KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwbq gotar 173
  • Xwedê Çi Çax Destpêkir Gerdûnê Biefirîne?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Xwedê Çi Çax Destpêkir Gerdûnê Biefirîne?
  • Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Caba Kitêba Pîroz
  • Gelo şeş rojên efirandinê, rojên ji 24 siheta bûn?
  • Wedê her rojeke efirandinê çi diqewimî?
  • Gelo li gora zandariyê, nivîsara ji kitêba Destpêbûn rast e?
  • Kengê tev, hîv û steyrk hatine efirandinê?
  • Li gora Kitêba Pîroz, erd çend salî ye?
  • Kitêba Pîroz Çi Îzbat Dike?
    Hişyar Bin!—2021
  • Gelo li gora Zandariyê, Kitêba Pîroz Rast e?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Xwedê Destpêdike Tişta Çêke
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Emir Ça Destpêbû?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
ijwbq gotar 173
Planêta û steyrk gerdûnêda.

Xwedê Çi Çax Destpêkir Gerdûnê Biefirîne?

Caba Kitêba Pîroz

Kitêba Pîroz nabêje, wekî Xwedê çi çax destpêkir gerdûnê biefirîne û ev yek çiqas wext kişand. Lê ev tenê dibêje, wekî “destpêbûnêda Xwedê erd û ezman efirandin” (Destpêbûn 1:1). Kitêba Pîroz konkrêt nabêje, ku ev “destpêbûn” çi çax destpêbû. Ji qewimandinên xronolojî, kîjan ku Kitêba Destpêbûnêda nivîsar in, tê kifşê wekî ev pêşiya şeş wexta, yanê pêşiya rojên efirandinê bû.

  • Gelo şeş rojên efirandinê, rojên ji 24 siheta bûn?

  • Wedê her rojeke efirandinê çi diqewimî?

  • Gelo li gora zandariyê, nivîsara ji kitêba Destpêbûn rast e?

  • Kengê tev, hîv û steyrk hatine efirandinê?

  • Li gora Kitêba Pîroz, erd çend salî ye?

Gelo şeş rojên efirandinê, rojên ji 24 siheta bûn?

Na. Kitêba Pîrozda xebera “roj”, dikare bê hesabê wextê bi cûre-cûre dirêjaya; hemikî ev yek kontêkstêva girêdayî ye. Mesele, temamiya wextê efirandinê, dêmek şeş roj Kitêba Pîrozda tê navkirinê ça “rojek” (Destpêbûn 2:4).

Wedê her rojeke efirandinê çi diqewimî?

Xwedê “erdî bêcûre û vikî-vala” kire planêta kêrhatî bona jîyînê (Destpêbûn 1:2). Paşê, Xwedê jîyîn li ser erdê efirand. Kitêba Pîroz derheqa şeş qewimandina gilî dike, kîjan ku nava her rojeke efirandinêda dibûn. Werên wan qewimandina şêwir kin:

  • Ronayî ji terîstanî.

    Roja 1: Xwedê usa kir, wekî ronayî kete ser rûyê erdê, ji bo çi jî bû şev û roj (Destpêbûn 1:3-5).

  • Ezman û ber.

    Roja 2: Xwedê av ji avê qetand û navbera ava jorê û jêrê sînorê qedîmiyê danî (Destpêbûn 1:6-8).

  • Erdê ziha û şînkayî.

    Roja 3: Xwedê usa kir, wekî zihayî kifş bû, navê kîjanî danî erd. Ewî usa jî şînkayî efirand (Destpêbûn 1:9-13).

  • Ji erdê tev, hîv û steyrk hatine kifşê.

    Roja 4: Xwedê usa kir, wekî ji rûyê erdê tev, hîv û steyrk bêne kifşê (Destpêbûn 1:14-19).

  • Efrînên berê û teyrede.

    Roja 5: Xwedê efrînên berê û teyrede efirandin (Destpêbûn 1:20-23).

  • Terewilên erdê û meriv.

    Roja 6: Xwedê terewilên erdê û meriv efirandin (Destpêbûn 1:24-31).

Xilaziya roja şeşa Xwedê ji şixulên xwe “rihet bû”, dêmek ewî îda tu tişt nediefirand (Destpêbûn 2:1, 2).

Gelo li gora zandariyê, nivîsara ji kitêba Destpêbûn rast e?

Serhatiya efirandinêye ji Kitêba Pîroz, ne aliyê zandariyêda hatiye şirovekirinê. Lê ew usa hatiye şirovekirinê, wekî merivên wedê berêra jî femdarî bû, ku Xwedê çi pey çi diefirand. Him jî ev serhatî miqabilî zandariyê nîne. Astrofîzîk Robêrt Yastrow nivîsiye: “Rast e hindava efirandinêda orta şirovekirina ji kitêba Destpêbûn û nihêrandina steyrnasiyê pirsên hûrda firqî heye, lê pirsên serekeda ew mîna hev in; qewimandinên ku pey hev pêşda hatin û axiriyêda meriv hate efirandinê, nişkêva qewimîn”.

Kengê tev, hîv û steyrk hatine efirandinê?

Tev, hîv û steyrk îda ezmanda hebûn, kîjan ku “destpêbûnêda” Xwedê efirand (Destpêbûn 1:1). Lê ji bo atmosfêra qalim, şewqa wan nedigihîşte erdê (Destpêbûn 1:2). Rast e roja pêşin ronayî hate kifşê, dîsa jî kaniya wê ronayê hê nedihate xanê. Lê tê kifşê roja çara atmosfêra zelal bû. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî ji wî çaxî tev, hîv û steyrk destpêkirin “ronayê bidine erdê”, û diqewime ew tê hesabê, wekî ji erdê ev efirîn îda zelal dihatine kifşê (Destpêbûn 1:17)

Li gora Kitêba Pîroz, erd çend salî ye?

Kitêba Pîrozda nayê gotinê, wekî erd çend salî ye. Destpêbûn 1:1-da tenê tê gotinê, ku destpêka erdê û gerdûnê hebû. Ev yek miqabilî prînsîpên zandariyêye sereke û nihêrandina derheqa salên erdê, nîne.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin