PARA 12
Em Gerekê Çi Bikin, wekî Malbeta Me Bextewar be?
Ew mala, ku hezkirin têda heye, bextewar e. Kolosî 3:18, 19
Qirara Xwedê ev e, wekî tenê jineke mêr hebe û mêrekî jinê.
Mêr, yê ku jina xwe hez dike, tevî wê baş e û lê fem dike.
Jin gerekê bi dil û can alî mêrê xwe bike.
Zar gerekê gura dê-bavê xwe bikin.
Baş û amin be, ne ku bêrem û neamin. Kolosî 3:5, 8-10
Xebera Xwedê dibêje, ku mêr gerekê jina xwe usa hez bike çawa bedena xwe û jin jî gerekê qedirê mêrê xwe bigire.
Yên ku zinê dikin, dêmek ewên ku ji zewacê der dikevine heleqetiya sêksûal, li ber Xwedê gune dikin. Pirejintî jî nerast e.
Ji Xebera Xwedê em pêdihesin, ku çi bikin wekî malbeta xweva bextewar bin.