Tîrmeh
Pêşem, 1 Tîrmehê
Razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be (Fîlî. 4:6).
Çaxê kesek tevî me sert yan jî sare-sar xeber dide, em berxwe dikevin. Îlahî çaxê merivê meyî nêzîk yan jî hevalê me hindava meda usa nin, em hê zêde berxwe dikevin û xemgîn dibin. Gava em rastî berxweketinê tên, em dikarin gelek tişt hîn bin ji Kitêba Pîroz derheqa mesela Hanna, ya ku rastî qerfa dihat ji aliyê jina mêrê xwe (1 Sam. 1:12). Mîna Hannayê em jî dikarin tevî Yehowa derheqa xemên xwe û tirsa xwe, dirêj xeber din. Ferz nîne ku duayên me poêtîkî bin yan jî bi giliyên pir bedew bin. Cara çaxê dilê me tijî dibe, em bi dua-dirozga û hêsira tevî Yehowa xeber didin. Çi jî hebe, Yehowa wê tu car neweste guh bide me. Lê xêncî ku derheqa problêmên xwe dua bikin, em gerekê usa jî bîr nekin ku çi nivîsar e Fîlîpî 4:6, 7-da. Pawlosê şandî got wekî em gerekê bi razîbûnê Yehowara dua bikin. Hemikî gelek meniyên me hene ku Yehowara bêjin, wekî em ji wî razî ne, mesele ku, ewî emir daye me, tiştên pir bedew çêkiriye, hizkirina amin dide kifşê, û hêviya pir xweş daye me. w20.02 21 ¶3; 22 ¶6
Înî, 2 Tîrmehê
Wexta gotinê heye (Waîz 3:7).
Ziman, dêmek xeberdan, ew heye pêşkêşa ji Yehowa (Derk. 4:10, 11; Eyan. 4:11). Ew bi saya Xebera xwe alî me dike, ku hîn bin ça evê pêşkêşê rast bidine xebatê. Em gerekê her gav hazir bin derheqa Yehowa û Padşatiya wî xeber din (Met. 24:14; Rom. 10:14). Usa emê çev bidine Îsa. Menîk ku çira Îsa hate ser erdê, ew bû, wekî derheqa Bavê xwe rastiyê hîn ke (Yûhn. 18:37). Lê em gerekê bîr nekin, wekî usa jî ferz e ku em ça xeber didin. Lema jî çaxê em tevî meriva derheqa Yehowa xeber didin, em gerekê bi nermî û bi milûktiyê xeber din. Usa jî em gerekê fikirên meriva hildin hesab û qedirê baweriya wan bigirin (1 Pet. 3:15). Hingê emê ne ku tenê xeber din, lê wana hîn kin û dibeke rastiyê bigihînine dilê wan. Hergê xûşk yan birakîra şîret lazim e, rûspî gerekê xwe paş nexin şîretê bidin. Lê hemikî ewana bona vê yekê wê wedê rast bijbêrin, seva ew şermî nebe. w20.03 18-19 ¶2-4
Şemî, 3 Tîrmehê
Dua bikin (Met. 26:41).
Em derheqa çi dikarin Yehowara dua bikin? Em dikarin Yehowara dua bikin, wekî “baweriya me zêde ke” (Lûqa 17:5; Yûhn. 14:1). Mera bawerî lazim e, çimkî Şeytan wê hemû şagirtên Îsa bicêribîne (Lûqa 22:31). Lê gelo çawa bawerî dikare alî me bike? Hergê me aliyê xweda hemû tişt kiriye, lê dîsa jî problêm maye, bawerî wê alî me bike berxwe nekevin, evê çetinayê bidine destê Yehowa û hîviya wî bin. Çaxê em îtbariya xwe wî tînin, ku ew ji me çêtir zane çi gerekê bike, emê dilrihet bimînin û edilayêda bin (1 Pet. 5:6, 7). Firqî tune em rastî çi tengasiya jî tên, dua alî me dike dilrihetiyê unda nekin. Dîna xwe bidine mesela Robêrt, rûspîkî amin, ku 80 salî zêdetir e. Ew gilî dike: “Şîreta ji Fîlîpî 4:6, 7, gelek tengasiyada alî min dikir. Mesele, aliyê perada çetinayên min hebûn, û usa jî wedekî ez îda rûspî nîbûm”. Lê gelo çi alî Robêrt dike, wekî nava çetinayada dilrihetiyê unda neke? Ew dibêje: “Hema çawa ku ez destpêdikim berxwe kevim, ez derbêra dua dikim. Ez texmîn dikim wekî çiqas dua dikim, haqas hê dilê min rihet dibe”. w19.04 9-10 ¶5-7
Led, 4 Tîrmehê
Li ber Te, tenê himberî Te min gune kir û xirabî li ber çevê Te kir (Zeb. 51:4).
Zorbetiya hindava zara ber Xwedê gunekî giran e. Çaxê meriv hindava merivê mayîn gune dike, ew usa jî ber Yehowa gune dike. Dîna xwe bidine meseleke ji Qanûnê, ku Xwedê dabû Îsraêliya. Qanûnêda dihate gotinê, ku hergê meriv merivekî din şêlandiye, yan jî hindava wîda qelpî kiriye, ewî “borcê xwe li ber Xudan” neqedandiye, dêmek hindava Xwedê neaminî daye kifşê (Qan. Kah. 6:2-4). Belê, hergê kesek ji civatê zorbetî zarê kiriye, ji bo çi jî zar îda bêxofiyê texmîn nake, ew hindava Xwedê neamin e. Ew usa jî navê Yehowa gelek bêhurmet dike. Belê, zorbetî hindava zara, ber Xwedê gunekî gelek mezin û heram e. Gotarada ji “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar Bin!”, dihate gotinê, ku ça ew zar zorbetî kîjana kirine, dikarin ber wî derdî teyax kin, ça merivên din dikarin alî wan bikin û dilbîniyê bidine wan, û ça dê-bav dikarin zarên xwe xwey kin. Rûspî ser hîmê Kitêba Pîroz, hûr bi hûr rêberî distînin, ku çi gerekê bikin çaxê kesekî zorbetî zara kiriye. Teşkîlet berdewam dike lêkolîn ke, ku civat gerekê çi bikin, çaxê pêdihesin derheqa zorbetiya sêksûalî hindava zara. w19.05 9 ¶8-9
Duşem, 5 Tîrmehê
Ma bona yên ku dijîn, meriv bi miriyanra dişêwire? (Îşa. 8:19).
Xebera Xwedê mîna şûrê tûj e, ku dikare hemû derewên Şeytan eşkere ke (Efes. 6:17). Mesele, Xebera Xwedê eşkere dike evê derewê, ku yançi mirî tevî saxa dikarin xeber din (Zeb. 146:4). Ew usa jî dibêje, wekî tenê Yehowa dikare derheqa axiriyê bêje (Îşa. 45:21; 46:10). Hergê em Xebera Xwedê hertim dixûnin û ser difikirin, emê hê hazir bin û qewî bin bona vê yekê, wekî înkar kin û nefret kin derewên ku ruhên xirab dixwazin em bawer kin. Lema jî înkar kin hemû tiştên ku sêrbaziyêva girêdayî ne. Çawa Mesîhiyên rast, em tu cûre sêrbaziyê nakin. Mesele, em naçine bal koçeka û ne jî tiştekî dikin seva yançi tevî miriya xeber din. Em qeyd-edetên çelkirina miriyava girêdayî, nakin, çimkî ewana ser hîmê hînkirina qelp in, ku yançi mirî berdewam dikin cîkî dijîn. Û em usa jî steyrnasiyê û koçektiyê nadine xebatê seva derheqa axiriyê pêbihesin. Em zanin wekî ew hemû şixul gelek xof in û dikarin me nêzîkî Şeytan û cina bikin. w19.04 21-22 ¶8-9
Sêşem, 6 Tîrmehê
Xwedê ew bi xwestina dilê wan dane destê heramiyê (Rom. 1:24).
Merivên ku serwaxtiya vê dinê qebûl dikin, dikenin ser prînsîpên Kitêba Pîroz derheqa namûsiyê, çimkî difikirin ku nerêalî ye wan prînsîpa bînin sêrî. Merivên wî cûreyî pirsê didine xwe: “Çira Xwedê pê xwestinên sêksûalî em efirandine, û paşê mera dibêje, wekî pey wan xwestina neçin?” Ew pirs bal wan pêşda tê, çimkî nihêrandina wan nerast e. Ewana difikirin ku dilê meriv çi dixwaze, gerekê vê jî bike. Lê Kitêba Pîroz cûrekî mayîn hîn dike. Ew hîn dike ku em gerekê pey her xwestinên xwe neçin û xwe kontrol kin (Kols. 3:5). Xêncî vê yekê, Yehowa merivên zewicîra pêşkêş daye, seva bikaribin hewcên xweye sêksûalî layîq razî kin (1 Korn. 7:8, 9). Belê, Kitêba Pîroz derheqa sêksê nihêrandina rast hîn dike û dibêje, wekî heleqetiya orta jin-mêr lezetê tîne (Metlk. 5:18, 19). Lê ew usa jî dibêje: “Bira ji we her kes jî zanibe qalibê xwe helal û bi namûsî xwey ke, ne bi xwestina temê xirab” (1 Têsln. 4:4, 5). w19.05 22-23 ¶7-9
Çarşem, 7 Tîrmehê
Tuyê derkevî, tuyê mîna bahozekê were, . . . tu û hemû artêşên te û pir neteweyên bi tera (Hezql. 38:9).
Xwedê wê nehêle, wekî serwêrên dinyayê cimeta wî kuta kin. Cimeta Yehowa bi firnaqî navê wî hildane ser xwe, û gura temiya wî kirine ku ji Babîlona Mezin derketine (Kar. Şand. 15:16, 17; Eyan. 18:4). Ewana usa jî aliyê xweda her tiştî dikin, seva alî merivên din jî bikin ji Babîlona Mezin aza bin. Lema jî xizmetkarên Yehowa wê “ji belayêd wê parê nestînin”. Lê yeke baweriya wan wê bê cêribandinê (Hezql. 38:2, 8). Paşî kutakirina hemû rêlîgiyên qelp, cimeta Xwedê wê bibe mîna baxeke ku wedê firtone xilaz bûye. Şeytan hingê wê gelek hêrs keve. Ew wê hêrsa xwe bi vê yekê birêje, ku propaganda cina, dêmek “giliyên heram” bide xebatê, seva koalîsya dewleta, dêmek yektiya hemû serwêrên dinyayê, hêlan ke ku pey xizmetkarên Yehowa keve (Eyan. 16:13, DT, 14). Ew koalîsya dewleta tê navkirinê “Gog ji erdê Magogê”. Çaxê ew miqabilî cimeta Yehowa derê, hingê şerê Harmegedon wê destpêbe (Eyan. 16:16). w19.09 11 ¶12-13
Pêşem, 8 Tîrmehê
Şêwirêd serwaxta pûç in (1 Korn. 3:20).
