser erdêra “hezar salî”, û di xilaziyêda Mîrê-cina wê bê kutakirinê heta-hetayê (Eyantî 16:14; 20:4).
Padşatiya Mesîh û 144 000, yêd ku wê tevî wî hezarsal padşatiyê bikin, çi wê bîne merivêd guhdarra? Yûhenna dinivîse, wekî Yahowa “ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştêd berê derbaz bûn” (Eyantî 21:4). Li ser erdê wê dîsa cinet be!
Usa di kitêba Eyantîda xilaz dibe têma Kitêba Pîroze ferz. Bi saya vê Padşatiyê, wê heta-hetayê navê Yahowa pîroz be û himzoriya wî, wê bi temamî îzbat be!
Li ser hîmê kitêba Eyantî.