KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es17 rûp. 17-26
  • Sibat

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Sibat
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2017
  • Binserî
  • Çarşem, 1 Sibat
  • Pêşem, 2 Sibat
  • Înî, 3 Sibat
  • Şemî, 4 Sibat
  • Led, 5 Sibat
  • Duşem, 6 Sibat
  • Sêşem, 7 Sibat
  • Çarşem, 8 Sibat
  • Pêşem, 9 Sibat
  • Înî, 10 Sibat
  • Şemî, 11 Sibat
  • Led, 12 Sibat
  • Duşem, 13 Sibat
  • Sêşem, 14 Sibat
  • Çarşem, 15 Sibat
  • Pêşem, 16 Sibat
  • Înî, 17 Sibat
  • Şemî, 18 Sibat
  • Led, 19 Sibat
  • Duşem, 20 Sibat
  • Sêşem, 21 Sibat
  • Çarşem, 22 Sibat
  • Pêşem, 23 Sibat
  • Înî, 24 Sibat
  • Şemî, 25 Sibat
  • Led, 26 Sibat
  • Duşem, 27 Sibat
  • Sêşem, 28 Sibat
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2017
es17 rûp. 17-26

Sibat

Çarşem, 1 Sibat

Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire (Aqûb 4:8).

Hergê tu Şêdê Yehowayî nixumandî yî, tiştekî teyî gelek qîmet heye. Heleqetiya teye şexsî tevî Yehowa heye. Lê dinya Şeytan hucumî ser wê heleqetiyê dike, û hin jî ji bo nekamilbûna me ew heleqetî dikare sist be. Lema jî, em timê gerekê heleqetiya xwe tevî Yehowa çiqas dikarin qewî xwey kin. Gelo Yehowa bona te rêalî ye? Tu texmîn dikî ku ew Dostê te ye? Tu dixwazî wekî heleqetiya te tevî wî hê qewî be? Rêza vê rojê, Aqûb 4:8, dibêje ku çi tu gerekê bikî. Heleqetiya te tevî Yehowa, hin teva girêdayî ye hin jî Xwedêva. Hergê tu gavê bavêjî wekî nêzîkî Yehowa bî, wê ew jî gavê bavêje wekî nêzîkî te be. Ewê yekê tu çiqas hê zêde bikî, wê haqas Xwedê bona te hê rêalî be. Heleqetiya te tevî Yehowa wê usa nêzîk be, ku tu ser xwe texmîn kî wê yekê, çi ku Îsa texmîn kir çaxê ewî got: “Yê ku ez şandime, rastî ye. Ez wî nas dikim” (Yûhn. 7:28, 29, ÎM). w15 1/4 3:1, 2

Pêşem, 2 Sibat

Tengasiyada sebir kin, her gav dua bikin (Rom. 12:12).

Bifikire ser çetinayîke din. Dibeke kesek ji malbeta te ji civatê hatiye derxistinê. Tu ji Kitêba Pîroz rind zanî, ku gerekê çawa bin hindava merivên ji civatê hatiye derxistinê (1 Korn. 5:11; 2 Yûhn. 10). Lê çimkî tu ewî merivî hiz dikî, tu dibek texmîn kî ku zef çetin e yan jî nikarî ewê temiya ji Kitêba Pîroz biqedînî. Gelo tu bawer dikî wekî Bavê teyî li ezmana dikare qewatê bide te, ku bi aminî gura wî bikî? Gelo tuyê ser vê derecê usa binihêrî, ku ew mecal e wekî tevî Yehowa nêzîk bî? Safîkirina Adem mera dibe ders wekî em gerekê Yehowa hê zêde hiz bikin ne ku kesekî din (Met. 22:37, 38). Û hergê hizkirina me hindava Yehowa qewî ye, wî çaxî em dikarin bi cûrê lapî baş alî merivên xweyî nêzîk bikin, firqî tune ewana Yehowara qulix dikin yan na. Hergê jî tu berxwedikevî seva neferê xweyî ku ji civatê hatiye derxistinê, Yehowara dua bike û gilî ke hemû tiştî çi ku dilê teda heye (Fîlî. 4:6, 7). w15 1/4 4:14, 16

Înî, 3 Sibat

Em xwexa jî nava civînêd Xwedêda pê we difirin [qure dibin, DT], bona sebir û baweriya we (2 Têsln. 1:4).

Çaxê em kirê kesekîra şa dibin û çaxê nav meda hinekî qurebûn heye, ev bi tebiyetî ye. Ne lazim e ku ji bo malbeta xwe, kûltûra xwe, yan jî ji bo ciyê ku em mezin bûne şerm kin (Kar. Şand. 21:39). Lê heye cûrek qurebûn ku dikare heleqetiyê xirab ke, îlahî heleqetiya me tevî Yehowa. Qurebûna wî cûreyî, dikare bibe meniya berxweketinê çaxê şîreta didine me. Ew hela dikare nehêle jî ku em şîretê hildin, dewsa ku bi milûktî qebûl kin (Zeb. 141:5). Qurebûna wî cûreyî ew e, çaxê meriv derheqa xwe diha zef dişirmîş dibe, yan jî çaxê meriv xwe ser yên dinra digire û bawer dike ku ew hê baş e ne ku yên din, lê gelek car ew yek ne usa ne. Yehowa merivê qure û babax nefret dike (Hezql. 33:28; Ams. 6:8). Lê gelek dilê Şeytan xweş tê, çaxê meriv bi pesndayîna xwe çev didine qurebûna wî. Bide ber çevê xwe ku Şeytan çiqas şa dibû çaxê Nemrûd, Firewin û Abşalom qurebûna nebaş nîşan kirin, bi pesndayîna xwe! (Destp. 10:8, 9; Derk. 5:1, 2; 2 Sam. 15:4-6) w15 1/1 2:5, 6

Şemî, 4 Sibat

Tu destêd xwe vedikî, hemû bînberî gora dilê wan têr dikî (Zeb. 145:16).

Îsa çaxê ser erdê bû, timê derheqa hewcên meriva xem dikir, çimkî ewî bi kamilî çev dida Bavê xwe (1 Korn. 1:24). Îsa ev yek dikir, ne ku seva qewata xwe nîşan ke, lê ew bi rastiyê jî derheqa meriva difikirî. Werên şêwir kin Metta 14:14-21. Elalet ji şeher niga pey Îsa çû (Met. 14:13). Êvarê, şagirt berxwediketin çimkî meriv diwestiyan û birçî dibûn. Lema jî wana ji Îsa pirsîn ku elaletê bişîne, seva ku ewana bona xwe xwarinê bikirin. Lê Îsa çi kir? Bi pênc nana û du mesiya, Îsa weke 5 000 mêr têr kir, usa jî jin û zar. Îsa gelek xwarin da wan, lema jî “hemûya jî xwar têr bûn”. Wana ji wê xwarinê gerekê qewat bistandana, wekî vegeriyana malên xwe, çimkî riya wan dirêj bû (Lûqa 9:10-17). Bide hesabê xwe, şagirta paşî xwarinê donzdeh sele hûrikên bermayî top kirin. w15 1/6 1:8, 9

Led, 5 Sibat

Nimiziyê nav mirovanda dît raxbet (Zeb. 12:8, ÎM).

Em dijîn dinyake usada, ku bi bênamûsiyê tije ye. Lê Yehowa dikare alî me bike seva em usa bijîn, ku dilê wî xweş bên. Seva ku dilê Yehowa xweş bên, em gerekê xwe dûr xwey kin ji wan hemû tişta, çi ku ew nefret dike. Çimkî em gunekar in, lema jî em dikarin bikevine telika bênamûsiyê, çawa mesiyê ku dikeve telika mesîgirtinê. Hergê fikirên necayîz têne hişê me, em gerekê pêra-pêra ji serê xwe derxin. Yan na, xwestinên bênamûsî dikarin usa kûr bin, ku axiriyê em gune bikin. Kitêba Pîroz jî, ewê yekê rind eyan dike: “Dilhavijî kelê xwe distîne, gune jê difirike” (Aqûb 1:14, 15). Dilhevijiyên nerast dikarin dilê meda pêşda bên û mezin bin. Lema jî em gerekê miqatî xwe bin, hela dilhavijiyên me çida nin. Çaxê em dilhavijiyê, dêmek xwestinên nerast ji xwe dûr dixin, bi wê yekê em xwe ji bênamûsiyê û berên xirab xwe xwey dikin (Galt. 5:16). w15 1/6 3:1, 3

Duşem, 6 Sibat

Emirê te be . . . li ser erdê (Met. 6:10).

Weke 6000 sal pêşda, li ser erdê emirê Xwedê bû, dêmek qirara wî. Lema jî çaxê ewî ser erdê hemû kirinên xwe dît, got ku “ew gelekî qenc bûn” (Destp. 1:31). Paşê, Şeytan miqabilî Xwedê derket, û hingêda gelek meriv qirara Xwedê naqedînin. Lê îro weke heyşt mîlyon meriv Yehowara qulix dikin. Ewana dua dikin wekî qirara Xwedê be li ser erdê, û hin jî ewana qirara wî diqedînin. Ewana dilê Xwedê şa dikin û bi xîret derheqa Padşatiya wî merivara gilî dikin. Heta ku Xwedê dijminên xwe ser erdê kuta neke, emê berdewan kin dua bikin wekî qirara wî be. Paşê çaxê qirara wî be ser erdê, erd wê bibe cinet û bi mîlîarada meriv wê ji mirinê rabin (Yûhn. 5:28, 29). Bidine ber çevê xwe ku wê çiqas wedekî xweş be, çaxê em rastî merivên xweyî saxbûyî bên! w15 1/6 4:15, 17

Sêşem, 7 Sibat

Ezê cîhê lingên xwe pîroz bikim (Îşa. 60:13).

Em gelek car xeberdidin derheqa cineta ruhanî. Lê çi tê hesabê cineta ruhanî? Cineta ruhanî ew edilayî ye, kîjan ku Xwedê dide cimeta xwe. Dêmek, cineta ruhanî û paristgeha ruhanî yek nînin. Çimkî paristgeha ruhanî ew e, çi ku Xwedê saz kir bona hebandina rast. Lê cineta ruhanî eyan kifş dike wan meriva, kîjana ku Xwedê qebûl dike û paristgeha wîda qulix dike (Malx. 3:18). Em çiqas şa ne çimkî zanin ku ji sala 1919 Yehowa îzin da merivên neqedandî, wekî ewana cineta ruhanî baş kin, pêşda bivin û qewî kin. Lê tu piştgiriya wî şixulî dikî? Tu dişêkirînî ewî qedirî, ku dikarî tevî Yehowa şixulkariyê bikî, seva ku wî ser erdê rûmet kî? w15 1/7 1:10, 11

Çarşem, 8 Sibat

Ezê ber çevê wan bi te bêm pîroz kirin, ya Gog (Hezql. 38:16, DT).

Gog wê pey cimeta Xwedê keve, çaxê rûnkiriyên ku mane hê ser erdê bin. Lê cimeta Xwedê wê çi bike? Ewana wê guh bidine vê temiyê: “Yê ku di wî şerîda cengê bike ne hûn in; . . . rêz girêdin û bisekinin, tevî xwe xilaziya Xudan bivînin; netirsin û nekevin bêzariyê” (2 Dîr. 20:17). Çaxê Gog peyketinê destpêke, hemû rûnkirî ser erdê wê hilkişne li ezmên. Lê gelo li ezmên wê çi biqewime çaxê Gog pey me keve? Eyantî 17:14 dibêje, ku dijminên cimeta Xwedê wê “tevî Berx şer bikin, lê Berx tevî yêd gazîkirî, bijartî û amina wê li ser wan bikaribe”. Dêmek, Îsa û 144 000 rûnkirî wê cimeta Xwedê ser erdê xilaz kin. w15 1/7 2:16

Pêşem, 9 Sibat

Dema her tiştî . . . heye (Waîz 3:1).

Yehowa xwexa me teglîf dike ser civatê, û ew rêberiyê dide ku kincxwekirina me û rabûn-rûniştandina me civatêda çawa be. Lema jî em gerekê vê yekêda fesal bin. Rast e Yehowa dixwaze ku em û yên teglîfkirî di Oda Civatada xwe baş texmîn kin. Lê em naxwazin ku hindava civatên xwe bêqediriyê bidine kifşê. Lema jî em ser civata, bi maqûlî kinca xwe dikin û em naxwazin ku civatêda nemeka binivîsin, xeberdin, yan jî bixwin û vexwin. Dê-bav jî gerekê zarên xwe hîn kin ku Oda Civata ciyê revê û lîstika nîne. Çaxê Îsa di paristgeha Xwedêda dît, ku çawa meriv arş-vêrşê dikin, ew gelek hêrs ket û berî wan da (Yûhn. 2:13-17). Di Odên Civatên meda em Yehowara qulix dikin û derheqa wî pêdihesin. Lema jî wê nerast be, ku civatêda tiştên arş-vêrşêva girêdayî bikin (Beramber kin Nehemiya 13:7, 8). w15 1/7 4:7, 8

Înî, 10 Sibat

Rojêd axiriyêda zemanêd xirab wê bên (2 Tîmt. 3:1).

Kitêba Pîroz dibêje ku meriv “rojêd axiriyêda” wê hê zulm û xirab bin (2 Tîmt. 3:13; Met. 24:21; Eyan. 12:12). Belê, niha halê dinyayê xirab e, lê em zanin ku ew wê berdewam be hê xirab be. Dibek hinek difikirin ku pêşiya “tengasiya mezin”, hemû welatada wê şer hebin û gelek meriv wê nexweş bin, û ji birçîbûnê bimirin (Eyan. 7:14). Lê hergê rast usa be, wî çaxî her kesîra wê eyan be, ku pêxembertiya ji Kitêba Pîroz tê sêrî. Û hela hê wan merivara jî wê eyan be, yên ku nedixwestin bizanibin ku Kitêba Pîroz çi dibêje. Bînin bîra xwe, ku Îsa got wekî rojên axiriyêda, wê gelek meriv guh nedine wan nîşana. Ewana wê bi jîyîna her rojî bijîn û çaxê roja Yehowa bê, ewana wê gelek ecêbmayî bimînin (Met. 24:37-39). Eyan e, em gerekê hîviyê nîbin ku pêşiya “tengasiya mezin” halê dinyayê wê usa xirab be, ku meriv bawer kin wekî xilazî nêzîk e (Lûqa 17:20; 2 Pet. 3:3, 4). w15 1/8 2:6, 7

Şemî, 11 Sibat

Huba Te ji emir çêtir e (Zeb. 63:3).

