Serhatî 79
Daniyêl Avîtne Bîrê Tevî Şêra
WEY li halê Daniyêl! Ew kete bîrê nav şêra! Gelo çira ev yek qewimî? Kî Daniyêl avîte bîrê? Ka em pêbihesin.
Niha li Babîlonê Daryûs padşatiyê dike. Daryûs Daniyêl gele hez dike, çimkî ew merîkî qenc û bîlan e. Daryûs kivş kir Daniyêl ça serkarekî mezin di padşatiya xweda. Ji bo vê yekê geleka destpêkirin hevsûdiyê Daniyêl bikin. Ahan wana çi kir.
Ewana çûne cem Daryûs û wîra gotin: “Ya padşayê me, me qirar kir ku qanûneke usa bê nivîsarê, wekî her kes nava 30 roja bira xêncî te tu kesîra dua nekin. Lê kî jî gura vê qanûnê nekir, bira bê avîtinê bîrê tevî şêra”. Daryûs haş pê tune bû çira ewana dixwazin vê qanûnê derxin. Lê ev fikir dilê wî xweş hat, lema jî ewî îzin da ku vê qanûnê binivîsin. Niha ev qanûn îda nikare bê guhastinê.
Daniyêl pêhesiya derheqa vê yekê, lê yeke ew diçe mala xwe, wekî ça her gav Xwedêra dua bike. Ew mêrêd xirav zanibûn ku Daniyêl yeke wê Xwedayê xwe Yahowara dua bike. Ewan tirê ku nêta wan wê bê gihîştinê, lema jî ewana şa dibûn.
Gava Daryûs fem kir çira wana dixwest ev qanûn derxista, ew gele ber xwe ket. Lê îda dereng bû, ewî nikaribû qanûn bida guhastinê. Lema jî dixwazî-naxwazî ewî ferman da ku Daniyêl bavêjine nav şêra. Lê ewî gote Daniyêl: “Gumana min heye, ku Xwedayê tu wîra qulix dikî, wê te xilaz ke”.
Daryûs usa ber xwe diket ku temamiya şevê nikaribû raza. Binihêre li ser şikil tê kivşê ku ewî çi kir. Sibeh zû ew pêra-pêra çû ber bîra şêra û gazî Daniyêl kir: “Daniyêl, qulixkarê Xwedayê sax! Dibe ku, Xwedayê te, te ji şêra xilaz kiriye?”
Wî çaxî Daniyêl cava xwe da: “Xwedayê min milyaketekî xwe şand û devê şêra da girtinê, û wana tu zîyan nedane min”.
Şabûna padşa bêhesav bû. Ewî ferman da, wekî Daniyêl ji bîrê derxin. Paşê Daryûs wan mêrêd xirav, yê ku dixwestin Daniyêl bikujin, avîte nav şêra. Şêra pêra-pêra hestûyêd wan hûr-hûrî kirin, usa ku ewana ne jî gihîştine binê bîrê.
Paşê Daryûs padşa seva hemû meriya giliyê usa nivîsî: “Ez ferman didim, wekî her kes bira qedirê Xwedayê Daniyêl bigire. Ew keremetêd mezin dike. Ewî qulixkarê xwe Daniyêl ji devê şêra xilaz kiriye”.
Daniyêl 6:1-28.