KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es17 rûp. 67-77
  • Tîrmeh

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Tîrmeh
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2017
  • Binserî
  • Şemî, 1 Tîrmeh
  • Led, 2 Tîrmeh
  • Duşem, 3 Tîrmeh
  • Sêşem, 4 Tîrmeh
  • Çarşem, 5 Tîrmeh
  • Pêşem, 6 Tîrmeh
  • Înî, 7 Tîrmeh
  • Şemî, 8 Tîrmeh
  • Led, 9 Tîrmeh
  • Duşem, 10 Tîrmeh
  • Sêşem, 11 Tîrmeh
  • Çarşem, 12 Tîrmeh
  • Pêşem, 13 Tîrmeh
  • Înî, 14 Tîrmeh
  • Şemî, 15 Tîrmeh
  • Led, 16 Tîrmeh
  • Duşem, 17 Tîrmeh
  • Sêşem, 18 Tîrmeh
  • Çarşem, 19 Tîrmeh
  • Pêşem, 20 Tîrmeh
  • Înî, 21 Tîrmeh
  • Şemî, 22 Tîrmeh
  • Led, 23 Tîrmeh
  • Duşem, 24 Tîrmeh
  • Sêşem, 25 Tîrmeh
  • Çarşem, 26 Tîrmeh
  • Pêşem, 27 Tîrmeh
  • Înî, 28 Tîrmeh
  • Şemî, 29 Tîrmeh
  • Led, 30 Tîrmeh
  • Duşem, 31 Tîrmeh
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2017
es17 rûp. 67-77

Tîrmeh

Şemî, 1 Tîrmeh

Mêvanhiziyê bîr nekin (Îbrn. 13:2).

Ew giliyê “mêvanhizî” ku Pawlos daye xebatê, raste-rast tê hesabê “qencîkirin xerîbara”. Dibeke ew gilî dike bîra me mesela Birahîm û Lût. Ew her du mêra qencî dane kifşê wan mêvanara, kîjan ku nas nedikirin. Ew mêvan milyaket bûn (Destp. 18:2-5; 19:1-3). Em ça dikarin mêvanhiziyê bidine kifşê? Em dikarin xûşk-bira teglîfî mala xwe kin, mesele ser xwarinê, seva ku tevî hev xeber din û hevdu dilgerim kin. Nelazim e cûre-cûre tişt, yan jî gelek pere xerc kin seva ku mêvanhiziyê bidine kifşê. Hin jî em naxwazin ku tenê wana teglîf kin, yên ku wê bikaribin mera qenciyê bikin (Lûqa 10:42; 14:12-14). Nêta me gerekê ew be ku hevdu dilgerim kin, ne ku bi tişta xûşk-bira ecêbmayî kin! Dibeke em berpirsiyarê mihalê û jina wî nas nekin, lê em wanara jî dikarin mêvanhiziyê bidine kifşê (3 Yûhn. 5-8). Rast e wedê meyî aza haqas tune ye û usa jî strêsên her rojî em distînin, lê gelek ferz e “mêvanhiziyê” bîr nekin! w16.01 1:11, 12

Led, 2 Tîrmeh

We baweriya xwe wî anî û bi Ruhê Pîrozî sozdayî hatine morkirinê. Ruhê Pîroz çawa bihê hatiye dayînê (Efes. 1:13, 14).

Ruhê Xwedêyî pîroz rûnkirîra şedetiyê dide, ku ewana têne bijartinê wekî herine li ezmana. Mesîhiyê rûnkirî xwexa dilê xweda bawer e, çimkî ewî bihê standiye (2 Korn. 1:21, 22; 5:5). Ew meriv bawer e ku ew hatiye teglîfkirinê ku here li ezmana. Lê ew wê xelata xwe bistîne yan na, girêdayî ye vê yekêva hergê ew heta xilaziyê aminiya xwe Yehowara îzbat ke. Petrûs şirovekir: “Bona vê yekê xûşk-birano, hê bikin ku wê gazî û jibarebûna xwe testîq kin. Hûn ku vê yekê bikin, tu car nakevin. Bi vî awayî dergehê li ber we vebe, ku bikevine Padşatiya heta-hetayêye Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîh” (2 Pet. 1:10, 11). Her Mesîhiyê rûnkirî gerekê giran bixebite ku Yehowara amin bimîne, çimkî hergê ew amin nîbe, ew teglîfkirin wê bona wî bêkêr be (Îbrn. 3:1; Eyan. 2:10). w16.01 3:6, 7

Duşem, 3 Tîrmeh

Kî ku xwe bilind ke, ewê nimiz be, lê kî ku xwe nimiz ke, ewê bilind be (Met. 23:12).

Wê nerast be hergê kesek yekî din bilind ke, hela hê hergê jî ew rûnkirî ye. Çaxê Kitêba Pîroz derheqa rûspiya dibêje, ew me hêlan dike ku em çev bidine baweriya wan. Lê Kitêba Pîroz tu car nabêje ku em meriva hesab kin çawa rêberê me (Îbrn. 13:7). Belê, Kitêba Pîroz dibêje ku hinek “dubare hêjayî qedir” in. Ewana hêjayî qedir in, ne bona vê yekê ku ewana rûnkirî ne, lê çimkî ewana “serwêriyê rind dikin” û “xeberdan û hînkirinêda dixebitin” (1 Tîmt. 5:17). Lema wê nelayîq be, hergê kesek rûnkiriya rûmet ke yan zef hurmet ke. Hê xirab ew e, ku hergê heleqetiya me tevî rûnkiriya mexsûs be, dêmek em wana zef hurmet kin, dikare wanra çetin be ku milûk bimînin (Rom. 12:3). Belê, tu kes ji me naxwaze xûşk-birara bibe kevirê likumandinê! (Lûqa 17:2). w16.01 4:9

Sêşem, 4 Tîrmeh

Heval her tim hez dike (Metlk. 17:17).

Dostiyê dikarin beramber kin tevî xizna qîmet. Lê ew xizneke usa nîne, kîjan ku dikarin bikirin û tenê bona bedewbûnê daynin. Dostî ew mîna tiştekî sax e, kîjan ku lazim e xwey kin û miqat bin seva ku ew geş be. Birahîm hema usa dikir. Ewî dostiya xwe tevî Yehowa qîmet dikir û qewî dikir. Lê ewê yekê em ji ku zanin? Birahîm berdewam dikir tirsa xwe ber Xwedê û guhdarîkirina xwe qewî ke. Çaxê ew tevî malbeta xweye mezin çû Kenanê, ewî hîşt ku Yehowa rêberiyê wî bike safîkirinên mezin û biçûkda. Salek pêşiya bûyîna Îshaq, çaxê Birahîm 99 salî bû, Yehowa dewa kir ku mêrên ji malbeta wî gişk bêne sinetkirinê. Gelo Birahîm pirs da Xwedê yan jî dixwest evê dewakirinê neyne sêrî? Na, ewî îtbariya xwe Xwedê anî û “hema wê rojê” gura wî kir (Destp. 17:10-14, 23). w16.02 1:9, 10

Çarşem, 5 Tîrmeh

Heta qencî yan xirabîya xeysetê zarê jî bi kirêd wî kifş dibin (Metlk. 20:11).

Cahil jî dikare fem bike ku çi tê hesabê tiştên rast bike û çi tê hesabê xwe tesmîlî Xwedê bike. Lema, nixumandin ew gaveke gelek ferz e bona cahilên ku gihîştî ne û ku xwe tesmîlî Yehowa kirine (Metlk. 20:7). Lê çi tê hesabê gihîştîbûn? Gihîştîbûn ew nayê hesabê çaxê meriv tenê fîzîkî mezin dibe. Kitêba Pîrozda tê gotinê ku merivên gihîştî ew in, yên ku “sewdayê xweda ketî-rabûyî ne, qencî û xirabiyê ji hev derdixin” (Îbrn. 5:14). Merivê gihîştî zane ku çi rast e çevê Yehowada, û dilê xweda safî dike ku hema usa jî bike. Lema wîra çetin nîne xwe bigire ku tiştên nerast neke. Hin jî, ew hewce nîne ku kesek timê wîra bêje ku ew tiştên rast bike. Bi rastiyê, cahilê ku dixwaze bê nixumandinê, prînsîpên Yehowa tîne sêrî wî çaxî jî, çaxê dê-bav yan jî kesekî mezin wî navînin (Fîlî. 2:12). w16.03 1:4, 5

Pêşem, 6 Tîrmeh

Netirse! . . . ; tuyê li ser Îsraêlê bibe qiral [padşa] û ezê ji tera bibim ye duwemîn (1 Sam. 23:17).

Yonatan dibeke gelek ecêbmayî ma, çaxê Dawidê cahil miqabilî Golyatê mezin derket. Paşê jî Dawid sekinî ber Şawûlê bavê Yonatan Padşê Îsraêlê, û “serê Filistî di destê wîda bû” (1 Sam. 17:57). Dibeke Yonatan ji bo mêrxasiya Dawid gelek ecêbmayî ma. Yonatan eyan dît ku Yehowa tevî Dawid e, û nefsa Yonatan bi nefsa Dawidva hate girêdan. Paşî vê yekê, wana hevdura sond xwer, ji ber ku Yonatan mîna nefsa xwe Dawid hiz kir (1 Sam. 18:1-3). Yonatan temamiya emirê xwe Dawidra amin ma. Yonatan hela hê wî çaxî jî Dawidra amin ma, çaxê Xwedê Dawid bijart ku bibe padşê Îsraêlê. Hin jî Yonatan gelek berxwe diket derheqa Dawid, çimkî Şawûl dixwest wî bikuje. Û Yonatan seva ku hevalê xwe dilgerm û qewî ke, çû beriya Cihûstanê, li Horeşê. Li wêdere Yonatan wî şidand ku ew îtbariya xwe Yehowa bîne (1 Sam. 23:16). w16.02 3:1, 2

Înî, 7 Tîrmeh

Ez roj bi roj, bi kêfxweşiyêva tijî bûm, li ber wî (Metlk. 8:30).

Destpêbûna efirandinêda Yehowa û Îsa yektiyêda bûn. Bav û Kur tevî hev hevkarî dikirin, wana cûre-cûre bînberên din jî efirandin çi ku îro em divînin. Ew yektî usa jî dihate kifşê nava xizmetkarên Xwedêda. Mesele, çaxê Nuh tevî neferên xwe gemî ava dikir. Usa jî, çaxê cimeta Xwedê li beriyêda cîguhastî dibûn, tevayî Konê Pîroz top dikirin, hevderdixistin, û cîguhastî dikirin. Ew hevkarî hin jî hebû çaxê paristgehêda tevayî pesinê Yehowa didan bi kilama û hacetên mûzîkayê. Ew her tişt cimeta Xwedê dikaribû bikira, çimkî yektî nav wanda hebû (Destp. 6:14-16, 22; Jimar 4:4-32; 1 Dîr. 25:1-8). Qirna yekêda civata Mesîhîtîye pêşin jî yektiyêda bû. Ew civat bin rêberiya Serê civatê, dêmek Îsa Mesîhda bû. Pawlosê şandî şirovekir, ku rast e “cûre-cûre pêşkêşêd” Mesîhiyên rûnkirî hene û usa jî “cûre-cûre qulix”, “cûre-cûre karîn”, lê yeke ew hemûşk pareke bedenekê ne, dêmek ewana yektiyêda (1 Korn. 12:4-6, 12). w16.03 3:1, 2

Şemî, 8 Tîrmeh

Niha herin hemû mileta hîn kin (Met. 28:19).

