KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es19 rûp. 67-77
  • Tîrmeh

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Tîrmeh
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2019
  • Binserî
  • Duşem, 1 Tîrmeh
  • Sêşem, 2 Tîrmeh
  • Çarşem, 3 Tîrmeh
  • Pêşem, 4 Tîrmeh
  • Înî, 5 Tîrmeh
  • Şemî, 6 Tîrmeh
  • Led, 7 Tîrmeh
  • Duşem, 8 Tîrmeh
  • Sêşem, 9 Tîrmeh
  • Çarşem, 10 Tîrmeh
  • Pêşem, 11 Tîrmeh
  • Înî, 12 Tîrmeh
  • Şemî, 13 Tîrmeh
  • Led, 14 Tîrmeh
  • Duşem, 15 Tîrmeh
  • Sêşem, 16 Tîrmeh
  • Çarşem, 17 Tîrmeh
  • Pêşem, 18 Tîrmeh
  • Înî, 19 Tîrmeh
  • Şemî, 20 Tîrmeh
  • Led, 21 Tîrmeh
  • Duşem, 22 Tîrmeh
  • Sêşem, 23 Tîrmeh
  • Çarşem, 24 Tîrmeh
  • Pêşem, 25 Tîrmeh
  • Înî, 26 Tîrmeh
  • Şemî, 27 Tîrmeh
  • Led, 28 Tîrmeh
  • Duşem, 29 Tîrmeh
  • Sêşem, 30 Tîrmeh
  • Çarşem, 31 Tîrmeh
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2019
es19 rûp. 67-77

Tîrmeh

Duşem, 1 Tîrmeh

Bin destê Xwedêyî zor ta bin, ku ew wextda we bilind ke (1 Pet. 5:6).

Şebna ciyê bilind digirt çimkî “li ser mala qiral bû”, diqewime ser mala Hizqiya (Îşa. 22:15). Lê yazix ew bû yekî babax û qure û dixwest gişk wî hurmet kin (Îşa. 22:16-18). Belê, Şebna rûmeta xwe digeriya, lema Xwedê ew ji ciyê wî avît û Êlyakîm da dewsa wî (Îşa. 22:19-21). Ew yek qewimî çaxê Padşê Asûrê Sanherîb miqabilî Orşelîmê derket. Hinek wede şûnda, ewî padşayî merivên xwe tevî ordiya mezin şand, seva ku Cihûya bitirsîne û Hizqiya bixalifîne (2 Padş. 18:17-25). Êlyakîm hate şandinê wekî tevî meriva xeber de. Ew tevî du meriva çû, û yek ji wan Şebna bû, ku îda ça alîkarçî xizmet dikir. Ji vê yekê tê kifşê, wekî Şebna çaxê ciyê xweyî bilind unda kir, hêrs neket û nebû yekî zulm. Eyan e ku ewî bi milûktî cabdariya nebilind qebûl kir. w18.03 25 ¶7-8, 10

Sêşem, 2 Tîrmeh

Bi saya ruhê pîroz bimeşin û hûnê xwestinêd binyata însên nekin (Galt. 5:16).

Hergê we têderxistiye ku hiş-aqilê we diçe ser hebûkê yan jî xwestinên bedenî, xwe egle nekin, ser xwe bixebitin. Timê ji Yehowa ruhê pîroz bixwazin, û ew wê alî we bike, wekî hûn nihêrandina xwe biguhêzin û hiş-aqilê xwe daynin ser tiştên ferz (Lûqa 11:13). Bînin bîra xwe Petrûsê şandî. Çend cara ewî tiştên usa kir ça merivekî neruhanî (Met. 16:22, 23; Lûqa 22:34, 54-62; Galt. 2:11-14). Lê ew dilteng nebû, û Yehowa alî wî kir. Hêdî-hêdî Petrûs hîn bû mîna Îsa bifikire û ewî nihêrandina xwe guhast. Em jî gerekê usa bikin. Petrûs paşê derheqa çend hunura got, kîjan ku dikarin alî me bikin (2 Pet. 1:5-8). Hergê em “her aliyava xîret kin” seva hunurên usa nav xweda pêşda bînin ça xwegirtin, sebir, û hizkirin hindava xûşk-bira, emê ruhanîda hê pêşda herin. Wê baş be em her roj pirseke usa bidine xwe: “Îro ez ser kîjan hunurî dikarim bixebitim seva ruhanîda pêşda herim?” w18.02 25-26 ¶12-13

Çarşem, 3 Tîrmeh

Ji mirazê xwe zêdetir gotinên devê wî veşartim (Îb. 23:12).

Îbo prînsîpên Xwedê rind fem dikir. Ewî bi rastiyê Yehowa nas dikir, û lema tiştên rast dikir. Besa xeberê, dîna xwe bidin ku Îbo zanibû, wekî ew wê nikaribe bêje ku Xwedê hiz dike, hergê hindava meriva xirab be (Îb. 6:14). Ewî tu car xwe ser merivara nedigirt, û nedifikirî wekî ew ji yên mayîn baştir e. Lê ew bi dil û eşq bû tevî hemûşka, ça tev yê dewletî usa jî tevî kesîba. Ewî got: “Ma yê min di zikê dayîkêda afirandiye, wî jî ne xuluqandiye?” (Îb. 31:13-22). Belê, ji vê yekê em divînin ku çaxê Îbo gelek dewletî û navdar bû, ew nebû yekî qure, û tu car yên din nimiz nedikir. Rastî ew çiqas cude dibe ji wan meriva, yên ku îro dewletî ne û hukumê wan heye! Îbo hela hê dilê xweda jî her cûrê pûtparistiyê înkar dikir. Ewî usa jî zanibû ku hergê pey hebûkê keve, wê “Xwedayê li jorê” înkar ke (Îb. 31:24-28). Îbo zewac ça sozekî pîroz hesab dikir. Ewî hela hê jî tevî çevê xwe peyman girêdabû ku pê çevê xirab ser qîza nenihêre (Îb. 31:1). w18.02 11 ¶16; 12 ¶18-19

Pêşem, 4 Tîrmeh

Nuh nava merivêd wî zemanîda merivekî r′ast û k′amil bû. Nuh rîya Xwedêda diçû (Destp. 6:9).

Nuh nedifikirî wekî bes e tenê merivekî baş be. Ewî usa jî “rastî dannasîn dikir”, û eyan gişkara digot derheqa baweriya xwe hindava Yehowa (2 Pet. 2:5). Pawlosê şandî got ku Nuh “bi wê baweriyê dîwana dinê kir” (Îbrn. 11:7). Bêşik dikarin bêjin ku hingê meriva qerfê xwe Nuh dikirin û pey diketin. Dibeke hela hê jî wî didane tirsandinê ku wê xirabiyê jêra bikin. Lê Nuh ji meriva neditirsiya (Metlk. 29:25). Nuh mêrxas bû, çimkî Yehowa mêrxasî dabû wî, çawa xizmetkarên xweyî aminra dide. Nuh paşî pênc qirna zêdetir riya Xwedêda diçû, û paşê Yehowa jêra got ku gemiya mezin ava ke, seva meriv û heywan wedê Sêlavê xilaz bin (Destp. 5:32; 6:14). Bona Nuh rastî jî nehêsa bû gemiya mezin ava ke. Lê ewî zanibû ku çetinayî wê ne ku tenê avakirina gemiyêda be, lê meriv jî wê diha zêde wî bikenin û miqabilî wî derkevin. Yeke ewan tişta rê wî nedigirtin, û ewî baweriya xwe Xwedê dianî û gura wîda bû. Nuh hema “usa jî kir” ça Xwedê jêra got (Destp. 6:22). w18.02 4 ¶4, 6-7

Înî, 5 Tîrmeh

Çawa qenc e, çawa xweş e, ku bira hevra yektîyêda ne! (Zeb. 133:1).

Em dikarin yektiyê xwey kin, hergê hizkirinêda çev bidine Yehowa, yê ku Xwedêyê hizkirinê ye (1 Yûhn. 4:8). Em tu car naxwazin bêjin ser xûşk-bira giliyên usa: “Ez gere wana sebir kim, çimkî xûşk-birên min in, lê ese nîne ez wana hiz bikim!”. Bifikirin ser şîreta Pawlos, yê ku got “hizkirinêda li ber hev daxin” (Efes. 4:2). Dîna xwe bidin, ewî ne got tenê “li ber hev daxin”, dêmek hev sebir kin, lê ewî got ku “hizkirinêda” vê yekê bikin. Dêmek firqî heye. Civata meda hemû cûre meriv hene kîjana Yehowa nêzîkî xwe kiriye (Yûhn. 6:44). Ewana dilê wî hatin, lema ewî wana nêzîkî xwe kir. Wekî usa ne, çi îzina me heye ku loma xûşk-birên xwe bikin, û bêjin ku ewana hêjayî hizkirina me nînin? Dewsê, em gerekê tu car xwe paş nexin hizkirinê bidine kifşê, çimkî Yehowa vê yekê ji me dewa dike (1 Yûhn. 4:20, 21). w18.01 16 ¶14

Şemî, 6 Tîrmeh

Efirandarê xweyî Himzor cahiltiya xweda bîne bîra xwe (Waîz 12:1, DT).

Hine dê-bav difikirin wekî hê baş e zara wan pêşiyê xwendina bilind bistîne û xebateke baş xwera bivîne, paşê bê nixumandinê. Rast e bi vê yekê dê-bav zara xwera xirabiyê naxwazin, lê hergê zar pêşiyê ewan nêta dayne pêşiya xwe, gelo bi rastiyê wê pêşdaçûyî û bextewar be? Wê baş be dê-bav pirsên usa bidine xwe: Gelo ew yek li gora Xebera Xwedê ye? Gelek ferz e bîr nekin wekî ev dinya û tiştên vê dinyayê, miqabilî qirar û nihêrandina Yehowa ne (Aqûb 4:7, 8; 1 Yûhn. 2:15-17; 5:19). Çaxê heleqetiya zarê tevî Yehowa nêzîk e, ew yek dikare wî ji Şeytan û dinya wî, û usa jî ji nihêrandina vê dinya xirab xwey ke. Hergê dê-bav xwendina bilind û xebatê datînin ser ciyê pêşin, zar dikare bifikire wekî ew tişt ji heleqetiya tevî Yehowa ferztir in. Ew yek gelek xof e. Dê-bavên ku zarên xwe hiz dikin, wê tu car nexwazin wekî zarên wan vê dinyayêda pêşdaçûyî bin. Bi rastiyê bextewarî û pêşdaçûyîna rast tenê hingê ye, çaxê Yehowa ye ser ciyê pêşin emirê meda (Zeb. 1:2, 3). w18.03 10-11 ¶10-11

Led, 7 Tîrmeh

Berê pêşin li Padşatiya Xwedê bigerin û . . . rastiya wî (Met. 6:33).

Gelek xizmetkarên Xwedê bi emirekî hêsa dijîn. Wana fem kir ku ew yek wana ne ku tenê bextewar dike, lê hin jî hê zêde wedê wan dimîne bona xizmetkirina Yehowara. Birakî me bi navê Jak xaniya xweye mezin û bîznêsa xwe firot, çimkî zanibû wekî usa ewê bikaribe mîna jina xwe ça pêşeng xizmet ke. Ew gilî dike: “Bi sala ez seva problêmên xebatêda, dilteng dihatime mal. Lê jina min ku pêşeng e, timê yeke şa bû. Ewê minra digot: ‘Mezinê xebata min, kesê herî bilind e!’ Niha ez û jina min ça pêşeng xizmet dikin, û em herdu jî bona Yehowa dixebitin”. Seva em xwe bicêribînin ku hindava perada em çawa nin, em gerekê helal xwe bicêribînin û pirsên usa bidine xwe: “Gelo pê emirê min tê kifşê wekî ez tînim sêrî giliyên Kitêba pîroz derheqa pera? Gelo emirê minda pere ciyê pêşin digire? Gelo bona min tiştên matêrîalî diha qîmet in, yan heleqetiya min tevî Yehowa û meriva? Gelo ez bi rastiyê îtbariya xwe Yehowa tînim, wekî ew bona hewcên min wê xem bike?” Em dikarin dudilî nebin wekî Yehowa wê tu car wana nahêle, yên ku baweriya xwe wî tînin. w18.01 25 ¶12-13

Duşem, 8 Tîrmeh

Çawa . . . hûn timê guhdar bûn . . . bona xilazbûna xwe bi xof û tirs bixebitin (Fîlî. 2:12).

Bona xilazbûna xwe bixebitin, ew cabdariya mezin e. Seva vê yekê em gerekê Xebera Xwedê bixûnin û ser bifikirin, dua bikin Yehowara, û bifikirin derheqa keremên ku Yehowa xût dide me. Hergê tu wan tiştada pêşda herî, tuyê diha bawer bî, wekî Yehowa dostê te ye. Ew yek wê te hêlan ke ku bi mêrxasî xeber dî derheqa baweriya xwe (Zeb. 73:28). Îsa got: “Heger yek dixwaze li pey min bê, bira xwe înkar ke, stûna cefayê xwe hilde û li pey min bê” (Met. 16:24, DT). Eyan e ku tesmîlbûyîn û nixumandin, ev borcdariya te ye, çimkî tu Mesîhî yî. Bi saya vê yekê tu dikarî bêhesab kerema bistînî niha, û dinya tezeda jîyîna heta-hetayê. Belê, meniyên te hene wekî bona xilazbûna xwe bixebitî! w17.12 27 ¶18-19

Sêşem, 9 Tîrmeh

Sebirê li xwe wergirin (Kols. 3:12).

Hergê dê-bav bi sebir zarên xwe hîn kin, wede derbaz be zar wê bikaribin fem bikin “berayî, dirêjayî, bilindayî û kûrayiya” baweriyê (Efes. 3:18). Em gerekê hildine hesab ku ewana çend salî ne û çiqas fem dikin. Hergê baweriya zara qewî be wan tiştada çi ku ewana hîn dibin, wanra wê hêsa be merivên dinra, mesele hevaldersxanên xwera, baweriya xwe şirovekin (1 Pet. 3:15). Besa xeberê, bifikirin, gelo zarên we dikarin bi saya Kitêba Pîroz şirovekin ku çi diqewime paşî mirinê? Gelo şirovekirina Kitêba Pîroz derheqa vê pirsê bona wan logîkî û femdarî ye? Belê, seva ku zara we baweriya xwe Xebera Xwedê bîne, lazim e hûn sebir kin. Bi rastiyê hêja ye ku hûn sebir kin, çimkî usa hûn dikarin berên baş bistînin (Qan. Dcr. 6:6, 7). Seva baweriya zarên we qewî be, usa jî gelek ferz e ku hûn wanra bibine mesela baş. Xûşkeke me bi navê Stêfanî ku sê qîzên wê hene, gilî dike: “Ez pirsên usa didime xwe: ‘Ez zarên xwera şirovedikim ku çira ez dudilî nînim wekî Yehowa heye, ew me hiz dike û riyên wî rast in?’ Ez nikarim hîviyê bim ku zarên min baweriyêda qewî bin, heta ku ez xwexa qewî nîbim”. w17.12 20 ¶8-10

Çarşem, 10 Tîrmeh

Birê teyê ji mirinê rabe (Yûhn. 11:23).

Çira Merta dudilî nîbû ku birê wê ji mirinê wê rabûya? Çimkî ewê pêhesiyabû derheqa rabûna miriya ku berê qewimîbûn. Derheqa wan qewimandina ew dibeke biçûktayêda malda yan jî kinîştêda pêhesiyabû. Were em sê serhatiya şêwir kin ku Kitêba Pîrozda têne gilîkirinê, kîjan ku dibeke bîra Mertayêda bûn. Dîna xwe bidin serhatiya pêşin derheqa saxkirinê. Ew qewimî çaxê Xwedê qewat da Êlyas ku keremeta bike. Fînîkyayêda şeherê Sereptada, jinebîke kesîb dijît, ya ku Êlyasra mêvanhizî da kifşê. Xwedê bi keremet usa kir, ku ar û rûn mala wêda xilaz nedibû seva ku ew kurê xweva sax bimînin (1 Padş. 17:8-16). Wede şûnda kurê wê giran nexweş ket û mir. Vê demê Êlyas alî wê kir. Ewî destê xwe da gedê mirî, Yehowara dua kir û got: “Ya Xudan, . . . ez lava ji tera dikim, bira canê vî lawikî vegere hundirê wî”. Û bi rastî ew yek qewimî. Xwedê duayê Êlyas bihîst û gede sax bû. Ew serhatiya pêşiyê ye derheqa saxkirinê, ku Kitêba Pîrozda nivîsar e (1 Padş. 17:17-24). Bêşik, Mertayê derheqa vê qewimandinê zanibû. w17.12 3 ¶1; 4 ¶3, 5-6

Pêşem, 11 Tîrmeh

Hûn nikarin hin Xwedêra, hin jî hebûkêra xulamtiyê bikin (Met. 6:24).

Gelek meriv tevî me dikevine dewê, dibêjin ku em wede û qewata xwe gerekê xerc kin ser xebata baş. Xebat dikare meriva bike navdar, xweyîqedir û dewletî. Vê dinyayêda gelek difikirin ku meriv hingê bextewar e, çaxê xebata wîye baş heye. Em gerekê haş ji xwe hebin wekî nekevine ber bayê nihêrandina wan. Gelo bi rastiyê xebata baş ku meriva dike navdar û dewletî, bextewariyê tîne? Na. Bifikirin ser vê yekê: Şeytan gelek dixwest bibe xweyîhukum û navdar, û dikarin bêjin ewî çi dixwest ew jî stand. Lê yeke ew dîsa jî bextewar nîne, hêrs û zulm e (Met. 4:8, 9; Eyan. 12:12). Xebata baş û pêşdaçûyîn dikare ser wedekî kin bextewariyê bîne. Lê çaxê em alî meriva dikin ku derheqa Xwedê û sozên wî bona jîyîna heta-hetayê pêbihesin, ev şabûneke usa tîne ku kuta nabe. Eva dinya meriva hêlan dike ku xwe ser yên dinra bigirin seva pêşda herin. Bona vê yekê meriv hevsûdiyê hev dikin û dibine hêrs. Ew her tişt axiriyêda dibe “girtina bayê” (Waîz 4:4). w17.11 23 ¶11-13

Înî, 12 Tîrmeh

Paşê wana zebûrek stira, derketin çûne çiyayê Zeytûnê (Met. 26:30).

Wedê Îsada jî hebandina rastda kilama ciyê ferz digirtin. Bînin bîra xwe êvareke mexsûs nav temamiya terîxiya însanetêda. Gava Îsa Şîva Xudan derbaz kir, ewî şagirtên xweva bi kilama pesin dane Yehowa. Mesîhiyên qirna yekê tevayî bi kilama pesinê Xwedê didan. Ew bona me mesele ye. Gelek car ewana dizîkava malada top dibûn, lê ewê yekê rê wan nedigirt, wekî pesinê Yehowa bidin. Pawlos pê rêberiya Xwedê birên Mesîhîra got: “Bi hemû serwaxtiyê li hev hîn kin û şîret kin, zebûra û her cûre stiranêd ruhanî bi şikirdarî dilê xweda bona Xwedê bistirên” (Kols. 3:16). Kilamên ku kitêba meye kilamada hene, rastî jî “stiranêd ruhanî” ne, kîjan ku gerekê “bi şikirdarî” bêne stiranê. Ev heye pareke xwarina ruhanî ku “xulamê amin û serwaxt” dide me (Met. 24:45). w17.11 4 ¶7-8

Şemî, 13 Tîrmeh

Xwera bajara başqe kin, ewê bona we bibine bajarêd sitarbûnê (Jimar 35:11).

Yehowa usa kir, wekî hêsa be bigihîjine ewan şeş şeherên sitarbûnê. Ewî temî da Îsraêliya, wekî wan şehera herdu aliyên çemê Ûrdunêva bijbêrin. Usa yê revîra wê hêsa bûya zû bigihîje yek ji van şehera (Jimar 35:12-14). Hin jî riya wan şehera çêkirî bûn (Qan. Dcr. 19:3). Li gora edetê Cihûya, wêderê li ser rê nîşan hebûn, seva revî hêsa bivîne wan şehera. Lema jî ewê ku bêy hemdê xwe kesek bikuşta, nelazim bû bireviya welatê xerîb, seva xwe xilaz ke. Welatê xerîbda ew dikaribû biketa telikê û xudanên qelp bihebanda. Bifikirin derheqa wê yekê: Yehowa temî dabû wekî mêrkuj bihata kuştinê. Lê ewî usa jî temî dabû, wekî merivê ku bê hemdê xwe kesek bikuşta, dikaribû rema Xwedê bistanda û xilaz bûya! Zandarekî Kitêba Pîroz got: “Her tişt pê nêtê bû û gelek hêsa”. Yehowa hakimê dilsar nîne, kîjan ku menî digere seva xizmetkarên xwe ceza ke. Lê ew “xweyê rema dewlemend e” (Efes. 2:4). w17.11 14 ¶4-5

Led, 14 Tîrmeh

Ji minra vegerin . . . , ezê jî vegerim we (Zeker. 1:3).

Kitêba gulometk ku difire, jin hundurê seleya dadayîda, û du jin bi baskên mîna yên leglegê difirin. Ew yek Zekerya pêxember xewn-xeyalada dît (Zeker. 5:1, 7-9). Lê gelo çira Yehowa ew xewn-xeyal nîşanî pêxemberê xwe kir? Xewn-xeyalên şeşa û hefta ku Zekerya dît, şîreteke ferz didine wan, yên ku qelpî û xirabiyê dikin. Yehowa wê nehêle wekî xirabî bimîne. Xirabî gerekê ber çevên xizmetkarên wî jî reş be. Ev xewn-xeyal ji Bavê meyî ezmana bona me şîret û ders in. Hergê em bi dil û can her tiştî dikin seva Xwedê xweş bên, hin jî qebûlkirin û xweykirina wî bistînin, nifir wê neyê ser me, lê emê keremên Xwedê bistînin. Bona me nehêsa ye ku vê dinyayêda kîjan ku xirabiyêda dixeniqe, xwe temiz xwey kin. Lê pê alîkariya Yehowa em dikarin xwe xwey kin. w17.10 21 ¶1; 25 ¶19

Duşem, 15 Tîrmeh

Pîrejin jî bira usa pergal bin . . . wekî jinêd cahil hîn kin (Tîto 2:3, 4).

Gelek mecalên xûşkên azep hene xizmetiyêda, mesele bibine pêşeng, derbazî wî cîyî bin kîderê hewcetî heye, mihala xweda şixulê avakirinêda alîkariyê bidin, yan jî Mekteba Mizgînvanên Padşatiyê derbaz bin. Hinek hela hê dikarin Mekteba Gîled jî derbaz bin. Rast e xûşkên emirda mezin xizmetiyêda gelek nikarin bikin, yeke ewana civatêda gelek qîmet in. Em wan xûşkên delal gelek hiz dikin! Hinek dibeke îda nikarin haqas xizmet kin çiqas wana berê dikir, lê yeke ewana jî dikarin mêrxasiyê bidine kifşê û şixul pêşda bivin. Mesele, hergê rûspî xûşkeke emirda mezinra bêjin, ku xûşkeke cahil şîret ke derheqa kincxwekirina wê, wê xûşkêra mêrxasî lazim e. Lê ew wê tu car xûşka cahil bêhurmet neke ku ew kincên ça xwe dike. Dewsê ewê bi nermî xûşka cahil hêlan ke, wekî ew bifikire ça kincxwekirina wê ser yên din dikare hukum be (1 Tîmt. 2:9, 10). Çaxê xûşka emirda mezin bi hizkirinê şîretê dide, ew yek dikare berê baş bîne. w17.09 31-32 ¶17-18

Sêşem, 16 Tîrmeh

Tê xwedênaskirinê bizanibî (Metlk. 2:5).

Wede diçû, û gelek merivên xweyîhukum dixwestin usa bikin, wekî meriv nikaribin ser zimanê xwe Kitêba Pîroz bixûnin. Lê yeke merivên dilsax nehîştin ku ev yek rê wana bigire, û Kitêba Pîroz weldigerandin seva bal gişka jî hebe. Mesele, merivê xwedêxof navê kîjanî Con Wîklîf bû û qirna 14-da Înglîstanêda dijît, ewî fem dikir, wekî lazim e bal her kesî Kitêba Pîroz hebe. Lê hingê, Înglîstanêda cimetê qe nikaribû Kitêba Pîroz bixwenda. Sala 1382-da Con Wîklîf Kitêba Pîroz welgerand. Peyçûyên wî kîjanara digotin Lolard, gelek dixwestin ku Xebera Xwedê bigihîje hiş û dilê cimetê, û lema ewana nav temamiya Înglîstanêda niga gund bi gund digeriyan. Wana merivara Kitêba Pîroz ya welgerandina Wîklîf dixwendin û kopiyên vê ku bi desta nivîsar bûn wanra dihîştin. Paşî çend qirna, Ewropayêda û ciyên dinda, gelek meriva destpêkirin Kitêba Pîroz ser gelek zimana welgerînin û bela kin, seva meriv bikaribin bixûnin. w17.09 20-21 ¶10-12

Çarşem, 17 Tîrmeh

Yêd [zewacêda] wê rastî oxirmêd giran bên (1 Korn. 7:28).

Çaxê jin-mêr dixwazin zara bînin, lê nikarin, ew dibe “oxirmê giran” (Metlk. 13:12). Wedê berê, çaxê jin bêzuret bû, ew gelek şerm bû. Rahêlê jina Aqûb, derdekî giran dikişand, çimkî xûşka wê zar dianî, lê ewê nikaribû (Destp. 30:1, 2). Zewacêda dikare derd-kuleke usa jî hebe, ku jin û mêr ne jî difikirîn wekî tiştekî usa wê biqewime. Ew derd ew e, çaxê jin yan mêr dimire. Ew êşeke gelek giran e û nehêsa ye ber teyax kin. Lê Mesîhî qayîm bawer dikin ku mirî wê rabin, û ew yek berdiliya mezin dide wan (Yûhn. 5:28, 29). Tengasiya usada, Bavê meyî hizkirî bi saya Xebera xwe dil dide me û dilê me hêsa dike. w17.06 4 ¶1; 5 ¶6; 6 ¶99

Pêşem, 18 Tîrmeh

Yehowa, Yehowa, Xwedêyê rem û dilşewat e (Derk. 34:6, DT).

Carekê Xwedê Mûsara navê Xweyî şexsî û hunurên xwe eyan kir. Yehowa dikaribû pêşiyê bigota ku ew çiqas qewat e yan jî ça bîlan e, lê ewî pêşiyê derheqa remtî û dilşewatiya xwe got (Derk. 34:5-7). Hingê Mûsa dixwest bawer bûya ku Xwedê wê alî wî bike. Lema Yehowa pêşiyê besa wan hunura kir, û bi vê yekê da kifşê ku dixwaze alî xizmetkarên xwe bike (Derk. 33:13). Em usa hatine çêkirinê ku ev hunur, dêmek dilşewatî, nav meda heye, lê cara em xwehiziyê didine kifşê, çimkî em gunekar in. Lema jî mera cara nehêsa ye safî kin alîkariyê bidine meriva, yan bikevine heyra xwe. Lê çi dikare alî we bike ku hê zêde bona meriva xem bikin? Ya pêşin, wede xwera bivînin lêkolîn bikin ku Yehowa ça dilşewatî nîşan kir û usa jî çawa merivên din nîşan kirin. Ya duda, bifikirin ku hûn ça dikarin vê yekêda çev bidine Xwedê û ew yek wê çi karê wera bîne. w17.09 8 ¶1; 9 ¶3

Înî, 19 Tîrmeh

Ji we her yek bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire (Fîlî. 2:3).

Xwestina me ku merivê nû li xwe kin, gerekê ne seva wê yekê be ku meriv paya bidine me, lê gerekê navê Yehowa hurmet-rûmet kin. Bîr nekin, ku hela hê horiyê bêqisûr jî gune kir, çimkî bû yekî qure (Beramber kin Hezeqêl 28:17). Em merivên gunekar in, lema jî mera diha çetin e wekî xwe ji qurebûnê dûr bigirin. Lê yeke em dîsa jî dikarin milûktiyê li xwe kin. Çi dikare alî me bike vê yekêda? Seva ku milûk bimînin, em gerekê her roj wede xwera bivînin, wekî Kitêba Pîroz bixûnin û ser bifikirin (Qan. Dcr. 17:18-20). Îlahî gerekê bifikirin ser hînkirinên Îsa û mesela milûktiya wî (Met. 20:28). Îsa usa milûk û şkestî bû, ku hela hê nigên şagirtên xwe jî şûşt (Yûhn. 13:12-17). Em jî gerekê Xwedêra dua bikin, wekî ruhê xweyî pîroz bide me, çimkî ruhê wîyî pîroz dikare alî me bike, wekî em xwe ser merivên dinra negirin (Galt. 6:3, 4). w17.08 25 ¶11-12

Şemî, 20 Tîrmeh

Xwestina we bira bi dua-dirozga, . . . Xwedêva eyan be . . . Û edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirêd we . . . xwey ke (Fîlî. 4:6, 7).

Dibeke tevî me jî usa qewimiye, çawa tevî Pawlos. Besa xeberê, me ji Xwedê rêberî xwestiye seva safîkirinekê bikin, û me dîtiye ku ruhê pîroz rêberiyê me dike ku çi safîkirinê bikin. Lê paşê nişkêva tiştekî usa qewimî, ku em ne jî hîviyê bûn, yan jî hal û dereca me hate guhastinê (Waîz 9:11). Lê çi dikare alî me bike, wekî bona tu tiştî xema nekin û “edilaya Xwedê” bistînin? Giliyên Pawlos Fîlîpyara nîşan dikin, ku seva wedê tengasiya bîna xwe teng nekin, em gerekê dua bikin çimkî dua mîna derman e. Dêmek, çaxê em bona tiştekî berxwe dikevin, em gerekê duada dilê xwe Xwedêra vekin (1 Pet. 5:6, 7). Bi baweriyê Yehowara dua bikin û dudilî nebin wekî ew we hiz dike û miqatî we dibe. Bi razîbûnê dua bikin bona wan kerema ku ew dide we. Emê hê zêde îtbariya xwe wî bînin hergê bîr nekin ku Yehowa “dikare her tiştî hê zêde ke, ne çawa em dixwazin yan difikirin” (Efes. 3:20). w17.08 9 ¶4, 6; 10 ¶10

Led, 21 Tîrmeh

Bê şîret merem û tivdîr betal dibin, lê bi saya gelek şîretkara ew têne sêrî (Metlk. 15:22).

Gelek xûşk-birên me şabûneke mezin dîtine çaxê cahiltiyêda ça pêşeng xizmet kirine. Cahilno, wê baş be hergê hûn derheqa nêtên xwe tevî wan xûşk-bira xeber din. Ev xûşk-birên cêribandî dikarin wera gilî kin, wekî xizmetkirina hertimda hûnê hînkirinên usa bistînin ku temamiya emirê weda kêrî we bên. Îsa ser ezmana gelek tişt ji Bavê xwe hîn bû. Û wedê xizmetiyê ser erdê jî ew gelek tişt hîn dibû. Ewî dît ku şabûneke çiqas mezin e çaxê merivara mizgîniyê gilî dike û usa jî wedê cêribandinada aminiyê xwey dike (Îşa. 50:4; Îbrn. 5:8; 12:2). Îsa şagirtên xwera got: “Herin . . . mileta bikin şagirtên min” (Met. 28:19, 20, ÎM). Cahilno, hergê hûn xwera nêtê daynin ku wî şixulî bikin, hûnê bextewar bin, çimkî bi wî şixulî hûnê rûmetê bidine Xwedê. Lê seva wî şixulîda cêribandî bin, lazim e wede. w17.07 23 ¶6-7

Duşem, 22 Tîrmeh

Ezê berdiliyê bidime we (Îşa. 66:13, DT).

Bêşik, kaniya berdiliyê Bavê meyî dilşewat, Yehowa ye (2 Korn. 1:3, 4). Civat usa jî dikare berdiliya mezin bide wan, yên ku merivên xweyî nêzîk unda kirine (1 Têsln. 5:11). Lê hûn ça dikarin yên bi “dilê xem” dilgerm kin û qewî kin? (Metlk. 17:22) Ferz e em bîr nekin ku “wexta hişbûnê heye û wexta gotinê heye” (Waîz 3:7). Jinebîke bi navê Dalên dibêje: “Ewê ku merivê xwe unda kiriye, gerekê kela dilê xwe birêje. Lema jî ya lape ferz ew e, ku guh bidine wî merivî û xeberdana wî nebirin”. Cûnya, birê kîjanî xwe kuşt, zêde dike: “Hergê jî hûn bi temamî nikarin derdê wî kesî fem bikin, lê serî ew e ku hûn dixwazin halê wî fem kin”. Em gerekê usa jî bîr nekin, ku ne hemû meriv mîna hev ber derdê xwe teyax dikin û derdê xwe eyan dikin. w17.07 13 ¶3; 14 ¶11-13

Sêşem, 23 Tîrmeh

Bira meriv bizanibin ku navê te Yehowa ye, û li ser temamiya erdê yê Hêrî Jorin tenê tu yî (Zeb. 83:18, DT).

Îro seva gelek meriva pere tiştekî lapî ferz e. Ewana difikirin çawa dewletî bin, hinek jî hebûka xwera dilerizin. Hene merivên usa ku bona wan lape ferz e malbeta wan, sihet-qewata wan, yan jî nêt-meremên wan. Lê heye pirseke lape ferz ku ser her tiştîra ye, ew heye pirsa piştgiriya serwêrtiya Yehowa. Hiş-aqilê me gerekê timê ser vê yekê be, ku çawa piştgiriya hukumetiya Xwedê bikin. Lê hene tişt kîjan ku dikarin hiş-aqilê me birevînin û em bîr kin derheqa vê pirsê. Besa xeberê, em dikarin bikevine heyra şixulên herrojî. Yan jî çaxê em kul-derda dikişînin ev pirsa ferz dikare ji hişê me derê. Lê hergê bona me diha ferz e piştgiriya Yehowa bikin, emê çetinayada sebir kin û hê nêzîkî Yehowa bin. w17.06 22 ¶1-2

Çarşem, 24 Tîrmeh

Çev bidine min, çawa ez jî çev didime Mesîh (1 Korn. 11:1).

Yehowa bi hizkirin serwêrtiyê dike. Rûspî û malxên malê, yên ku serwêrtiya Yehowa hiz dikin, vê yekêda wê çev bidine Yehowa. Ewana wê tu car sert nîbin û yên mayîn kontrol nekin. Pawlosê şandî timê çev dida Xwedê û Kurê wî. Ewî tu kes bêhurmet nedikir û ne jî zorê wan dikir wekî tiştên rast bikin. Dewsê, ewî wana hêlan dikir û ji wan hîvî dikir (Rom. 12:1; Efes. 4:1; Filimn. 8-10). Usa ewî çev dida Yehowa. Belê, her kes ji me yê ku serwêrtiya Yehowa hiz dike, gerekê hindava merivada usa be. Em gerekê hevkariyê bikin tevî wan, kêra Yehowa hukum daye. Wî cûreyî emê nîşan kin ku piştgiriya serwêrtiya Yehowa dikin. Hergê jî em bi temamî fem nakin yan jî qayîl nînin tevî safîkirineke wan, emê dîsa jî piştgiriya wan bikin. Vê dinyayêda usa nîne, lê hergê em dixwazin bin serwêrtiya Yehowada bijîn, em gerekê usa bikin (Efes. 5:22, 23; 6:1-3; Îbrn. 13:17). w17.06 30 ¶14-15

Pêşem, 25 Tîrmeh

Hûn . . . ji Xwedê hîn bûne, ku hev hiz bikin (1 Têsln. 4:9).

Cahil û yên emirda mezin dikarin alîkariyê bidine wan xûşk-bira, yên ku tengasiyêda nin, yan ketine dêprêsiyê. Em gerekê kêleka wan xûşk-bira bin, wana qewî kin û ber dilê wanda bên (Metlk. 12:25; Kols. 4:11). Belê, gava em bi giliya û bi kirên xwe xûşk-birara hizkirinê nîşan dikin, em îzbat dikin wekî em xem dikin bona “neferêd mala Xwedê” (Galt. 6:10). Kitêba Pîrozda tê gotinê ku “rojêd axiriyêda” meriv wê bibine xwehiz û tima (2 Tîmt. 3:1, 2). Lema jî em gerekê miqatî xwe bin, seva hizkirina xwe hindava Xwedê, rastiya Kitêba Pîroz û hindava hevdu unda nekin. Cara dibeke em û xûşk-bira hev fem nekin. Lê çimkî em wana hiz dikin, em tevî wan li hev tên û ew yek civatêra kerema tîne (Efes. 4:32; Kols. 3:14). Lema jî em gerekê berdewam kin her tiştî bikin, seva hizkirina me hindava Yehowa, Xebera wî, û xûşk-birada tu car kuta nebe. w17.05 21 ¶17-18

Înî, 26 Tîrmeh

Heger em bêjin: “Gunê me t′une”, em xwexa xwe dixapînin (1 Yûhn. 1:8).

Bi rastiyê em ecêbmayî namînin çaxê vê dinyayêda rastî neheqiyê tên. Lê baweriya me dikare bê cêribandinê, çaxê meva tê kifşê ku civatêda neheqî tê kirinê. Hûnê ça xwe bidine kifşê, hergê civatêda hûn nerastiyê bivînin, yan jî hergê xûşkek yan birak hindava we neheqiyê bike? Hûnê bilikumin? Em gişk gunekar in û bin hukumê guneda nin, lema jî em fem dikin ku cara civatêda jî em dikarin hindava xwe yan hindava kesekî din neheqiyê bivînin. Rast e ew yek hezara carekê diqewime, lê Mesîhiyên amin ecêbmayî namînin û ne jî dilikumin hergê neheqiyê divînin. Çaxê em aliyê xûşk-birada nerastiyê divînin, ew yek hêsa nîne. Seva ku wê derecêda aminiya xwe xwey kin, Yehowa Xebera xweda mera şîretên baş daye (Zeb. 55:12-14). w17.04 19 ¶4-5

Şemî, 27 Tîrmeh

Yêd [zewacêda] wê rastî oxirmêd giran bên (1 Korn. 7:28).

Hergê kulfet yan malxê te nebawer e, ew yek zewaca teda dikare strês û çetinaya zêde ke. Lê ev yek ku kulfet yan jî malxê te rastiyê qebûl nake, gerekê nebe menî ku hûn başqe bijîn yan jî ji hev biqetin (1 Korn. 7:12-16). Hergê malxê malê nebawer e û aliyê ruhanîda miqatî malbetê nabe, yeke jin gerekê qedirê wî bigire, çimkî ew serê malbetê ye. Usa jî hergê jin nebawer e, mêr gerekê hindava wê bi hizkirin be û lê xwey ke (Efes. 5:22, 23, 28, 29). Hergê jin yan mêrê te dixwaze ku tu hê kêm Xwedêra xizmet kî, çi gerekê bikî? Besa xeberê, mêrê xûşkekê jêra gotiye, wekî ew heftiyê tenê çend roja here xizmetiyê. Hergê tu jî dereca usada nî, pirseke usa bide xwe: “Gelo ew dixwaze ku ez qe Xwedêra xizmet nekim? Hergê na, gelo ez dikarim vê yekê bikim çi ew dixwaze?” Hergê tu berbihêr û serwaxt î, tuyê usa bikî ku orta weda kêm çetinayî hebin (Fîlî. 4:5). w17.10 13 ¶7-8

Led, 28 Tîrmeh

Zarêd xwe . . . hînî van ke (Qan. Dcr. 6:7).

Çawa hatibû pêxembertîkirinê, meriv ji hemû mileta yên ku bi cûre-cûre zimana xeber didin, têne teşkîleta Yehowa (Zeker. 8:23). Lê firqiya orta zimanê dê-bava û zarên wan, dikare çetinayê pêşda bîne. Dê-bavno wera dibeke çetin be rastiyê zarên xwe hîn kin. Lê zarên we şagirtên weyî lapî ferz in. Hûn gerekê wana Kitêba Pîroz hîn kin, çimkî usa ewana wê Yehowa “nas” bikin û bikaribin jîyîna heta-hetayê bistînin (Yûhn. 17:3). Seva ku zarên we temiyên Yehowa pêbihesin, hûn gerekê timê tevî wan derheqa Xwedê xeber din (Qan. Dcr. 6:6, 7). Zarên we wê zimanê xerîb hîn bin ji mektebê û ji merivên dor berê xwe. Lê zimanê we ewana wê hîn bin, hergê timê tevî we ser zimanê we xeber din. Çaxê zar zimanê we bizanibin, wê wanra hêsa be dilê xwe wera vekin. Dîsa karek heye çaxê zar ser çend zimana xeber didin. Hişê wan rind dixebite û ewana hê rind meriva fem dikin. w17.05 9 ¶5-6

Duşem, 29 Tîrmeh

Here . . . û bikişîne çiyayê Teborê . . . Û ezê Sîserayê, . . . bidim destê te (Hakim. 4:6, 7).

Çekên Îsraêliya ne bona şerkirinê hebûn, ne jî tiştên seva xwe xwey kirana. Lê cem dijmina 900 erebên bi kêlendiyên hesin hebûn (Hakim. 4:1-3, 13; 5:6-8). Lê yeke Yehowa temî da Barak ku rêza rojêda tê gotinê. Û çawa Yehowa rêberî da, Barak çû şer pêşiya dijmina (Hakim. 4:14-16). Taanakêda, ciyê ku wana şer dikir, nişkêva barana qayîm barî û erd bû herî-çamûr. Barak pey ordiya Sîsera ket û weke 24 kîlomêtra pey wan çû, heta Haroşetê. Rêva ereba Sîsera kete heriyê, û ew mecbûr bû ereba xweye bêkêr cîda bihêle û bireve. Ji tirsê ew revî û çû aliyê Tsaanannîmê. Seva ku xwe veşêre, li wê derê ew kete mala jinikeke bi navê Yaêl. Sîsera qayîm westiyayî bû, û çû raza. Çaxê ew kûr razayî bû, hingê Yaêlê wî kuşt (Hakim. 4:17-21). Belê, bi alîkariya Yehowa Îsraêliya dijminên xwe alt kirin. w17.04 29-30 ¶6-8

Sêşem, 30 Tîrmeh

Doza Xudan bi neteweyanra heye . . . xiraba, wê wan bide şûr (Yêrem. 25:31).

Paşî Harmegedonê, gelo ser erdê qe wê dîsa teşkîlet hebin? Kitêba Pîroz dibêje: “Em hîviya erdekî nû û ezmanêd nû ne, li gora sozê wî, kîjanada rastiyê bimîne” (2 Pet. 3:13). Ezman û erdê berê, ew hene serwêrtiyên xirab û merivên bin hukumê wanda, kîjan ku wê bêne kutakirinê. Lê gelo çi wê dewsa wan bigire? “Erdekî nû û ezmanêd nû”. Ezmanên nû ew serwêrtiya teze ye, dêmek Padşatiya Xwedê, lê erdekî nû ew heye bineliyên teze ser erdê, yên ku bin vê serwêrtiyêda bijîn. Ew Padşatiya bin serwêrtiya Îsa Mesîh, wê bi temamî eyan ke wekî Yehowa Xwedê yekî ça ne. Belê, Yehowa Xwedê bêpergal nîne (1 Korn. 14:33). Lema jî ew wê “erdekî nû” saz ke, kîderê ku mêrên qenc wê rêberiyê bikin (Zeb. 45:16). Îsa û usa jî 144 000 wê rêberiya wan bikin. Bidine ber çevê xwe, ku wê wedekî çiqas xweş be çaxê hemû teşkîletên xirab kuta bin û dewsê serwêrtiya tek hebe. Bin wê serwêrtiyêda wê timê yektî hebe û ew wê tu car neyê xirabkirinê. w17.04 11 ¶8-9

Çarşem, 31 Tîrmeh

Bibine bedenek (Destp. 2:24).

Zewac pîroz e. Bûk û zewa hin ber Xwedê û hin ber şeda sonda zewacê dixwin. Ewana soz didine hev wekî hevdu hiz bikin, xem bikin û qedirê hev bigirin. Ewana sond dixwin ku ewê yekê bikin “heta ku bijîn ser erdê, li gora qanûna Xwedê ku ewî bona zewacê danî”. Merivên din yên ku zewicî ne, dibeke hema ev gilî negotine, lê yeke wana jî ber Xwedê sond xwarine. Paşî vê sondê, ewana bûne mêr û jinê hev û zewaca wan heta-hetayê wana hevva girêdide (1 Korn. 7:39). Çawa Îsa got, “ewêd ku Xwedê ew kirine yek, bira meriv wan ji hevdu neqetîne”, ne mêr, ne jin, ne jî kesekî din. Bona vê yekê, ewên ku dizewicin gerekê qe ne jî bifikirin wekî hevqetandin çarekê dike (Marq. 10:9). Zewaca bêkêmasî tune ye, çimkî ew ji herdu merivên gunekar saz dibe. Lema Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî mêr û jin zewacêda wê “rastî oxirmêd giran bên” (1 Korn. 7:28). w17.04 7 ¶14-15

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin