KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 1 rûp. 8
  • Xwedê Erd û Ezman Çêkir

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Xwedê Erd û Ezman Çêkir
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Xwedê Destpêdike Tişta Çêke
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Baxçê Bedew
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Gelo Heywan Diçin Ser Ezmana?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Çawa Melek Dikarin Alî Te Bikin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 1 rûp. 8
Baxçê Êdênê

DERSA 1

Xwedê Erd û Ezman Çêkir

Yehowa Xwedê efirandarê me ye. Ewî her tişt çêkiriye, çi ku em dikarin bivînin û yên ku nayêne kifşê. Pêşiya wê yekê, gava ewî destpêkir wan tişta çêke, çi ku em dikarin bivînin, ewî gelek melek çêkir. Lê tu zanî wekî melek hene? Yehowa melek mîna xwe çêkir. Em nikarin wan meleka bivînin, çawa nikarin Xwedê bivînin. Melekê pêşiyê, yê ku Yehowa xwexa çêkir, bû alîkarçiyê wî. Ewî melekî alî Yehowa dikir, wekî steyrka, planêta û tiştên din çêke. Yek ji wan planêta erd e, dêmek mala meye bedew, ser kîjanî em dijîn.

Yehowa erd hazir kir, wekî heywan û usa jî meriv ser bijîn. Ewî tev çêkir, wekî ser erdê ronayî hebe. Usa jî Xwedê gelek çiya, okêan û çem çêkir.

Lê gelo paşê çi qewimî? Yehowa got: “Ezê çêre, şînkayî û cûre-cûre baxa çêkim”. Û paşî wê yekê cûre-cûre êmîş û kulîrk destpêbûn şîn bin. Paşê Yehowa destpêkir cûre-cûre heywana çêke, yên ku difirin, avêda dijîn û li ser erdê dikişin. Xwedê hin heywanên biçûk çêkir hin jî yên mezin, mesele kêvrûşk û fîl. Lê kîjan heywan te xweş tê?

Paşê Yehowa gote melekê pêşiyê: “Were em meriv çêkin”. Meriv gerekê ji heywana cude bûna. Ewana gerekê hîn bin xwexa bi destê xwe tişta çêkin. Usa jî bikaribin xeber din, bikenin û dua bikin. Ewana gerekê miqatî erdê û heywana bin. Gelo tu zanî merivên pêşiyê kê bûn? Were em pêbihesin.

“Destpêbûnêda Xwedê erd û ezman efirandin” (Destpêbûn 1:1).

Pirs: Kê ye Yehowa Xwedê? Yehowa çi çêkir?

(Destpêbûn 1:1-26; Metelok 8:30, 31; Yêremya 10:12; Kolosî 1:15-17).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin