Çile
Çarşem, 1 Çile
Mûsa merivekî gelekî şkestî bû, ji hemû merivêd li ser rûyê erdê gelektir (Jimar 12:3).
Çaxê Mûsa neferê serwêrê Misirê bû, hingê ew yekî şkestî nîbû. Ew usa zû hêrs diket, wekî hela hê jî merivek kuşt, ser kîjanî difikirî ku neheqiyê dike. Mûsa tirê Yehowa wê ewan kirên wî begem ke. Lê bi rastî Yehowa 40 sala alî Mûsa dikir, wekî ew fem ke ku jêra xêncî mêrxasiyê usa jî şkestîbûn lazim e, seva rêberiya Îsraêlê bike. Û seva ew bibûya merivekî şkestî, ew gerekê usa jî milûk, guhdar û nerm bûya. Mûsa bi rastî hate guhastinê û bû rêberekî gelek baş (Derk. 2:11, 12; Kar. Şand. 7:21-30, 36). Îro malxên malê û rûspî gerekê çev bidine Mûsa. Çaxê kesek hindava we bêqedir e, hêrsketinêda lez nekevin. Usa jî bi milûktî şaşiyên xwe bînin ser xwe (Waîz 7:9, 20). Gura rêberiya Yehowa bikin çaxê çetinaya safî dikin. Û her gav bi nermî caba meriva bidin (Metlk. 15:1). Malxên malê û rûspiyên ku usa dikin, dilê Yehowa şa dikin, edilayê tînin, û mesela baş dihêlin. w19.02 8 ¶1; 10 ¶9-10
Pêşem, 2 Çile
Gunê wî li wan hat (Marq. 6:34).
Dîna xwe bidinê, menî çi bû ku gunê Îsa li wan meriva hat. Ewî dît wekî ew meriv “mîna pezêd bê şivan bûn”. Dibeke Îsa dît ku hinek ji wan kesîb in û xebata giran dikin seva ebûra neferên xwe bikin. Hinek jî dibeke dilşkestî bûn, çimkî merivên xweyî nêzîk unda kiribûn. Hergê bi rastî nava wan merivada yên usa hebûn, Îsa dikaribû wana rind fem kira, çimkî ew xwexa rastî çetinayên usa dihat. Îsa bona wan meriva xem dikir, û ewî bi dil dixwest dilbîniyê bide wan (Îşa. 61:1, 2). Em ji mesela Îsa çi hîn dibin? Dor berê me jî meriv “mîna pezêd bê şivan” in û gelek problêmên wan hene. Wanra lazim e ew yek, çi ku bal me heye, dêmek mizgîniya Padşatiyê (Eyan. 14:6). Lema em çev didine Axayê xwe, ku em wanra mizgîniyê bela dikin, çimkî dilê me ser “bêtaqet û kesîba dişewite” (Zeb. 72:13). Gunê me wan meriva tê, û em dixwazin çiqas dikarin alî wan bikin. w19.03 21-22 ¶6-7
Înî, 3 Çile
Şikir Xudanra, . . . ku her roj barê me hildigire (Zeb. 68:19).
Gelek meniyên me hene, ku Yehowa hiz bikin. Xêncî ku ew her roj tiştên baş dide me seva em şa bin, ew usa jî derheqa xwe û qirara xwe rastiyê me hîn dike (Yûhn. 8:31, 32). Ewî civata Mesîhîtî daye me, seva rêberiyê me bike û alîkariyê bide me. Ew usa jî alî me dike, wekî em ber çetinaya teyax kin, û hêviyê dide me ku em bijîn heta-hetayê ser erdê (Eyan. 21:3, 4). Çaxê em difikirin ku Yehowa ça eyan dike, wekî ew me hiz dike, dilê me bi hizkirinê tijî dibe. Û çaxê em Yehowa hiz dikin, em hîn dibin tirsa rast nav xweda pêşda bînin. Em ditirsin wekî dilê Wî kesî neêşînin, kîjanî em zef hiz dikin, dêmek dilê Yehowa. Hergê hûn timê bifikirin, ku çawa rêberiya Yehowa wera karê tîne, hizkirina we hindava wî û prînsîpên wî wê hê mezin be. Paşê çi jî Şeytan bike, hûnê xizmetiya xwe Yehowara, nedine sekinandinê. Bidine ber çevê xwe emirê paşî hezar salî. Hûnê fem bikin, wekî safîkirina we ku bêne nixumandinê, emirê weda safîkirineke lape baş bû! w19.03 6 ¶14; 7 ¶19
Şemî, 4 Çile
Kî dikare kulfeta esil bibîne? Qîmetê wê ji lal-dur jortir e (Metlk. 31:10).
Çaxê nefer hev qîmet dikin û razîbûna xwe didine kifşê, ewana bextewar dibin. Mêr û jin çiqas zef şixulên hev dişêkirînin, haqas ewana hê zef nêzîkî hev dibin. Ew yek usa jî alî wan dike, ku şaşiyên hev bibaxşînin. Mêr ku jina xwe qîmet dike, ne tenê dîna xwe dide giliyên wêye baş yan kirên wê, lê usa jî “pesinê wê dide” (Metlk. 31:28). Û jina serwaxt jî mêrê xwera dide kifşê, ku bona çi ew wî qîmet dike û ji wî razî ye. Dê-bavno, hûn ça dikarin zarên xwe hîn kin wekî şêkirdar bin? Bîr nekin, wekî zarên we xeberdanêda û şixulada çev didine we. Lema jî mesela baş bin bona wan, û çaxê ewana bona we tiştekî dikin, bêjin ku hûn ji wan razî ne. Usa jî zarên xwe hîn kin, wekî bêjin zef razî me, çaxê kesek bona wan tiştekî dike. Alî zara bikin, wekî fem kin ku ewana gerekê ji dilê xwe şêkirdar bin û ku giliyên wanî razîbûnê dikarin gelek karê bidine meriva. w19.02 17 ¶14-15
Led, 5 Çile
Heta mirinê bêqisûrtiya xwe nahêlim! (Îb. 27:5, DT)
Ew gilî eşkere didine kifşê, wekî rast e Şeytan buxdan avîte Îbo, lê Îbo miqerm xwe li bêqisûrtiya xwe digirt. Em jî dikarin vê yekêda çev bidine wî. Şeytan ewan buxdana davêje her kesî. Lê çi cûreyî? Ew dibêje wekî hûn bi rastî Yehowa Xwedê hiz nakin, hûnê tengasiyada jêra xizmet nekin, û ku bêqisûrtiya we qelp e (Îb. 2:4, 5; Eyan. 12:10). Hûn çi ser xwe texmîn dikin ji bo van buxdana? Ew yek dilê we dêşîne, usa nîne? Lê hela bifikirin derheqa vê yekê: Yehowa usa îtbariya xwe we tîne, ku mecaleke mexsûs dide we. Ew dihêle wekî Şeytan bêqisûrtiya we bicêribîne. Lê Yehowa dudilî nabe ku hûn dikarin bêqisûrtiya xwe xwey kin, û îzbat kin ku Şeytan derewîn e. Û Yehowa soz dide, ku vê yekêda wê alî we bike (Îbrn. 13:6). Bidine hesabê xwe ew qedirekî çiqas mezin e, ku Xweyê temamiya gerdûnê îtbariya xwe me tîne! Hûn divînin çiqas ferz e bêqisûr bin? Çaxê em bêqisûr dimînin, em eşkere dikin ku Şeytan derewîn e û em navê Bavê xweyî qenc pîroz dikin û piştgiriya cûrê serwêrtiya wî dikin. w19.02 5 ¶9-10
Duşem, 6 Çile
Wextê jî bê, wekî kî ku we bikuje jî, wê hesab ke ku ew Xwedêra qulix dike (Yûhn. 16:2).
Îsa gote şandiyên xwe, ku ewana wê rastî tengasiya bên. Paşê ewî dîna wan da ser mesela xwe û gote wan “mêrxas bin” (Yûhn. 16:1-4a, 33). Gelek sal derbaz bûn, şagirtên Îsa dîsa jî çev didane wî, ku kara xwe nedigeriyan û mêrxas bûn. Wana alî hevdu dikir hingê jî, gava xwexa dikaribûn zirarê ketana (Îbrn. 10:33, 34). Îro em jî mêrxasiyêda çev didine Îsa. Besa xeberê mera mêrxasî lazim e seva alî wan xûşk-bira bikin, yên ku bona baweriya xwe têne zêrandinê. Cara diqewime ku xûşk-birên me bi neheqî dikine kelê. Wî wedeyî em gerekê çi destê me tê, bona wan bikin, dêmek usa jî wana ber dîwanê biparêzin (Fîlî. 1:14; Îbrn. 13:19). Em usa jî mêrxasiyê didine kifşê, gava berdewam dikin bi “mêrkîmî” mizgîniyê bela dikin (Kar. Şand. 14:3). Hergê jî meriv miqabilî me ne û pey me dikevin, yeke em mîna Îsa berdewam dikin mizgîniya Padşatiyê bela kin. w19.01 22-23 ¶8-9
Sêşem, 7 Çile
Bira em bona hevdu xem bikin, wekî hizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine hev. Bira em dest ji lihevcivînê nekişînin, çawa ku hineka xwera kiriye xeyset, lê em dil bidine hev (Îbrn. 10:24, 25).
Çi wê alî we bike, ku pê cabên xwe xûşk-bira dilgerm kin? Tiştê lape ferz ew heye bona civata hazir bin. Çaxê hûn pêşda xwe rind hazir kin, hûnê xweda hê bawer bin û kêm bitirsin ku caba xwe bidin (Metlk. 21:5). Lê çi dikeve nava hazirkirinê? Pêşiya ku destpêkin xwe hazir kin, dua bikin Yehowara, wekî ruhê xweyî pîroz bide we (Lûqa 11:13; 1 Yûhn. 5:14). Paşê, çend deqa kifş kin, wekî bi temamî dersê binihêrin, dêmek nava, binseriya, şikla, çargoşa û pirsên wekilandinê. Çaxê hûn her abzasekê hazir dikin, çiqas dikarin hemû rêza bixûnin. Hûn çi jî dixûnin, ser bifikirin, û dîna xwe bidin ser fikirên ku hûn dixwazin caba xwe bidin. Hûn çiqas xwe rind hazir kin, hûnê haqas karê bistînin û wera wê daha hêsa be caba xwe bidin (2 Korn. 9:6). w19.01 9 ¶6; 11-12 ¶13-15
Çarşem, 8 Çile
Xewna xwe binivîse (Hebq. 2:2).
Yehowa Hebaqûqra got, wekî derheqa vê tengasiya xwe binivîse, çimkî bi vê yekê Yehowa dixwest me hîn ke, evê dersa ferz: Em gerekê netirsin derheqa xemên xwe û dudilîbûna xwe Jêra gilî kin. Bi rastî Yehowa xwexa me teglîf dike, ku duada dilê xwe jêra vekin (Zeb. 50:15; 62:8). Hebaqûq îtbariya xwe Yehowa dianî, çawa Dost û Bavê xwe û nêzîkî wî dibû. Ew nedikete hema tenê derdê xwe û ne jî îtbariya xwe hişê xwe dianî. Dewsê, ewî derd-kula xwe duada Xwedêra gilî kir, û vê yekêda ewî mesela baş mera hîştiye. Yehowa, yê ku dua dibihê, dixwaze, wekî em îtbariya xwe wî bînin û duada xemên xwe jêra gilî kin (Zeb. 65:2). Hergê em usa bikin, emê bivînin çawa Yehowa caba duayên me dide. Usa emê xwe hemêza wîda texmîn kin, ku ew ça ber dilê meda tê û rêberiyê dide me (Zeb. 73:23, 24). Firqî tune em kîjan çetinayêda bin jî, ew wê alî me bike ku em fem kin, wekî ew ça dinihêre ser dereca me. Gava em bi dil Yehowara dua dikin, bi vê yekê em nîşan dikin, wekî baweriya xwe wî tînin. w18.11 13 ¶2; 14 ¶5-6
Pêşem, 9 Çile
Ez demana pîrozêd teye welatda me û wan esilzada me (Zeb. 16:3).
Dawid tenê tevî yên weke xwe hevaltî nedikir. Tê bîra we bona wî hevalekî lapî baş kê bû? Navê wî Yonatan bû. Hevaltiya wan yek ji hevaltiyên lapî baş e, ku Kitêba Pîrozda nivîsar in. Lê we zanibû wekî Yonatan weke 30 salî ji Dawid mestir bû? Lê gelo çira ewana hevalên usa baş bûn? Çimkî ewana herdu jî Xwedê bawer dikirin, qedirê hevdu digirtin û mêrxasiya hevdu didîtin gava tevî dijminên Xwedê şer dikirin (1 Sam. 13:3; 14:13; 17:48-50; 18:1). Mîna Dawid û Yonatan, em jî şa dibin, gava tevî wan meriva hevaltiyê dikin, yên ku Yehowa hiz dikin û baweriya xwe wî tînin. Kîêra, ya ku gelek sal e Xwedêra xizmet dike, dibêje: “Min xwera nav temamiya dinyayêda heval dîtine, yên ku ji cûre-cûre mileta ne û edetên wan cûre-cûre ne”. Çaxê hûn jî usa bikin, hûnê eşkere bivînin ku çawa Kitêba Pîroz û ruhê pîroz me dike malbeteke qewî. w18.12 26 ¶11-13
Înî, 10 Çile
Kî ku bê sebebiya qaviyê jina xwe berde û yeke din bistîne, ew zinêkariyê dike (Met. 19:9).
Gilî “qavî” tê hesabê gunên sêksûalî orta wan, yên ku tevî hev zewacêda nînin, mesele bênamûsî, heleqetiya sêksûalî orta merivên ku zewacêda nînin, homosêksûalî, û herimandina tevî heywana. Besa xeberê, hergê mêrê zewicî bênamûsiyê dike, jina wî dikare safî ke yan ji wî biqete yan neqete. Lê dîna xwe bidinê, Îsa ne got ku hergê jin yan mêrê kesekî bênamûsiyê bike, ew gerekê jê biqete. Mesele, jin dibeke safî ke, wekî zewaca xwe xwey ke û ji mêrê xwe neqete. Dibeke ew dîsa jî wî hiz dike, û hazir e bibaxşîne wî û tevî wî zewaca xwe qewî ke. Lê hergê ew ji wî biqete û mêr neke, ew wê rastî çetinaya bê. Mesele, ewê ça ebûra xwe bike û hewcên sêksûalîda wê ça be? Ewê bikaribe tenê bimîne? Ew yek wê ça ser zara hukum be? (1 Korn. 7:14) Belê, eşkere ye jina bêmêr yan mêrê bêjin, wê rastî çetinayên mezin bê. w18.12 12 ¶10-11
Şemî, 11 Çile
Gelî Xudan hizkirîya, bijenine xirabîyê! (Zeb. 97:10)
Xirabî ber çevê Yehowa reş e (Îşa. 61:8). Ew zane wekî em gunekar in û lema mera hêsa nîne xwe ji xirabiyê dûr bigirin. Lê yeke ew dixwaze, wekî em çev bidine wî, û xirabiyê nefiret kin. Çaxê em bifikirin ku çira xirabî ber çevê Yehowa reş e, emê jî mîna wî ser vê yekê binihêrin, û qewatê bistînin seva xwe ji her nerastiyê dûr bigirin. Hergê em ser xirabiyê pê çevê Yehowa binihêrin, ew yek wê alî me bike têderxin wan tiştên nerast jî, derheqa kîjana Kitêba Pîrozda raste-rast nayê gotinê. Mesele, îro vê dinyayêda gelek belabûyî ye reqasa ser çokên meriva, çi ku bênamûsî, robetî û heram e. Hinek xwe heq derdixin dibêjin, ku ne ew hema sêks nîne. Lê gelo Yehowa jî usa dinihêre ser vê yekê? Na! Ber çevê Yehowa her xirabî reş e. Lema were em jî ji her xirabiyê dûr bin, xwegirtî bin û nefiret kin wan tişta çi ku Yehowa xweş nayên (Rom. 12:9). w18.11 25 ¶11-12
Led, 12 Çile
Wê yê salih [yê rast], bi baweriya xwe bijî (Hebq. 2:4).
Pawlosê şandî nemên xweda sê cara besa vê rêzê kir (Rom. 1:17; Galt. 3:11; Îbrn. 10:38). Çi tengasî jî rastî me bên, hergê em baweriya xwe Yehowa bînin û jêra amin bimînin, emê bivînin ça sozên Yehowa têne sêrî. Yehowa dixwaze wekî çevê me ser vê axiriya baş be, ku hîviya me ye. Em rojên axiriyêda dijîn, û kitêba Hebaqûq derseke qewî dide me. Yehowa jîyîna heta-hetayê soz dide her merivekî rast, yê ku îtbariya xwe wî tîne. Were em berdewam kin her cûre çetinayî û tengasiyêda, bawerî û îtbariya xwe hindava Xwedê qewî kin. Yehowa bi saya kitêba Hebaqûq mera dibêje, wekî Ew wê alî me bike û me xilaz ke. Ew bi nermî hîvî me dike, wekî em bi sebir hîviya wedê wîyî kifşkirî bin, gava temamiya erdê bin Padşatiya wîda, bi xizmetkarên bextewar û milûk tijî be (Met. 5:5; Îbrn. 10:36-39). w18.11 16-17 ¶15-17
Duşem, 13 Çile
Rastiyêda [bijîn] (3 Yûhn. 4).
Qirna yekêda hine merivên ku hînkirinên Îsa qebûl kirin, paşê îda rastiyêda nediçûn û rastî firotin. Mesele, çaxê carekê Îsa bi keremet elaleteke mezin têr kir, ew elalet paşê pey wî çû heta aliyê dine ya Bera Celîlê. Wêderê Îsa tiştekî usa got, ku ewana metal man. Ewî got: “Heta ku hûn bedena Kurê Însan nexwin û xûna wî venexwin, jiyînê nava weda tunebe”. Wana dewsa ku ji Îsa bipirsiyana, ku bi wan giliya ewî çi dixwest bigota, ewana ji bo giliyên wî likumîn û gotin: “Ev çi xeberne giran in! Kî dikare guhdariya gotinêd wî bike?” Axiriyêda, “şagirtêd wî gelek paşda çûn û îdî tevî wî nedigeriyan” (Yûhn. 6:53-66). Sed heyf îro hine meriva pişta xwe dane rastiyê. Hinek likumîn, çimkî xeydîn ji birakî navdar, seva gilî yan kirê wî. Lê hinek jî xeydîn, çimkî wanra şîret ser hîmê Kitêba Pîroz hate dayînê, yan jî ewana ji rastiyê çûn, çimkî civatêda orta wan û kesekîda dew-doz pêşda hat. w18.11 9 ¶3-5
Sêşem, 14 Çile
Rêberê we yek e, ew Mesîh e (Met. 23:10).
Cara em bi temamî fem nakin wan guhastina, ku teşkîleta Xwedêda têne kirinê. Hergê usa ne, wê baş be em bifikirin, ku çawa berê Mesîh rêberî dikir. Çawa wedê Yêşû û qirna yekêda jî, Mesîh timê rêberiyên bîlan dide, seva cimeta Xwedê xwey ke, baweriya wan qewî ke, û yektî nav wanda unda nebe (Îbrn. 13:8). Rêberiyên ku “xulamê amin û serwaxt” mera dide, eyan dikin, ku Îsa ça bona ruhaniya me xem dike (Met. 24:45). Belê, çaxê em divînin, Îsa ça rêberiyê me dike, em fem dikin wekî ew alî me dike, seva em baweriyêda qewî bin. Mesîh usa jî alî me dike, wekî hiş-aqilê me ser belakirina mizgîniyê be, dêmek ser wî şixulê herî mezin û ferz, ku nav dinyayêda tê kirinê (Marq. 13:10). w18.10 25 ¶13-16
Çarşem, 15 Çile
Usa bijîn, çawa layîqî wê gaziyê ye, kîjanêra hûn hatine gazîkirinê . . . bi temamiya milûktiyê (Efes. 4:1, 2).
Mesela lape baş ku ça xwegirtinê nîşan kin, çaxê kesek hêrsa me tîne, 2 Samûyêl 16:5-13-da nivîsar e. Dawid û berdestiyên wî sebir kirin, gava Şîmeî merivê Şawûl Padşa, ewana bêhurmet kirin û miqabilî wan derket. Rast e qewata Dawid hebû wekî wî bide sekinandinê, lê yeke ewî ber vê yekê teyax kir. Lê çi alî Dawid kir wekî ewî xwe girt û hêrsa xwe temirand? Destpêka Zebûra sisiya dide kifşê, wekî Dawid ew Zebûr hingê nivîsiye, çaxê “ji ber kurê xwe Abşalom revî”. Rêza 1 û 2 eyan dike qewimandinên ji kitêba 2 Samûyêl serê 16. Paşî wan rêza Zebûr 3:4-da Dawid îtbariya xwe hindava Xwedê dide kifşê: “Min deng hilda, li Xudan kir gazî, Ewî cab da”. Belê, em jî dikarin Xwedêra dua bikin, çaxê kesek miqabilî me dertê. Hingê Yehowa ruhê xweyî pîroz dide me, seva em bikaribin ber vê yekê teyax kin. Bifikirin, hela kîjan derecada wera lazim e hê zef xwe bigirin, yan jî bi dil bibaxşînin wan, kê hindava we hemdê xwe neheqî dike? Hûn bawer in wekî Yehowa divîne ewê neheqiyê, û wê ese alî we bike û we kerem ke? w18.09 6-7 ¶16-17
Pêşem, 16 Çile
Em tevayî bona Xwedê dixebitin (1 Korn. 3:9).
Çaxê em şedetiyê didin, ferz e em timê fikirên meriva hildin hesab û hindava wanda bi qedir bin. Seva vê yekê lazim e em merivên mihala xweda rind nas bikin. Bîr nekin ku çaxê em diçin mal bi mal xizmet kin, meriv hîviya me nînin. Lema jî çiqas ferz e, wekî hingê herine mala wan, çaxê ewana wê hazir bin guh bidin (Met. 7:12). Mesele, dibeke mihala weda meriv Şemî û Ledê hiz dikin gelek razên. Hingê hûn dikarin şebeqê destpêkin derva xizmet bikin, yan ciyên ku gelek meriv top dibin, yan jî herin serlêdana dubare bikin, kîjan ku hûn zanin, wekî ewana razayî nîbin û wê bikaribin guh bidine we. Gelek meriv betal nînin, çimkî şixulên wan zef e. Lema jî wê baş be hûn destpêkêda xeberdana xwe zû xilaz kin (1 Korn. 9:20-23). Çaxê meriv divînin ku em dikevine heyra wan, çimkî gelek şixulên wan heye, ewana wê careke din dîsa guh bidine me. Berê ruhê Xwedêyî pîroz gerekê xizmetiya meda eşkere bê kifşê. Gava em vê yekê nîşan dikin, em dibine hevalxebatkarên Xwedê. Yehowa hela hê jî bi alîkariya me dikare meriva bîne ser riya rastiyê (1 Korn. 3:6, 7). w18.09 32 ¶15-17
Înî, 17 Çile
Xwezî li şkestiya, çimkî dinyayê para wan be (Met. 5:5).
Hergê em şkestî ne, em ça dikarin bextewar bin? Merivên ku rastiyê pêdihesin, têne guhastinê. Pêşiya vê yekê, dibeke ewana hêrs, şerûd û sert bûn, lê niha ewana “merivê nû” li xwe kirine û “dilşewatiyê, qenciyê, milûktiyê, berbihêriyê û sebirê” didine kifşê (Kols. 3:9-12). Lema ewana edilayêda nin, heleqetiya baş tevî meriva xwey dikin û bextewar in. Xêncî vê yekê, Xebera Xwedê soz dide wan meriva, wekî “dinyayê para wan be” (Zeb. 37:8-10, 29). Lê çi cûreyî “dinyayê para” şkestiya be? Dinya wê bibe para Mesîhiyên bijartî, çaxê ewana serwêrtiya erdê bikin çawa padşa û kahîn (Eyan. 20:6). Bi mîlyona merivên din ku wê ser erdê bijîn, dinya wê para wan be jî bi wî cûreyî, ku wê ser erdê heta-hetayê bijîn. Ewana wê bêqisûr bin, û edilayê û bextewariyêda bijîn. w18.09 19 ¶8-9
Şemî, 18 Çile
Bira her meriv bihîstinêda serxwe be (Aqûb 1:19).
Vê yekêda Yehowa xwexa meseleke baş hîştiye (Destp. 18:32; Yêşû 10:14). Bifikirin ku em çi dikarin hîn bin ji vê derecê, ya ku nivîsar e kitêba Derketinda 32:11-14. Yehowa mecal da Mûsa wekî fikirên xwe bêje, lê Ewî dikaribû nehîşta jî. Lê hûnê bikaribin guh bidine fikirên wî merivî, kîjan ku nihêrandina nerast da kifşê, û paşê jî pey giliyên wî herin? Yehowa yeke timê bi sebir guh dide wan meriva, yên ku bi baweriyê jêra dua dikin. Wê baş be her kes xwe bicêribîne û wan pirsa bide xwe: “Hergê Yehowa xwe milûk dike hindava cimeta xwe û guh dide wan, mesele çawa ewî guh dida Birahîm, Rahêl, Mûsa, Yêşû, Manoah, Êlyas û Hizqiya, lê ez gerekê usa nekim? Ez ça dikarim hê zef qedirê xûşk-birên xwe bigirim, wana qîmet kim, guh bidime fikir û şîretên wan, û hela hê jî şîretên wanî baş bînim sêrî? Civata xweda yan jî malbetêda, lazim e ez hê zêde dîna xwe bidime ser kê? Ez çi gerekê bikim bona wan?” (Destp. 30:6; Hakim. 13:9; 1 Padş. 17:22; 2 Dîr. 30:20) w18.09 6 ¶14-15
Led, 19 Çile
Nandarê sihet û qewat be, avdarra jî avê bê dayînê (Metlk. 11:25).
Hêsa nîne vê dinêda merd bin, çimkî meriv dor berê me tenê derheqa xwe difikirin. Lê Îsa got wekî du temiyên herî mezin ew in, ku Yehowa bi temamiya dilê xwe, caniya xwe, hişê xwe û qewata xwe hiz bikin, û usa jî hevalê xwe weke xwe hiz bikin (Marq. 12:28-31). Ewên ku Yehowa hiz dikin, çev didine wî. Yehowa û Îsa merd in, û ewana me jî hêlan dikin ku merd bin, çimkî ew yek me bextewar dike. Hergê em hindava Xwedê û hin jî hindava meriva bi dil merd bin, emê şikiriyê bidine Yehowa û ça xwera usa jî merivara karê bînin. Bêşik, hûn îda merdaniyê didine kifşê, îlahî xûşk-birara (Galt. 6:10). Hergê hûn berdewam kin usa bikin, meriv wê ji we razî bin û we hiz bikin, û axiriyêda hûnê bextewar bin. w18.08 22 ¶19-20
Duşem, 20 Çile
Li anegorî dîtina çevêd xwe dîwanê nekin (Yûhn. 7:24).
Yehowa tu rasa, milet, berek yan jî ziman, başqe nake. Ew her merivî qebûl dike, kîjan ku xwedêxof e û tiştên rast dike (Galt. 3:26-28; Eyan. 7:9, 10). Ew yek bona me tiştekî teze nîne. Lê diqewime hûn welatekî yan jî maleke usada mezin bûne, kîderê ku firqiyê dikine orta meriva. Dibeke hûn difikirin, wekî hûn meriva başqe nakin, lê têdernaxin ku ew nihêrandina nerast kûr nava weda maye. Bînin bîra xwe, Petrûs merivara eyan kir, wekî Yehowa firqiyê nake orta meriva. Ew yek bona Petrûs qedirekî mezin bû, lê hela hê ewî jî carekê durûtî kir (Galt. 2:11-14). Lê çawa nekevine vê telikê ku anegorî dîtina çevên xwe dîwanê nekin? Seva têderxin hela em firqiyê dikine nava meriva yan na, em gerekê li gora Xebera Xwedê xwe kûr bicêribînin (Zeb. 119:105). Em usa jî dikarin ji hevala yan ji wan kê me rind nas dike, bipirsin hela nav meda heye tiştekî usa, ku em xwexa navînin (Galt. 2:11, 14). Cara usa diqewime ku ew fikir kûr nav meda usa rûniştine, wekî em ne jî haş pê hene. w18.08 9 ¶5-6
Sêşem, 21 Çile
Bira ronaya we ber meriva şewq bide (Met. 5:16).
Xwe bipirsin: “Gelo merivara eyan e wekî ez bi temamî Yehowara amin im? Gelo ez firnaq dibim gava divêjime meriva ku ez Şedê Yehowa me?” Dilê Yehowa wê bêşe hergê paşî wê yekê çaxê ewî em bijartin ça cimeta xwe, em şerm bikin merivara bêjin ku ew xweyê me ye (Zeb. 119:46; Marq. 8:38). Yazix, lê hela hê hine Şedên Yehowa jî çev didine “ruhê vê dinyayê”. Bona wê yekê zelal îda nayê kifşê firqiya orta xizmetkarê Xwedê û yê ku xizmetkarê Xwedê nîne (1 Korn. 2:12). Ruhê vê dinyayê meriva hêlan dike pey “dilhavijiyêd binyata merivayê” kevin (Efes. 2:3). Mesele, rast e gelek şîret mera têne dayîne derheqa kincxwekirin û xemilandinê, yeke hinek dîsa jî necayîz xwe dikin. Ewana kincê teng û vekirî xwe dikin, hela hê ser civatê jî. Hinek jî pê porê xwe dîna meriva dikişînine ser xwe (1 Tîmt. 2:9, 10). Lema jî çaxê ewana nav merivada nin, îda çetin e têderxin ku kê ye xizmetkarê Yehowa û kê ye hevalê dinyayê (Aqûb 4:4). w18.07 24-25 ¶11-12
Çarşem, 22 Çile
Hûn hemû jî bira ne (Met. 23:8).
Em hemû bira ne, çimkî em gişk zureta Adem in (Kar. Şand. 17:26). Lê ne tenê ew yek me dike yektiyê. Îsa şirovekir wekî şagirtên wî xûşk-birên hev in, çimkî Yehowa hesab kirine ça Bavê xweyî ezmana (Met. 12:50). Xêncî vê yekê, ewana bûne neferên malbeta ruhanî, û hizkirin û bawerî wana dike yek. Lema çaxê şandiya nemên xwe dinivîsîn, gelek car ser şagirta digotin “xûşk-birano” (Rom. 1:13; 1 Pet. 2:17; 1 Yûhn. 3:13). Çaxê Îsa zelal nîşan kir, wekî em gerekê hevdu ça xûşk-bira hesab kin, ewî got ku milûktî gelek ferz e (Met. 23:11, 12). Wedekê tifaqa şandiya kêm bû, çimkî qurebûnê rê wan digirt. Û hingê qurebûna bona miletê xwe jî, dikaribû bibûya problêm. Cihû diqewime firnaq dibûn bi vê yekê ku zuretên Birahîm bûn û hesab dikirin, wekî ewana ji yên mayîn baştir in. Lê Yûhennayê Nixumdar gote wan: “Xwedê ji van kevira jî dikare zara Birahîmra derxe” (Lûqa 3:8). w18.06 9-10 ¶8-9
Pêşem, 23 Çile
Yê zimanê xwe dikare zane ye (Metlk. 17:27).
Çaxê tiştek me eciz dike, yan jî kirên kesekî me hêrs dixin, gelo em dikarin zimanê xwe û hêrsa xwe bigirin? (Metlk. 10:19; Met. 5:22) Gava kesek hemdê xwe dilê me dêşîne, em gerekê “cî bidine hêrsa” Yehowa (Rom. 12:17-21). Hergê çevê me li Yehowa ye, emê qedirê wî bigirin bi vê yekê ku cî bidine hêrsa wî, dêmek bi sebir hîviyê bin heta ew wedê lazimda çetinaya me safî ke. Lê hergê em cûrekî mayîn bikin û heyfê hildin, ew wê bê hesabê ku em qedirê Yehowa nagirin. Çaxê Yehowa rêberiyên teze dide me, gelo em derbêra pey wan rêberiya diçin? Hergê erê, emê ser xwe îtbar nîbin, û usa nekin çawa me berê dikir. Emê derbêra pey rêberiya teze herin ku Yehowa bi teşkîleta xwe dide me (Îbrn. 13:17). Emê usa jî miqatî xwe bin, wekî “ji nivîsarê derneyên” (1 Korn. 4:6). Usa emê nîşan kin ku çevê me ser Yehowa ye. w18.07 15-16 ¶17-18
Înî, 24 Çile
Bêne ser hînbûna gihîştî (Îbrn. 6:1).
Çaxê hûn bibine Mesîhiyên gihîştî, hûnê fem kin wekî prînsîpên Xwedê bona we hê ferz û qîmet in. Qanûn bona derecên konkrêt in, lê prînsîp bona cûre-cûre dereca dikarin bidine xebatê. Mesele, hergê cahil fem nake ku çiqas xof e tevî merivên nebaş hevaltiyê bike, dê-bavên serwaxt wê sînora wîra daynin wekî wî xwey kin (1 Korn. 15:33). Lê gava zar dibe gihîştî, hiş-aqilê wî tê guhastinê û ew îda dikare prînsîpên Kitêba Pîroz fem ke û hilde hesab. Usa ew wê safîkirinên bîlanî bike ku hevalên rast xwera bijbêre (1 Korn. 13:11; 14:20). Çaxê em difikirin ser prînsîpên Xwedê, îsafa me dibe rêberê hê rast û baş, kîjan ku li gora nihêrandina Xwedê ye. Bal me hemû tişt heye çi ku lazim e seva em safîkirinên usa bikin ku Yehowa xweş tên. Qanûn û prînsîpên ji Xebera Xwedê, alî me dikin “bona hemû kirinêd qenc hazir sekinî” bin (2 Tîmt. 3:16, 17). w18.06 19 ¶14; 20 ¶16-17
Şemî, 25 Çile
Hevalê min kî ye? (Lûqa 10:29)
Îsa bi vê yekê nîşan kir wekî merivê Samerî dikaribû Cihûya hîn kira, ku çawa hindava hemû meriva hizkirinê bidine kifşê (Lûqa 10:25-37). Şagirtên Îsa seva ku cabdariya xwe bi temamî bianiyana sêrî, wana gerekê qurebûn ji xwe dûrxistana û firqî nekirana orta meriva. Îsa pêşiya ku biçûya ser ezmana, temî da wan wekî li “temamiya Cihûstanê, Sameryayê û heta serê dinê jî” şedetiyê bidin (Kar. Şand. 1:8). Îsa pêşiya vê yekê îda bona wî şixulî ewana hazir kiribûn. Ewî dîna wan dabû ser xeyset-hunurên baş nav merivên ji miletên dinda. Besa xeberê, ewî payê sersedê necihû da, bona baweriya wîye qewî (Met. 8:5-10). Îsa usa jî şeherê xwe Nisretêda şirovekir, ku çawa Yehowa alî xerîba kir, mesele alîkarî da jinebîke ji Sereptayê û Nemanê kotî ji Sûryayê (Lûqa 4:25-27). Hin jî Îsa ne ku tenê jinikeke Samerîra mizgînî gilî kir, lê ew du roja Sameriyayêda ma, çimkî dît wekî wêderê cimetê dixwest guh bide mizgîniya wî (Yûhn. 4:21-24, 40). w18.06 10 ¶10-11
Led, 26 Çile
Her çekê Xwedê li xwe kin, ku hûn bikaribin miqabilî hunurêd Mîrêcin bisekinin (Efes. 6:11).
Pawlosê şandî Mesîhî beramberî eskera kir, yên ku şerda nin. Belê, em bi rastî şerê ruhanîda nin, lê dijminên me rêalî ne. Şeytan û cinên wî şerda cêribandî û qewî ne. Alîkîva dikare bê kifşê, wekî wî şerîda em nikarin serkevin, îlahî Mesîhiyên cahil. Lê gelo cahil qe dikarin vî şerê tevî dijminên zulmda serkevin? Bi rastî ewana dikarin serkevin û serdikevin jî! Lê çawa? Ewana “yektiya Xudanda qewat” dibin, dêmek qewatê ji Xwedê distînin. Xêncî vê yekê, ewana mîna eskerên hînkirî, “her çekê Xwedê” li xwe dikin (Efes. 6:10-12). Çaxê Pawlos derheqa vê meselê xeber dida, diqewime ewî hingê çekên eskerên Romê dida ber çevê xwe (Kar. Şand. 28:16). w18.05 27 ¶1-2
Duşem, 27 Çile
Bavê meyî ezmana! Navê te pîroz be (Met. 6:9).
Meniya lape mezin ku çira em şixulê belakirina mizgîniyê dikin ew e, ku ber însanetê pesin bidine Yehowa û navê wî pîroz kin (Yûhn. 15:1, 8). Lê bi rastî navê Xwedê bi temamî pîroz e, zêde em nikarin navê wî pîroz kin. Lê dîna xwe bidinê, Îşaya pêxember got, ku em gerekê pîroziya Yehowa qebûl kin (Îşa. 8:13). Em navê Xwedê pîroz dikin bi wê yekê, ku navê wî nava hemû navada başqe dikin û çaxê alî meriva dikin, wekî ewana jî qebûl kin ku navê wî pîroz e. Besa xeberê, çaxê em derheqa hunurên Yehowa û qirara wî hindava însanetê merivara gilî dikin, bi vê yekê îzbat dikin, ku giliyên Şeytan derheqa Xwedê derew û qelp in (Destp. 3:1-5). Usa jî, çaxê em mihala xweda alî meriva dikin, wekî ewana bivînin ku tenê Yehowa hêja ye “rûmet, hurmetê û qewatê” bistîne, bi vê yekê jî em navê wî pîroz dikin (Eyan. 4:11). w18.05 18 ¶3-4
Sêşem, 28 Çile
Qenc e şikrîyê bidine Xudan . . . Çimkî Te, Xudan, ez şa kirim bi kirinêd Xwe, kirinêd destê Tera ez gul didim (Zeb. 92:1, 4).
Meniya sereke ku çira em nêtên ruhanî datînin pêşiya xwe, ew e, ku usa em razîbûna xwe Yehowara didine kifşê bona hizkirin û kirên wî hindava me. Cahilno, bifikirin derheqa hemû tişta ku Yehowa daye we. Ewî emir, bawerî, Kitêba Pîroz, civat, û usa jî hêviya jîyîna heta-hetayê daye we. Çaxê hûn nêtên ruhanî datînin pêşiya xwe, hûn bi vê yekê nîşan dikin, wekî van keremên Xwedê dişêkirînin û hûn hê nêzîkî wî dibin. Çaxê hûn digihîjne nêtên ruhanî, hûn ber çevê Yehowa şixulên baş dikin. Wî cûreyî hûn hê nêzîkî wî dibin. Pawlosê şandî got: “Xwedê ser neheqiyê nîne, wekî kirêd we û ew hizkirina ku we bona navê wî da kifşê bîr bike” (Îbrn. 6:10). Seva nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe, nefikirin ku hê zû ye. Lê nêtên weye ruhanî hene ku hûn dixwazin bigihîjin? (Fîlî. 1:10, 11) w18.04 26 ¶5-6
Çarşem, 29 Çile
Ruhê Xudan li ku derê be, li wê derê jî azayî heye (2 Korn. 3:17).
Cimeta Împêriya Romêda, kîderê ku Mesîhî jî dijîtin, gelek qure dibûn çimkî welatê wanda qanûn, sîstêma hakimtiyê, û azayî hebû. Lê yeke heçî zef bi saya xulama bû ku welat usa nav û deng bû. Wedekê, wêderê ji bineliya weke 30 selef xulam bûn. Femdarî ye, wekî cimeta wêderê û usa jî Mesîhî, gelek car derheqa azayê û xulamtiyê xeber didan. Pawlos nemên xweda gelek car besa azayê dikir. Lê nêta wî ew nîbû ku bikeve nav polîtîkayê çawa merivên din, yên ku dixwestin problêmên dewletêda safî kin û halê dinyayê baş kin. Dewsê, Pawlos û Mesîhiyên din alîkarî didane meriva, seva mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê û qîmetê qurbana Îsa Mesîh pêbihesin. Pawlos dîna xûşk-bira da ser Kaniya azaya rast. w18.04 8 ¶1-2
Pêşem, 30 Çile
Şimhûn! Şimhûn! Va ye Mîrêcin xwest wekî we mîna genim bêjingê xe. Lê min bona te dua kir, wekî baweriya te kêm nebe û gava tu vegerî, dil bidî ber birayêd xwe (Lûqa 22:31, 32).
Îsa şev pêşiya mirina xwe, wan giliyên jorê gote Petrûs. Petrûs îzbat kir ku ew stûna civata Mesîhîtî bû (Galt. 2:9). Ewî wedê Roja Pênciyê hesabê û paşî vê yekê jî pê mêrxasiya xwe dil dida bira. Nêzîkî xilaziya xizmetiya xweye dirêj, ewî xûşk-birara nivîsî: “Min . . . wera nivîsî, dil didime we û şedetiyê didim, ku ev e kerema Xwedêye rast. Vêda hûn qewîn bisekinin” (1 Pet. 5:12). Nemên Petrûs bi qirna dil didine Mesîhiya heta roja îroyîn. Rastî jî em çiqas hewcê vê dildayînê ne, çimkî em hîviya sozên Yehowa ne (2 Pet. 3:13). w18.04 17 ¶12-13
Înî, 31 Çile
Ewê ku çevê xwe ji qanûna kamile ku aza dike nabire û nava wêda dimîne, . . . ew wan kirinêd xweda xwezilî ye (Aqûb 1:25).
Hemû ciyada meriv dixwazin aza bijîn. Lê seva ku azaya usa bistînin, meriv cûre-cûre tişta dikin. Mesele, ewana protêsta dikin, şer-dewa pêşda tînin û hela hê rêvolûsiya jî dikin. Lê gelo ewana bi vê yekê digihîjine merema xwe? Na, yazix ewana gelek car bona vê yekê kul-derda dikişînin û hela hê jî emirê xwe unda dikin. Ew yek rastiya giliyên Silêman Padşa îzbat dike: “Serwêriya zilamekî, li ser yekî din, bi xesara [ziyana] wî ye” (Waîz 8:9). Rêza îroyînda Aqûb şirovekir ku ça meriv dikare bi rastiyê bextewar be û lezetê bivîne. Yehowa ku xwexa ev qanûna kamil daye, hê rind zane çi lazim e merivara seva bextewar bijîn û emirê xwera şa bin. Ewî mêr û jina pêşinra her tişt, dêmek azayî jî da, seva ewana bextewar bijîn. w18.04 3 ¶1-3