Têma Kitêba Pîroz
Yahowa efirand Adem û Hêwa û xwest ku emirê cinetêye heta-hetayê bide wan. Şeytan Mîrê-cina bêhurmet dike navê Xwedê Yahowa û îzina Wî serwêrtiyê bike dike bin şikê. Adem û Hêwa tevî Şeytanê miqabil bûn yek, û bi vê yekê wana xwera û zuretêd xwera gune û mirin anîn
Yahowa sûc dike yêd miqabil, û soz dide wekî wê bê Xilazkar yan jî Zuret, yê ku wê Mîrê-cina kuta ke, usa jî hemû tiştêd ku ji bo miqabiliya wî pêşda hatin, mesele, gune wê bide hildanê
Yahowa soz dide Birahîm û Dawid, wekî ji wana, wê derê Zuret, yan Mesîh, yê ku wê bibe Padşa û heta-hetayê serwêrtiyê bike
Pêxembera ji bîna ber Yahowa pêxembertî dikirin, wekî Mesîh wê meriya ji gune û mirinê xilaz ke. Ew wê tevî 144 000 di Padşatiya Xwedêda padşatiyê bike û şera, nexaşiyê û mirinê bide hildanê
Yahowa Kurê xwe dişîne ser erdê û dide kifşê ku Îsa heye Mesîhê sozdayî. Îsa derheqa Padşatiya Xwedê dannasîn dike û emirê xwe dike qurban. Paşê Yahowa wî sax dike ça kesê ruhanî
Yahowa Kurê xwe kifş dike ser textê Padşatiya ezmana û destpêdibe nîşana rojêd kutasiya vê dinya xirab. Îsa rêberiyê şagirtêd xweye ser erdê dike, yêd ku mizgîniya Padşatiya Xwedê di nav temamiya dinyayêda bela dikin
Yahowa temiyê dide Kurê xwe, wekî ew Padşatî, li ser erdê hukumetiyê bike. Ev Padşatî, hemû serwêrêd dinyayêye xirab wê qir ke, li ser erdê wê bike cinet û merî wê bibine qedandî. Wê îzbat be îzina serwêrtiya Xwedê, û navê wî wê heta-hetayê pîroz be