Wedê Îsraêla berê, Şeytan dînê qelp da xebatê, seva wana bike nav bênamûsiyê. Îro jî ew usa dike. Dînên qelp çevê xwe dadidin ser bênamûsiyê û hela hê jî kirên bênamûsî qebûl dikin. Axiriya vê yekê ew e, ku gelek meriv dibêjin, wekî Xwedêra xizmet dikin, lê gura prînsîpên wîye namûsiyê nakin. Pawlosê şandî Romayara nema xweda got, ku axiriya vê yekê çi ye (Rom. 1:28-31). Hemû cûre bênamûsî, dêmek homosêksûaltî jî, dikevin nava wan “tiştêd necayîz” (Rom. 1:24-27, 32; Eyan. 2:20). Çiqas ferz e, wekî em xwe qewî li hînkirinên Kitêba Pîroz bigirin. Fîlosofiya meriva, prînsîpên Yehowa pişt guhê xweva davêje û hin jî miqabilî van prînsîpa derdikeve. Ew hêlan nake, wekî em berê ruhê Xwedêyî pîroz nav xweda pêşda bînin, lê berbi “kirêd binyata însên” hêlan dike (Galt. 5:19-23). Ew fîlosofiya meriva hêlan dike, wekî qure û babax bin. Axiriya vê yekê ew e, ku meriv dibine “xwehiz” (2 Tîmt. 3:2-4). Ew hunur miqabilî şkestîbûnê, dêmek milûktiyê ye, ku bal xizmetkarên Xwedê gerekê hebe (2 Sam. 22:28). w19.06 5-6 ¶12-14
Înî, 9 Tîrmehê
Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran (Metlk. 17:17).
Êlyas Yehowara wedê giranda xizmet dikir û rastî çetinayên mezin hat. Yehowa gote Êlyas, wekî hine cabdariyên xwe bide Êlîşa. Bi vê yekê, Yehowa hevalekî baş da Êlyas, kîjanî barê wî sivik kir û ber dilê wîda hat. Hergê hevalê meyî usa heye, ku em îtbariya xwe wî tînin, ew dikare derdê me sivik ke û dilê me rihet ke (2 Padş. 2:2). Hergê kesekî usa tune, ku hûn bikaribin dilê xwe jêra vekin, Yehowara dua bikin, wekî hûn Mesîhiyên ruhanîda gihîştî xwera bivînin, kîjan ku wê dil bide ber we. Yehowa alî Êlyas kir, wekî ber strêsê teyax ke û gelek sala bi aminî xizmet ke. Serhatiya Êlyas hêviyê dide me. Diqewime wedekîda strês û çetinayên giran pey hev rastî me bên, kîjan ku me sihet-qewatêda û êmosiyalîda sist kin. Lê hergê çevê me ser Yehowa ye, ew wê qewatê bide me, seva berdewam kin jêra xizmet kin (Îşa. 40:28, 29). w19.06 15 ¶4; 16 ¶9-10
Şemî, 10 Tîrmehê
Tirsa mêriv bona mêriv tele ye, lê Xudan bona yê Wîda guman sitar e (Metlk. 29:25).
Em dikarin mêrxasiya xwe zêde kin, hergê mizgîniya Padşatiyê merivara gilî kin. Çira? Çimkî wedê xizmetiyê em hîn dibin îtbariya xwe Yehowa bînin û tirsa ber meriva alt kin. Çaxê em sportêva mijûl dibin, masûlkên (çîl) me qewî dibin, mîna vê yekê çaxê em mal bi mal, ciyên ku gelek meriv top dibin, neformal û ciyên xebatê mizgîniyê bela dikin, mêrxasiya me qewî dibe. Hergê em nihada wedê xizmetiyê mêrxasiya xwe zêde kin, emê hê rind hazir bin mizgîniyê bela kin hingê jî, hergê şixulê me bê qedexekirinê (1 Têsln. 2:1, 2). Em dikarin ji mesela xûşka amin ku mêrxas bû, dersê xwera hîn bin. Nênsî Yûên bejn-balêda mêtir nîv bû, lê mêrxasiya wê gelek mezin bû. Ew qayîl nebû, wekî belakirina mizgîniya Padşatiyê bide sekinandinê. Axiriya vê yekê ew bû, ku ew weke 20 salî kela Çînayêda rûnişt. Merivên dewletê, yên ku lê dicêribandin û pirs didane wê, gotin wekî welatê wanda, ew “meriveke lape serhişk” bû. w19.07 5 ¶13-14
Led, 11 Tîrmehê
Niha herin hemû mileta hîn kin (Met. 28:19).
Hine merivara hewas e derheqa rastiya ji Kitêba Pîroz pêbihesin, hinekara jî hewas nîne. Em dikarin usa bikin, wekî hewasa wan pêşda bînin. Seva xizmetiyêda pêşdaçûyî bin, em gerekê xwe rind hazir kin. Bona vê yekê, çend têmên konkrêt bijbêrin, ku wê wan merivara hewas bin, rastî kîjana hûnê bên. Paşê bona wan her têma, pêşxebera hazir kin. Mesele, hûn dikarin ji xweyê malê bipirsin: “Îzin e ez tiştekî ji we bipirsim? Gelek meriv îro rastî problêmên mezin tên. Bi texmîna we, çi cûre serwêrtî lazim e, seva problêmên însanetê safî ke?” Paşê hûn dikarin tevî wan Daniyêl 2:44 şêwir kin. Yan jî dibeke hûn ji xweyê malê bipirsin: “Ça hûn difikirin, meriv ça dikarin zarên xwe usa mezin kin, wekî rabûn-rûniştina wan baş be? Ez dixwazim fikirên we pêbihesim hergê îzin e”. Paşê şêwir kin Qanûna Ducarî 6:6, 7. Bêşik dikarin bêjin, wekî em gelek şa dibin çaxê alî meriva dikin ku bibine şagirtên Mesîh. w19.07 15 ¶4, 6-7
Duşem, 12 Tîrmehê
Qe meriv dikare xwera xudana çêke, gava ewana bi rastî ne xudan in? (Yêrem. 16:20, DT)
Birakî me ku Rohilata Dûrda xizmet dike, kîderê ku merivên nebawer dijîn, dibêje: “Bi rastî çaxê wira meriv dibêje: ‘Ez Xwedê bawer nakim’, ew dixwaze bêje, wekî ew wan xudana nahebîne, kîjan ku bi edetî merivên wira dihebînin. Lema jî ez wanra gelek car qayîl im, ku heçî zef xudan bi destê meriva têne çêkirinê û sax nînin. Û ez wanra gelek car Yêremya 16:20 dixûnim û dipirsim: ‘Lê ça em dikarin têderxin, hela kîjan xwedê rêalî ye, lê kîjan meriva xwexa çêkiriye yan jî ber xwe derxistiye?’ Ez rind guh didim caba wan, û paşê wanra dixûnim Îşaya 41:23: ‘Gilî kin mera axiriyêda wê çi biqewime, û emê bizanibin ku hûn xudan in, DT’. Paşê ez pêxembertîkê nîşanî wan dikim, kîjan ku Yehowa pêşda derheqa axiriyê gotiye”. Birakî jî gilî dike: “Ez wanra nîşan dikim bîlaniya ji Kitêba Pîroz, pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz ku hatine sêrî, û qanûn kîjan ku gerdûnê kontrol dikin. Paşê ez wanra nîşan dikim çawa ew her tişt eyan dike, wekî Efirandarê sax û bîlan heye. Gava ew meriv qayîl dibe, ku dibeke jî Xwedê heye, ez wîra nîşan dikim, wekî Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa Yehowa”. w19.07 23-24 ¶14-15
Sêşem, 13 Tîrmehê
Kîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin (Fîlî. 1:10).
Nava tiştên here qencda nin, pîrozkirina navê Yehowa, qirara wî, edilayî û yektiya civatê (Met. 6:9, 10; Yûhn. 13:35). Çaxê emirê meda ew tişt ser ciyê pêşin in, em îzbat dikin wekî em Yehowa hiz dikin. Pawlosê şandî usa jî got, wekî em gerekê “şîrhelal” bin. Ew giliyê Yûnanî cara tê hesabê “bêkêmasî”. Yehowa wê me hesab ke şîrhelal, dêmek bêkêmasî, hergê em aliyê xweda her tiştî bikin, seva hizkirina xwe zêde kin û tiştên ferz daynin ciyê pêşin. Mesele, em hizkirinê nîşan dikin usa jî bi vê yekê, ku nabine sebebê likumandina tu kesî. Bêleke bin, dêmek tu kesîra nebine sebebê likumandinê, temîke gelek ferz e. Lê ça em dikarin kesekî bilikumînin? Em dikarin wana bilikumînin bi vê yekê, ku çi wedederbazkirina dijbêrin, çi kinc dijbêrin, yan hela hê jî çi xebatê qebûl dikin. Dibeke em hema wan tişta nakin, çi ku ber çevê Yehowa xirab e, lê hergê bijartinên me ser îsafa kesekî xirab hukum dibin, yan jî ew kes dilikume, ew yek îda tiştekî gelek xof e (Met. 18:6). w19.08 10 ¶9-11
Çarşem, 14 Tîrmehê
Evana ew in, yêd ku ji wê tengasiya mezin hatine, çuxêd xwe pê xûna wî Berxî şûştine, çîl-qerqaş kirine (Eyan. 7:14).
Belê, ji sala 1935 Şedên Yehowa fem kirin, wekî elaleta mezin ji xewn-xeyala Yûhenna, ew heye Mesîhiyên amin, yên ku wê jîyîna hetahetayê ser erdê bistînin (Eyan. 7:9, 10). Û seva ku ewana wedê tengasiya mezin xilaz bin, ew elaleta mezin gerekê derheqa Yehowa pêşiya Hezarsaliyê bêne hînkirinê. Baweriya wan gerekê qayîm be, seva ku “bikaribin ji wan hemû tiştêd” ku wê pêşiya Hezarsaliya Serwêrtiya Mesîh biqewimin, “birevin-xilaz bin” (Lûqa 21:34-36). Ewên ku dikevine nava elaleta mezin, hêviya xwera şa dibin. Ewana fem dikin, wekî Yehowa safî dike, ku xizmetkarên wîyî amin kîderê jêra xizmet kin, ser erdê yan ser ezmana. Mesîhiyên bijartî û elaleta mezin fem dikin, wekî ewana xelata xwe distînin ji rem û qenciya Yehowaye mezin, bi saya qurbana Îsa Mesîh (Rom. 3:24). w19.09 28 ¶10; 29 ¶12-13
Pêşem, 15 Tîrmehê
Şabûna Xudan, hêza we ew e (Nehem. 8:10).
We standiye kifşkirina teze? Nefikirin wekî we kifşkirina teze stand, çimkî we şixulê xwe nebaş dikir, yan jî îda hûn nelazim in. Çev bidine Mesîhiyên amin yên qirna yekê. Firqî tune ewana kîderê bûn, ewana “digeriyan, Mizgîniya xeberê didan” (Kar. Şand. 8:1, 4). Hergê hûn berdewam kin bi xîret xizmet kin, hûnê berên baş bistînin. Mesele, ji welatekî pêşeng aksor kirin şandin welatekî nêzîk, lê wêderê jî hewcetiya mizgînvana hebû ser zimanê wan pêşenga. Û wêderê nava çend mehada, komên ser zimanê wan hê zêde bûn. Şabûna me gerekê pêşiyê Yehowa be. Lema jî nêzîkî Yehowa bimînin, îtbariya xwe bîlaniya wî, rêberî û alîkariya wî bînin. Bîr nekin, wekî we kifşkirina xweye berê hiz kir, çimkî bi dil xwest alî merivên wêderê bikin. Kifşkirina tezeda jî bi dil û can her tiştî bikin, û hûnê bivînin ça Yehowa alî we dike, ku kifşkirina xweye teze jî hiz bikin (Waîz 7:10). w19.08 24-25 ¶15-16
Înî, 16 Tîrmehê
Hê çiqas zêde gerekê em gura Bavê . . . xweda bin? (Îbrn. 12:9).
Em gerekê gura Yehowada bin, çimkî ew Efirandarê me ye. Lema tenê îzina wî heye, ku mera bêje ça bijîn (Eyan. 4:11). Lê menîk jî ku çira em gerekê gura wî bikin, ew e, ku serwêrtiya Yehowa cûrê lapî baş e. Nava terîxiyêda, gelek serwêr ser meriva hukumtiyê dikin. Lê dinyayêda tu kes nikare weke Yehowa bi bîlanî, hizkirin, rem û bi dilşewatî serwêrtiyê bike (Derk. 34:6; Rom. 16:27; 1 Yûhn. 4:8). Em gura Yehowada nin, çaxê her tiştîda guhdariya wî dikin, û îtbariya xwe hiş-aqilê xwe naynin ku xwexa safî kin çi baş e çi xirab e (Metlk. 3:5). Mera wê hêsa be gura Yehowada bin, hergê xeyset-hunurên wî rind bizanibin. Çira ew yek usa ne? Çimkî hunurên wî her kirê wîda têne kifşê (Zeb. 145:9). Em çiqas zêde derheqa Yehowa pêbihesin, haqas emê hê qayîm wî hiz bikin. Û hergê em Yehowa hiz dikin, mera gelek qeyd û qanûn nelazim in, kîderê bê gotinê em gerekê çi bikin û çi nekin. w19.09 14 ¶1, 3
Şemî, 17 Tîrmehê
Çimkî nîrê min rihet e û barê min sivik e (Met. 11:30).
Şeytan pê derewên xwe derdên meriva zêde dike û emirê wan bêhêvî dike. Mesele, ew dixwaze me bide bawerkirinê, wekî Yehowa gunên me nabaxşîne û me hiz nake (Yûhn. 8:44). Lê bi rastî çaxê em têne bal Mesîh, gunên me têne baxşandinê û Yehowa jî me her kesî gelek hiz dike (Met. 11:28). Derewên Şeytan rastî jî meriva diqurufînin! (Rom. 8:32, 38, 39) Barê ku Îsa dibêje me hildin, cude dibe ji barên mayîn ku em mecbûr in hildin. Mesele, xilaziya rojê, çaxê em ji xebatê tên, em ne tenê westiyayî ne, lê lezetê jî navînin. Lê çaxê em wedê xwe xerc dikin, gava diçin Yehowara û Mesîhra xizmet dikin, em bi şabûnê tije û dilrihet vedigerin. Dibeke çaxê em westiyayî ne, zorê xwe dikin herin civatê. Lê çaxê em ji civatê vedigerin mal, em geş û bi qewata teze vedigerin. Em hingê jî lezetê divînin çaxê ji xizmetiyê vedigerin û çaxê Kitêba Pîroz lêkolîn dikin. Ew şabûn û qewata ku em distînin, pir bilind e himberî cefê me. w19.09 20 ¶1; 23-24 ¶15-16
Led, 18 Tîrmehê
Roja Xudan wê mîna dizê şevê bê (1 Têsln. 5:2).
Gelek hindik maye, ku roja Yehowa destpêbe, lema jî Yehowa dixwaze, wekî em şixulê belakirina mizgîniyêda xîret bin. Em gerekê her tiştî bikin, seva “şixulê Xudanda pêşda” herin (1 Korn. 15:58). Çaxê Îsa xeber da derheqa qewimandinên ferz, ku rojên axiriyêda gerekê biqewimin, paşê ewî zêde kir: “Gerekê pêşiyê Mizgînî hemû miletara bê dayînê” (Marq. 13:4, 8, 10; Met. 24:14). Hela bifikirin: Bidine hişê xwe, her gav çaxê hûn diçine xizmetiyê, hûn evê pêxembertiya Kitêba Pîroz tînin sêrî. Şixulê belakirina mizgîniyê, sal bi sal pêşda diçe. Mesele, bifikirin ku wan rojên axiriyêda nav temamiya dinyayê hejmara mizgînvana çiqas zêde bûye. Sala 1914-da, 43 welatada 5 155 mizgînvan hebûn. Lê îro weke 8.5 mîlyon mizgînvan hene 240 welatada! Yeke, şixulê me hê xilaz nebûye. Em gerekê berdewam kin merivara gilî kin, wekî tenê Padşatiya Xwedê dikare hemû problêmên însanetê bide hildanê (Zeb. 145:11-13). w19.10 8 ¶3; 9-10 ¶7-8
Duşem, 19 Tîrmehê
Hûnê her tiştîva dewletî bin, wekî her aliyava merd bin û ew qenciyêd hûn bi destê me dikin, bibine menî ku şikiriyê bidine Xwedê (2 Korn. 9:11).
Yehowa Barzîllay da xebatê, seva alî Dawid Padşa bike. Çaxê Dawid û merivên ku tevî wî bûn, ji kurê wî Abşalom direviyan, ewana tî, birçî û westiyayî bûn. Mêrekî emirda mezin Barzîllay tevî merivên din, emirê xwe kire bin qeziyê, seva alîkariyê bide Dawid û yên ku tevî wî bûn. Barzîllay nefikirî ku ew emirda mezin e, bona Yehowa kêrhatî nîne û nikare tiştekî bike. Dewsê, çi ku destê wîda hebû, ewî bi merdanî da xebatê, seva alî xizmetkarên Xwedê bike, çida ewana hewce bûn (2 Sam. 17:27-29). Em ji vê yekê çi dersê xwera hîn dibin? Firqî tune em çend salî ne, Yehowa dikare me bide xebatê, seva em hin mihala xweda usa jî welatên mayînda, alî xûşk-bira bikin çida ewana hewce ne (Metlk. 3:27, 28; 19:17). Hergê jî em raste-rast nikarin alî wan bikin, em dikarin bona şixulê hemdinyayê pera qurban kin, kîjan ku tê xerckirinê bona alîkariya wan xûşk-bira, yên ku wedê xezebê ziyanê distînin, û ciyê ku hewcetî heye (2 Korn. 8:14, 15). w19.10 21 ¶6
Sêşem, 20 Tîrmehê
Merivê xweyê gelek heval, bela serê wî ye, lê heval jî hene ji birakî çêtir in (Metlk. 18:24).
Dibeke kesekî em dane xeydandinê û dilê me êşandiye, lema mera îda çetin e merivara dilê xwe vekin (Metlk. 18:19, 24). Yan jî dibeke bi texmîna me, wede û qewata me tune, seva kesekîra bibine hevalê nêzîk. Lê em gerekê nefikirin, ku ew wê neyê standinê. Hergê em dixwazin, wekî xûşk-bira wedê tengasiya kêleka me bin, em gerekê nihada îda hîn bin îtbariya xwe wana bînin û dilê xwe wanra vekin. Ew gaveke ferz e bona hevaltiya rast (1 Pet. 1:22). Îsa dida kifşê, wekî îtbariya xwe hevalên xwe tîne, çimkî çi dilê wîda hebû ewî wanra gilî dikir (Yûhn. 15:15). Em jî dikarin çev bidine wî vê yekêda, ku çaxê em tiştekîra şa dibin, yan bona tiştekî berxwe dikevin, yan çaxê em dilşkestî ne, hevalên xwera gilî kin. Çaxê kesek wera xeber dide, rind guh bidine wan û hûnê bivînin, wekî fikir, hest û nêtên wî, dibeke mîna yê we ne. Hergê hûn pêşiyê xwexa dilê xwe vekin, wê hevaltiya we diha qewî be (Metlk. 27:9). w19.11 4 ¶8-9
Çarşem, 21 Tîrmehê
Xudan, Xudan usa dibêje! (Hezql. 2:4).
Wedê tengasiya mezin, mizgîniya ku em îro bela dikin, dibeke wê bê guhastinê. Niha em mizgîniya derheqa Padşatiyê bela dikin û em çiqas dikarin, meriva dikine şagirt. Lê wî çaxî em dibeke îda elametiya usa bela kin, ku mîna teyrokên gir be (Eyan. 16:21). Diqewime emê elam kin, ku dinya Şeytan wê zûtirekê kuta be. Wededa emê pêbihesin, ku elametiya me wê çi be û çawa em gerekê evê elametiyê bela kin. Gelo emê dîsa wan mêtoda bidine xebatê, yan jî dibe ku emê mêtodên din bidine xebatê? Em gerekê hîviyê bin û bivînin. Çi jî hebe, yeke emê bi mêrxasî derheqa dîwana Yehowa elam kin (Hezql. 2:3-5). Dibeke ew elametî ku emê hingê bela kin, wê hêrsa mileta bîne û ewana wê bixwazin me heta-hetayê bidine kerkirinê. Lê çawa ku îro xizmetiyêda em îtbariya xwe Yehowa tînin, hingê jî em gerekê îtbariya xwe wî bînin. Em dikarin dudilî nebin, wekî Xwedayê me wê qewatê bide me, seva qirara wî bînin sêrî (Mîx. 3:8). w19.10 16 ¶8-9
Pêşem, 22 Tîrmehê
Hineka xwe dane wê, ji baweriyê xalifîn (1 Tîmt. 6:10).
Vê rêzêda xebera xalifandin dide kifşê, wekî em dikarin hê zêde û zêde pey tiştên usa kevin, kîjan ku mera nelazim in. Wî cûreyî dilê meda dikare “gelek temêd axmax û ziyankar” pêşda bên (1 Tîmt. 6:9). Lê dewsa ku ewan xwestinên nerast dilê xweda pêşda bînin, em gerekê wana hesab kin ça çekên Şeytan miqabilî me. Bidine ber çevê xwe, ku bal we êpêce pere heye seva tişta bikirin. Lê gelo xirab e, hergê em wan tişta dikirin, kîjan ku dixwazin, lê bi rastî mera nelazim in? Dikarin bêjin na. Lê bifikirin ser wan pirsa: Hergê destê meda heye, ku tiştekî bikirin, lê haqas wede û qewata me heye seva ewan tişta xwey kin û bidine xebatê? Dibe ku em wan tişta hê zêde hiz bikin û wanva bêne girêdanê? Dibe ku hizkirina meye hindava tişta, me bike mîna wî mêrikî, yê ku teglîfkirina Îsa qebûl nekir û nexwest şixulê Xwedê hê zêde bike? (Marq. 10:17-22) Rastî jî çiqas baş e ku nekevine pey pera û hebûkê, û wede û qewata xwe xerc kin ku qirara Xwedê bînin sêrî! w19.11 17-18 ¶15-16
Înî, 23 Tîrmehê
Tivdîra merivê xîret ese karê tîne (Metlk. 21:5).
Xwedê dikare vê yekê bike dilê me, ku em safîkirina xwe bînin sêrî (Fîlî. 2:13). Lema jî ji Yehowa ruhê pîroz bixwazin, seva qewatê bide we nêta xwe bînin sêrî. Berdewam kin dua bikin, hergê jî hûn difikirin ku caba duayê we derengî dikeve. Çawa Îsa got: “Bixwazin hûnê [ruhê pîroz] bistînin” (Lûqa 11:9, 13). Usa jî xwera planê çêkin. Seva nêt yan jî safîkirina xwe heta xilaziyê bînin sêrî, wera plan lazim e. Paşê wera lazim e xwe li vê planê bigirin. Mesele, wedê safîkirinekê konkrêt xwera binivîsin, ku wera çi lazim e seva safîkirina xwe bînin sêrî. Hûn dikarin şixulê mezin parevekin ser şixulên biçûk, seva ewî şixulî bînin sêrî. Pawlosê şandî şîret da Korintiya, wekî “her yekşem” perê bona qurbanê başqe kin, dewsa ku hîviya Pawlos bin heta ew bê û paşê top kin (1 Korn. 16:2). Hergê em şixulê mezin parevekin, mera wê bargiran nîbe ku wan tişta bînin sêrî. w19.11 29 ¶13-14
Şemî, 24 Tîrmehê
Ewêd nas dikin navê Te gumana xwe didin ser Te, ewêd ku li Te digerin, Tu jî pişt nadî wan Xudan (Zeb. 9:10).
Em dibeke difikirin, wekî Yehowa nas dikin, çimkî navê wî zanin, yan jî derheqa hine kirên wî. Lê ev nayê hesabê, wekî em Yehowa rind nas dikin. Em gerekê wede xerc kin, seva derheqa Yehowa û xeyset-hunurên wî pêbihesin. Tenê hingê emê bikaribin fem kin, ku çira ew usa difikire û çira usa dike. Ew yek wê alî me bike têderxin, hela fikir, safîkirin û kirên me Yehowa xweş tên yan na. Gava me fem kir, ku Yehowa çi dixwaze em bikin, em gerekê van tişta bikin. Hine meriv diqewime me dikenin, ku em dixwazin Yehowara xizmet kin, û dibeke miqabilî me dertên çaxê em destpêdikin herine ser civata. Lê hergê em îtbariya xwe Yehowa bînin, ew wê tu car me nehêle. Emê hîm daynin bona dostiya xwe tevî Xwedê, ku wê heta-hetayê bimîne. Lê gelo em rastî dikarin Yehowa rind nas bikin? Belê! w19.12 16-17 ¶3-4
Led, 25 Tîrmehê
Ewled pêşkêşêd Xudan in (Zeb. 127:3).
Dê-bav cara difikirin ku gelek çetin e zara hîn kin, lê zar pêşkêşên ji Yehowa ne. Yehowa her gav hazir e alî we bike. Ew bi dil û can guh dide duayên dê-bava. Û ew caba duayên wan dide pê Kitêba Pîroz, edebyetên me, usa jî pê mesele û şîretên xûşk-birên cêribandî ku dê-bav in. Hine meriv dibêjin, wekî mezinkirina zara 20 sala dikişîne, lê dê-bav dîsa jî dê-bav dimînin. Hine tiştên lape baş, ku ewana dikarin bidine zarên xwe, ew hene hizkirin, wede û hînkirina ser hîmê Kitêba Pîroz. Hemû zar wê mîna hev qebûl nekin evê hînkirinê. Lê gelek ji wan zara, kîjana mezin kirine dê-bavên ku Yehowa hiz dikin, xwe texmîn dikin mîna xûşkeke ji Asyayê, Coana Maê, ya ku got: “Ez gelek razî me, wekî dê-bavê min çi cûreyî ez şîret dikirim û hîn dikirim, ku Yehowa hiz bikim. Wana ne tenê jîyîn dane min, lê jîyîna bextewar” (Metlk. 23:24, 25). Bi mîlyona xûşk-birên me usa difikirin. w19.12 27 ¶21-22
Duşem, 26 Tîrmehê
Dil bidine ber wan, yêd ku nava her cûre telî-tengiyada ne, bi wê berdiliyê, pê kîjanê em xwexa ji Xwedê têne berdilîkirinê (2 Korn. 1:4).
Çetin nîne têderxin, ku kîjan xûşk-birara dilbînî lazim e. Hergê mera çetin e jî, yeke em gerekê mecala bigerin, seva alîkariyê bidine meriva. Mesele, em dibeke berxwe dikevin, çimkî nizanin çi bêjin yan jî çi bikin bona wan, yên ku kul-derda dikişînin. Lê yeke em dikarin dilbînîke mezin bidine meriva, hergê wanra bidine kifşê, ku em bona wana xem dikin. Em nêzîkî xilaziya vê dinyayê dibin, halê dinyayê wê diha xirab be û emir jî wê diha çetin be (2 Tîmt. 3:13). Hin jî emê ji bo gunekarî û şaşiyên xwe rastî problêma bên, û hingê jî emê hewcê dilbîniyê bin. Çira Pawlosê şandî wedê tengasiya amin ma û sebir kir, menîk ew e, ku ewî ji xûşk-bira dilbînî distand. Hergê em çev bidine mesela wan, emê jî bikaribin alî xûşk-birên xwe bikin, seva ewana baweriyêda qewî bimînin (1 Têsln. 3:2, 3). w20.01 12-13 ¶17-19
Sêşem, 27 Tîrmehê
Te ew jî cêribandin, yêd ku xwe şandî hesab dikin (Eyan. 2:2).
Yên bijartî hîviyê nînin, wekî wana bilind kin û başqe kin (Fîlî. 2:2, 3). Ewana zanin, ku çaxê Yehowa ewana kifş kirin, Ewî tu kesîra derheqa vê yekê elam nekir. Lema yê kifşkirî ecêbmayî namîne, ku hinek derbêra bawer nakin, wekî ew hatiye bijartinê. Ew fem dike, wekî Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku hergê kesek dibêje, wekî Xwedê jêra cabdariya mexsûs daye, em gerekê derbêra wî bawer nekin. Yê bijartî çaxê tevî meriva dibe nas, wanra nabêje, wekî ew Mesîhiyê bijartî ye, seva dîna meriva nekişîne ser xwe. Û ew usa jî bona vê yekê, wê xwe qure neke û payê xwe nede (1 Korn. 4:7, 8). Mesîhiyên bijartî bijartiyên mayîn nagerin bona vê yekê, ku tevî wan derheqa bijartina xwe xeber din û şêwir kin, û usa jî ewana başqe top nabin, seva tevayî Kitêba Pîroz lêkolîn bikin (Galt. 1:15-17). Hergê bijartî wan tişta bikin, yektiya civatê wê unda be, çimkî hergê ewana usa bikin, ew tê hesabê ku ewana miqabilî ruhê pîroz dertên. Çira? Çimkî ew ruhê pîroz alî cimeta Xwedê dike, wekî edilayêda û yektiyêda bin (Rom. 16:17, 18). w20.01 28 ¶6-7
Çarşem, 28 Tîrmehê
Gava ev tişt destpêbibin, hûn rabin serê xwe bilind kin, çimkî azabûna we îdî nêzîk e (Lûqa 21:28).
Zû yan dereng, merivên ku rêlîgiya wan kuta be, dibeke hêrs kevin, wekî çira rêlîgiya Şedên Yehowa nehatiye kutakirinê. Em dikarin bidine ber çevê xwe, ku ewana wê ça hêrsa xwe nîşan kin, mesele diqewime întêrnêtêda tiştên xirab derheqa me bela kin. Ew milet û serwêrê wan Şeytan, wê me nefret kin, çimkî tenê rêlîgiya me wê bimîne. Ewana wê negihîjine vê nêta xwe, ku ser erdê qira hemû rêlîgiya bînin. Lema jî emê bikevine çeva. Û hingê miletên ser erdê, wê bibine Gog ji Magogê. Ewana wê bibine yek û pê hemû qewata xwe wê miqabilî cimeta Yehowa derên (Hezql. 38:2, 14-16). Dibeke em berxwe dikevin ku çi wê biqewime wedê tengasiya mezin, îlahî çimkî em hûr bi hûr her tiştî nizanin. Lê tiştekî em sed selefî zanin: Em gerekê tengasiya mezin netirsin, çimkî Yehowa wê rêberiya bide me, ku gelek ferz in bona emirê me (Zeb. 34:19). w19.10 16-17 ¶10-11
Pêşem, 29 Tîrmehê
Gelek in kirinêd Te, ya Xudan, Xwedêyê min, ew keremet û fikirêd Teye li ser me, tu heyîn tune mîna Te (Zeb. 40:5).
Em ne tenê dilê xweda texmîn dikin, ku em ji wî razî ne, lê usa jî pê xeberdan û kirên xwe evê yekê didin kifşê. Usa em nîşan dikin, wekî em ne mîna merivên vê dinyayê ne. Em dijîn dinyake usada, kîderê meriv naşêkirînin hemû qenciyên ku Xwedê bona wan dike. Em ecêbmayî namînin, çimkî ew jî nîşana “rojêd axiriyê” ye, ku meriv îro bêşêkir in (2 Tîmt. 3:1, 2). Lê em tu car naxwazin bibine mîna wan! Yehowa jî dixwaze, wekî hemû zarên wî hevra tifaq bin û hevaltiyê bikin. Û hema hizkirina me hindava hevda, nîşana vê yekê ye ku em Mesîhiyên rast in (Yûhn. 13:35). Em tevî zebûrbêj qayîl in, yê ku nivîsî: “Çawa qenc e, çawa xweş e, ku bira hevra yektîyêda ne!” (Zeb. 133:1) Çaxê em xûşk-birên xwe hiz dikin, em Yehowara îzbat dikin, wekî em wî hiz dikin (1 Yûhn. 4:20). Çiqas baş e ku em nava malbeteke usada nin, kîderê hindava hevdu “şîrin û dilşewat” in! (Efes. 4:32) w20.02 9 ¶6-7
Înî, 30 Tîrmehê
Xudan Hannayêra qencî kir (1 Sam. 2:21).
Problêmên Hannayê derbêra xilaz nebûn. Ewê dîsa jî gerekê bima wêderê kîderê Pênîna dijît. Û Kitêba Pîrozda tu cîkî nayê gotinê, wekî Pênîna hindava Hannayêda hate guhastinê. Dêmek ça tê kifşê, Hannayê dîsa jî giliyên wêye tûj dibihîst û teyax dikir. Lê Hanna îda bi keser nîbû, çimkî dilê wê rihet bû. Paşî vê yekê ça Hannayê problêmên xwe da destê Yehowa, ew îda berxwe nediket. Ewê hîşt, wekî Yehowa berdiliyê bide wê û dilê wê rihet ke. Hine wede şûnda Hanna hate keremkirinê, dêmek jêra zar hatine bûyînê (1 Sam. 1:2, 6, 7, 17- 20). Em dikarin edilayê bistînin hela hê hingê jî, çaxê problêmên me safî nabin. Hela hê çaxê em gelek dua dikin û her gav têne civatê, dîsa jî hine problêmên me dimînin. Lê ji mesela Hannayê em pêdihesin, ku tu tişt nikare riya Yehowa bigire, wekî dilê meyî xemgîn rihet ke. Yehowa wê tu car me bîr neke. Zû yan dereng Ewê me bona aminiya me xelat ke (Îbrn. 11:6). w20.02 22 ¶9-10
Şemî, 31 Tîrmehê
Yê serwaxt şîret ke û ewê hê serwaxt be (Metlk. 9:9).
Rûspî xwe nagirin ku şîretê ser hîmê prînsîpên ji Kitêba Pîroz bidine xûşk-bira, wekî ewana serwaxt bin. Dîna xwe bidine mesela Elî: Du kurên Elî Serekkahîn hebûn, kîjana ewî hiz dikir. Lê kurên wî hurmet nedidan Yehowa. Ewana konê pîrozda ça kahîn xizmet dikirin, çi ku şixuleke gelek ferz bû. Lê wana hukumê xwe xirabiyêda didane xebatê. Wana qurbanên ku cimetê bona Yehowa dianîn, bêhurmet dikirin û eşkere bêşermî bênamûsî dikirin (1 Sam. 2:12-17, 22). Li gora Qanûna Mûsa, kurên Elî hêjayî mirinê bûn, lê Elî tenê bi nermî wana şîret kir û hîşt, wekî ewana dîsa konda xizmet kin (Qan. Dcr. 21:18-21). Lê Yehowa ça nihêrî ser vê yekê? Ewî gote Elî: “Çima tu ji min zêdetir hurmetê didî kurên xwe?” Paşê Yehowa got ku ew du kurên wîyî xirab wê bimirin (1 Sam. 2:29, 34, DT). w20.03 19 ¶4-5