Îlon
Înî, 1 Îlon
[Birahîm] rabû çû wî cîyê ku Xwedê gotibûyê (Destp. 22:3).
Birahîm pêşiya ku ji xulamên xwe biqetiya, wanra got: “Hûn kerêva li vir bimînin, ez û kurikva heta dera han herin, hebandina xwe bikin û dîsa li ser weda vegerin” (Destp. 22:5). Bi vê yeke Birahîm çi dixwest bigota? Gelo Birahîm xulamên xwe dixapand çaxê digot, ku emê ser weda vegerin, ne axir ewî kurê xwe dibir ku bike qurban? Na. Kitêba Pîroz dibêje ku Birahîm derheqa çi difikirî (Îbrn. 11:19). Kitêba Pîrozda tê gotinê ku “Birahîm dilê xweda digot, ku Xwedê dikare Îshaq ji mirinê jî rake”. Belê, Birahîm bawer dikir ku Xwedê dikare mirî sax ke. Ewî zanibû ku ew û Sera emirda gelek mezin bûn, lê Yehowa bi qewata xwe usa kir ku wîra kur hate bûyînê (Îbrn. 11:11, 12, 18). Birahîm fem dikir ku bona Yehowa tiştekî çetin tune. Ew bawer bû ku wê rojê çi jî biqewime, yeke kurê wîyî hizkirî wê sax be, çimkî usa hemû sozên Yehowa wê bihatana sêrî. Lema Birahîm hate navkirinê “bavê hemû bawermendêd”! (Rom. 4:11) w16.02 1:3, , 13
Şemî, 2 Îlon
Xudan, bona navê xweyî mezin netewa [cimeta] xwe bernede (1 Sam. 12:22).
Yehowa Şawûl bijart ku bibe padşa. Çaxê Şawûl îda gura Xwedê nedikir, Yehowa ew înkar kir (1 Sam. 15:17-23). Lê yeke Yehowa derbêra wî ji text dûr nexist. Lê cimet dihate cêribandinê, ku hela wê Xwedêra amin bimînin yan na, çimkî padşa ku ser “texta Xudan” rûniştî ye, ji riya rast derket (1 Dîr. 29:23). Lê kurê Şawûl, Yonatan Yehowara amin ma. Em jî dikarin mîna Yonatan aminiya xwe Yehowara îzbat kin. Mesele, qedirê wan bigirin hukumetiya kîjana ku heye, hela hê hergê jî em difikirin ku ewana hêjayî vê yekê nînin. Çimkî Xwedê ewê yekê ji me dewa dike. Mesele hergê kesek dewletêda merivekî xirab e, yeke em qedirê hukumetiya wî digirin, çimkî em gerekê gura wanda bin (Rom. 13:1, 2). Bi rastiyê, her kes ji me dikare aminiya xwe bi wê yekê Yehowara îzbat ke, ku qedirê wan bigire kîjanara Yehowa hukumetî daye (1 Korn. 11:3; Îbrn. 13:17). w16.02 3:5, 6, 8
Led, 3 Îlon
Cimeta te wê bi rezedilî xwe tesmîlî te ke (Zeb. 110:3, DT).
Kitêba Pîrozda tê gotinê ku cimeta Xwedê, dêmek yên cahil jî, wê bi rezedilî bixwazin wîra xizmet kin (Zeb. 110:3). Lema ewê ku dixwaze bê nixumandinê gerekê bawer be, ku ew xwestina wîye şexsî ye. Çimkî dibeke tu nava rastiyêda hatî mezinkirinê, lema lazim e xwe kûr bicêribînî, hela ew xwestina te ye ku bêyî nixumandinê. Nava salada dibeke te dîtiye ku gelek meriv hatine nixumandinê, û nava wanda dibeke heval yan xûşk-birên teyî helal bûn. Hergê usa ye, tu gerekê fesal bî. Tu gerekê bifikirî, gelo tu dixwazî bêyî nixumandin seva vê yekê, çimkî cahilên din wî emirîda têne nixumandin. Tu ça dikarî bawer bî ku ser nixumandinê usa dinihêrî ça Yehowa dinihêre? Wede xwera bivîne ku bisekinî û bifikirî derheqa vê yekê, ku çira nixumandin usa ferz e. w16.03 1:11, 12
Duşem, 4 Îlon
Ewê ku dibihê bira bêje: “Were!” Ewê ku tî ye bira bê, ewê ku ava jîyînê dixwaze bira bêheq bistîne (Eyan. 22:17).
Çawa endemên civata Mesîhîtî, em ça dikarin hê pêşda herin û evê teglîfê bela kin? Emê bikaribin pêşda herin, hergê yektiyê xwey kin û civatêda hevkariyê bikin (Efes. 4:16). Seva ku çiqas dikarin gelekara mizgînê bela kin, em gerekê pêşda xwe hazir kin bona xizmetkirinê. Vê yekêda alî me dikin rêberiyên ku em civata xweda distînin. Paşî civata dannasînkirinê, em diçine xizmetkirinê û merivara gilî dikin derheqa mizgîna Padşatiyê. Em usa jî wanra bela dikin edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz. Cara rêberiyê didine me ku kampanyên xizmetkirinêda kar bikin. Çaxê hûn kar dikin wan kampanyada, bi vê yekê hûn yektiyêda nin tevî mîlyona xûşk û bira, yên ku evê mizgînê bela dikin. Hin jî, hûn hevkariyê dikin tevî milyaketa, yên ku alî cimeta Xwedê dikin belakirina mizgînêda (Eyan. 14:6). w16.03 3:4, 5
Sêşem, 5 Îlon
Kitêb vebûn (Eyan. 20:12).
Cimeta Îsraêlra lazim bûn rêberiyên teze, û Xwedê wanra bi Mûsa Qanûn da. Wede derbaz bû, civata Mesîhîra rêberî hate dayînê ku pê “qanûna Mesîh” bijîtana. Usa jî bona jîyîna dinya tezeda, emê rêberiyên teze bistînin. Kitêba Pîroz mera eyan dike ku dinya tezeda “kitêb” wê vebin, bi kîjana emê rêberiyên teze bistînin. Û hemû meriv, usa jî yên ku wê sax bin, wê ewan kitêba hîn bin, û bikaribin pêbihesin ku qirara Xwedê hindava wan çi ye. Bi wan kitêba dibeke emê hê zef pêbihesin derheqa Yehowa û fikirên wî. Usa jî, emê hê rind Kitêba Pîroz fem kin. Xêncî vê yekê, cinetêda hemûşk wê hindava hevduda bi hizkirin û bi qedir bin (Îşa. 26:9). Hela bidine ber çevê xwe, çaxê bin rêberiya Padşa Îsa Mesîhda, emê çiqas gelek tişt pêbihesin, û hin jî yên din hîn kin! Hergê em pey wan rêberiya herin ku wan “kitêbada” nivîsar in, û usa jî wedê cêribandina xilaziyê Yehowara amin bimînin, ew wê ese navê me “kitêba jîyînêda” binivîse. Dêmek emê emirê heta-hetayê bistînin. Ji vê çêtir çi dikare hebe. w16.03 4:19, 20
Çarşem, 6 Îlon
Hêviya min tu yî, ya Xudan Yehowa, ji cahiltiya xweda ez îtbariya xwe te tînim (Zeb. 71:5, DT).
Rûspiyên cêribandî dibêjin, ku ferz e bira bêne hînkirinê çaxê hê cahil in. Rûspî dikare hine şixul bide, anegorî salê wan. Hergê bira cahiltiya xweda têne hînkirinê, ew yek dikare alî wan bike. Lê ça? Çaxê ewana mezin bin jî, wê hiş-aqilê xwe bidine ser nêtên xwe, hela hê cêribandinada jî (Zeb. 71:17). Seva ku şagirt hêlan kin qulix bike, rûspî gerekê ne ku tenê jêra bêje çi bike, lê hê zêde. Usa jî, rûspî gerekê şiroveke, wekî çira ferz e ewî şixulî bikin. Wî cûreyî, rûspî wê çev bidin Îsa. Mamostayê Lapî Mezin, dêmek Îsa, gote şagirtên xwe wekî ewana dannasîn kin. Lê berê ewlin, ewî wanra şirovekir ku çira ewana gerekê gura wî bikin. Ewî got: “Hemû hukumê erd û ezmên minra hate dayînê. Niha herin hemû mileta hîn kin û wana bi navê Bav, Kur û ruhê pîroz binixumînin” (Met. 28:18, 19). w15 1/4 2:5, 6
Pêşem, 7 Îlon
Lê Xudan tevî min sekinî û qewat da min, . . . û ez ji devê şêr xilaz bûm (2 Tîmt. 4:17).
Bona mesîhiyê di qirna yekêda Romêda, ew wedekî xof bû. Romayî bi zulmî pey Mesîhiya diketin û şer avîtine mesîhiya. Wan wedê gelek çetinda, Pawlosê şandî kete kelê. Dibek ew dişirmîş dibû ku gelo birên wîye Mesîhî wê bêne hewara wî, çimkî hate bîra wî ku berê tu kesî alî wî nekir (2 Tîmt. 4:16). Lê ewî bawer dikir, wekî Yehowa wê qewatê bide wî, çi ku wîra lazim e seva teyax ke wê derecêda usa jî derecên axiriyêye çetinda. Ewî usa qayîm bawer dikir, ku nivîsî: “Xudan wê min ji her kirên xirab xilaz ke” (2 Tîmt. 4:18). Pawlos hîn bibû ku çaxê birên wî nikaribûn alî wî bikirana, ewî dikaribû îtbariya xwe Yehowa û Îsa bîne, wekî wê alî wî bikin. Wê yekêda ew tu car dudilî nedibû. w15 1/4 4:1-3
Înî, 8 Îlon
Ewê serê te bihincirîne (Destp. 3:15).
Çaxê Îsa hate bûyînê, Şeytan zanibû wekî ew zarok wê mezin be û bibe Mesîhiyê sozdayî. Gelo Şeytan dişirmîş dibû wekî kuştina zarê zulmî ye? Na. Qe talaşa wî jî nîne, ku çi rast e û çi nerast e. Ewî derbêra destpêkir bixebite, wekî zara biçûk, dêmek Îsa bikuje. Lê çawa? Çaxê padşa Hêrodes ji steyrnasa bihîst wekî “padşê” Cihûya hate bûyînê, ew gelek hêrsket û xwast zarok bikuje (Met. 2:1-3, 13). Lema, ewî ferman da wekî li Beytlehmê û dor-berê wê hemû zarên kurîn, yên du salî û ji wan biçûktir, bikujin (Met. 2:13-18). Îsa ji vê kuştina zulmî xilaz bû. Lê ew yek derheqa dijminê me Şeytan çi eyan dike? Şeytan emirê meriva qîmet nake. Hela hê derheqa zara jî talaşa wî nîne (1 Pet. 5:8). Ew rastî jî “şêr” e ku mire-mira wî ye. Tu car bîr nekin, wekî ew yekî ça zulm e! w15 1/5 1:10, 12, 13
Şemî, 9 Îlon
Ev . . . sozêd Xwedê nestandin. Ewana tenê ew soz dûrva dîtin (Îbranî 11:13).
Yehowa pêşkêşeke gelek baş daye me. Ew heye ew fereset, ku em dikarin wan tişta bidin ber çevê xwe çi ku me nedîtiye. Ew fereset alî me dike wekî hîviya tiştên baş bin axiriyêda, û usa jî pêşda safîkirina bikin û ji problêma birevin. Yehowa axiriyê zane, û ew mera gilî dike derheqa hine tiştên ku axiriyê wê biqewimin. Rast e em nikarin wan tişta bivînin, lê em dikarin bidine ber çevê xwe û bawer kin, ku ewana wê ese biqewimin (2 Kor. 4:18). Diya Samûyêl, Hannayê, timê dişirmîş dibû derheqa wê rojê, çaxê kurê xwe bîne li kon, wekî tevî keşîşa qulix bike. Ewê ne ku dida ber çevê xwe tiştekî ku wê neqewime, ewê safî kiribû ku wê usa jî bike. Hannayê çaxê ev roj dida ber çevê xwe, qewat distand, wekî sozê xweyî ku dabû Yehowa, xwey ke (1 Sam. 1:22). Hergê em sozên Yehowa didine ber çevê xwe, dêmek em ser wan tişta difikirin, kîjan ku wê ese biqewimin (2 Pet. 1:19-21). Bêşik dikarin bêjin ku gelek xizmetkarên Yehowaye berê jî, didane ber çevê xwe çi ku Xwedê soz dabû wan. w15 1/5 3:1-3
Led, 10 Îlon
Hebûka dewletî . . . bi dîtina wî mîna sûreke bilind e (Metlk. 18:11).
Kitêba Pîroz mera dibêje, ku em gerekê dîna xwe bidine wê yekê, ku ça dilê Yehowa şa kin, ne ku dişirmîş bin ku ça dewletî bin. Îsa got wekî merivê ku xwera xiznê top dike, lê Xwedê danayne ciyê pêşiyê emirê xweda, ew meriv bêaqil e. Ew meriv “di çevê Xwedêda ne dewlemend e” (Lûqa 12:16-21, ÎM). Çaxê em “xiznê xwera li ezmên” top dikin, bi kirên dilê Yehowa xweş tê, ew gelek şa dibe, û em jî bextewar in (Met. 6:20; Metlk. 27:11). Dêmek, heleqetiya baş tevî Yehowa hê gelek qîmet e, ne ku tiştekî din. Hergê em dixwazin vê dinêda dewletî bin, wê gelek xemên me hebin (Met. 6:19). Îsa got, ku wanara wê çetin be, yên ku timê derheqa pera xem dikin, Padşatiya Xwedê daynin ciyê pêşin emirê xweda (Met. 13:18, 19, 22). w15 1/5 4:15, 16
Duşem, 11 Îlon
Gava elaletê dît ku lala xeber dan, şilûşet qenc bûn, seqet geriyan û çevê kora vebûn, zendegirtî man (Met. 15:31).
Bi qewata Xwedê Îsa dikaribû gelek keremetên mezin bike. Ewî ne ku tenê kotî qenc dikir, lê dîsa cûre-cûre nexweşî. Roja îroyîn gelek hekîm, seva ku nexweşa qenc kin, organên merivê mayîn dikine dewsa organên merivê nexweş. Lê qewata Îsa digihîştê, ku xût organ yan ciyê nexweş qenc ke. Hin jî ewî derbêra meriv qenc dikirin û hela hê yên ku ji wî dûr bûn jî (Yûhn. 4:46-54). Ew yek mera çi eyan dike? Ew eyan dike, ku qewat û xwestina Îsa heye, wekî hemû nexweşiya kuta ke. Û çaxê em pêdihesin ku Îsa hindava meriva çawa bû, ew yek gumanê dide me, wekî dinya tezeda ew wê alî kesîb û hêsîra bike (Zeb. 72:13). Wî çaxî Îsa wê hemû nexweşa qenc ke, çimkî ew bi rastiyê dixwaze ewê yekê bike. w15 1/6 2:6
Sêşem, 12 Îlon
Navê te pîroz be (Met. 6:9).
Gelek meriv ezberî zanin dua, kîjan nivîsar e Metta 6:9-13-da. Çaxê em dannasîn dikin, em xeberên ji vî duayî didine xebatê. Mesele, em meriva hîn dikin ku Padşatî ew heye serwêrtiya Xwedêye rêalî, kîjan ku wê axiriyêda erdê bike cinet. Em usa jî, ji wî duayî didine xebatê ewan giliya “navê te pîroz be”, wekî merivara eyan kin ku navê Xwedê heye, û ku ew nav bona me gerekê pîroz be (Met. 6:9). Gelek meriv ewî duayî timê diwekilînin. Lê gelo Îsa dixwest wekî em hertim çaxê dua dikin, biwekilînin ew duayê wî? Na. Ewî got: “Gava ku hûn dua dikin, giliya dîsa û dîsa newekilînin” (Met. 6:7, DT). Careke din jî, çaxê Îsa şagirtên xwe hîn dikir ku çawa dua bikin, ewî ew duakirin wekiland, lê bi xeberên din (Lûqa 11:1-4). Dêmek, Îsa ew dua mera çawa mesele daye, wekî em hîn bin, ku derheqa çi gerekê dua bikin. w15 1/6 4:1, 2
Çarşem, 13 Îlon
Kî difikire ku ew miqerm sekinî ye, bira haş ji xwe hebe ku nekeve (1 Korn. 10:12).
Yehowa ruhê xweyî pîroz dide me, wekî alî me bike ku em nekevine telikên Şeytan. Ew bi Kitêba Pîroz û civata, pêşda elamî me dike derheqa telikên Şeytan. Mesele, ew pêşda dibêje ku em gerekê gelek wede, pere û qewata xwe xerc nekin, ser tiştên ku mera bi rastiyê ne lazim in. Êspên û Yana çawa pêşeng xizmet dikirin û niha du zarên wan hene. Êspên dibêje: “Em timê Yehowara dua dikin, wekî nekevine cêribandinê, çimkî em niha haqas wede xerc nakin, çawa ku berê me ser şixulê dannasînkirinê xerc dikir. Lema em ji Yehowa hîvî dikin, ku alî me bike, seva em ruhaniya xwe xwey kin û dannasînkirinêda xîret bin”. Telikeke din, ji kîjanî em gerekê birevin ew heye pornografîa. Hinek ketine telika pornografîayê, çimkî wana derbêra fikirên nerast ji serê xwe dernexistin. Lê gelek xûşk-birên me, xwe ji vê telikê xwey kirine û em jî dikarin xwe xwey kin (1 Korn. 10:13). w15 1/6 5:15, 16
Pêşem, 14 Îlon
Wî çaxî padşêd dinyayê, mezinêd wê, sereskerêd wê, dewletiyêd wê, egîtêd wê û hemû merivêd xulam û aza xwe şkeft û qeyêd çiyada veşartin (Eyan. 6:15).
Çi wê biqewime paşî kutakirina rêlîgiya qelp? Wî wedeyî wê eyan be, hela bi rastiyê dilê meda çi ye. Wî çaxî, gelek meriv wê ji “qeyêd çiyada”, dêmek ji teşkîletên meriva, xilazkirinê û alîkariyê bigerin. Lê cimeta Yehowa wê gumana xwe bide ser wî, ku ew wê wana xilaz ke. Çaxê qirna yekêda hucumkirina ser Orşelîmê “kin” bû, hingê ew wede ne bona hemû Cihûya bû, wekî ewana nişkêva bibûna Mesîhî. Lê ew wede bona Mesîhiya bû, seva ku ewana ji Orşelîmê birevin, çawa ku Îsa temî da wan. Axiriyêda jî wê usa bibe. Çaxê hucumkirina Babîlona mezin “kin” be, em gerekê hîviyê nîbin ku gelek meriv nişkêva bibine Mesîhiyên rast. Dewsa wê yekê ew wede, wê mecal be bona qulixkarên rast, seva ku ewana îzbat kin hizkirina xwe hindava Yehowa û alî rûnkiriya bikin (Met. 25:34-40). w15 1/7 2:7
Înî, 15 Îlon
Eva bextewarîk e, heger yek bona xatirê Xwedê cîkî heqî-neheq zelûliyê dikişîne û sebir dike (1 Pet. 2:19).
Em gişk zanin ku qulixkarên Yehowa çawa cimeteke yektiyêda ne, lema jî em gerekê tu car usa nefikirin ku cîk yan jî welatek ji cî yan welatê din baştir e. Lê neferên mala te yan kesekî din, dikarin hêlana bidine te ku tu borcdarî hiz bikî wî cîyî kîderê tu hatî bûyînê. Lema jî diqewime cara tu ser merivên ji milet, kûltûra yan zimanê din, nebaş bifikirî. Lê çi dikare alî te bike ku nihêrandina xwe biguhêzî? Bifikire ser wê yekê, ku çawa Yehowa dinihêre ser wan kê qure dibe ji bo welatê xwe, yan jî kê difikire ku ew hê baş e, ne ku kesên din. Hê zêde lêkolîn bike derheqa vê pirsê. Û paşê ji Yehowa hîvî ke, seva ku tu bi nihêrandina wî, ser meriva binihêrî (Rom. 12:2). Em dixwazin bi îsafa temiz Yehowara qulix bikin. Lema jî cara em dikarin ji merivên din gelek cude bin û bikevine çeva, mesele tevî kê em dixebitin yan hîn dibin, yan jî ji cînarên xwe, yan ji merivên meyî nêzîk. w15 1/7 3:14, 15
Şemî, 16 Îlon
Ûnis zikê hûtda gazî Xudan Xwedê xwe kir (Ûns. 2:1).
Yehowa dua-dirozgên meye bi dil dibihê. Hin jî çaxê tu kes nikare me fem ke, lê Yehowa me fem dike. Cabên wî ser duakirinên me îzbat dikin, ku hizkirina wî hindava me kuta nabe. Em dikarin gelek tişt hîn bin ji dua, kîjan ku di Kitêba Pîrozda hene. Û wê gelek kêrhatî be, ku cara ser qulixkirina tevî malbetê, derheqa wan dua şêwir kin. Çaxê em bifikirin ser duayên qulixkarên Yehowayî berê, duayên me wê hê baş bin. Mesele, em dikarin ser duakirina Ûnis bifikirin, çaxê ew di zikê mesiyê mezinda bû (Ûns. 1:17–2:10). Em usa jî dikarin bifikirin ser duayê Silêmane bi dil û can, çaxê ewî wedê tesmîlkirina paristgehê dua kir (1 Padş. 8:22-53). Usa jî gelek kêrhatî ye, ku bifikirin ser duakirina Îsa (Met. 6:9-13). Timê bira “xwestina we . . . Xwedêva eyan be”. Bi wê yekê “edilayîya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirêd we . . . xwey ke” (Fîlî. 4:6, 7). w15 1/8 1:11, 12
Led, 17 Îlon
Gura wanda bin (Îbrn. 13:17).
Dinya tezeda emê gelek şa bin, çaxê pey rêberiya teşkîleta Yehowa herin, ku erdê bikine cineta bedew, û alî wan bikin û hîn kin yên ku wê vegerine jîyînê. Yehowa wê gelek şixul bide me. Lê emê xwe ça kifş kin, hergê yên cabdar ji me hîvî kin, ku wan tişta bikin, çi ku em hiz nakin? Gelo emê gura wana bikin? Gelo emê wî şixulî rind bikin û pêra şa bin? Seva ku hazir bin bona jîyîna dinya tezeda, em gerekê îda niha guh bidine rêberiya teşkîleta Yehowa. Hergê em dixwazin hazir bin bona jîyîna dinya tezeda, em gerekê hîn bin ku qayîl bin û şixulkariyê bikin tevî teşkîleta Yehowa û tevî hevdu. Mesele, çaxê mera şixulekî teze didin em gerekê hazir bin, ku hevalşixulkariyê bikin û hemû tiştî bikin, seva ku bextewar û razî bin. Hergê em niha tevî yên cabdar şixulkariyê bikin, emê dinya tezeda jî usa bikin. w15 1/8 3:6, 7
Duşem, 18 Îlon
Jinên wîye [pûtparist] dilê wî berbi xudanên din zivirandin ... û Silêman tiştên xirab li ber çevê Yehowa destpêkir bike (1 Padş. 11:4, 6, DT).
Hevaltiya xirab ser Silêman hukum bû, lema Yehowara amin nema (1 Padş. 11:1-6). Hergê ew yek tevî Silêman qewimî, tevî me her kesî jî dikare biqewime. Û lema, em gerekê qe nefikirin jî, ku bizewicin tevî wan kê Yehowa hiz nake! Lê çi em dikarin bêjin derheqa wan meriva, kîjan ku pêşiya bibûna qulixkarên Yehowa, zewicî yan mêrkirî bûn tevî nebawera? Kitêba Pîroz dibêje: “Kulfetno, gura mêrê xweda bin, wekî ji wan hinek jî, heger guhdariya xeberê nakin, bi pergaliya jinêd xwe, bê gotin jî bêne ser baweriyê” (1 Pet. 3:1). Hilbet, ew şîret bona wan mêra ye jî, jinên kîjana ku qulixkarê Yehowa nînin. Dêmek Kitêba Pîroz şîretê dide ku Mesîhî mêr yan jina baş be, û zewacêda prînsîpên Kitêba Pîroz bide xebatê. Paşê, çaxê jin yan mêrê wê ku Mesîhî nîne, bivîne ku ew aliyê başda hatiye guhastinê, ew jî dibeke wê bixwaze Yehowara qulix ke. Gelek cotên zewacêda ew yek dîtine. w15 1/8 4:15, 16
Sêşem, 19 Îlon
Kesê hişsivik bi her gotinêva bawer dibe, lê belê yê aqil jî hesabê gava xwe ya davêje dike (Metlk. 14:15).
Îro hine nexweşî hene, ku qenckirinên wan eyan nînin. Lema jî em gerekê fesal bin bona wan qenckirina, yan jî dermana, kîjan ku îzbatkirî nîne ew qenc dikin yan na. Pawlos nivîsî: “Bira berbihêriya we hemû merivava eyan be” (Fîlî. 4:5). Berbihêrî alî me dike, ku em hê zêde dîna xwe bidin ser qulixkirina xwe Yehowara, ne ku ser emir û sihet-qewata xwe. Hergê emirê meda sihet-qewata me ciyê pêşin bigire, wî çaxî em dikarin îda tenê derheqa xwe bifikirin (Fîlî. 2:4). Em zanin, ku di vê dinyayêda em nikarin bi kamilî sihet-qewat bin. Lema jî bawer be, ku emirê teda qulixkirina te Yehowara ya lape ferz e (Fîlî. 1:10). Her kes gerekê xwexa safîkirina bike bona sihet-qewata xwe, û xwexa jî cabdar e bona safîkirina xwe. w15 1/9 2:8, 10
Çarşem, 20 Îlon
Ronayî û rastîya Xwe bişîne, bira ewana rêberîya min bikin (Zeb. 43:3).
Yehowa “Xwedayê rastiyê” ye (Zeb. 31:5, ÎM). Ew gelek dixwaze me rastiyê hîn ke derheqa xwe. Ew usa jî me hîn dike ku çawa wîra qulix kin û çawa bi jîyîna lape baş bijîn. Lê ewî mera çi eyan kiriye û bi wê yekê ça mera daye kifşê, ku me zef hiz dike? Ya ewlin Yehowa mera derheqa xwe gilî dike. Ew dixwaze, ku em wî nas kin (Aqûb 4:8). Û lema ew mera navê xwe eyan dike. Rastî jî, navê wî di Kitêba Pîrozda ji hemû navên din zeftir nivîsar e. Yehowa usa jî mera gilî dike, ku ew Kesekî ça ne. Çaxê em ser efirînên wî dinihêrin, em fem dikin, ku ew çiqas gelek qewat e û bîlan e (Rom. 1:20). Û çaxê em Kitêba Pîroz dixûnin, em pêdihesin, ku ew heq e, û ku ew me çiqas zef hiz dike. Çaxê em pêdihesin, ku Yehowa çiqas baş e, em hê nêzîkî wî dibin. w15 1/9 4:8, 9
Pêşem, 21 Îlon
Yehowa wê destê Xudan, li ser qûlên [xizmetkarên] wî bête xuyanî bûn (Îşa. 66:14).
Gelek meriv difikirin, ku talaşa Xwedê nîne ewana çi dikin. Ewana difikirin ku bi rastiyê xema Xwedê nîne, ku çi serê wan diqewime. Mesele, çaxê Fîlîpînêda sala 2013 meha Teşrînê, firtoneke mezin qewimî ew welat nîvê zef kuta bû, serekkomarê şeherekî Fîlîpînêyî mezin giliyên usa got: “Xwedê dibeke wî çaxî cîkî din bû”. Hine meriv jî difikirin, ku Xwedê nikare bivîne ku ewana çi dikin (Îşa. 26:10, 11; 3 Yûhn. 11). Wedê Pawlos jî, hine meriv usa difikirîn. Pawlos derheqa wana usa got: “Wana nexwest Xwedê zanebûna xweda xweykirina”. Ewana merivne neheq, zulm, tima û xirab bûn (Rom. 1:28, 29). Lê em çi dikarin bêjin derheqa xwe? Em zanin ku Yehowa hemû tiştî divîne, çi ku em dikin. Lê gelo em bawer dikin ku ew bona me xem dike? Gelo em destê wî jîyîna xweda divînin? w15 1/10 1:1-3
Înî, 22 Îlon
Ezê jî baweriyê bi kirinêd xweva nîşanî te kim (Aqûb 2:18).
Lape baş, ku ça em dikarin baweriya xwe bidine kifşê, ew heye xizmetkirin. Gelo çira? Çimkî çaxê em mizgîniyê bela dikin em eyan dikin ku em bawer dikin, wekî xilazî nêzîk e û ku “ew dereng namîne” (Hebq. 2:3). Seva ku pêbihesin hela baweriya me qewî ye, em dikarin pirsê bidine xwe: “Gelo belakirina mizgînê bona min çiqas ferz e? Gelo ez çi ku dikarim, hemû tiştî dikim, seva ku merivara derheqa Xwedê gilî kim? Gelo ez mecala digerim, seva ku hê zêde Yehowara xizmet bikim?” (2 Korn. 13:5). Were em baweriya xwe bidine kifşê, bi vê yekê ku “xilazbûnê” elam kin, dêmek mizgînê bela kin (Rom. 10:10). Em baweriya xwe didine kifşê, usa jî çaxê tengasiya teyax dikin. Hergê problêmên me hene, mesele, nexweşî, diltengî, dêprêsiya, kesîbbûn yan problêmên din, em gerekê bawer bin, ku Yehowa û Îsa wê alî me bikin (Îbrn. 4:16). Û em baweriya xwe hindava Yehowa didine kifşê çaxê alîkariyê ji wî dixwazin. w15 1/10 2:12-14
Şemî, 23 Îlon
Ruhê Pîroz . . . her tiştêd ku min wera gotine, wê bîne bîra we (Yûhn. 14:26).
Dibeke usa biqewime ku Kitêba Pîroz bê qedexekirinê û ev bal te tune be, yeke tu kes nikare tera qedexe ke, ku tu bifikirî ser wan tişta, kîjan ku bîra teda nin, mesele rêzên ji Kitêba Pîroz kîjan ku tu hiz dikî, yan jî kilamên Padşatiyê (Kar. Şand. 16:25). Û ruhê Xwedêyî Pîroz wê alî te bike, ku bînî bîra xwe wan tişta çi ku hîn bûyî, û ev yek wê alî te bike ku amin bimînî. Tu ça dikarî usa bikî ku Kitêba Pîroz her roj bixûnî? Niha îda hazir be û wede xwera başqe qe seva bixûnî û bifikirî ser bernama xwendina Kitêba Pîroz ya heftiyê. Usa jî wede xwera başqe ke seva bixûnî çar kitêbên pêşin ji Mizgînî, dêmek Metta, Marqos, Lûqa, Yûhenna û bifikirî ku Îsa çi digot û çi dikir (Rom. 10:17; Îbrn. 12:2; 1 Pet. 2:21). Edebyeteke me jî heye, kîderê ku qewimadinên ji jîyîna Îsa têne gilîkirinê û usa jî hatine rêzkirinê, ku ewana kengê û ça qewimîne. Ew edebyet dikare alî te bike, ku hê karê bistînî ji xwendina wan çar kitêba (Yûhn. 14:6). w15 1/10 4:11, 12
Led, 24 Îlon
Min hûn dost hesab kirin, çimkî her tiştêd ku min ji Bavê xwe bihîstin weva dane eyankirinê (Yûhn. 15:15).
Îsa bona şagirtên xwe tenê axa nîbû, ew usa jî hevalê wan bû. Wedê berê, axa tevî xulamên xwe derheqa fikirên xwe yan jî hestên xwe xebernedidan. Lê Îsa tevî şagirtên xwe usa nîbû. Ewî ewana hiz dikirin û wede tevî wan derbaz dikir. Wîra hewas bû ku wanra fikirên xwe û hestên xwe gilî ke, û çaxê wana jî fikirên xwe û hestên xwe gilî dikirin, ewî guh dida wan (Marq. 6:30-32). Ji bo wê heleqetiyê ewana bûne hevalên Îsaye gelek nêzîk, û hazir bûn bona wî şixulî, kîjan ku gerekê axiriyêda bikirana. Îsa zanibû ku hergê xîreta şagirtên wî hebe bona Yehowara xizmet kin, û hergê ewana nava şixulê belakirina mizgînêda gelek kar bikin, ewana wê bi rastiyê bextewar bin. Lema jî ewî şagirtên xwe hêlan kir, ku gelek kar bikin di şixulê xizmetiyêda, û ewî soz da wan ku wê alî wan bike (Met. 28:19, 20). w15 1/11 2:3, 5
Duşem, 25 Îlon
Hevalê xwe weke xwe hiz bike (Met. 22:39).
Hizkirin hunurê Yehowayî sereke ye (1 Yûhn. 4:16). Efirînê wîyî pêşiyê Îsa Mesîh, bi mîlyarda sala tevî Bavê xwe li ezmana bû, û didît ku Yehowa Xwedê çiqas bi hizkirin e (Kols. 1:15). Îsa jî hizkirina usa dida kifşê temamiya jîyîna xweda, ça li ezmana usa jî ser erdê. Dêmek, em dikarin bawer bin ku Yehowa û Îsa wê timê bi hizkirin serwêrtiyê bikin. Çaxê kesekî ji Îsa pirsî ku kîjan temî ye lape girîng, Îsa got: “‘Xudan Xwedêyê xwe hiz bike bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe’. Ev e temiya pêşin û here mezin. Û ya duda jî mîna vê ye: ‘Hevalê xwe weke xwe hiz bike’” (Met. 22:37-39). Gelek ferz e hemû heleqetiyada hizkirinê bidine kifşê. Îsa got ku em gerekê Yehowa û usa jî hevalê xwe hiz bikin. w15 1/11 4:1-3
Sêşem, 26 Îlon
Çi ku pêşda kitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê (Rom. 15:4).
Yehowa timê tevî meriva ser zimanê Îbranî xebernedida. Çaxê Îsraêlî ji dîltiya Babîlonêda aza bûn, hinek ji wana ser zimanê Aramîyî xeberdidan. Dibeke lema Daniyêl, Yêremya, û Ezra hine par ji Kitêba Pîroz ser zimanê Aramîyî nivîsîn. Çaxê Îskenderê Mezin dinya nîvê zef kire bin destê xwe, zimanê Koînê, dêmek Yûnanî gelek welatada bû zimanê sereke. Gelek Cihûya destpêkirin xeberdin ser zimanê Yûnanî, û axiriyêda Nivîsarên Îbranî hate welgerandinê ser zimanê Yûnanî. Ew welgerandin hate navkirinê “Sêptûagînt”. Ew welgerandina Kitêba Pîroz ya pêşiyê û ya lape ferz bû. Êkspêrt bawer dikin ku “Sêptûagînt” 72 welgera welgerandin. Hinek welgera ji zimanê Îbranî xeber pey xeber welgerandin, lê yên din usa nedikirin. Lê yeke, Cihûyên ku ser zimanê Yûnanî xeberdidan û usa jî Mesîhiya bawer dikirin ku ev “Sêptûagînt” Xebera Xwedê ye. w15 1/12 1:4-6
Çarşem, 27 Îlon
Dîna xwe bidine pirîske agir, çi daristaneke mezin dikare bişewitîne! (Aqûb 3:5).
Aqûb dibêje: “Ziman jî agirek e” (Aqûb 3:6). Bi “ziman” em dikarin xeberdin. Û gotina me jî mîna agir dikare bibe meniya gelek ziyana. Giliyên me dikarin gelek qayîm ser meriva hukum bin. Kitêba Pîroz dibêje ku gotina me dikare hela hê jîyînê yan mirinê bide (Metlk. 18:21). Lê gelo ew tê hesabê ku em gerekê tu tiştî nebêjin, tenê ji bo vê yekê ku dibeke tiştekî xirab ji devê me derê? Hilbet na. Rast e agir dikare me bişewitîne, lê ew nayê hesabê ku em gerekê agir nedine xebatê. Dewsê, em gerekê agir fesal bidine xebatê. Mesele, em dikarin agir bidine xebatê seva ku xwarinê çêkin, xwe germ kin, û ku ronayî hebe. Usa jî ziman, hergê em xeberdana xweda fesal in, em ewî feresetî dikarin bidine xebatê seva ku Yehowa rûmet kin û karê bînin yên dinênara (Zeb. 19:14). Yehowa feresetê usa daye me, ku em dikarin fikirên xwe û hestên xwe bidine kifşê yan bi xeberdanê yan bi nîşankirina desta. Em gereke ewê pêşkêşê bidine xebatê seva ku meriva dilgerm kin (Aqûb 3:9, 10). w15 1/12 3:1-3
Pêşem, 28 Îlon
Lûqayê doxtorê delal li we silav dike (Kols. 4:14).
Diqewime ku Lûqa alî Pawlosê û yên din dikir, çaxê ewana di rêwîtiya xweye mîsyonêrtîda nexweş diketin (Galt. 4:13). Çawa ku Îsa got, “saxlem ne hewcê hekîm in, lê nexweş” (Lûqa 5:31). Lûqa ne ku tenê ew meriv bû, yê ku hiz dikir şîreta bide derheqa sihet-qewatê. Ew bi profêsiya xwe hekîm bû. Kitêba Pîrozda nayê gotinê ku kîderê yan kengê Lûqa profêsiya xwe hîn bû. Lê tê gotinê ku Pawlos ji aliyê Lûqada pirs-silav şande Kolosyara. Ji vê yekê tê kifşê ku dibeke Lûqa mekteba mêdîsînayê di Lawdikyayêda hîn bûye, kîjan ku nêzîkî Kolosyayê bû. Usa jî, çaxê Lûqa kitêba Karên Şandiya û Lûqa nivîsî, ewî xeberên mêdîsînayê da xebatê. Û çimkî ew hekîm bû, di nivîsarên xweda ewî gelek qewimandin nivîsî, çaxê Îsa meriv qenc dikirin. w15 1/12 4:11, 12
Înî, 29 Îlon
Şikir ji Xwedê bona wê dayîna wîye ku nayê gotin (2 Korn. 9:15).
Çaxê Yehowa Kurê xweyî tayê tenê şande ser erdê, bi wê yekê Ewî ji hizkirinê pêşkêşeke lape mezin da me! (Yûhn. 3:16; 1 Yûhn. 4:9, 10). Pawlosê şandî ew pêşkêşa Xwedê nav kir ça pêşkêşa ku “nayê gotin”. Pawlos zanibû ku Xwedê wê bi saya qurbana Mesîh hemû sozên xweyî qîmet ese bîne sêrî. Ew pêşkêşa Xwedê ku “nayê gotin” dide kifşê rem û hizkirina wî, kîjan ku ewî bi saya qurbana Îsa mera da kifşê. Bi rastiyê ew pêşkêş usa girîng e, ku meriv nikare qîmetê wê bi xebera bêje. Ew pêşkêşa qîmet ça gerekê ser me hukum be? Ew pêşkêş gerekê me hêlan ke ku em çi bikin? Gelo ew hizkirina mezin ku hindava te dane kifşê, wê te hêlan ke wekî emirê xwe biguhêzî? Gelo tuyê hê merd bî û bi hizkirinê tije bî hindava meriva, û hela hê hêsa bibaxşînî wan kê te dixeyîdîne? Bîr nekin wekî pêşkêşa ku Yehowa bi saya Mesîh da me, ji hemû pêşkêşa qîmettir e. (1 Pet. 3:18) w16.01 2:1, 2, , 4, 5
Şemî, 30 Îlon
Ba li ku derê dixwaze radibe. Tu dengê wî dibihêyî, lê nizanî ew ji ku tê û kuda diçe. Her kesê ku ji Ruh dibe jî usa ye (Yûhn. 3:8).
Hinek ku hatine bijartinê çawa rûnkirî, dibeke pirsên usa didine xwe: “Çira ez hatime bijartinê? Çira ez, ne ku kesekî din?” Ewana dikarin hela hê bifikirin jî, ku ewana hêja nînin bona vê bijartinê. Lê ewana tu car dudilî nînin ku hatine bijartinê. Dilê wan bi şabûn û razîbûna mezin tije ye. Ewana texmîn dikin vê yekê çi ku Pawlos got: “Şikir ji Xwedêra, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ku ji rema xweye pir, careke din em dinê xistin, bi rabûna Îsa Mesîhe ji miriya, wekî bibine xweyê gumana sax û wan soz-qirarêd nebetale nerizî û neçilmisî war bin. Ewana li ezmana wera xweykirî ne” (1 Pet. 1:3, 4). Çaxê rûnkirî ewan giliya dixûnin, ewana bêşik zanin, ku bi wan giliya Bavê wanî ezmana tevî wan şexsî xeberdide. w16.01 3:11, 12