KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 64 rûp. 152-rûp. 153 abz. 4
  • Daniyêl Çela Şêrada

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Daniyêl Çela Şêrada
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Daniyêl Avîtne Bîrê Tevî Şêra
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Ji Mesela Daniyêl Pêxember Hîn be
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 64 rûp. 152-rûp. 153 abz. 4
Merivên hevsûd dîtin çawa Daniyêl pêşberî pencera xweye vekirî Yehowara dua dike

DERSA 64

Daniyêl Çela Şêrada

Axiriyê Daryûs Medî, bû padşê Babîlonê. Daryûs dîna xwe daye, wekî Daniyêl yekî bîlan e. Ewî Daniyêl welatê xweda kire serkarê hemû merivên navdar û girîng. Ew mêrên navdar û girîng hevsûdî wî dikirin û dixwestin wî ser riya xwe ret kin. Wana zanibû, wekî Daniyêl rojê sê cara Yehowara dua dike, lema jî wana gote Daryûs: “Ya padşa, tu gerekê qanûnê derxî, wekî her kes tenê tera dua bike. Ewên ku wê qanûnê neynin sêrî, gerekê wana bavêjin çela şêra”. Ew fikir dilê Daryûs xweş hat û ewî ew qanûn derxist.

Gava Daniyêl ew elametî bihîst, ew derbêra çû mala xwe, pêşberî pencera xweye vekirî kete ser çoka û Yehowara dua kir. Merivên hevsûd nişkêva ketine mala wî û dîtin çawa ew dua dike. Ewana pêra-pêra çûne bal Daryûs û gotine wî: “Daniyêl qanûna te naqedîne. Ew rojê sê cara Xwedayê xwera dua dike”. Daryûs Daniyêl hiz dikir û lema jî nedixwest, wekî ew bimire. Ew temamiya rojê difikirî ser wê yekê, ku ça Daniyêl xilaz ke. Lê hela hê padşa jî nikaribû wê qanûnê biguhêze, kîjan ewî xwexa mor kiribû. Ew mecbûr bû fermanê bide eskerên xwe, wekî Daniyêl bavêjine çela şêra.

Daryûs bona Daniyêl usa ber xwe diket, wekî nikaribû wê şevê razê. Sibehê zû ew revî ber çela şêra û gazî Daniyêl kir: “Daniyêl Xwedayê te, tu xilaz kirî?”

Daryûs deng bihîst. Ew dengê Daniyêl bû! Ewî gote Daryûs: “Melekê Yehowa min ji devê şêra xilaz kir. Û wana ziyan nedane min”. Daryûs gelek şa bû! Ewî ferman da, wekî Daniyêl ji wê çelê derxin. Ser Daniyêl qe dexmek jî tune bû. Paşê padşa emir kir û got: “Wan mêra, yên ku Daniyêl neheq dikirin, bavêjine wê çelê”. Gava ew meriv avîtine çelê, şêr gihîştine wan û wana veçirandin.

Daryûs meriva şand, wekî cimetêra bêjin: “Her kes gerekê Xwedayê Daniyêl bitirse. Ewî Daniyêl ji şêra xilaz kir”.

Gelo tu mîna Daniyêl her roj Yehowara dua dikî?

Daniyêl çela şêrada

“Xudan ku bi vî awayî kir, ew dikare xwedênasa jî ji cêribandina xilaz ke” (2 Petrûs 2:9).

Pirs: Daniyêl rojê sê cara çi dikir? Çawa Yehowa Daniyêl xilaz kir?

(Daniyêl 6:1-28).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin