PARA 13
Em Gerekê Çi Bikin, wekî Dilê Xwedê Xweş Bên?
Xwe ji xirabiyê dûr bigire. 1 Korintî 6:9, 10
Hergê em Yehowa hez dikin, emê wan tişta nekin, çi ku ber çevê wî reş e.
Yehowa naxwaze, ku em diziyê bikin, serxweş bin û narkotîka bidine xevatê.
Homosêksûalî, kuştin û zarberkirin li ber çevê Xwedê reş in. Ew naxwaze, ku em timakar, şerût û mêrkut bin.
Em gerekê serê xwe ber pûta daneynin û xwe ji koçektyê, sêrbaziyê dûr bigirin.
Ewên ku xirabiyê dikin, wê derbazî dinya teze nebin.
Qenciyê bike. Metta 7:12
Çaxê em dixwazin hemû tiştîda çev bidine Yehowa, em dilê wî şa dikin.
Bi qenciyê û rema dilê xwe, hindava merivada hezkirinê bide kifşê.
Helal û namûs be.
Dilrem be û bibaxşîne.
Tevî meriya, derheqa Yehowa û xeyset-hunurên wî xever de (Îşaya 43:10).