Gelo çaxê em wedê xwe xerc dikin seva ku hazir bin bona jîyîna dinya tezeda, em îro jîyîna baş unda dikin? Na! Qulixkirin Yehowara ew jîyîneke lape baş e. Em Yehowara qulix nakin seva vê yekê, çimkî kesek zorê dide me, yan tenê bona wê yekê ku ji tengasiya mezin xilaz bin. Çaxê heleqetiya me tevî Yehowa rind e, jîyîna me ya lape baş e û em bextewar in. Nêta Yehowa hema ew bû, ku em usa bijîn. Xwedê, ku me hiz dike û rêberiyê dide me ew yek jîyîna meda ya lape baş e, ne ku tiştekî din (Zeb. 63:1). Her kes ji me dikare texmîn ke wê şabûnê, kîjan ku em distînin ji qulixkirina xweye bi dil û can. Hinekên ku gelek sala Yehowara qulix kirine, dikarin bêjin ku qulixkirin Yehowara, jîyîneke lape baş e (Zeb. 1:1-3; Îşa. 58:13, 14). w15 8/15 3:16

Led, 12 Sibat

Hûn xilazbûyî ne, pê baweriyê (Efes. 2:8).

Bawerî dikare alî me jî bike, ku tiştên usa bikin, ku dikare nebûyî be (Met. 21:21, 22). Ji me hineka nihêrandin û rabûn-rûniştandina xwe usa guhastine, wekî merivên ku berê em nas dikirin, niha nikarin me nas kin. Me guhastinên usa kiriye, çimkî em Yehowa hiz dikin, û çimkî ewî alî me kiriye, ku em wan guhastina bikin (Kols. 3:5-10). Baweriyê em hêlan kirin, ku em xwe tesmîlî Yehowa kin û bibine dostên wî. Lê bêalîkariya Yehowa, meyê tu car nikaribûya ew yek bikira. Bawerî me qewî dike. Mesele, ew alî me dike, ku miqabilî dijminê meyî qewî Mîrê-cin derên (Efes. 6:16). Usa jî, çaxê em îtbariya xwe Yehowa tînin îda ne lazim e, ku em gelek dilteng bin, çaxê problêmên me hene. Yehowa soz dide, ku çi ku mera lazim e wê bide me, hergê em baweriya xwe wî bînin û Padşatiya wî daynin ciyê pêşin (Met. 6:30-34). Û hê zêde, ji bo baweriya me, Yehowa wê emirê heta-hetayê bide me (Yûhn. 3:16). w15 1/9 3:4, 5

Duşem, 13 Sibat

Em hiz dikin, çimkî [Xwede] pêşda em hizkirin (1 Yûhn. 4:19).

Gelo Yehowa ça mera eyan kir, ku “ewî pêşda em hiz kirin”? Kitêba Pîroz mera dibêje: “Gava eme hê gunekar bûn, Mesîh bona me mir” (Rom. 5:8). Hizkirin hunurekî Yehowayî sereke ye. Lema jî em dikarin fem kin, ku çira Îsa got ku temiya lape ferz ew e: “Xudan Xwedêyê xwe hiz bike, bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe, bi temamiya hişê xwe û bi temamiya qewata xwe” (Marq. 12:30). Yehowa dixwaze ku em “bi temamiya dilê xwe” wî hiz kin. Wê dilê Yehowa bêşe, hergê em kesekî yan tiştekî, ji wî zeftir hiz bikin. Lê hizkirina me hindava wî gerekê tenê bi hestên êmosîalî nîbe. Çimkî Yehowa ji me hîviyê ye ku em wî hiz kin “bi temamiya hişê xwe” û “bi temamiya qewata xwe”. Ew yek tê hesabê, ku hizkirina me hindava wî tê kifşê ji vê yekê, ku em çawa difikirin û çi dikin (Mîx. 6:8). w15 1/9 5:1-3

Sêşem, 14 Sibat

Min ji bo te, ji guhva bihîstibûm; lê niha jî çevên min te dîtin (Îb. 42:5).

Cara em dibeke navînin destê Yehowa jîyîna xweda. Lê gelo çira? Çaxê problêmên me gelek in, em dibeke bîr kin ku Yehowa çawa berê alî me dikir. Ew yek tevî Êlyas qewimî. Êlyas merivekî mêrxas bû, lê çaxê Îzabêl jin-padşa dixwest wî bikuje, tirs kete dilê wî. Demekê ewî bîr kir ku çawa Yehowa berê alî wî dikir. Kitêba Pîroz dibêje ku Êlyas hela hê dixwest bimira jî (1 Padşatî 19:1-4). Ewî ji kîderê dikaribû alîkarî û mêrxasî bistanda? Wîra lazim bû gumana xwe bide ser Yehowa (1 Padş. 19:14-18). Îbo haqas zef xemgîn dibû derheqa tengasiyên xwe, ku ewî dereca xwe usa ne didît, çawa ku Yehowa didît (Îb. 42:3-6). Cara dibeke ji bo problêmên me, mera jî çetin e destê Xwedê bivînin. Lê çi dikare alî me bike ku bivînin destê Xwedê? Em gerekê bifikirin ser vê yekê, ku Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa problêmên me. Paşê Yehowa wê bona me hê rêalî be. w15 1/10 1:15, 16

Çarşem, 15 Sibat

Heval, kê ez ser we hakim yan jî parkir kifş kirime? (Lûqa 12:14).

Îsa nedihîşt tu tişt wî egle ke bona xizmetiyê. Mesele, pêşiya ku ewî destpêkira mizgînê bela ke, elalet ji Kefernahûmê nêzîkî Îsa bû, seva ku tevî wî wede derbaz kin di şeherê xweda. Lê ewî çi kir? Ewî dîna xwe da ser şixulê xwe. Ewî got: “Gerekê ez bajarêd dinda jî Mizgîniya Padşatiya Xwedê bidim, çimkî ez bona wê yekê hatime şandinê” (Lûqa 4:42-44). Îsa di ciyên dûrda mizgîn bela dikir, û çiqas dikaribû gelek meriv hîn dikirin. Rast e Îsa bêqisûr bû, lê yeke ew diwestiya û wîra lazim bû hêsa be, çimkî ew gelek giran dixebitî (Lûqa 8:23; Yûhn. 4:6). Paşê çaxê Îsa derseke ferz dida şagirtên xwe, mêrekî ew da sekinandinê û got: “Dersdar, bêje birê min, bira mîrata bavê min minra pareveke”. Lê Îsa nedixwest ku problêma wîye şexsî safî ke, û ewî hînkirina şagirtên xwe paş nexist (Lûqa 12:13-15). w15 1/10 3:10, 11

Pêşem, 16 Sibat

Xwedê hizkirin e (1 Yûhn. 4:8).

Hizkirin ne ku tenê hunurek ji hunurên Xwedê baş e, lê ew hunurê wîyî sereke ye. Ne ku tenê hizkirina wî heye, lê ew xwexa hizkirin e. Yehowa çi jî dike, hemû tiştî ji hizkirinê dike. Em çiqas ji Yehowa razî ne, ku ewî ji hizkirinê temamiya gerdûnê û hemû bînber çêkir! Yehowa hindava efirînên xwe qenc e û bi hizkirin e. Gumana me heye, ku qirara wî bona însanetê wê bi cûrê lapî baş bê sêrî, çimkî ew me hiz dike. Axiriya vê yekê wê bextewariya rêalî be, bona wan yên ku gura wî dikin. Mesele, Yehowa ji bo hizkirinê, “rojek kifş kiriye, kîjanêda wê dîwana dinê rast bi destê merivekî bike, yê ku ewî kifş kiriye”, dêmek, Îsa Mesîh (Kar. Şand. 17:31). Em bawer in ku ew dîwan ese wê bibe. Û ev bona merivên guhdar tê hesabê axiriya pir baş, kîjan ku wê heta-hetayê be. w15 1/11 3:1, 2

Înî, 17 Sibat

Bira xeberdana we merîfetî û xwêkirî be (Kols. 4:6).

Nihêrandina meriva cûre-cûre ne ser mizgîna ku em bela dikin. Hinek meriv guh didine me, lê hinek jî mizgîna me nefret dikin. Firqî tune meriv ça dinihêrin ser mizgîna me, yeke em pey temiya Kitêba Pîroz diçin. Çaxê em baweriya xwe xwey dikin, em dixwazin ewê yekê bi qedir û milûktiyê bikin, çimkî em hevalê xwe hiz dikin (1 Pet. 3:15). Hela hê çaxê meriv ser me hêrs dikevin û mizgîna me qebûl nakin jî, em didine kifşê ku hevalê xwe hiz dikin û çev didine Îsa. Çaxê Îsa “dihate rezîlkirinê, ji berva kes rezîl nedikir, gava cefa dikişand, gef li kesekî nedixwar”. Lê Îsa hemû tişt hîviya Xwedêva dihîşt (1 Pet. 2:23). Em gerekê timê milûktiyê bidine kifşê, û evê şîretê bidine xebatê: “Ji ber xirabiyêva xirabiyê nekin, yan ji ber bêhurmetkirinêva bêhurmetkirinê, lê ji ber vanva dua-dirozga li wan bikin” (1 Pet. 3:8, 9). w15 1/11 4:17, 18

Şemî, 18 Sibat

Hîn kin, ku . . . zarêd xwe hiz bikin (Tîto 2:4).

Îsa şagirtên xwera gelek car digot, ku ew wana hiz dike (Yûhn. 15:9). Ewî usa jî gelek wede tevî wan derbaz dikir (Marq. 6:31, 32; Yûhn. 2:2; 21:12, 13). Usa jî hûn timê zarên xwera bêjin ku wana hiz dikin, û ku ewana çiqas wera qîmet in (Metlk. 4:3). Samûyêl ku li Avstralyayê dijî, gilî dike: “Çaxê ez biçûk bûm, Bavê min her êvar minra kitêba ‘Serhatiyên Kitêba Pîroz’ dixwend. Ewî caba pirsên min dida, ez hemêz dikirim û paç dikirim ku xweş razêm. Paşê çaxê ez pêhesiyam ku Bavê min malbeteke usada mezin bûye, kîderê ku hemêzkirin û paçkirin tebiyetî nîbûye, ez gelek ecêbmayî mam! Lê yeke, ewî timê dixwest hizkirina xwe minra bide kifşê. Axiriyê, heleqetiya min û wî gelek qayîm bû, û min xwe rihet texmîn dikir û min zanibû ku ez tême xweykirinê”. Dê Bavno, alî zarên xwe bikin, ku ewana jî xwe usa texmîn kin, û timê wanara bêjin ku hûn wana hiz dikin. Wana hemêz kin û paç kin. Wede tevî wana derbaz kin, tevî wan xeberdin, xwarinê bixwin, û bilîzin. w15 1/11 1:3, 4

Led, 19 Sibat

Kî ye ew xulamê amin û serwaxt, ku axayê wî ew ser xulamêd xwe serwêr kifş kir, ku wextda xwarina wan bide wan? (Met. 24:45).

Sala 1919-da, komeke biçûk ya lêkolînkarên Kitêba Pîroz, hate kifşkirinê çawa “xulamê amin û serwaxt”. Wî çaxî, xulamê amin tevî cimeta Xwedê diha zef ser zimanê Înglîzî xeberdida. Lê wana usa kir, ku îro edebyetên meye ser hîmê Kitêba Pîroz, ser 700 zimana zêdetir hene. Eyan e ku cimeta Xwedêra lazim bû welgerandina Kitêba Pîroz, kîjan ku rast û hêsa bûya bona femkirinê. Lema Komîtêya Welgerandina Kitêba Pîroz ya Dinya Teze saz bû, û birên ji vê komîtêyê ji sala 1950 heta 1960 şeş parên Kitêba Pîroz derxistin. Para pêşiyê hate derxistinê ser civata mezin 2 Tebaxê sala 1950. Xwestina Birê Nor ew bû ku “Welgerandina Dinya Teze” alî mîlyona meriva bike ku Yehowa nas kin. ,w15 1/12 1:15, 17

Duşem, 20 Sibat

Waîz bona dîtina gotinên xweş û yê ku bi rastiyê hatiye nivîsandin (Waîz 12:10).

Çi dikare alî me bike wekî em bizanibin ku çi bêjin? Em dikarin ji Kitêba Pîroz û ji edebyetên me hîn bin, ku em dîsa ça dikarin fikirên xwe derbazî meriva kin. Em dikarin lêkolîn bikin û fem bikin wan giliya kîjan ku me fem nedikir. Em usa jî dikarin derheqa Îsa lêkolîn bikin, seva ku pêbihesin ça xeber din ku alî yên dinêna bikin. Îsa derbêra zanibû ku çi bêje, çimkî Yehowa wî hîn kir ku çawa bi gotinê bibe “alîkarê zilamê westiyayî” (Îşa. 50:4). Usa jî ferz e bifikirin, ku çawa giliyên me wê ser yên din hukum bin (Aqûb 1:19). Em dikarin ji xwe bipirsin: “Hergê ez usa bêjim, ew meriv wê min rast fem bike ku ez çi dixwazim wîra bêjim? Ewê ça xwe texmîn ke?” w15 1/12 3:12

Sêşem, 21 Sibat

Wêranbûna [Orşelîmê] nêzîk e (Lûqa 21:20).

Îsa temî da Mesîhiyên Cihûstanêda û îlahî ewên ku Orşelîmêda dijîtin, ku çaxê ewana ordiya dora Orşelîmê bivînin, gerekê derbêra birevin (Lûqa 21:21-24). Îda 28 sal derbaz bû, çaxê Îsa ew yek pêxembertî kir. Wî wedeyî Mesîhiyên Cihû ku di Îsraêlêda dijîtin, îda rastî gelek peyketina û zêrandina hatibûn û amin mabûn (Îbrn. 10:32-34). Lê yeke Pawlos zanibû ku zûtirekê ewana wê rastî çetinayîke mezin bên, kîjanîda ku baweriya wan wê bê cêribandinê (Met. 24:20, 21; Îbrn. 12:4). Û lema ewî dixwest ku ewana hazir bin bona çetinayên ku wê rastî wan bên. Wanra îlahî niha lazim bû sebirkirin û baweriya usa qewî, ku emirê xwe xilaz kin (Îbrn. 10:36-39). Lema Pawlos bi rêberiya ruhê Xwedê hêlan bû ku wan xûşk-birên delalra binivîse, seva ku wana qewî ke. Ew neme niha nas e çawa kitêba Îbranî. w16.01 1:1, 2

Çarşem, 22 Sibat

Delalno, heger Xwedê aha em hiz kirin, wekî usa ye gerekê em jî hevdu hiz bikin (1 Yûhn. 4:11).

Belê, emê nikaribin hêjayî hizkirina Xwedê bin, hergê em xûşk-birê xwe hiz nekin (1 Yûhn. 3:16). Lê ça em dikarin hizkirina xwe wanara bidine kifşê? Bifikirin derheqa mesela Îsa. Îsa wedê xizmetkirina xwe ser erdê, dîna xwe dida li ser îlahî merivên belengaz. Ewî merivên topal, ker, kor û lal qenc dikirin (Met. 11:4, 5). Merivên “nifir lê” ber çevê serwêrên rêlîgiya Cihûya reş bûn, lê bona Îsa şabûneke mezin bû ku merivên ruhanîda birçî têr ke (Yûhn. 7:49). Îsa merivên belengaz hiz dikir û bi dil û can dixebitî ku berdestiyê wanara bike (Met. 20:28). Tu dikarî wede bivînî seva ku dîna xwe bidî ser xûşk-birên di civata xweda? Beşik, tuyê bivînî ku çawa xûşk-bira ji hizkirina te karê bistînin. Dibeke hene xûşk-birên emirda mezin, kîjanara ku alîkarî lazim e. Em gerekê îzinê bidin, ku hizkirina Xwedê alî me bike, seva ku hizkirina usa hindava xûşk-bira bidine kifşê. w16.01 2:12-14

Pêşem, 23 Sibat

Pezêd mine din jî hene, yêd ku ne vî axlîda ne. Gerekê ez wana jî bînim, . . . û bibine kerîk ber şivanekî (Yûhn. 10:16).

Gelo lazim e ku pezên din bizanibin navê hemû rûnkiriya? Hergê kin bêjin, na. Çimkî hergê jî kesek hate rûnkirinê, ew nayê hesabê ku ew wê sed selefî xelata xwe bistîne, çimkî ew gerekê heta xilaziyê aminiya xwe îzbat ke. Şeytan ewê yekê zane, û lema “pêxemberêd derew” dide xebatê ku “bikaribin bijartiyêd Xwedê jî bixalifînin” (Met. 24:24). Mesîhiyên rûnkirî sed selefî nikarin bawer bin ku ewana wê xelata xwe bistînin, heta ku Yehowa mora xilaziyê nede ser wan. Yehowa wê yan pêşiya mirina wan yan pêşiya destpêbûna “tengasiya mezin” mora xilaziyê bide ser wan (Eyan. 2:10; 7:3, 14). Dêmek em nikarin sed selefî ser kesekî bêjin ku ew dikeve nava 144 000 hezara. w16.01 4:2, 3

Înî, 24 Sibat

[Gotina min] wê pêk bîne ewê yekê çi ku min qirar kiriye (Îşa. 55:11).

Belakirina mizgînê girêdayî ye tevî qirara Xwedê bona însanetê. Qirara wî ew bû ku meriv erdê tije kin û tu car nemirin. Rast e Adem gune kir, lê yeke qirara Xwedê nehate guhastinê. Xwedê usa kir ku em ji gune û mirinê aza bin. Seva ku qirara Xwedê bê serî, Îsa hate ser erdê û emirê xwe bona merivên guhdar da. Lê merivên guhdar gerekê fem bikin ku Xwedê ji wana çi dewa dike. Lema jî Îsa meriv usa jî hîn dikirin, ku Xwedê çi ji wan dewa dike, û temî da ku şagirtê wî jî evê yekê bikin. Gava em alî meriva dikin nêzîkî Xwedê bin, em şixulkariyê dikin ku qirara wî bê sêrî, dêmek ku meriv xilaz bin ji gune û mirinê. Bi wê yekê em usa jî nîşan dikin hizkirina xwe hindava wan û Yehowa, kîjan ku “dixwaze hemû meriv xilaz bin û rastiyê nas kin” (1 Tîmt. 2:4). w16.01 5:15, 16

Şemî, 25 Sibat

[Ahaz] lawên xwe di agirda şewitandin (2 Dîr. 28:3).

Kurê Ahaz, Hizqiya hêsa dikaribû bibe mîna bavê xwe, ku zulm û hêrs be, û miqabilî Xwedê be. Ew merivên ku zarotiya wan ne usa xirab bû, “dilê xweda ji Xudanra hêrs” bûne yan ser teşkîleta wî (Metlk. 19:3). Û hinek difikirin ku çimkî zarotiya wan xirab bû, lema ewana bi jîyîna xirab dijîn, û dibeke çev didine dê-bavê xwe û şaşiyên wan dikin (Hezql. 18:2, 3). Lê gelo ew yek rast e? Mesela Hizqiya ser vê pirsê eyan cabê dide: Ew yek nerast e! Tu menî tune ku meriv ser Yehowa hêrs be. Çimkî zulmî ku vê dinya xirabda heye, ne ji Yehowa ye (Îb. 34:10). Rast e dê-bav dikarin yan xirab yan baş hukum bin ser zarên xwe (Metlk. 22:6; Kols. 3:21). Lê vê yekêva girêdayî nîne ku axiriyêda zar wê yekî ça be. Çimkî Yehowa pêşkêşeke qîmet daye me, ew heye azabûna bijartinê, dêmek em dikarin xwexa safî kin ku emê çi bikin û yekî ça bin (Qan. Dcr. 30:19). w16.02 2:8-10

Led, 26 Sibat

Zordar dixwazin bistînin canê min (Zeb. 54:3, ÎM)

Çaxê Şawûl dixwest Dawid bikuje, Abner pişta Şawûl girt. Abner jî zanibû ku Xwedê Dawid bijartiye seva ku bibe padşê Îsraêlê (1 Sam. 26:1-5). Paşî mirina Şawûl Abner dikaribû milûktî bida kifşê, û piştgiriya Dawid bikira, ne ku ya kurê Şawûl Îş-boşêt. Usa ewî wê aminiya xwe Xwedêra îzbat kira. Paşê, çaxê ewî tevî cariya Şawûl bênamûsî kir, bi vê yekê ewî dibeke xwest ku dewsa Şawûl bibe padşa (2 Sam. 2:8-10; 3:6-11). Kurê Dawid, Abşalom Xwedêra amin nîbû, çimkî milûk nîbû. Abşalom dixwest bibe padşa, lema “bona xwe erebek û hespan û bona ku li pêşiya wî baz bidin pêncî zilam” qazanc kir (2 Sam. 15:1). Ewî cimet berbi xwe dikişand ku wîra amin bimînin. Ewî jî zanibû ku Yehowa Dawid bijartiye çawa padşê Îsraêlê, lê yeke mîna Abner dixwest Dawid bikuje (2 Sam. 15:13, 14; 17:1-4). Mesela Abner û Abşalom eyan dikin, ku hergê meriv nemilûk e û hê zêde hukumetiyê dixwaze, ew dikare Xwedêra neamin be. Belê, tu kes ji me naxwaze mîna Abner û Abşalom xwehiz be û nêtên nerast bide pêşiya xwe. w16.02 4:9-11

Duşem, 27 Sibat

Usa jî bawerî, heger kirêd wê tunebin, bi tenê mirî ye (Aqûb 2:17).

Hergê tu baweriya xweda qewî yî, femdarî ye ku tuyê ewê yekê pê kirên xwe bidî kifşê. Seva ku “kirên pîroz” timê bikî, tu gerekê fikirên xweda û namûsiyêda temiz bî (2 Pet. 3:11). Vê yekêda derheqa xwe tu çi dikarî bêjî? Mesele, bifikire ser şeş mehên paşwextiyê. Te ça daye kifşê ku tu hîn bûyî rastiyê û xirabiyê ji hev derxî? (Îbrn. 5:14). Tu dikarî derecên usa bînî bîra xwe, çaxê tu neketî ber bayê cêribandinekê, yan jî ber bayê cahilên din? Rabûn-rûniştina teye mektebêda eyan dike baweriya te? Tu Yehowara amin dimînî, yan dixwazî bibî mîna hevalên xweye dersxanê, çimkî naxwazî ku ewana qerfa te bikin? (1 Pet. 4:3, 4). Belê, em gişk jî gunekar in. Û hela hê ewên ku gelek sal Yehowara xizmet dikin, dikarin cara şerm kin ber hemûya bêjin derheqa baweriya xwe. Lê yeke, merivê ku xwe tesmîlî Yehowa kiriye, wê firnaq be ku navê Xwedê ser wî ye, û ewê yekê wê pê kirên xwe bide kifşê. w16.03 2:10, 11

Sêşem, 28 Sibat

Rê ev e, di vê rêyêda bimeşin (Îşa. 30:21).

Yehowa timê temiyên konkrêt, yan rêberî dida meriva. Mesele, baxçê Edenêda, Yehowa temiyên zelal da meriva, kîjan ku dikaribûn ewana xwey kirana, seva ku bijîn heta-hetayê bextewariyêda (Destp. 2:15-17). Hergê Adem û Hêwayê guh bidana temiyên Xwedê, wana wê xwe ji axiriya xirab xwey kirana. Dêmek wana wê bi jîyîna zor-cefa nejîtana û nemirana. Lê dewsa ku gura Xwedê bikirana, Hêwayê guh da şîreta heywanekê, dêmek mer. Adem jî, guh da Hêwayê. Bi vê yekê wan herda jî pişta xwe dane rêberiya Bavê xweyî hizkirî. Lê yazix, seva şaşiya wana, hemû însanet kete ser riya mirinê. Îro Yehowa kêleka cimeta xwe ye, seva ku wana berbi jîyîna heta-hetayê bive. Hin jî, ew wana ji qeziya xwey dike. Ew mîna şivanekî hizkirî ye, yê ku rêberiyê keriyê xwe dike, û wana xwey dike ku nekevine ser rêyên bi qeziya w16.03 4:2, 3.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin