KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lff dersa 6
  • Emir Ça Destpêbû?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Emir Ça Destpêbû?
  • Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • KÛR LÊKOLÎN KE
  • TEMAMKIRIN
  • Kitêba Pîroz Çi Îzbat Dike?
    Hişyar Bin!—2021
  • Qirara Xwedê Hindava Meriva Çi ye?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Alî Zarên Xwe Bike wekî Ewana Hindava Efirandar Baweriya Xwe Mezin kin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2017)
  • Îzbatiya Lêkolîn kin
    Hişyar Bin!—2021
Hê Zêde Binihêre
Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
lff dersa 6
Dersa 6. Toxim çîl daye.

DERSA 06

Emir Ça Destpêbû?

Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî

Xwedê “kanîya jîyanê” ye (Zebûr 36:9). Tu vê yekê bawer dikî? Hine meriv difikirin ku emir nişkêva xwe bi xwe pêşda hatiye. Hergê ew yek rast e, dêmek jîyîna me jî nişkêva destpêbûye. Lê hergê Yehowa Xwedê kaniya jîyînê ye, dêmek nêta emir jî heye, usa nîne?a Dîna xwe bidê Kitêba Pîroz derheqa kaniya jîyînê çi dibêje û çira dikarin evê yekê bawer kin.

1. Gerdûn ça hatiye efirandinê?

Kitêba Pîroz dibêje: “Destpêbûnêda Xwedê erd û ezman efirandin” (Destpêbûn 1:1). Heçî zef ji zandara jî dibêjin, ku destpêka gerdûnê hebû. Gelo Xwedê çawa ew efirandiye? Ewî ruhê pîroz, dêmek qewata xwe da xebatê, seva ku her tiştên ser gerdûnê biefirîne, mesele galaksî, steyrk û planêta (Destpêbûn 1:2).

2. Çima Xwedê erd efirandiye?

Yehowa, Xwedayê ku erd efirandiye “wê li valahiyê neafirandiye” (Îşaya 45:18). Xwedê erd usa baş efirandiye, ku meriv bikaribin heta-hetayê ser bijîn (Bixûne Îşaya 40:28; 42:5.) Zandarî îzbat dike, wekî erd gelek mexsûs e û ji planêtên din cude dibe, çimkî tenê ser planêta me her tiştên ku bona jîyînê lazim e, heye.

3. Meriv ji heywana çida cude dibin?

Paşî efirandina erdê, Yehowa jîyîn ser erdê efirand. Dêmek pêşiyê ewî şînkayî û heywan efirandin. Paşê, “Xwedê merî dilqê xweda xuliqand.” (Bixûne Destpêbûn 1:27.) Gelo meriv çida mexsûs in? Em dilqê Xwedêda hatine efirandinê, û lema jî dikarin mîna wî hizkirinê bidine kifşê û heq bin. Ewî usa jî em usa efirandine ku em dikarin cûre-cûre zimana hîn bin, him jî ji tiştên bedew û ji mûzîkayê lezetê bistînin. Em usa jî bi wê yekê ji heywana cude dibin, ku dikarin Efirandarê xwe bihebînin.

KÛR LÊKOLÎN KE

Dîna xwe bidê, ku çi îzbat dike wekî jîyîn hatiye efirandinê û çi ku Kitêba Pîroz derheqa efirandinê dibêje bi logîkî ye û rast e. Pêbihese ku hunurên meriva, derheqa Xwedê çi me hîn dikin.

4. Jîyîn hatiye efirandinê

Meriv pesina distînin, çaxê ji tebyetê îdêyên teze hildidin û tişta çêdikin. Lê bona efirandina tebiyetê bi rastî kî hêjayî pesina ye? Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

VÎDÊO: “Bawerî Hindava Xwedê” (2:43)

  • Meriv kîjan dîzaynên tebyetê hildidin, ku tişta çêkin?

Her malek bi destê yekî tê çêkirinê. Lê gelo kî her tiştên tebiyetêda efirandiye? Bixûne Îbranî 3:4, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Tebiyetêda diha zef kîjan efirîn te xweş tên?

  • Gelo bi logîkî ye bawer kin, wekî gerdûn û her tiştên din, hatine efirandinê? Çima?

We zanibû?

Hine gotar û vîdêo vê têmayêva girêdayî, tu dikarî ser malpera jw.org, van parada bivînî: “Gelo Ew Yek Kesekî Efirandiye?” û ”Nihêrandin Derheqa Destpêka Jîyînê.”

“Femdarî ye, her malek bi destê yekî tê çêkirinê, lê yê her tişt efirandiye, Xwedê ye”

Mêrek baniya mala xwe mêşeda ava dike.

5. Çi ku Kitêba Pîroz Derheqa Efirandinê Dibêje, ev rast e û bi logîkî ye

Kitêba Pîrozda, Destpêbûn serê 1-da derheqa efirandina erdê û jîyînê tê gotinê. Ça tu difikirî, ev yek rast e yan çîrok e? Vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:

VÎDÊO: “Gelo Gerdûna Me Ça Pêşda Hat?”; Parek (3:51)

Şikil: Dereca ji vîdêo: “Gelo Gerdûna Me Ça Pêşda Hat?” Parek. 1. Şeş rojên efirandinê bi çevê meriva. 2. Erd paşî şeş rojên efirandinê; tev, erdê ziha, av, şînkayî, teyrede, heywan, û bende.
  • Gelo Kitêba Pîroz hîn dike, wekî erd û jîyîn nava 24 sihetada hatibûn efirandinê?

  • Ça tu difikirî şirovekirina Kitêba Pîroz derheqa efirandinê bi logîkî û rast e? Çima erê, yan jî çima na?

Bixûne Destpêbûn 1:1, û paşê vê pirsê şêwir ke:

  • Zandarî dibêje wekî destpêka gerdûnê hebû. Gelo giliyê zandara û çi ku te hêja ji Kitêba Pîroz xwend, hev digire?

Hine meriv dibêjin, wekî Xwedê bi saya êvolûsiyayê jîyîn efirandiye. Bixûne Destpêbûn 1:21, 25, 27, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Gelo Kitêba Pîroz hîn dike, ku sêrîda Xwedê forma jîyînêye hêsa efirand, ji kîjanî paşê mesî, heywanên şîrmêj û meriv pêşda hatin? Yan Kitêba Pîroz dibêje, ku Xwedê her efirîneke bînber bi cûrê wan efirandiye?

6. Meriv efrînên mexsûs in

Em ji heywanên ku Yehowa efirandiye, cude dibin. Bixûne Destpêbûn 1:26, û paşê vê pirsê şêwir ke:

  • Ew yek ku em dilqê Xwedêda hatine efirandinê û dikarin hizkirin û merdaniyê bidine kifşê, derheqa Xwedê çi mera eyan dike?

HINE MERIV DIBÊJIN: “Çi ku Kitêba Pîrozda derheqa efirandinê nivîsar e, çîrok e.”

  • Tu ça difikirî? Çima?

TEMAMKIRIN

Yehowa gerdûn û hemû cûre jîyîn efirandiye.

Wekilandin

  • Kitêba Pîroz derheqa efirandina gerdûnê çi me hîn dike?

  • Gelo Xwedê ji formeke hêsa jîyîn efirandiye, yan her efirîneke bînber ewî bi cûrê wan efirandiye?

  • Meriv çida mexsûs in?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Pêbihese derheqa hine tişta, kîjan ku didine kifşê, wekî Efirandar heye.

”Tebiyet Çi Me Hîn Dike?” (“Hişyar Bin!”, Îlon 2006)

Binihêrin ku ça bav kurê xweyî biçûkra derheqa efirandinê şirovedike.

”Yehowa . . . Her Tişt Efirandin” (2:37)

Pêbihese ku şirovekirina êvolûsiyayê û Kitêba Pîroz derheqa efirandinê hev digirin yan na.

”Gelo Xwedê bi saya Êvolûsiyayê Hemû Cûre Jîyîn Efirandiye?” (Gotara ji malperê)

Bixûne derheqa lêkolîna zandariyê û hestûyên kevin, ku pêbihesî hela jîyîn hatibû efirandinê yan ew bi xwe nişkêva pêşda hatiye.

“Kanya Emir-Pênc Pirsêd Ferz” (broşûra)

a Dersa 25-da emê şêwir kin, ku qirara Xwedê bona însanetê çi ye.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin