KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 1
  • Xwedê Destpêdike Tişta Çêke

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Xwedê Destpêdike Tişta Çêke
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Xwedê Erd û Ezman Çêkir
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Xwedê Çi Çax Destpêkir Gerdûnê Biefirîne?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Ji efirandinê, heta Sêlavê
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 1

Serhatî 1

Xwedê Destpêdike Tişta Çêke

HEMÛ tiştêd baş ku bal me heye, ji Xwedê ye. Ewî tev çêkir ku ronayî hebe, hîv û steyrk çêkir ku şevê jî hinekî ronayî hebe. Usa jî Xwedê erd çêkir, wekî em li ser bijîn.

Lê tev, hîv, steyrk û erd çêkirina Xwedê pêşin nînin. Pêşiya hemû tiştî Xwedê kesêd mîna xwe efirand. Di Kitêba Pîrozda li ser wan milyaket tê gotinê. Xwedê wana mîna xwe çêkir, û lema milyaket jî nayne dîtinê. Lê çira Xwedê wana çêkir? Çimkî Xwedê dixwest, ku ewana tevî wî li ezmana bijîn.

Milyaketê pêşin, yê ku Xwedê çêkir, ne mîna milyaketêd dinêna ye. Ew efirandina Xwedêye pêşin e, û lema jî tê hesavê ça kurê wîye pêşin. Çaxê Xwedê tev, hîv, steyrk, erd û hemû tiştêd dinêna çêdikir, kurê wîye pêşin tevî wî bû û alî wî dikir.

Gelo serê serîda erd çi cûreyî bû? Wî çaxî tu kes li ser erdê nedijît. Li ser temamiya erdê, xêncî avê tu tişt tune bû. Lê Xwedê dixwest, ku li ser erdê merî bijîn, lema jî ewî destpêkir hemû tişt seva meriya hazir ke. Ka em bivînin, ev tişt çi bûn.

Pêşiyê seva erdê lazim bû ronayî, lema jî Xwedê tev çêkir, wekî ronayî bide. Ewî usa kir, ku li ser erdê hin roj hebe, hin jî şev. Paşî vê yekê, Xwedê ji bin avê erd derxist.

Lê wî çaxî tu tişt li ser erdê hê tune bû. Ça li ser vî şikilî tê kivşê erd vî cûreyî bû. Ne kulîrk, ne dar û ne jî heywan tune bûn. Hela hê mesî jî nav berê tune bûn. Hê gelek tişt Xwedê gerekê çêkira, ku erd seva jîyana meriva û heywana rastî jî bedew û baş bûya.

Yêremiya 10:12; Kolosî 1:15-17; Destpêbûn 1:1-10.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin