KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g21 № 3 rûp. 10-13
  • Kitêba Pîroz Çi Îzbat Dike?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kitêba Pîroz Çi Îzbat Dike?
  • Hişyar Bin!—2021
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Kitêba Pîroz Çi Îzbat Nake?
  • Xwedê Çi Çax Destpêkir Gerdûnê Biefirîne?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Emir Ça Destpêbû?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Gelo li gora Zandariyê, Kitêba Pîroz Rast e?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
Hişyar Bin!—2021
g21 № 3 rûp. 10-13

Kitêba Pîroz Çi Îzbat Dike?

“Eve serhatîya pêşda hatina erd û ezmên” (Destpêbûn 2:4). Bi wan giliya Kitêba Pîroz şirovedike, ku ça planêta me pêşda hat. Gelo ew giliyê Kitêba Pîroz li gora îzbatiyên zandariyê rast in? Werên em çend mesela şêwir kin.

Destpêk: Erd û ezman hatine efirandinê.

Gelo gerdûn timê hebûye?

Destpêbûn 1:1-da tê gotinê: “Destpêbûnêda Xwedê erd û ezman efirandin”.

Pêşiya sala 1950 gelek zandarên navdar bawer dikirin ku gerdûn timê hebûye. Lê ser hîmê îzbatiyên wan paşwextiya, gelek zandar niha hatine ser vê nêtê, wekî destpêka gerdûnê heye.

Destpêkêda gerdûn çi cûreyî bû?

Destpêbûn 1:2, 9-da tê gotinê ku çaxê erd hatibû efirandinê, ew “bêcûre û vikî-vala bû” û bin avêda bû.

Zandar wan giliyara qayîl in. Bîoloj Patrîk Şîn dibêje, wekî çaxê erd hatibû efirandinê, “oksîjen ser erdê tunebûye wekî bîna xwe bikişînin . . . û lema tu tişt ser şîn nedibû”. Jûrnala stêrnasî usa dibêje: “Ji lêkolînên teze eyan bûye, wekî çaxê erd hatiye efirandinê, ev bin avêda bûye û qe ciyê ziha ser tune bûye”.

Wede şûnda atmosfêra ça hate guhastinê?

Destpêbûn 1:3-5 dide kifşê, ku çaxê cara pêşin ronayî kete atmosfêrayê, ew ronayî ser erdê nedihate kifşê, çimkî atmosfêra qalim bû. Ev ronaya tevê û hîvê paşê kete ser erdê, û îda zelal hate kifşê (Destpêbûn 1:14-18).

Kitêba Pîroz nabêje, wekî hemû cûre jîyîn nava şeş rojên 24 sihetî hatine efirandinê

Zandarên ku li ciyê lêkolînkirineke bi navê “Smithsonian Environmental Research Center” dixebitin, dibêjin wekî destpêkêda ronayî rind nedigihîşte erdê. Wêderê tê gotinê: “Ser temamiya erdêra mija bi mêtanê bû”. Wede şûnda ew mij hate hildanê û ezman zelal hate xanê.

Ji efrînên bînber çi pey çi hatiye efirandinê?

1 Roja Ewlin: Ronaya nezelal ketiye atmosfêrayê (Destpêbûn 1:3-5).

2 Roja Duda: Erd bi avê û mija qalim dadayî bû. Av ji mijê başqe bû û orta wanda sînor çêbû (Destpêbûn 1:6-8).

3 Roja Sisiya: Ser erdê cî-ciya av miçiqî û erd hate kifşê (Destpêbûn 1:9-13).

4 Roja Çara: Ji erdê tev û hîv hatine kifşê (Destpêbûn 1:14-19).

5 Roja Pênca: Xwedê bînberên binê avê û teyrede efirandine bi feresetê usa, ku hev zêde bin (Destpêbûn 1:20-23).

6 Roja Şeşa: Pêşiyê Xwedê heywanên mezin û biçûk efirandiye. Lê xilaziya roja şeşa merivên pêşin efirandiye (Destpêbûn 1:24-31).

Destpêbûn 1:20-27-da tê gotinê, wekî pêşiyê mesî, teyrede û heywan hatine efirandinê, xilaziyêda jî meriv. Zandar bawer dikin, wekî pêşiyê efrînên nava avê hatine efirandinê lê paşê heywanên şîrmêj û meriv.

Kitêba Pîroz nabêje, wekî bînber wede şûnda cûrê xweda nikarin bêne guhastinê

Fîzîkvan Gêrald Şrudêr usa dibêje: “Rast e Destpêbûn serê 1-da derheqa efirandinê kin tê şirovekirinê, lê me ecêbmayî dike, çimkî li gora lêkolînên zandariyêye wan paşwextiya, rast e”.

Kitêba Pîroz Çi Îzbat Nake?

Hine meriv dibêjin wekî giliyê Kitêba Pîroz ji îzbatiyên zandara cude dibin. Lê ewana usa dibêjin, çimkî gelek car Kitêba Pîroz rast fem nakin.

Kitêba Pîroz nabêje, wekî gerdûn û erd 6 000 sal e ku hene. Li gora Nivîsarên Pîroz erd û gerdûn “destpêbûnêda” hatine efirandinê (Destpêbûn 1:1). Lê ew konkrêt nabêje, ku çiqas sal pêşda ew hatine efirandinê.

Kitêba Pîroz nabêje, wekî hemû cûre jîyîn nava şeş rojên 24 sihetî hatine efirandinê. Kitêba Pîroz xebera “roj” dide xebatê, seva ku dîna me bide ser wede. Mesele, nava şeş rojên efirandinê planêta me û jîyîna li ser wê hatine çêkirinê, derheqa kîjanî ku Destpêbûn serê 1-da nivîsar e, wekî “rojê gava ku Xudan Xwedê [Yehowa,a DT] erd û ezman çêkirin” (Destpêbûn 2:4).

Kitêba Pîroz nabêje, wekî bînber wede şûnda cûrê xweda nikarin bêne guhastinê. Kitêba Destpêbûnêda tê gotinê, wekî heywan “cûrên wanda” hatine efirandinê (Destpêbûn 1:24, 25). Kitêba Pîrozda xebera “cûre”, ne tenê aliyê zandariyêda hatiye xebitandinê, lê gelek nêtên wê hene. Ev yek dide kifşê, wekî wede şûnda bînber “cûrê” xweda dikarin bêne guhastinê.

Hûn çi difikirin?

Ça îda hate gotinê, Kitêba Pîroz hêsa û zelal şirovedike, wekî gerdûn ça pêşda hatiye, serê-sêrîda erd çi cûreyî bûye û emir ça pêşda hatiye. Hergê Kitêba Pîroz haqas tişt zelal dike, dêmek ew dikare wî Kesî eyan ke, kî ku hemû tişt efirandiye. Ensîklopêdiya Brîtanîka usa dibêje: “Jîyîn ji qewateke zor pêşda hatiye. Û zandar li gora lêkolînên xweye teze evê yekê îzbat dikin”.b

Şêwir kin:

Bixûne Destpêbûn 1:1–2:4. Çi ku Kitêba Pîroz derheqa efirandinê dibêje, gelek cude dibe ji gotinên berê derheqa efirandinê. Mesele, Babîloniya bawer dikirin wekî gerdûn û meriv, ji cinyaz û xûna xudana hatine çêkirinê. Misiriyên berê difikirîn, wekî xudanê Ra meriv ji hêsira efirandiye. Lê Çînêda hine meriv dibêjin, wekî ji cinyazê merivekî terikî êlêmêntên erdê çêbûne. Û ji rizandina cinyazê wî kêzik pêşda hatine, ji wana jî meriv çêbûne. Zelal e, wekî derheqa efirandinê çi ku kitêba Destpêbûnda tê gotinê, gelek cude dibe ji wan gotinên meriya. Dêmek Kitêba Pîroz li gora zandariyê rast e.

Binihêrin vîdêo “Gelo Gerdûna Me Ça Pêşda Hat?” Evê vîdêoyê dikarin ser malpera jw.org bivînin.

a Yehowa navê Xwedê ye, derheqa kîjanî ku Kitêba Pîrozda tê gotinê.

b “Ensîklopêdiya Brîtanîka” nabêje, wekî emir hatiye efirandinê.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin