KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es19 rûp. 7-17
  • Çile

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çile
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2019
  • Binserî
  • Sêşem, 1 Çile
  • Çarşem, 2 Çile
  • Pêşem, 3 Çile
  • Înî, 4 Çile
  • Şemî, 5 Çile
  • Led, 6 Çile
  • Duşem, 7 Çile
  • Sêşem, 8 Çile
  • Çarşem, 9 Çile
  • Pêşem, 10 Çile
  • Înî, 11 Çile
  • Şemî, 12 Çile
  • Led, 13 Çile
  • Duşem, 14 Çile
  • Sêşem, 15 Çile
  • Çarşem, 16 Çile
  • Pêşem, 17 Çile
  • Înî, 18 Çile
  • Şemî, 19 Çile
  • Led, 20 Çile
  • Duşem, 21 Çile
  • Sêşem, 22 Çile
  • Çarşem, 23 Çile
  • Pêşem, 24 Çile
  • Înî, 25 Çile
  • Şemî, 26 Çile
  • Led, 27 Çile
  • Duşem, 28 Çile
  • Sêşem, 29 Çile
  • Çarşem, 30 Çile
  • Pêşem, 31 Çile
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2019
es19 rûp. 7-17

Çile

Sêşem, 1 Çile

Merivê xirab heqîyê fem nakin (Metlk. 28:5).

Îro em dijîn xilaziya rojên axiriyêda û em divînin wekî merivên xirab hê zêde mîna “şînayê digihîjin” (Zeb. 92:7). Lema ecêbmayî nîne ku meriv qanûn û prînsîpên Xwedê pişt guhê xweva davêjin. Lê gelo ça vê derecêda em dikarin “hindava xirabiyêda mîna zara bin”, lê yeke “hişê xweda gihîştî bin”? (1 Korn. 14:20). Caba vê pirsê, rêza vê rojêda em dixûnin, kîderê tê gotinê: “Yê Xudan digerin, tam fem dikin”. Ew tê hesabê ku ewana dikarin her tiştî fem kin çi jî lazim e, seva Yehowa xweş bên. Metelok 2:7, 9-da jî tê gotinê, wekî Yehowa “bona rasta” bîlaniyê xwey dike. Û bi saya wê yekê kesên rast dikarin “rastiyê, qirarê, heqîyê” û “serda jî her şiverîyêd qenc” fem bikin. Nuh, Daniyêl û Îbo, merivne bîlan bûn (Hezql. 14:14). Ewê yekê em dikarin bêjin derheqa cimeta Xwedêye îro jî. Lê xût derheqa xwe tu dikarî bêjî, wekî “tam” fem dikî her tiştî çi jî lazim e, seva dilê Yehowa şa kî? Bona vê yekê lazim e wî rind nas bikî. w18.02 8 ¶1-3

Çarşem, 2 Çile

Bi navê Xudan Îsa hatine nixumandinê (Kar. Şand. 19:5).

Ev yek nerast e hergê kesek zorê zara xwe bike yan jî tevî kê hînbûnê derbaz dike, wekî bê nixumandinê. Yehowa tu car zorê me nake, ku em jêra xizmet kin (1 Yûhn. 4:8). Çaxê meriva hîn dikin, em gerekê wanra nîşan kin ku gelek ferz e ewana heleqetiya xweye şexsî tevî Yehowa qewî kin. Paşê, çaxê ew kes rastiya derheqa Xwedê qîmet ke û bixwaze ewan borcdariya bîne sêrî, kîjan ku lazim in seva bibe Mesîhî, ewê hêlan be bê nixumandinê (2 Korn. 5:14, 15). Seva meriv bê nixumandinê, qanûn tune ku ew gerekê çend salî be. Her meriv cûrekî ye, hinek zû ruhanîda pêşda diçin hinek jî hêdî-hêdî. Roja nixumandinê, rojeke şabûnê ye. Lê vê rojê usa jî meriv gerekê kûr bifikire derheqa borcdariyên xwe çawa Mesîhî, çimkî hêsa nîne meriv hemû dewakirina bîne sêrî, kîjan ku Mesîhî gerekê bikin. Lema jî Îsa borcdariya Mesîhîtî beramberî nîr kir. Şagirtên Îsa gerekê bijîn “îdî ne ji bo xwe, lê belê ji bo wî, yê ku ji bo wan mir û hat rakirin” (2 Korn. 5:15; Met. 16:24). w18.03 6-7 ¶14-17

Pêşem, 3 Çile

Mêvanhiziyê bîr nekin, çimkî hineka bi wê yekê milyaket qebûl kirin, lê pê nehesiyan (Îbrn. 13:2).

Qe usa qewimiye ku we xwe paş xistiye gazî mêvana kin? Hergê erê, dibeke we ew mecal berda ku wedê xweş derbaz kin û hevalên baş qazanc kin. Bi rastî çaxê em mêvanhiz in, ew ça derman e miqabilî vê yekê çaxê xwe tenê texmîn dikin. Lê gelo çira hinek xwe digirin ku gazî mêvana kin? Were em çend meniya şêwir kin. Menîk ew e ku xizmetkarên Yehowa betal nînin û gelek cabdariyên wan hene. Lema jî hinek difikirin ku bona mêvanhiziyê wede û qewata wan tune. Hergê hûn usa difikirin, diqewime wera lazim e tiştekî biguhêzin seva wedê we bimîne ku gazî mêvana kin, yan jî xwexa mêvantî herin. Ew yek ferz e, çimkî Kitêba Pîroz mera dibêje, wekî em gerekê mêvanhiz bin. Dêmek mêvanhizî ew tiştekî rast e, lema jî seva vê yekê dibeke lazim e tiştên neferz bidine alîkî. w18.03 16 ¶13-14

Înî, 4 Çile

Gerekê ez bajarêd dinda jî Mizgîniya Padşatiya Xwedê bidim, çimkî ez bona wê yekê hatime şandinê (Lûqa 4:43).

Gelo kê ye mesela lape mezin aliyê ruhanîda? Ew heye Îsa! Ewî temamiya emirê xweda û xizmetiyêda îzbat kir, wekî dixwaze bi temamî çev bide Bavê xwe Yehowa. Ewî her tiştîda, mesele xeberdanêda, fikir û kirên xweda çev dida Yehowa. Ewî li gora qirar û prînsîpên Xwedê dijît (Yûhn. 8:29; 14:9; 15:10). Besa xeberê, dîna xwe bidinê kitêba Îşayada ça dilşewatiya Yehowa tê kifşê, û beramber kin ku kitêba Marqosda ça dilşewatiya Îsa tê kifşê (Îşa. 63:9; Marq. 6:34). Lê gelo em çev didine Îsa, û timê hazir in dilşewat bin hindava merivên ku hewcê vê yekê ne? Îsa usa jî wedê xwe û qewata xwe bi temamî xerc dikir ser şixulê belakirina mizgîniyê. Ew hemû xeyset-hunur û kirên wî, nîşan dikin ku ew yekî ruhanî bû. w18.02 21 ¶12

Şemî, 5 Çile

Zarêd xwe . . . bi şîret û hînkirina Xudan mezin kin (Efes. 6:4).

Vê dinya xirabda hêsa nîne zarên xwe mezin kin (2 Tîmt. 3:1-5). Zar ji bûyîna xwe rastî û xirabiyê ji hev dernaxin, û îsafa wan jî hînkirî nîne (Rom. 2:14, 15). Zandarekî Kitêba Pîroz şirovekir, wekî xebera Yûnanî ku tê welgerandinê “şîretkirin”, dikare usa jî bê hesabê “mezinkirina zara”. Zarên ku bi hizkirinê têne şîretkirinê, xwe xweykirî texmîn dikin. Ewana pêdihesin ku azayêda sînor hene, û ku her safîkirin û rabûn-rûniştin, yan axiriya baş yan jî axiriya xirab tîne. Lema jî gelek ferz e, ku dê-bav mezinkirina zarada rêberiya Yehowa bigerin. Eyd-qeydên mezinkirina zarada cûre-cûre welatada cûre-cûre ye. Lê dê-bavên ku guh didine Xwedê, gelek berxwe nakevin ku çawa zarên xwe mezin kin û vê pirsêda çev nadine bîlaniya vê dinyayê. w18.03 30 ¶8-9

Led, 6 Çile

Bona xilazbûna xwe bi xof û tirs bixebitin (Fîlî. 2:12).

Çawa Mesîhiyê nixumandî û cahil, tu xwexa bona xilazbûna xwe cabdar î, hergê jî tu hê tevî dê-bavê xwe dijîyî. Çira ferz e vê yekê bîr nekî? Çimkî tuyê rastî cêribandinên teze bêyî. Qîzikeke cahil ev yek usa şirovekir: “Hergê zar mektebêda kerî totika ku bona roja bûyînê ye, nexwe, ew wê bîna xwe teng neke ku ew Şedê Yehowa ye û lema naxwe. Lê paşî çend sala çaxê ew mezin dibe û xwestina sêksûalî qewî dibe, hingê ew gerekê qe dudilî nebe, wekî safîkirina lape baş ew e, ku gura qanûnên Yehowa bike”. Yên mezin jî ku hatine nixumandinê, rastî cêribandinên usa hatine ku ne jî hîviyê bûn. Besa xeberê, rastî çetinayên zewacêda tên, problêmên sihet-qewatêva girêdayî, yan jî xebatêda. Em çend salî bin jî, yeke emê rastî çetinaya bên, kîderêda wê lazim be aminiya xwe Yehowara xwey kin (Aqûb 1:12-14). w17.12 24 ¶4-5

Duşem, 7 Çile

Heger hûn hêrs kevin, guna nekin (Efes. 4:26).

Hine meriv ketine halê mîna ya Dawid. Lê Dawid ku hevalê Xwedê bû, îzin neda xwe ku bibe yekî zulm û xwe ji Xwedê biqetîne. Lê dewsê ewî nivîsî: “Hêrs nekeve, neqilqile, bînteng nebe ku xirabiyê bikî” (Zeb. 37:8). Meniya lape mezin ku çira em gerekê “hêrs” nekevin, ew e ku em çev didine Yehowa, yê ku “weke guneyêd me, serê me nake” (Zeb. 103:10). Hêrsbûn dikare sihet-qewata me xirab ke, mesele, tansiyona xûnê dikare bilind be û problêmên bînkişandinêva girêdayî pêşda bên. Usa jî ew xirab hukum dike ser cegerê û ciyê mehandina xwarinê. Çaxê em hêrs in, em tevhev dibin û gelek car rast nafikirin. Û çaxê hêrsa me dirêj dikişîne, em dikarin ser gelek wext bikevine dêprêsiyê. Hê baş e hergê em hêrsê xwey nekin, çimkî ew yek bona kara me ye. Kitêba Pîroz dibêje ku “dilê rihet jîyîna bedenê ye” (Metlk. 14:30). Lê gelo çawa em dikarin çetinayî orta xûşk yan bira safî kin û li hev bên? Em gerekê şîretên Kitêba Pîroz bidine xebatê. w18.01 10 ¶14-15

Sêşem, 8 Çile

Tê dîyarê mirîyada min nehêlî, ne jî bihêlî aminê Te goristên bibîne (Zeb. 16:10).

Bi wan giliya Dawid nedixwest bigota ku ew wê tu car nemire yan jî tu car nekeve gorê. Xebera Xwedê zelal dibêje ku Dawid kal bû, û çaxê ew mir, “bi bapîrên xwera raket û li bajarê hate binerd kirin [çelkirinê]” (1 Padş. 2:1, 10). Hergê Dawid mir û hate çelkirinê, wekî usa ne ev rêz derheqa kê ye? Paşî çend heftiya mirin û saxkirina Îsa, Petrûs şirovekir ku Zebûra 16:10-da derheqa kê dihate gotinê. Hine wede şûnda paşî rabûna Îsa ji mirinê, Petrûs tevî bi hezara Cihûya û prozêlîta xeber dida (Kar. Şand. 2:29-32). Ewî gote wan, wekî Dawid bi rastiyê miribû û wî çel kiribûn. Ewên ku guhê xwe dabûne Petrûs, haş wê yekê hebûn. Usa jî çaxê Petrûs got wekî Dawid “ev yek hê pêşda dît û bona rabûna Mesîh got”, Kitêba Pîrozda nayê gotinê ku kesek tevî wî qayîl nîbû. Petrûs giliyên xwe îzbat kir bi rêza ji Zebûr 110:1 (Kar. Şand. 2:33-36). Şirovekirina Petrûs, elaleteke mezin da bawerkirinê, ku Îsa “hin . . . Xudan, hin jî Mesîh” bû. Cimetê fem kir ku pêxembertiya ji Zebûr 16:10, hate sêrî çaxê Îsa ji mirinê rabû. w17.12 10 ¶10-12

Çarşem, 9 Çile

Gişk bi hejmarê û bi weznê hatin dayîn û hemûya weznê wê çaxê hatin nivîsandin (Ezr. 8:34).

Ew yek ku çawa Koma Rêberiyê perê teşkîletê xerc dike, aminî û serwaxtî dide kifşê (Met. 24:45). Ewana dua dikin, wekî wan pera ku têne qurbankirinê rast xerc kin (Lûqa 14:28). Qirna yekêda, Pawlosê şandî pere top kir, wekî alîkarî bide xûşk-birên Cihûstanêda. Ewî aliyê xweda her tişt kir seva ew pere rast bê xerckirinê, “ne ku tenê li ber Xudan, lê li ber meriva jî” (2 Korn. 8:18-21). Îro jî teşkîleta me çev dide Ezra û Pawlosê şandî vê yekêda, ku rast û bi aqilayî qurbankirina xerc dike (Ezr. 8:24-33). Salên paşwextiyêda, hebûn gelek proêktên teze. Lema jî teşkîlet her tiştî dike, wekî xerc diha kêm bin û xebat jî sivik be. Bi wî cûreyî pê perê weyî qurbankirî ku hûn bi merdaniyê didin, hê zêde şixul tê kirinê. w18.01 19-20 ¶12-13

Pêşem, 10 Çile

Bira edilayîya Mesîh serwêrtiyê nêt-fikirêd we bike (Kols. 3:15).

Hizkirin û qencî dikare alî me bike ku bibaxşînine hev. Mesele, hergê xûşk yan birak pê gilî yan kirên xwe dilê me êşandiye, hingê em dikarin bifikirin ku me jî gelek car pê gilî û kirên xwe meriv dane xeydandinê û wana baxşandiye me. Em çiqas razî ne bona hizkirin û qenciya wan, ku wana çevên xwe dadane ser şaşiyên me! (Waîz 7:21, 22). Îlahî em çiqas razî ne bona qenciya Îsa, ku ew me dike yektiyê. Em gişk Xwedêkî hiz dikin, mizgînîkî bela dikin, û gelek çetinayên me mîna hev in. Çaxê em pê hizkirinê bi dil û can dibaxşînine hev, nav civatêda tifaqî dimîne û em çevê xwe ser xelatê hilnadin. Hevsûdî dikare rê me bigire ku xelatê bistînin. Serhatiyên Kitêba Pîroz nîşan dikin ku ev xeyseteke xof e. Mesele, Qayîn ji hevsûdiyê birê xwe Habîl kuşt. Qorax, Datan, û Abîram hevsûdî Mûsa kirin û miqabilî wî rabûn. Şawûl Padşa jî hevsûdî Dawid dikir, çimkî ev pêşda diçû, û dixwest wî bikuje. w17.11 27 ¶9-10

Înî, 11 Çile

Tu bigere, enene ke û rind pê bihese (Qan. Dcr. 13:14).

Çaxê rûspî komîtêya dîwankirinêda xizmet dikin, ewana gerekê fesal bin û têderxin hela ew Mesîhî ku gunê giran kiriye bi rastiyê gunê xwe tîne rûyê xwe yan na. Lê hêsa nîne vê yekê têderxin. Tobekirina rast tê hesabê ku meriv ça dinihêre û çi difikire derheqa kirê xwe û dilê wîda çi ye (Eyan. 3:3). Mesîhiyê ku gune kiriye, gerekê helal tobe bike seva aliyê Xwedêda bê baxşandinê. Yehowa û Îsa dilên meriva divînin, lê rûspî nikarin dila bivînin. Hergê hûn rûspî ne, hûn ça dikarin têderxin kê bi rastiyê tobe dike? Pêşiyê, bona bîlaniyê û femkariyê Yehowara dua bikin (1 Padş. 3:9). Ya duda, Xebera Xwedê û edebyetên ji xulamê amin, lêkolîn bikin, seva têderxin “berxweketina ji vê dinyayê” û “berxweketina li gora xwestina Xwedê”, dêmek tobekirina helal (2 Korn. 7:10, 11). Dîna xwe bidin ku Kitêba Pîroz ça eyan dike wan meriva yên ku bi rastiyê gunên xwe tînin rûyê xwe û yên ku qelp tobe dikin. Bifikirin ku Kitêba Pîroz ça fikir, nihêrandin û rabûn-rûniştina wan eyan dike. w17.11 17 ¶16-17

Şemî, 12 Çile

[Zar] bibine . . . ne gura dê-bavada (2 Tîmt. 3:2).

Ev yek usa belabûyî ye îro, wekî hela hê kitêbada, fîlmada, û têlêvîsyonêda jî berbi neguhdariyê hêlan dikin. Neguhdarîbûn malbetê sist dike, heleqetiya orta nefera sar dike, û xirab hukum dike ser tifaqiya orta meriva. Meriv vê yekê îda berêda zanin. Mesele, Yûnanistana berêda hergê kesek dê-bavê xwe xista, ça bajarvan îzina wî kesî hemû tiştîda unda dibû. Lê Romêda hebû qanûn ku hergê kesek bavê xwe xista, ew beramberî kuştinê bû, dêmek gunekî gelek giran dihate hesabê. Çawa Nivîsarên Îbranîda usa jî Nivîsarên Yûnanîda temî hene ku zar gerekê qedirê dê-bavê xwe bigirin (Derk. 20:12; Efes. 6:1-3). Lê gelo ça zar dikarin çev nedine wan, yên ku ne gura dê-bavada nin? Ewana gerekê bifikirin ku dê-bav çi emek dane wan. Çaxê ewana emekê dê-bavê xwe bişêkirînin, ewana wê diha bixwazin gura wanda bin. Zar usa jî gerekê fem bikin ku Xwedê, Bavê hemûya, ji wana dewa dike wekî gura dê-bavê xweda bin. Çaxê zar derheqa dê-bavê xwe baş xeber didin, ew yek wê bona cahilên din bibe mesela baş, ku ewana jî qedirê dê-bavê xwe bigirin. w18.01 29 ¶8-9

Led, 13 Çile

Wê mirov mîna cîhê ku ji bayê xwe vedişêre û li dijî rêjnê mîna cîhekî girtî; li cîhê şorex, mîna avên ku diherikin, wê li warê ku diwestîne bibe mîna siya zinara mezin (Îşa. 32:2).

Îro, hergê Mesîhî gunê giran kiriye, ew gerekê here bal rûspiya, seva ku ewana wî ruhanîda qenc kin. Gelo çira ew yek ferz e? Ya pêşin, xwexa Yehowa cabdarî da rûspiya, wekî gunên giran safî kin, û Xebera wî ewê yekê zelal dide kifşê (Aqûb 5:14-16). Ya duda, rûspî alî wî kesî dikin ku dîsa qebûlkirina Xwedê bistîne û îda gune neke (Galt. 6:1; Îbrn. 12:11). Ya sisiya, rûspî cabdar in û hînkirî ne, ku dilbîniyê bidine wan yên ku tobe dikin, wekî ewana xwe neçerçirînin seva gunê xwe û êşa wan sivik be. Yehowa wan rûspiya nav dike ça cî-sitara ku “ji bayê . . . vedişêre” (Îşa. 32:2). Belê, ew temî ku Yehowa daye, dide kifşê wekî ew ça rem e hindava me. Gelek xizmetkarên Xwedê dilrihet bûne çaxê nêzîkî rûspiya bûne û alîkarî ji wana xwestine. w17.11 10 ¶8-9

Duşem, 14 Çile

Şîret . . . dêşîne (Îbrn. 12:11).

Rast e dilê me dişewite gava merivê meyî nêzîk ji civatê tê derxistinê, lê bêy meniya ferz em gerekê tevî wî xeber nedin ne pê têlê, ne pê nemê, yan êmaîlê û ne jî malperada. Lê baweriya xwe unda nekin. Hizkirin “her gav bawer dike”, lema em baweriya xwe unda nakin wekî ewên ku Yehowa hîştine, dîsa vegerine bal wî (1 Korn. 13:7). Hergê hûn divînin ku ew merivê we tê guhastinê û nihêrandina xwe diguhêze, hûn dikarin bona wî dua bikin, wekî ew ji Kitêba Pîroz qewatê bistîne û qebûl ke vê teglîfkirina Yehowa: “Vegere [bal] min” (Îşa. 44:22). Îsa got ku hergê em meriva hê zêde hiz kin ne ku wî, em nikarin bibine şagirtên wî. Lê ew bawer bû ku şagirtên wî wê mêrxas bin û amin bimînin, çaxê neferên wan bona rastiyê pey wan kevin. Hergê rastiyê “şûr” aniye mala we, îtbariya xwe Yehowa bînin ku ewê alî we bike hûn sebir kin û qewî bimînin (Îşa. 41:10, 13). Şabûna xwe unda nekin, çimkî hûn zanin ku Yehowa û Îsa we qebûl dikin, û wê bona aminiya we ese we kerem kin. w17.10 16 ¶19-21

Sêşem, 15 Çile

Dilşewatiyê . . . li xwe wergirin (Kols. 3:12).

Çaxê em divînin ku meriv çiqas diçerçirin ji bo nexweşiya yan jî ji bo kal-pîrbûnê, gunê me wana tê û em dixwazin alî wan bikin. Belê, em gelek hîviya wî wedeyî ne, çaxê nexweşî û kal-pîrbûn îda tune bin, û em dua dikin wekî Padşatiya Xwedê bê. Lê heta ew wede bê, em dixwazin çiqas destê me tê alîkariyê bidine wan, yên ku hewce ne. Dîna xwe bidin qewimandinekê ku avtorek nivîsiye. Diya wîye emirda mezin, bi nexweşiya Altsgêymêrê nexweş bû. Carekê, ewê pêra negîhandibû here destavê û kincên xwe kiribû qirêj. Çaxê ewê dixwest xwe temiz ke, zengilê derî xistin. Ew Şedên Yehowa bûn, yên ku timê dihatine cem vê jinikê. Xûşka ji wê pirsîn hela tiştekîda alîkarî jêra lazim e. Jinikê wanra got: “Minra şerm e bêjim, lê erê”. Evan du xûşka alî wê kirin ku xwe temiz ke. Paşê, wana jêra çay çêkirin û tevî wê xeber didan. Kurê jinikê gelek razî bû. Ewî nivîsî: “Eferim wan Şedên Yehowara. Ewana çi hîn dikin, xût usa jî dijîn”. Lê dilşewatî we hêlan dike ku çiqas dikarin alîkariyê bidine kal-pîra û nexweşa? (Fîlî. 2:3, 4). w17.09 9, ¶5; 12 ¶14

Çarşem, 16 Çile

Ne ku em bi xeber yan zarê xwe hiz bikin, lê bi kira û rastiyê (1 Yûhn. 3:18).

Em gerekê bi dil û can şixulên baş bona xûşk-bira “dizîva” bikin, dêmek wekî tu kesîra neyê kifşê, û dîna wana nekişînin ser xwe (Met. 6:1-4). Em usa jî gerekê qedirê hemûya bigirin (Rom. 12:10). Îsa mesele mera hîşt ku çawa qedir û hurmetê nîşan kin. Ewî şixulên usa dikir ku nimiz bûn (Yûhn. 13:3-5, 12-15). Belê, hêsa nîne milûk û şkestî bin, lema lazim e ser xwe gelek bixebitin, wekî qedir nîşan kin hindava meriva. Pêşiya ku şandiya ruhê pîroz bistandana, wana bi temamî fem nedikir ku çira Îsa ev yek kir û ça çev bidine wî (Yûhn. 13:7). Em dikarin qedir nîşan kin hindava xûşk-bira, hergê xwe ser wanra negirin. Besa xeberê, hergê me xwendina bilind standiye, yan em dewletî ne, yan jî civatêda cabdariyên me hene, em ber wan xwe qure nakin (Rom. 12:3). Hin jî çaxê payê kesekî didin, em çevnebariyê nakin, lê dewsê tevî wan şa dibin hergê jî em difikirin ku payî mera jî dikeve. w17.10 9 ¶9-10

Pêşem, 17 Çile

Van hemû tişta ez îdî bona Mizgîniyê dikim, wekî ez bibime heval-parê dua-dirozgêd ser wê (1 Korn. 9:23).

Gelek xûşk-bira texmîn kirine ku çaxê ewana xizmetiyêda Xebera Xwedê didin xebatê, ew dilê meriva hê digire û baş ser wan hukum dike. Were meselekê şêwir kin. Birakî me mêrikekî emirda mezinra bi sala jûrnalên me dibir û ewî mêrikî timê ew jûrnal dixwendin. Carekê ewî birayî safî kir ne ku tenê jûrnala “Birca Qerewiliyê” bide wî, lê rêzeke Kitêba Pîroz jî bixûne kîjan vê jûrnalêda kifşkirî bû. Ewî 2 Korintî 1:3, 4 wîra xwend kîderêda tê gotinê: “Bavê dilşewatiyê û Xwedêyê hemû berdiliyê . . . nava hemû telî-tengiyada dil dide ber me”. Ew rêz usa dilê wî mêrikî girt, wekî ewî gote birê me ku cara duda bixûne. Ewî got ku ew û jina wî gelek hewcê berdiliyê bûn û ew hê zêde dixwaze derheqa Kitêba Pîroz pêbihese. Belê, rastî jî qewata Xebera Xwedê gelek zor e (Kar. Şand. 19:20). w17.09 26 ¶9-10

Înî, 18 Çile

Destê xwe dirêj bike ku, bidî hestî û goştê wî. Wê li ber wecê te, naletê [nifirê] li te bike (Îb. 2:5).

Milyaketên amin wê ser kirên Şeytan hêrs ketana û tevhevbûna. Lê Yehowa xwe girt. Ewî Şeytanra caba fikirandî da û bi heqiyê xwe da kifşê hindava raberîbûna wî. Yehowa lez neket hêrsa xwe birêje (Derk. 34:6; Îb. 2:2-6). Lê çira? Yehowa hîşt wekî wede derbaz be, çimkî naxwaze tu kes bimire, lê “dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin” (2 Pet. 3:9). Mesela Yehowa me hîn dike ku heta em tiştekî bêjin yan bikin, lazim e lez nekevin û pêşiyê bifikirin. Îlahî çaxê em gerekê safîkirineke ferz bikin, wede xwera bivînin seva bifikirin. Xwedêra dua bikin seva bîlaniyê bide we ku rast xeber din û tiştên rast bikin (Zeb. 141:3). Çaxê em hêrs dikevin yan jî bîna xwe teng dikin, hingê çetin dibe xwe bigirin. Lema cara em poşman dibin gava ji hêrsê giliyên nebaş dibêjin yan jî tiştên nerast dikin (Metlk. 14:29; 15:28; 19:2). w17.09 4 ¶6-7

Şemî, 19 Çile

[Tac] deyne serê kahînê mezin Yêşûyê lawê Yehotsadak (Zeker. 6:11).

Gelo ev dihate hesabê ku Yêşû kahînê mezin, bû padşa? Na, Yêşû ji zureta Dawid nîbû, lema jêra nediket ku bibe padşa. Ew yek ku tac danîne ser serê wî pêxembertî bû, ku axiriyêda kahînek wê bibe padşa û kahînê heta-hetayê. Ev kahînê mezin ku wê bibe padşa, navê wî hatibû danîn Çîl. Kitêba Pîroz zelal dide kifşê ku Çîl, ev heye Îsa Mesîh (Îşa. 11:1; Met. 2:23). Belê, Îsa Padşa û Serekkahîn e. Ew rêberê ordiya milyaketên Yehowa ye. Îsa giran dixebite seva ku vê dinya xirabda cimeta Xwedê bi temamî xweykirî be (Yêrem. 23:5, 6). Îsa piştgiriya serwêrtiya Yehowa dike, û lema zûtirekê ew wê hemû serwêrên dinyayê kuta ke û cimeta Xwedê xilaz ke (Eyan. 17:12-14; 19:11, 14, 15). Lê heta ev roj bê, Îsa, dêmek Çîl, şixulekî mezin dike. w17.10 29 ¶12-14

Led, 20 Çile

We merivê kevin kirêd wîva ji ser xwe êxistiye (Kols. 3:9).

Hûnê çi bikin hergê kincê we qirêj bûye, yan hela hê jî bîna mirdar tê? Hûnê derbêra ewî kincî bêxin, usa nîne? Bi wî cûreyî, çaxê em divînin ku kirên me yan xeyset-hunurên me Xwedê xweş nayên, em gerekê derbêra destpêkin xwe biguhêzin, dêmek bi sîmbolîk wan tişta ji xwe bêxin. Derheqa wê yekê Pawlos şîreteke usa da Mesîhiya: “Van hemûya ji xwe dûr xin”. Yek ji wan kirên xirab kîjana Pawlos got, ew heye bênamûsî (Kols. 3:5-9). Xebera orîjînal ku hate welgerandinê ça “bênamûsî”, tê hesabê heleqetiya sêksûal orta du meriva ku bi qanûnî zewacêda nînin û homosêksûelî. Pawlos Mesîhiyara got, wekî her “xwestinêd dilê xwe” hindava bênamûsiyê “bikujin”. Giliyê Pawlos, ku got “bikujin”, dide kifşê wekî hêsa nîne vê yekê bikin. Lazim e zef ser xwe bixebitin, şer bikin, seva ev xwestinên xirab kokêva nav xwe derxin. Belê, ev çetin e, lê em dikarin wî şerîda serkevin. w17.08 18 ¶5-6

Duşem, 21 Çile

Ezê hîviya Xwedê xilazkarê xwe bim (Mîx. 7:7, DT).

Derecên ku îro rastî me tên, mîna derecên wedê Mîxa pêxember in. Ew wedê padşatiya Ahazda dijît, çaxê hemû cûre korûpsiya hebû. Ahaz padşakî gelek zulm bû. Cimetê jî xwe xirabiyê digirt û “karê xirabda” destên wan bi xîret bû (Mîx. 7:1-3). Mîxa fem dikir ku ew pê qewata xwe nikare ewan derecên xirab biguhêze. Hergê baweriya me mîna ya Mîxa ye, emê bi dil û can hîviya Yehowa bin. Mesele, girtiyê kelêda kîjan ku hîviya roja ceza xwe ye, bixwaze nexwaze gerekê hîviya vê rojê be, lê ew ne jî dixwaze ev roj bê. Lê dereca me usa nîne. Em bi dil û can hîviya Yehowa ne, çimkî zanin ku ew wê wededa sozê xwe bîne sêrî û jîyîna heta-hetayê bide me! Lema jî “bi dûmika dirêj” û bi şabûnê sebir bikin (Kols. 1:11, 12). Lê hergê em bêsebir bin û bikine kute-kut ku çira Yehowa lez nakeve, ew yek wê wî xweş neyê (Kols. 3:12). w17.08 4 ¶6-7

Sêşem, 22 Çile

Xudan dest davêje belengaza (Zeb. 147:6).

Gelo em ça dikarin alîkariya Yehowa bistînin? Heleqetiya me gerekê tevî wî qewî be. Bona vê yekê em gerekê milûk û şkestî bin (Sêfn. 2:3). Merivên milûk îtbariya xwe Yehowa tînin, ku ew wê her neheqiyê rast ke û wê xilaziya tengasiya wan bîne. Merivên usa Yehowa xweş tên û ew wana qebûl dike. Xwedê “nepaka deverûya tîne dike xalî” (Zeb. 147:6b). Belê, em nexwazin ew yek bê serê me. Lema hergê em dixwazin Yehowa alîkariyê bide me, em gerekê nefret kin çi ku ew nefret dike (Zeb. 97:10). Mesele, bênamûsî gerekê ber çevê me reş be. Ew tê hesabê ku em xwe ji her tiştî dûr bigirin, çi ku dikare me bive berbi bênamûsiyê, besa xeberê pornografya (Zeb. 119:37; Met. 5:28). Nehêsa ye miqabilî wan tişta şer bikin, lê ew yek hêja ye, çimkî emê keremên Yehowa bistînin. Lê wî şerîda em gerekê alîkariya Xwedê bigerin, ne ku ser xwe bawer bin. Em gerekê xwe li Yehowa bigirin û lavayî wî bikin wekî alî me bike. w17.07 19-20 ¶11-13

Çarşem, 23 Çile

Yê ku alîkariya kesîb dike, ew deyn dide Xudan (Metlk. 19:17).

Dibeke em xwexa nikarin xizmet kin ça xizmetkarên hertim, yan jî derbazî wî cîyî bin kîderê hewcetî heye, lê em pera qurban dikin û bi vê yekê em alî xûşk-birên din dikin xizmetiyêda. Mesele, perê ku tê qurbankirinê, alîkariyê dide seva edebyet hebin û şixulê belakirina mizgîniyê pêşda here welatên kesîbda, kîderê ku gelek meriv têne nava rastiyê. Besa xeberê, Kongoda, Madageskarêda, û Rwandayêda, Kitêba Pîroz gelek biha ye. Meriv gerekê weke heftêkê yan mehekê bixebite, seva Kitêba Pîroz bikire. Û bi sala xûşk-birên wêderê dijbartin, yan xwarinê bikirin seva neferên xwe, yan jî Kitêba Pîroz. Lê niha bi alîkariya perequrbankirina xûşk-bira, “zêdeya” ku heye “kêmasiya” tijî dike, û teşkîleta Yehowa Kitêba Pîroz weldigerîne û neşir dike bona hemû neferên malbetên wan û usa jî bona wan yên ku Kitêba Pîroz hîn dibin (2 Korn. 8:13-15). w17.07 9 ¶11

Pêşem, 24 Çile

Kurê min, serwaxt be û dilê min şa ke, ku ez bikaribim caba qardarêd xwe bidim (Metlk. 27:11).

Serhatiya Îbo me dilgerm dike, çimkî dide kifşê ku aminiya me badîhewa nîne. Hin jî hergê em kul-derda dikişînin, ew nayê hesabê ku Yehowa me qebûl nake. Xêncî vê yekê, em wedê tengasiya dikarin Yehowara nîşan kin, wekî em piştgiriya hukumetiya wî dikin. Çaxê em sebir dikin û qewî dimînin, dilê Yehowa şa dibe, û hin jî baweriya me bona axiriyê hê qewî dibe (Rom. 5:3-5). Serhatiya Îbo îzbat dike, wekî Yehowa “çiqasî îsaf û rem e!” (Aqûb 5:11). Belê, em gerekê qe dudilî nebin ku Yehowa wê hin me xelat ke û hin jî hemûşka yên ku piştgiriya serwêrtiya wî dikin. Zanebûna vê yekê wê alî me bike “her tiştîda bi dûmika dirêj sebir bikin” û şabûna xwe unda nekin (Kols. 1:11). Belê, dîna me gerekê ser vê yekê be, ku piştgiriya serwêrtiya Yehowa bikin. Lema jî wedê çetinaya ferz e timê bînin bîra xwe, ku çiqas ferz e piştgiriya serwêrtiya Xwedê bikin. w17.06 26 ¶15-16

Înî, 25 Çile

Hevza xwe ji timayê bikin (Lûqa 12:15).

Îro hiş-aqilê gelek meriva tenê ser tişta ye, mesele ewana pey modê dikevin, pey tiştên elektronîk, û dîsa pey gelek tiştên din. Bona wan hebûk û pere ji her tiştî ferztir in. Lema jî Mesîhî gerekê timê xwe bicêribîne hela xwestinên wî çi ne. Mesele, pirsên usa bidine xwe: “Gelo bona min çi hê ferz e û ser çi ez hê zef wede xerc dikim? Gelo dibeke ez diha zef wedê xwe ser tişta xerc dikim, mesele timê digerim û dinihêrim erebên teze yan tiştên dine modêrn, lê hê kêm wedê min dimîne seva xwe hazir kim bona civatê? Dibe ku ser şixulên herrojî wedê min hê zef xerc dibe, lê hindik wede xerc dikim ser dua yan jî xwendina Kitêba Pîroz?” Hergê we têderxist ku hiş-aqilê we diçe tenê ser tişta, û hizkirina we hindava Îsa sar dibe, hûn gerekê guh bidin wan giliyên Îsa, ku rêza vê rojêda em dixûnin. Îsa got ku “tu kes nikare du axara xulamtiyê bike”. Paşê Îsa zêde kir: “Hûn nikarin hin Xwedêra, hin jî hebûkêra xulamtiyê bikin”. Belê, usa nabe ku herdu axara amin bimînin (Met. 6:24). Em gişk gunekar in, lema jî mera lazim e şer bikin miqabilî xwestinên xweye bedenê, dêmek usa jî miqabilî hizkirina hindava hebûkê (Efes. 2:3). w17.05 25-26 ¶15-16

Şemî, 26 Çile

Hemû tişta ez îdî bona Mizgîniyê dikim, wekî ez bibime heval-parê dua-dirozgêd ser wê (1 Korn. 9:23).

Rast e em gunekar in û lema çawa derdanên herî ne, lê mizgîniya ku em bela dikin xizne ye. Çira? Çimkî xizmetî dikare jîyîna heta-hetayê hin bide me, hin jî bide wan meriva yên ku guh didine me. Pawlos xizmetiya xwe gelek hiz dikir û hemû tişt dikir ku meriva bîne ser riya rastiyê (Rom. 1:14, 15; 2 Tîmt. 4:2). Evê yekê alî wî kir ku wedê zêrandinên qayîm ewî sebir kir û amin ma (1 Têsln. 2:2). Lê em ça dikarin hizkirina xwe hindava xizmetiyê nîşan kin? Pawlos xizmetî gelek hiz dikir. Ewî her mecal dida xebatê seva merivara mizgîniyê gilî ke. Em jî mîna şandiya û Mesîhiyên qirna yekê hemû ciya mizgîniyê bela dikin, mesele derva, mal bi bal û ciyên ku gelek meriv top dibin (Kar. Şand. 5:42; 20:20). Çiqas destê me tê, em dixwazin hê zêde xizmet kin, mesele, ça pêşengê komekdar yan ça pêşengê hertim. Yan jî dibeke em zimanê teze hîn dibin, ji şeherê xwe derbazî şeherekî din dibin, yan hela hê jî welatê din (Kar. Şand. 16:9, 10). w17.06 10-11 ¶8-9

Led, 27 Çile

Hemû çiya û girav ji ciyêd xwe hejiyan (Eyan. 6:14).

Heçî zef xirabî ku vê dinyayêda diqewimin ji teşkîleta tên. Mesele, teşkîletên rêlîgî mîlyona meriva dixapînin. Ewana Xwedê nerast derdixin, Kitêba Pîroz nerast şirovedikin, û derheqa axiriya erdê û însanetê nerastiyê dibêjin. Dîsa hene teşkîletên usa ku şera gur dikin û firqiyê dikine orta mileta, û bona vê yekê gelek şer-dew pêşda tên. Merivên sist û pişta kîjana tune, têne zêrandinê. Hin jî ew teşkîlet ruşetê hildidin û tenê merivên xwe qebûl dikin û alî wan dikin. Xêncî wan teşkîleta, hene korporasiyên tima, yên ku erdê xirab dikin û rêsûrsên tebiyetê vala dikin. Ew korporasiya, merivên dilsax dixapînin seva bîznêsa xwe pêşda bivin û paşê cêva hine meriva tije kin. Lê bi mîlyona meriv îro kesîbbûnêda nin. Kitêba Pîroz pêxembertiyê dike, wekî hemû serwêrtî û teşkîletên ku wanva girêdayî ne, wê bêne kutakirinê (Yêrem. 25:31-33). w17.04 11 ¶7-8

Duşem, 28 Çile

Ezê rojên kurên wîda ewê belayê bînim ser mala wî (1 Padş. 21:29, DT).

Yehowa, yê ku “dila dicêribîne”, hindava Ahab rastî jî rema mezin da kifşê (Metlk. 17:3). Gelo ew safîkirina Xwedê ça hukum bû ser neferên Nabot, yên ku haş ji zulmiya Ahab hebûn? Baweriya nefer û hevalên Nabot dikaribû bihata cêribandinê, çimkî ewana hîviyê bûn ku Ahab wê heqê xwe bistîne. Lê milûktî wê alî wan bikira baweriya xwe unda nekin. Gelo çawa? Hergê ewana milûk bûna, wana wê berdewam kira dîsa Yehowara xizmet kirana û dudilî nebûna ku Xwedê nikare neheqiyê bike (Qan. Dcr. 32:3, 4). Çaxê Yehowa Nabot, kurên wî û malbeta wî ji mirinê rake, hingê ewana wê bi temamî heqiya Yehowa bivînin (Îb. 14:14, 15; Yûhn. 5:28, 29). Merivê milûk dudilî nîne ku Xwedê wê dîwana her tiştî bike, “dixwaze bira baş be yan jî xirab be, tevî her tiştên veşartî” (Waîz 12:14). Belê, çaxê Yehowa dîwanê dike, her tiştî hildide hesab, kîjan ku dibeke em haş pê tune ne. Lema jî seva em baweriya xwe hindava Yehowa unda nekin, lazim e em milûk bin. w17.04 24 ¶8-9

Sêşem, 29 Çile

Heval her gav hiz dike (Metlk. 17:17).

Ji bo halê dinyayê gelek xûşk-birên me ketine xerîbiyê. Ew yek hêsa nîne, çimkî hemû tişt dikeve ser stûyê wan. Bidin ber çevê xwe, ewana gerekê zimanê teze hîn bin, hînî qanûn û edetên welat bin, hin jî hîn bin çawa xercê welat dadin, çawa tişta bikirin. Xêncî vê yekê, ewana gerekê zara bivine mektebê, wana şîret kin û hîn kin. Ew hemû tişt çetin e. Lema jî em gerekê sebir bin hindava wan, qedirê wan bigirin û alîkariyê bidine wan (Fîlî. 2:3, 4). Cara ji bo merivên dewletê, xûşk-birên mera çetin e welatê tezeda civatê bivînin. Hine teşkîletên dewletê xûşk-birên me didine tirsandinê ku wê alîkariyê nedine wan. Ewana cara dikarin bêjin, ku hergê revî filan xebatê qebûl nekin seva civatên xwe bernedin, wê berî wan din ji welat derxin. Lê sed heyf hinek tirsiyan û mecbûr bûn xebatên usa qebûl kin. Lema jî çaxê xûşk-birên revî têne welatê me, gelek ferz e em derbêra wana bivînin û alîkariyê bidine wan. Usa ewana wê texmîn kin ku em bona wan xem dikin. Dilşewatiya me û alîkariya me dikare baweriya wan qewî ke (Metlk. 12:25). w17.05 5 ¶9-10

Çarşem, 30 Çile

Hizkirina geleka wê sar be (Met. 24:12).

Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî got ku nîşana “axiriya vê dinyayê” usa jî ew e, ku “hizkirina geleka wê sar be” (Met. 24:3). Û Cihûyên qirna yekêda, yên ku xwe cimeta Xwedê hesab dikirin, hîştin ku hizkirina wan hindava Xwedê sar be. Lê wî wedeyî, heçî zef Mesîhî bi xîret “mizgînî didan û hîn dikirin” derheqa Mesîh. Wana hindava xûşk-bira û nebawera jî hizkirin didane kifşê. Ewan Mesîhiya qayîm Xwedê hiz dikirin (Kar. Şand. 2:44-47; 5:42). Lê yazix, hizkirina hine Mesîhiyên qirna yekêda sar bû. Derheqa Mesîhiyên Efesîda yên qirna yekê, Îsa got: “Gazineke min li te heye, ku tu mîna berê min hiz nakî” (Eyan. 2:4). Gelo çi dikaribû bibûya meniya vê yekê? Diqewime ewana ketibûn ber bayê wan meriva, yên ku tenê derheqa xwestinên xwe difikirîn (Efes. 2:2, 3). w17.05 17 ¶1-3

Pêşem, 31 Çile

Derew sond nexwe û sondê xwe li ber Xudan bîne sêrî (Met. 5:33).

Yeftahê hakim û Hanna jina Elkana, hine tiştada mîna hev bûn. Herdu jî merivne baş bûn. Yeftah serokê qewî û eskerê mêrxas bû. Hanna kulfeteke guhdar, milûk û kevanîke baş bû. Ewana herdu jî Xwedêkîra xizmet dikirin. Lê dîsa hebû tiştek, çida jî ewana mîna hev bûn. Wana herda jî ber Xwedê sond xwaribûn û bi aminî sonda xwe anîne sêrî. Rastî jî wana meseleke baş hîşt bona wan, yên ku safî dikin ber Yehowa sond bixwin. Xebera sond ku Kitêba Pîrozda tê xebitandinê, tê hesabê sozê ferz ku meriv dide Xwedê. Mesele, ev meriv soz dide Xwedê, wekî wê filan tiştî bike, qurbanê yan jî pêşkêşê bîne, cûrê xizmetkirinê destpêke, yan jî soz dide wekî hine tişta wê terk bide. Meriv bi rezedilî û bi xwestina xwe sondê dixwe. Lê yeke ew sond ber çevê Xwedê pîroz e û ça peyman e. Ew mîna ad-qirarê ye, dêmek meriv Xwedêra soz dide, wekî ew wê filan tiştî bike yan jî filan tiştî neke (Destp. 14:22, 23; Îbrn. 6:16, 17). w17.04 3 ¶1-2

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin