DERSA 80
Îsa Donzdeh Şagirta Dijbêre
Îda sal nîvek e Îsa xizmet dike. Wede gihîşt, wekî ew safîkirineke ferz bike. Kê wê bibine şagirtên wîyî nêzîk? Paşî çûyîna wî ser ezmana, kê wê xem bike bona civata Mesîhiya? Seva ku Îsa wê safîkirinê bike, wîra alîkariya Yehowa lazim bû. Lema jî Îsa çû ser çiyê û temamiya şevê dua dikir. Sibehê zû Îsa gazî şagirta kir û ji wana 12 şagirt xwera jibart. Lê tu navê wan zanî? Navê wan, Petrûs, Endrawis, Aqûb, Yûhenna, Fîlîpo, Bertolomeyo, Metta, Tûma, Aqûbê kurê Halfawo, Tedayo, Şimhûn û Cihûda Îsxeryotî.
Endrawis, Petrûs, Fîlîpo, Aqûb
Ew Donzdeh şagirt timê gerekê tevî Îsa bûna. Îsa ewana hîn kirin û paşê wan şande xizmetiyê. Yehowa qewat da wan, wekî cina ji meriva derxin û meriva qenc kin.
Yûhenna, Metta, Bertolomeyo, Tûma
Îsa ew Donzdeh şagirtên xwe hesab dikir çawa hevalên xwe. Ewî gelek îtbariya xwe wana dianî. Lê Fêrisa şagirtên Îsa hesab dikirin, ça merivên nexwendî. Lê nihêrandina Îsa ji ya wan cude dibû. Ewî wana hîn dikir û temî dida wan. Ewana kêleka Îsa bûn hin pêşiya mirina wî, hin jî paşî saxbûna wî. Çawa Îsa, usa jî heçî zef ji şagirtên wî jî, ji Celîlê bûn. Hinek ji wan zewicî bûn.
Aqûbê kurê Halfawo, Cihûda Îsxeryotî, Tedayo, Şimhûn
Şagirtên Îsa merivne gunekar bûn, şaşiyên wan jî hebûn. Carna ewana tiştekî nerast dikirin yan digotin. Xêncî wê yekê sebira wan jî tune bû. Ewana hela hê jî şer dikirin derheqa wê yekê, kê ji wan lapî baş e. Lê bi rastî ewana merivne heyf bûn û Yehowa hiz dikirin. Axiriyêda, paşê çûyîna Îsa ser ezmana, ewana gerekê bibûna hîmê civata Mesîhiya.
“Min hûn dost hesab kirin, çimkî her tiştêd ku min ji Bavê xwe bihîstin weva dane eyankirinê” (Yûhenna 15:15).