Were şêwir kin şixulê belakirina mizgînê, kîjan ku Îsa peyçûyên xwera gotibû. Mizgîn gerekê îda bi cûrekî mayîn bela bûya. Berê, cimetên din xwexa dihatine bal Îsraêliya seva Yehowara xizmet kin (1 Padş. 8:41-43). Lê ew yek pêşiya temîdayîna Îsa bû, kîjan ku rêza vê rojêda nivîsar e. Îsa şagirtên xwera got ku “herin” hemû mileta hîn kin. Sala 33 D.M.-da, eyan bû ku Yehowa dixwaze, wekî îda mizgîn ser temamiya dinyayê bela be. Çimkî vê rojê, bi ruhê wîyî pîroz, weke 120 endemên civata teze, destpêkirin ser cûre-cûre zimana xeberdin tevî Cihûya û yên necihû (Kar. Şand. 2:4-11). Paşê, mizgîn bela bû heta merivên Samerî jî. Paşê jî, sala 36 D.M., mizgîn gihîşte hela hê merivên pûtpariste nesinetkirî jî. Ew yek dihate hesabê ku Mesîhî gerekê biçûna çiqas dikaribûn gişkara nav temamiya dinyayê mizgîn bela kirana! w16.03 4:12.

Led, 9 Tîrmeh

Ew tiştêd ku te . . . ji min bihîst, bispêre wan merivêd amin (2 Tîmt. 2:2).

Cimeta Yehowa timê zanibûne ku yên din hîn kin ew gelek karê tîne. Mesele, Birahîm “xulamêd xwey hînkirî” ku şerkirinêda cêribandî bûn, top kir seva ku Lût xilaz kin (Destp. 14:14-16). Wedê Dawid Padşa, dengbêj hatibûn hînkirinê wekî kilamên bona rûmetkirina Yehowa bistirên (1 Dîr. 25:7). Îro em miqabilî Şeytan û dinya wî diçin (Efes. 6:11-13). Em usa jî gelek dixebitin ku hurmet kin Yehowa, bi vê yekê ku derheqa navê wî meriyara gilî dikin (Îbrn. 13:15, 16). Hergê em dixwazin pêşdaçûyî bin em gerekê hînkirî bin çawa cimeta Xwedêye berê. Di civatêda, Yehowa borcdarî da rûspiya wekî yên din hîn kin. Rûspî pêşiya ku tiştên teze şagirta hîn ke, ew dikare tevî wî şiroveke wan prînsîpên Kitêba Pîroz, kîjan ku wê alî wî bikin, wekî ew hazir be bide xebatê çi ku hîn dibe (1 Tîmt. 4:6). w15 1/4 2:1, 2

Duşem, 10 Tîrmeh

[Îsa], yê ku hukumê wî ser mirinê heye, unda ke, awa gotî Mîrêcin (Îbrn. 2:14).

Ew nayê hesabê wekî meniya mirina hemû meriya Şeytan e. Lê wekî usa ne ew çi tê hesabê? Ya ewlin, eva dinya tije ye bi wê zulm û nefretkirinê çawa ku Şeytan xwexa ye. Ya duda, ji bo vê yekê ku Hêwayê derewê Şeytan bawer kir û Adem jî gura Yehowa nekir, hemû meriv bûne gunekar û dimirin (Rom. 5:12). Çawa ku Îsa got Şeytan “qetil” e (Yûhn. 8:44). Ew bi rastiyê jî dijminekî gelek qewat e. Çaxê em miqabilî Şeytan diçin, em usa jî miqabilî wan diçin kê aliyê wî ne û dijberî serwêrtiya Xwedê dertên. Nava wanda nin komeke mezine milyaketa, yên ku têne navkirinê çawa cin (Eyan. 12:3, 4). Gelek car wana da kifşê ku ji meriva gelek qewattir in, bi wê yekê ku meriv diçerçirandin (Met. 8:28-32; Marq. 5:1-5). Tu car bîr nekin, wekî cin û serwêrê wan, dêmek Şeytan çiqas qewat in (Met. 9:34). Bê qewata Yehowa emê tu car nikaribin şerê miqabilî Şeytanda serkevin. w15 1/5 1:6, 7

Sêşem, 11 Tîrmeh

Ne bênamûs, ne pûtparist, ne zinêkar, ne qunde, ne kone, ne diz, ne timakar, ne serxweş, ne buxdanbêj, ne jî talankir Padşatiya Xwedê wê war nebe (1 Korn. 6:9, 10).

Hergê tu bênamûsiyêda têyî cêribandinê, tu çi dikarî bikî? Bîr neke bona sistbûna xwe (Rom. 7:22, 23). Yehowara dua bike seva qewatê bistînî (Fîlî. 4:6, 7, 13). Bireve ji wan dereca, yên ku dikarin te bikine nava bênamûsiyê (Metlk. 22:3). Û çaxê tu rastî cêribandinê bêyî, derbêra jê bireve (Destp. 39:12). Îsa mesela qewî mera hîşt. Ew nehate xapandinê bi wan sozên ku Şeytan dida wî. Ew hela qe nefikirî jî derheqa wan soza. Dewsê, ewî derbêra caba Şeytan da û got: “Nivîsar e” (Met. 4:4-10). Îsa Xebera Xwedê rind zanibû. Lema jî çaxê Şeytan ew dicêriband, wîra hêsa bû derbêra rêzên ji Xebera Xwedê ezberî bêje. Hergê em dixwazin miqabilî Şeytan derên û serkevin, em gerekê miqatî xwe bin wekî nekevine nava bênamûsiyê w15 1/5 2:15, 16

Çarşem, 12 Tîrmeh

Çev bidine Xwedê (Efes. 5:1).

Yehowa gelek bîlan e, û ew dikare bivîne ku çi wê biqewime axiriyêda. Rast e em nizanin ku axiriyêda çi wê biqewime, lê em jî dikarin bîlan bin. Lê çawa? Pêşiya ku em tiştekî safî kin, em dikarin bidine ber çevê xwe ku ew safîkirin ça dikare ser me û merivên din hukum be. Mesele, hergê tu rastî kesekî têyî, bîra xweda xwey ke, ku çaxê meriv kesekî begem dike, gelek çetin e hestên xwe û xwestinên sêksûalî kontrol ke. Lema jî, zef fesal be ku tiştekî usa nekî, wekî ziyanê bide heleqetiya teye qîmet tevî Yehowa! Dewsê bîlan be û ji telika bireve. Guh bide şîreta Yehowaye bîlanî ku di metelokêda nivîsar e, wekî merivê serwaxt çaxê xetayê divîne, xwe vedişêre, lê merivê necêribandî pêşda diçe û dikeve xetayê (Metlk. 22:3). w15 1/5 4:10, 11

Pêşem, 13 Tîrmeh

Kî bi temê xirab jinekê binihêre, ewî dilê xweda îdî tevî wê zinêkarî kir (Met. 5:28).

Bînin bîra xwe ku ev yek hate serê Dawid Padşa. Ew ser banê mala xwe bû, û dît ku kulfetek serê xwe dişo. Dawid berdewan kir lê nihêrî û derheqa wê fikirî (2 Sam. 11:2). Rast e ew jina merivekî din bû, lê Dawid destpêkir bi çevê xirab ser wê binihêre û tevî wê bênamûsî kir. Hergê em dixwazin fikirên bênamûsî ji xwe dûr xin, em gerekê çev bidine mesela Îbo. Ewî got: “Min bi çevên xwe . . . peymanekê çêkir” (Îb. 31:1, 7, 9). Mîna Îbo em dikarin seva xwe safî kin, wekî tu cara ser tu kesî bi çevên xirab nenihêrin. Û hergê em kompoterêda tiştên bênamûsî divînin, mesele şikilada, rêklamada, jûrnalada, yan jî cîkî dinda, hingê em gerekê pêra-pêra çevên xwe ser wan tişta hildin. Hergê tera lazim e hine tişt nav xweda biguhêzî, pêra-pêra evê yekê bike! Û çaxê tu guh didî giliyê Yehowa, tera hêsa dibe xwe ji bênamûsiyê dûr bigirî û namûsa xwe temiz xwey kî (Aqûb 1:21-25). w15 1/6 3:12-14

Înî, 14 Tîrmeh

Me nebe cêribandinê (Met. 6:13).

Ji duakirina Îsa ew gilî “Me nebe cêribandinê”, tîne bîra me ku çi qewimî hinek wede şûnda, çaxê Îsa hate nixumandinê. Kitêba Pîroz dibêje ku ruh Îsa bire beriyê, seva “ji Mîrêcin bê cêribandinê” (Met. 4:1). Lê gelo çira Yehowa hîşt ku ew yek biqewime? Yehowa Îsa şande li ser erdê seva ku pirsek bê safîkirinê, û ew pirs pêşda hat çaxê Adem û Hêwayê serwêrtiya Yehowa qebûl nekirin. Neqebûlkirina wana pirsên usa pêşda anîn, kîjanara wext lazim bû wekî cab bê dayînê. Mesele: Gelo Yehowa meriv nerast efirand? Gelo merivê qedandî dikaribû amin bima Yehowara, çaxê “ji yê xirab” bihata cêribandinê? Gelo wê hê baş nîbûya, hergê meriva xwexa ser xwe serwêrtî bikirana? (Destp. 3:4, 5) Axiriyêda, çaxê ser wan pirsa cab hebin, hemûşk li ezmana û ser erdê, wê bizanibin ku serwêrtiya Yehowa ya lape baş e. w15 1/6 5:12

Şemî, 15 Tîrmeh

Hingê tengasîke usa mezin wê bibe (Met. 24:21).

Wê ça destpêbe tengasiya mezin? Ew wê destpêbe bi kutakirina rêlîgiya qelp. Kitêba Pîroz rêlîgiya qelp nav dike çawa “Babîlona mezin, maka [diya] qava û kirêtîyêd dinyayê” (Eyan. 17:5-7). Lê çira rêlîgiya qelp tê navkirinê çawa jina qav? Çimkî serwêrên rêlîgiyên qelp Xwedêra neamin bûn. Dewsa ku bi aminî piştgiriya Îsa û Padşatiya wî bikin, ewana piştgiriya serwêrtiyên meriva dikin û çi ku Kitêba Pîroz hîn dike qebûl nakin. Ewana usa dikin, seva ku hê zêde hukumê wan hebe. Firqî heye orta qulixkirina wan û rûnkiriya, çimkî rûnkirî Xwedêra rast qulix dikin (2 Korn. 11:2; Aqûb 1:27; Eyan. 14:4). Lê kê wê Babîlona mezin kuta ke? Çawa Eyantîda nivîsar e, Xwedê wê usa bike ku “dehe stirûyêd” “cenewirekî sorê gevez” “xwestina wî bikin”. Lê kê ye ew “cenewirekî sorê gevez”? Ew bi sîmbolîk tê hesabê Miletên Yekbûyî, lê “dehe stirûyêd” wî têne hesabê hemû polîtîk, ku piştgiriya Miletên Yekbûyî dikin (Eyan. 17:3, 16-18). w15 1/7 2:3, 4

Led, 16 Tîrmeh

Yek dibêje: “Ez para Pawlos im”, yek dibêje: “Ez para Apolo me”, yekî jî dibêje: “Ez para Petrûs im” û yekî din jî dibêje: “Ez para Mesîh im” (1 Korn. 1:12).

Ew dew-doz gelek problêmeke mezin bû, çimkî tifaqiya civatê dikete bin xofê. Lema Pawlos ewana şîret kirin: “De ez îdî hîvî ji we dikim xûşk-birano, . . . bira gotina we hemûya yek be û dutîretî nava weda tunebin, lê hemû jî bi hevra bin û ser nêt-meremekî bin” (1 Korn. 1:10, 11, 13). Îro jî gerekê civatêda tu parevebûyîn tune be (Rom. 16:17, 18). Pawlos anî bîra Mesîhiyên rûnkirî, ku ewana bajarvanên ezmana ne û gerekê dîna xwe nedin ser “tiştêd vê dinê” (Fîlî. 3:17-20). Ew rûnkirî qasid in, dêmek wekîlê Xwedê û Îsa ne. Çaxê qasid di welatekî xerîbda ne, ew nakeve nava problêm û polîtîka wî welatê xerîb. Usa jî rûnkirî, çawa bajarvanên ezmana gerekê nekevine nava problêmên û polîtîka vê dinyayê (2 Korn. 5:20). Ewên ku gumana wan ser jîyîna erdê ye, ewana jî amin in Padşatiya Xwedêra û tu car nekevine nav şer-dewê vê dinyayê. w15 1/7 3:9, 10

Duşem, 17 Tîrmeh

Ew ku rem e, guneyêd wana dibaxşîne û qira wan ew nayîne. Hêrsêda xwe gelek car zeft dikir û lap bîna xwe teng nedikir (Zeb. 78:38).

Hergê tu bifikirî ser vî rêzî, ew yek wê alî te bike, ku fem kî Yehowa çiqas zef te hiz dike û bona te xem dike. Em dikarin sed selefî bawer bin, ku Yehowa bona me gelek xem dike (1 Pet. 5:6, 7). Em gerekê Kitêba Pîroz gelek qîmet kin. Çira? Çimkî Yehowa bi Kitêba Pîroz mera xeber dide. Çaxê dê yan bav tevî zara xwe helal xeberdidin, ewana hizkirina xwe hindava hev qewî dikin û îtbariya xwe hev tînin. Yehowa Bavê me ye, kîjan ku me hiz dike. Rast e me ew tu car nedîtiye û ne jî dengê wî bihîstiye, lê ev tevî me bi Kitêba Pîroz xeberdide. Û em gerekê timê guh bidine wî (Îşa. 30:20, 21). Çaxê em dixûnin Kitêba Pîroz, em Yehowa nas dikin û îtbariya xwe wî tînin. Ew rêberiyê dide me û me xwey dike (Zeb. 19:7-11; Metlk. 1:33). w15 1/8 1:6, 7

Sêşem, 18 Tîrmeh

Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire (Aqûb 4:8).

Em gelek hîviyê ne çaxê em Cinetêda bin, lê dinya tezeda qulixkirina me Yehowara wê şabûneke lape baş mera bîne. Bide ber çevê xwe ku jîyîn dinya tezeda wê çiqas xweş be, çaxê hemû meriv navê Yehowa pîroz kin û wî çawa Serwêrê xwe qebûl kin (Met. 6:9, 10). Emê ecêbmayî bimînin, çaxê bivînin, ku dinya bi merivê qedandî tije be, çawa ku qirara Xwedê bû. De hela bifikirin, çaxê em hêdî-hêdî bibine qedandî, wê mera çiqas hê hêsa be, heleqetia xwe tevî Yehowa qewî kin (Zeb. 73:28). Em îtbariya xwe Yehowa tînin ku ew wê hemû wan tiştên baş bike, çimkî “her tişt ji destê Xwedê tê” (Met. 19:25, 26). Hergê em dixwazin dinya tezeda heta-hetayê bijîn, niha wede ye ku em jîyîna heta-hetayê “qazanc kin” (1 Tîmt. 6:19). Em zanin ku xilazî îda tê, û lema em gerekê usa bijîn, ku bidine kifşê wekî em hîviyê ne ku xilazî wê nişkêva bê. Em gerekê niha îda hemû tiştî bikin, seva ku hazir bin bona jîyîna dinya tezeda. w15 1/8 3:2, 3

Çarşem, 19 Tîrmeh

Ev e jiyîna heta-hetayê, wekî ew te nas kin, çawa Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku te şandiye (Yûhn. 17:3).

Heçî zef ji mêdîa vê dinyayê, mesele bernamên têlêvîziyonê, malper, û kitêb, dikarin ziyanê bidine heleqetiya me tevî Yehowa. Tiştên wî cûreyî nehatine çêkirinê seva ku alî Mesîhiya bikin, ku baweriya xwe Yehowa û sozên wî bînin. Lê dewsê, ew tişt meriva hêlan dikin ku îtbariya xwe vê dinya Şeytane zulm bînin. Lema em gerekê fesal bin vê yekêda, ku em çi dinihêrin, dixûnin, yan jî dibihên, çimkî tiştên usa dikarin bibine menî ku “dilhavijiyêd dinyayê” bal me pêşda bên (Tîto 2:12). Teşkîleta Yehowa ne mîna dinya Şeytan e, çimkî ew alî me dike ku em bi jîyîneke usa bijîn, kîjan ku berbi jîyîna heta-hetayê dibe. Jûrnal, broşûr, kitêb, vîdêo, û Malper, ew hemû tişt alîkariyê didine me seva ku em berdewam kin Xwedêra qulix kin. Teşkîleta Xwedê usa jî timê civata derbaz dike, û ew civat nav temamiya dinyayê 110 000 zêdetir heye. Ew çi ku em pêdihesin ji Kitêba Pîroz ser wan civata, û civatên mezin, baweriya me hindava Yehowa û sozên wî qewî dike (Îbrn. 10:24, 25). w15 1/8 4:9, , 11

Pêşem, 20 Tîrmeh

Îsafa wan jî şedetiya vê yekê dide (Rom. 2:15).

Cimeta Yehowa dixwaze, ku îsafa wan rast bixebite, çimkî ew yek dikare alîkariya mezin bide yektiya civatê. Em dixwazin, ku îsafa me prînsîpên Kitêba Pîroz bîne bîra me derheqa rastî û nerastiyê, qencî û xirabiyê. Lê seva îsafa xwe hîn kin û bidine xebatê, em gerekê hê zêde bikin, ne ku tenê pêbihesin hela Kitêba Pîroz çi dibêje. Em gerekê prînsîpên Xwedê hiz bikin û bawer bin, ku ewana bona me kêrhatî ne. Pawlos nivîsî: “Serê temiyê hizkirin e, ku ji dilê sax, bi îsafa rihet û ji baweriya bêdurûtî ye” (1 Tîmt. 1:5). Çaxê em îsafa xwe hîn dikin û guh didinê, hizkirina me û baweriya me hindava Yehowa hê qewî dibe. Ev yek, ku çawa em îsafa xwe didine xebatê îzbat dike, ku heleqetiya me tevî Yehowa çiqas nêzîk e, û em çiqas dixwazin dilê wî şa kin. Îsafa me usa jî dide kifşê, ku em merivên ça nin. w15 1/9 2:2, 3

Înî, 21 Tîrmeh

Binihêrin, Bavê em çawa hiz kirin (1 Yûhn. 3:1).

Yehowa em efirandine, dêmek ewî emir daye me (Zeb. 100:3-5). Lema jî Kitêba Pîroz ser merivê pêşin dibêje “kurê Xwedê” (Lûqa 3:38, ÎM). Û Îsa em hîn kirin, ku Yehowara bêjin “Bavê meyî ezmana” (Met. 6:9). Dêmek Yehowa Bavê me ye, û ew me hiz dike, çawa ku bavê baş zarên xwe hiz dike. Hinekara çetin e, ku bawer kin, wekî bav ew heye kesê bi hizkirin. Dibeke ewana dilteng dibin çaxê biçûktaya wan dikeve bîra wan, ku bavê wan hindava wanda çiqas bêrem bûye. Yehowa wê tu car tevî zarên xwe usa nîbe, çimkî Yehowa Bavê lapî baş e (Zeb. 27:10). Ew me gelek hiz dike û bona me gelek xem dike. Em çiqas zef texmîn kin hizkirina Yehowa hindava xwe, haqas zef emê wî hiz kin (Aqûb 4:8). w15 1/9 4:3, 4

Şemî, 22 Tîrmeh

Xwedê xwexa vê yekê dike dilê we, ku hûn dixwazin û dikin, çawa li wî xweş tê (Fîlî. 2:13).

Pêşiya ku em tiştekî safî kin, em hemû tiştî dikin çi ku dikarin, seva ku pêbihesin fikirê Yehowa. Hergê em îtbariya xwe Yehowa tînin, ew wê ruhê xweyî pîroz bide me, seva ku em evê yekê bikin çi ku rast e. Rojên Samûyêlda, Îsraêliya dane der wedê şerê tevî Filistîana. Wana dewsa wê yekê ku ji Yehowa pirs kirana çi gerekê bikin, ewana usa fikirîn: “Em ji Şîloyê û Sindoqa Peymanê ya Xudan bigirin cem xwe û bira were nav me û me ji destên neyarên meva xilaz bikin”. Gelo axiriya wê safîkirinê çi bû? “Şikestînek zef mezin çêbû; ji ber ku Îsraêl sîh hezar peya ketin. Û Sindoqa Xwedê hate rahiştin [zeft kirin]” (1 Sam. 4:2-4, 10, 11). Îsraêlî difikirîn ku hergê tenê Sindoqa Xwedê tevî wan be Yehowa wê alî wan bike û wana xwey ke. Û lema wana alîkarî ji Yehowa nexwestin, û ne jî dixwastin pêbihesin ku Yehowa çi difikire. Dewsa vê yekê, wana usa kir çawa ku bi texmîna wan rast bû, û usa berên xirab çinîn (Metlk. 14:12). w15 1/9 5:16, 17

Led, 23 Tîrmeh

Baweriya me zêde ke (Lûqa 17:5).

Çi tu dikarî bikî seva ku baweriya xwe qewî kî? Ew zanebûna, ku te pêşiya nixumandinê stand bes nîne (Îbrn. 6:1, 2). Mesele, lêkolînkirina pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz, kîjan ku îda hatine sêrî, wê alî te bike, ku baweriya xwe hê zêde kî û qewî kî. Tu usa jî dikarî bi Xebera Xwedê têderxî, hela baweriya te bi rastiyê qewî ye yan na (Aqûb 1:25; 2:24, 26). Pawlosê şandî gote Mesîhiya, ku ewana dikarin bi baweriya xwe “dil bidin ber hev” (Rom. 1:12). Ew çi tê hesabê? Çaxê em tevî xûşk birên me wede derbaz dikin, em dikarin baweriya hevdu qewî kin. Îlahî çaxê em wedê xwe derbaz dikin tevî wan, baweriya kîjana cêribandî ye, hingê baweriya me zêde dibe (Aqûb 1:3). Hevalên xirab baweriya me hildişînin, lê hevalên baş baweriya me qewî dikin (1 Korn. 15:33). Lema jî em pey wê şîretê diçin, ku timê bêne ser civatê (Îbrn. 10:24, 25). w15 1/10 2:2, 8, 9

Duşem, 24 Tîrmeh

Guhê te ser wan tişta be û nava wanda bimîne (1 Tîmt. 4:15).

Çaxê tu hazir dibî bona hînkirina Kitêba Pîroz, lazim e wede bivînî seva ku bifikirî. Bifikire derheqa wî merivî, tevî kê tu hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikî û pirs yan jî meselên usa bigere, kîjan ku wê alî wî bikin ku hê pêşda here. Usa jî wê gelek kêrhatî be, çaxê pêşiya herî deştêda mizgînê bela kî, bifikirî (Ezr. 7:10). Tu dikarî ji kitêba Karên Şandiya serîkî bixûnî, seva ku alî te bike wekî tu hê xîret mizgînê bela kî. Tu usa jî dikarî bifikirî ser wan rêzên Kitêba Pîroz û wan edebyeta, kîjan ku te safî kiriye, wekî vê rojê wedê xizmetkirinê bidî xebatê (2 Tîmt. 1:6). Bifikire derheqa merivên di mihala teda û bifikire, ku tu çi dikarî wanra gilî kî ku wanra hewas be. Çaxê tu bona xizmetiyê wî cûreyî hazir bî, tuyê bikaribî Kitêba Pîroz kêrhatî bidî xebatê (1 Korn. 2:4). w15 1/10 4:9

Sêşem, 25 Tîrmeh

Heger çevê teyî rastê te ji rê derdixe, wî derxe (Met. 5:29).

Pirsên usa bidine xwe: “Gelo zarên min zanin ku çira nihêrandina pornografîayê xof e? Çi dikare wana hêlan ke ku bixwazin tiştên usa binihêrin? Gelo zarên minra hêsa ye tevî min derheqa hemû tiştî xeberdin, çimkî usa ewana dikarin alîkariyê ji min bixwazin, hergê ketine vê telikê ku pornografîayê binihêrin?” Hela hê çaxê zar biçûk in, hûn wanra dikarin usa bêjin: “Hergê tu di întêrnêtêda tiştekî bênamûsî bivînî û bixwazî binihêrî, hîvî dikim were bal min û minra bêje. Tu car netirse û şerm neke ku alîkariyê ji min bixwazî. Çimkî ez dixwazim alî te bikim”. Çaxê hûn dijbêrin ça hêsa bin yan jî wede derbaz kin, bizanibin ku zarên we vê yekêda çev didine we. Bawekî dibêje: “Tu dikarî derheqa gelek tişta bêjî, lê zarên te dinihêrin, ku tu çi dikî û çev didine te.” Hergê hûn bona wedederbazkirinê fesal dijbêrin mûzîkayê, kitêba, û fîlma, kîjan ku layîq in, bi vê yekê hûnê zarên xwe hîn kin ku ewana jî usa bikin (Rom. 2:21-24). w15 1/11 1:12-14

Çarşem, 26 Tîrmeh

Ezê te aqil û serwaxt kim û riya ku têda herî ber te vekim (Zeb. 32:8).

Îro belakirina mizgînê li wan ciya kîderê ku gelek meriv top dibin mêtodeke gelek kêrhatî ye. Lazim e gelek qewat xerc kin ku merivara mizgînê bela kin, mesele, ciyên sekinandina otobûsa, tirêna, ereba, û usa jî meydanada û dikanada. Lê tu ditirsî mizgînê bela kî li wan ciya kîderê ku gelek meriv top dibin? Hergê erê, dua bike Xwedêra ku alî te bike. Bifikire li ser giliyên berpirsiyarê rêvî, birê Manêra: “Me her mêtodeke teze ya belakirina mizgînê hesab dikir dîsa cûrekî baş ku çawa Yehowara xizmet kin, ew cûrekî baş bû bona îzbat kin aminiya xwe wîra, dêmek ew cêribandina aminiya me bû, û me dikaribû nîşan kira ku em hazir in xizmet kin wîra çawa ku ew ji me dixwaze”. Çaxê em tirsa xwe ditemirînin û mêtodên teze didine xebatê bona belakirina mizgînê, em baweriya xwe hindava Yehowa qewî dikin û dibine mizgînvanên baş (2 Korn. 12:9, 10). Me gelekara zef hewas e çaxê merivara gilî dikin derheqa malpera me jw.org. Bi saya malpera me mizgîn digihîşte wan meriva yên ku ciyên usa dijîn, kîderê ku çetin e bigihîjinê. w15 1/11 5:12, 13, 15

Pêşem, 27 Tîrmeh

Çawa hesin bi hesin tê tûjkirinê, usa jî meriv hesinê hevalê xwe ye (Metlk. 27:17, DT).

“Welgerandina Dinya Tezeda” ser zimanê Înglîzî, di Waîz 9:10-da û di rêzên mayînda jî xebera Îbranî “Şêol” hate xebitandinê dîsa “Şêol”. Ew gilî welgerandinên dinda jî ya ser zimanê Înglîzî dîsa usa nivîsar e. Lê ew xeber di gelek zimanada nikaribûn binivîsiyana, çimkî heçî zef xwendevanên wan zimana, Xebera Îbranîye “Şêol” nizanibûn. Ew xeber ferhengên wanda jî tune bûn, û hinek hela hê difikirîn jî ku ew gilî navê cîkî ye. Ji bo vê yekê di welgerandina ya tezekirî sala 2013-da, welgerara îzin hate dayînê ku ew xebera Îbranî “Şêol” û xebera Yûnanî “Hadîs” welgerînin usa “Dîyarê Miriya” yanê “Mezel”. Ew welgerandin rast e û femdarî ye. Giliyên Înglîzîye kevin guhastin ser giliyên ku niha didine xebatê, û bi vê yekê têkst hêsa bû bona xwendin û femkirinê, û hin jî rast bû. Usa jî welgerandin, kîjan ku îda wan paşwextiya hate kirinê ser zimanên din, alî vê yekê kir ku têksta Înglîzî hê baş be. w15 1/12 2:10, 12

Înî, 28 Tîrmeh

Xwezî li wî ku xem dike bona yê kesîb, rojêd tengasîyêda Xudanê wî xilaz ke. Xudanê wî xwey ke û emir bidê (Zeb. 41:1, 2).

Hergê nexweşiya we heye, Yehowa wê ber dilê weda bê û alî we bike, çawa ku berê ewî alî xizmetkarên xwe dikir. Hilbet, Dawid nedixwest bigota ku ew meriv, kîjan ku alî belengaza dike, tu car wê nemire. Lê wekî usa ne, Yehowa ça alî wî merivê heyf dikir? Dawid şirovekir: “Dema nexweşiya wîda, Yehowa, ji wîra dibe alîkar û di nexweşiya wîda tevahiya cilên wî tu çêdikî” (Zebûr 41:3, DO). Yehowa zane ku xizmetkarên wî çi êşê dikişînin, û ew tu car wana bîr nake. Ew dikare mêrxasî û bîlaniyê bide wan. Hin jî, Yehowa meriv usa çêkir, ku bedena meriva dikare xwexa qenc be. w15 1/12 4:7

Şemî, 29 Tîrmeh

Girtiya bîr bînin (Îbrn. 13:3).

Pawlos di wê rêzêda nedigot derheqa hemû girtiya. Ewî bona wan bira xeberda, kîjan ku bona baweriyê hatibûn girtinê. Pawlos xwexa jî çar sala kelêda bû, çaxê ewan giliya Mesîhiyên Îbranîra nivîsî (Fîlî. 1:12-14). Ewî payê bira da ku ewana “diketine halê girtiya” (Îbrn. 10:34). Hine bira alî Pawlos dikirin çaxê ew kelêda bû, lê yên din dûr diman. Lê ewana ça dikaribûn alî wî bikirana? Wana karibûn bona wî dua kirana (Îbrn. 13:18, 19). Îro, em jî dibeke mîna wan Mesîhiya dûr in ji birayên ku kelêda nin. Dibeke em nikarin alî wan bikin, mîna wan xûşk-bira ku nêzîkî kelayên wan dimînin. Lê em dikarin duayên xweda bidine kifşê berdiliyê û hizkirinê hindava xûşk-bira, dêmek timê bona wan Yehowara dua bikin. w16.01 1:13, 14

Led, 30 Tîrmeh

Hema ew ruh xwexa tevî ruhê me şedetiyê dide, ku em zarêd Xwedê ne (Rom. 8:16).

Qirara Xwedê bona însanetê ew bû, ku ewana wira ser erdê bijîn heta-hetayê (Destp. 1:28; Zeb. 37:29). Lema bona me netebiyetî ye, ku hine meriv têne jibartinê ku herine li ezman, seva ku çawa padşa û kahîn serwêrtiyê bikin. Kifşkirina rûnkiriya tiştekî mexsûs e. Rûnkirî çaxê tê bijartinê nihêrandina wî, dişirmîşbûna wî, û gumana wî tê guhastinê (Efes. 1:18). Lê ew meriv ça zane, ku ew tê bijartinê wekî here li ezmên? Caba vê pirsê tê kifşê ji giliyên Pawlos, kîjan ku ewî birên Romêda yên rûnkirîra nivîsî, yên ku dihatine navkirinê “pîrozbûnêra gazîkirî”. Pawlos got: “We ruhekî usa nestandiye, ku we dîsa bike xulam bitirsin, lê we ew ruh standiye, yê ku we dike zarêd Xwedê, bi kîjanî gazî wî dikin: ‘Abba!’ awa gotî ‘Bavo!’” (Rom. 1:7; 8:15). Hergê kin bêjin, Xwedê bi saya ruhê xweyî pîroz, merivê bijartîra eyan dike ku ew hate teglîfkirinê li ezmên, ku tevî Îsa Padşatiyê bike di Padşatiya Xwedêda (1 Têsln. 2:12). w16.01 3:8, 9

Duşem, 31 Tîrmeh

Şixulê xweva mijûl be (1 Têsln. 4:11)

Ça em dikarin qedir bidine kifşê hindava rûnkiriya? Em gerekê pirsên şexsî nedine wan derheqa rûnkirina wan. Îzina me tune ye ku em ewan tiştên şexsî bizanibin (2 Têsln. 3:11). Em usa jî gerekê merivên wanî nêzîk nepirsin ku ew jî rûnkirî ne yan na. Çimkî hergê kesek rûnkirî ye, rûnkirina wî derbazî ser neferên mala wî nabe (1 Têsln. 2:12). Em usa jî gerekê mêr yan jina rûnkirî nepirsin, ku ewana çi texmîn dikin, ku zanin wekî dinya tezeda hevalzewacê wan wê tevî wan nîbe. Dewsa wê yekê, ku bi wan giliya dilê wan bêşînin, wê hê baş be ku em bawer bin vê yekêda ku Yehowa wê destê xwe fire ke û “daxwaza her jiyandarî bi cîh” bîne (Zeb. 145:16, ÎM). Kê ku ser rûnkiriya rast dinihêrin, ew xwe xwey dikin ji xofiyê, demek ji “birayêd derew” yên ku dikarin hela hê jî bêjin, ku ewana rûnkirî ne. (Galt. 2:4, 5; 1 Yûhn. 2:19) w16.01 4:10, 11

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin