KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es21
  • Mijdar

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Mijdar
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2021
  • Binserî
  • Duşem, 1 Mijdarê
  • Sêşem, 2 Mijdarê
  • Çarşem, 3 Mijdarê
  • Pêşem, 4 Mijdarê
  • Înî, 5 Mijdarê
  • Şemî, 6 Mijdarê
  • Led, 7 Mijdarê
  • Duşem, 8 Mijdarê
  • Sêşem, 9 Mijdarê
  • Çarşem, 10 Mijdarê
  • Pêşem, 11 Mijdarê
  • Înî, 12 Mijdarê
  • Şemî, 13 Mijdarê
  • Led, 14 Mijdarê
  • Duşem, 15 Mijdarê
  • Sêşem, 16 Mijdarê
  • Çarşem, 17 Mijdarê
  • Pêşem, 18 Mijdarê
  • Înî, 19 Mijdarê
  • Şemî, 20 Mijdarê
  • Led, 21 Mijdarê
  • Duşem, 22 Mijdarê
  • Sêşem, 23 Mijdarê
  • Çarşem, 24 Mijdarê
  • Pêşem, 25 Mijdarê
  • Înî, 26 Mijdarê
  • Şemî, 27 Mijdarê
  • Led, 28 Mijdarê
  • Duşem, 29 Mijdarê
  • Sêşem, 30 Mijdarê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2021
es21

Mijdar

Duşem, 1 Mijdarê

Hevalê xwe ser xwera bigire (Fîlî. 2:3).

Îro gelek merivên ku xwe aqil hesab dikin, ser vê şîreta Kitêba Pîroz dikenin. Ewana dibêjin, ku hergê tu xwe ser merivara negirî, tuyê bibî merivekî sist, û meriv wê te bona kara xwe bidine xebatê. Lê gelo axiriya vê nihêrandina dinya Şeytan çi ye? Merivên xwehiz, yan jî neferên wan qe bextewar in û hevalên wanî rast hene? Heleqetiya wan tevî Xwedê nêzîk e? Bi texmîna we, çi hê axiriya baş tîne, serwaxtiya vê dinyayê, yan serwaxtiya ji Xebera Xwedê? (1 Korn. 3:19) Ewên ku pey serwaxtiya merivên vê dinyayê diçin, mîna tûrîstekî ne, kîjan ku ji tûrîstekî din dipirse, wekî rê nîşanî wî ke, lê herdu jî unda bûne. Îsa derheqa merivên “serwaxt” yên hingê, got: “Ewe kor in û rêberê kora ne. Heger kor rêberiyê kora bike, her duyê jî bikevine çelê” (Met. 15:14). Bi rastî jî, serwaxtiya wê dinyayê ber serwaxtiya Xwedê, bêfemtî ye. w19.05 24-25 ¶14-16

Sêşem, 2 Mijdarê

Wê bijartiyêd wî ji her çar qulba berev kin (Met. 24:31).

Wan salên paşwextiyê, yên ku wedê Bîranînê sîmbol dixwarin û vedixwarin, hejmara wan hê zêde dibe. Gelo lazim e em bona vê yekê berxwe kevin? Na. “Xudan yêd para xwe nas dike” (2 Tîmt. 2:19). Ew birên ku wedê Bîranînê hesab dikin ku kê ji sîmbola dixwe û vedixwe, nizanin ji wana kê bi rastî bijartî ye, ew yek Yehowa zane. Dêmek, nava wanda hene yên usa, ku difikirin wekî bijartî ne, lê bi rastî bijartî nînin. Mesele, hineka ku wedekî sîmbol dixwarin û vedixwarin, paşê îda dane sekinandinê. Hinek jî ji bo nexweşiya êmosiyalî difikirin, ku ewana wê tevî Îsa ser ezmana serwêrtiyê bikin. Eşkere ye, wekî em nizanin ku bi rastî çiqas bijartî ser erdê hene. Bijartî wê ser erdê li cûre-cûre ciya bin, çaxê Îsa wana top ke û bive ezmana. Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî rojên axiriyêda, hine bijartî wê ser erdê bin (Eyan. 12:17). Lê Kitêba Pîrozda nayê gotinê, wekî ewana wedê tengasiya mezin ser erdê wê çiqas bimînin. w20.01 29-30 ¶11-13

Çarşem, 3 Mijdarê

Xwedê usa dinya hiz kir, ku Kurê xweyî tayê tenê berva da (Yûhn. 3:16).

Îsa çaxê serhatiya kurê undabûyî gilî kir, da kifşê wekî Yehowa ça bav zarên xwe çiqas zef hiz dike (Lûqa 15:11-32). Vê serhatiyêda bav tu car hêviya xwe unda nedikir, ku kurê wî wê dîsa vegere. Gava kurê wî vegeriya mal, ewî bi dil û can kurê xwe qebûl kir. Hergê em ji Yehowa dûr ketine, lê em poşman dibin û tobe dikin, em gerekê dudilî nebin, ku Bavê meyî hizkirî hazir e û dixwaze me paşda vegerîne. Bavê me wê hemû ziyanên ku me ji Adem standiye, bide hildanê. Paşî raberîbûna Adem, Yehowa safî kir, wekî 144 000 meriva bijbêre ku bike zarên xwe, seva ewana ser ezmana tevî Kurê wî, ça padşa û kahîn xizmet kin. Îsa û ewên ku tevî wî serwêrtiyê bikin, dinya tezeda wê alî merivên guhdar bikin, wekî ewana bibine bêqisûr. Paşê, çaxê ewana cêribandina xilaziyêda amin bimînin, Xwedê wê wana pê jîyîna heta-hetayê xelat ke. Hingê Bavê me wê gelek eşq û şa be, çimkî wê bivîne ku erd bi kur û qîzên wîyî bêqisûr tijî ye. Ew wede wê çiqas mexsûs û xweş be! w20.02 6-7 ¶17-19

Pêşem, 4 Mijdarê

Bi ruh û fikirêd xweda nûyejiyîn bin (Efes. 4:23).

Her kes ji me gerekê pirsê bide xwe: “Gelo ew guhastin ku ez nav xweda dikim, tenê rûva ye, yan ez bi rastî kûraya dilê xweda dibime Mesîhî?” Bi rastî firqî gelek e. Metta 12:43-45-da, Îsa da kifşê ku çi gerekê bê kirinê. Ew gilî rastiya gelek ferz eyan dike: Bes nîne tenê fikirên xirab ji hişê xwe derxin, lê em gerekê usa jî hişê xwe pê fikirên Xwedê tije kin. Lê gelo em dikarin xeysetê xwe biguhêzin, dêmek dilda bibine merivê nû? Xebera Xwedê dibêje: “Merivê nû li ser xwe wergirin, ku kirasê Xwedêda bi rastiyê û helaliyê bê qelpî xuliqî ye” (Efes. 4:24). Belê, em dikarin hişê xwe û dilê xwe biguhêzin, lê ew yek hêsa nîne. Em gerekê ne ku tenê xwestinên xirab bitemirînin û xwe ji kirên xirab dûr bigirin, lê usa jî fikirên xwe, dêmek hişê xwe biguhêzin. Guhastina xwestinên me, xeyset û nêt-meremên me jî dikevin nava vê yekê. Em gerekê ser wan tişta her gav bixebitin. w19.06 9-10 ¶6-7

Înî, 5 Mijdarê

Emê vî cîyî wêran kin (Destp. 19:13).

Yehowa bi dilşewatiyê melekên xwe şand, wekî Lût û neferên wî xilaz ke. Lê Lût “nigêd xwe paşda davît”. Meleka destê wî girtin û alî wî û neferên wî kirin, ku ji şeher birevin (Destp. 19:15, 16). Meleka jêra gotin, ku bireve berbi çiya. Lê dewsa ku gura Yehowa bike, ewî xwest here şeherekî din (Destp. 19:17-20). Yehowa bi sebir guh da wî û îzin dayê, wekî here wî şeherî. Wî şeherîda wede şûnda Lût tirsiya û çû ser çiya, dêmek wî cîyî, kîderê Yehowa pêşiyê jêra gotibû ku here (Destp. 19:30). Rastî jî Yehowa sebira çiqas mezin da kifşê! Mîna Lût, xûşk-birên meye ruhanî jî, dikarin safîkirinên nerast bikin û xwera problêmên mezin çêkin. Lê hergê tiştekî usa biqewime, hingê emê ça xwe bidine kifşê? Dibeke em bixwazin wanra bêjin, wekî wana çi çand, ewê jî diçinin (Galt. 6:7). Lê diha baş be, em xwe cûrekî mayîn bidine kifşê. Em dikarin çev bidine Yehowa vê yekêda, ku ewî ça alî Lût kir. w19.06 20-21 ¶3-5

Şemî, 6 Mijdarê

Xudan piştovanê min e û ez natirsim (Îbrn. 13:6).

Çaxê dijminên me şixulê me qedexe dikin, ewana dixwazin wekî me bitirsînin, seva em Yehowara xizmet nekin. Xêncî vê yekê, ewana dikarin usa jî tiştên qelp bela kin, merivên dewletê bişînin, wekî bikevine mala me seva tişta bigerin, me zorê bivine dîwanê, yan hela hê jî bikine kelê. Peyketiyên me difikirin, ku emê bitirsin, çimkî wana ji me hineka kirine kelê. Hergê em bihêlin, wekî tirs bikeve dilê me, emê îda xwexa xwe “qedexe kin”, dêmek ji bo tirsê xizmetiya xwe bidine sekinandinê. Lê em naxwazin bibine mîna wan meriva, derheqa kîjana tê gotinê Qanûna Kahîntiyê 26:36, 37-da. Emê nehêlin, wekî tirs rê me bigire berdewam kin Yehowara xizmet kin. Em bi temamî îtbariya xwe Yehowa tînin û nakevine panîkê (Îşa. 28:16). Em bi dua rêberiya Yehowa digerin. Em zanin, wekî pê alîkariya wî, tu serwêrê lapî qewî jî, nikare rê me bigire bi aminî Xwedêyê xwe bihebînin. Miqabilîbûn dikare ne ku me bitirsîne, lê diha hêlan ke, wekî hê zêde Yehowara xizmet kin. w19.07 9-10 ¶6-7

Led, 7 Mijdarê

Xeberê dannasîn ke (2 Tîmt. 4:2).

Hergê jî we xizmetiyêda hê kesek nedîtiye, ku tev hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kin, berdewam kin bigerin. Bîr nekin, wekî Îsa ew meriv, yên ku şagirta digerin, beramberî mesîgira kir. Mesîgir dikarin gelek siheta jî xerc kin, heta ku mesîkî bigirin. Gelek car ewana şev yan jî berbangê nêçîrê dikin, û cara ewana diçine ciyên dûr jî (Lûqa 5:5). Mîna vê yekê, hine mizgînvan êpêce wede xerc dikin, seva bi sebir cûre-cûre wededa û ciyada “nêçîrvaniyê” bikin. Lê çira? Seva ku ewana hê zêde meriva bivînin. Ewên ku wî şixulîda çiqas dikarin her tiştî dikin, têne keremkirinê, dêmek wan meriva divînin, yên ku guh didine mizgîniyê. Lê hûn dikarin nava rojê, wedê usa xizmet kin, ku bikaribin rastî meriva bên, yan jî ciyên usa, kîderê gelek meriva dikarin bivînin? Çira mera sebir lazim e, çaxê hînbûna Kitêba Pîroz tevî meriva derbaz dikin? Menîk ew e, wekî em gerekê ne ku tenê alî meriva bikin hînkirinên Kitêba Pîroz pêbihesin, lê alî wan bikin wekî ewana Nivîskarê Kitêba Pîroz, dêmek Yehowa Xwedê, nas kin û hiz bikin. w19.07 18-19 ¶14-15

Duşem, 8 Mijdarê

Ez tiştêd pişt xweva hiştî bîr dikim (Fîlî. 3:13).

Ji me hinek dibeke bona şaşiyên xweye berê, xwe sûcdar dikin. Hergê usa ne, wê kêrhatî be wekî derheqa qurbana Mesîh xwera lêkolînê bikin. Hergê em derheqa vê yekê lêkolîna bikin, bifikirin û dua bikin, emê dilrihet bin û xwe neçerçirînin bona şaşiyên xweye berê. Emê îda bona wan tişta, yên ku Yehowa baxşandiye me, xwe sûcdar nekin. Dîna xwe bidinê, em dîsa çi dikarin ji Pawlos hîn bin. Hineka ji me dibeke bona şixulê Padşatiyê xebata baş hîştine, bi kîjanî em dikaribûn dewletî bûna. Hergê usa ne, gelo em dikarin bîr kin wan tiştên pişt xweva hîştî, ji bo kîjana em dikaribûn dewletî bûna? (Jimar 11:4-6; Waîz 7:10) Nava “tiştêd pişt xweva hiştî” dikarin kirên meyî berê bin, yan jî tengasiyên meyî berê, ber kîjana me teyax kiriye. Belê, çaxê em tînin bîra xwe ku Yehowa ça wedê tengasiya me kerem kiriye û alî me kiriye, ew yek dikare me hê nêzîkî Bavê meyî ezmana ke. Lê em tu car naxwazin xwerazî bin û bifikirin ku me îda êpêce bona Yehowa kiriye (1 Korn. 15:58). w19.08 3 ¶5-6

Sêşem, 9 Mijdarê

Her gav dua bikin (1 Têsln. 5:17).

Em dikarin Xwedayê xwera hertim dua bikin, firqî tune em kîderê bin. Ew duayên me pişt guhê xweva nabêje û timê hazir e guh bide me. Çaxê em divînin, wekî Yehowa duayên me dibihê, em diha nêzîkî wî dibin û wî hiz dikin. Zebûrbêj got: “Ez Xudan hiz dikim, Ewî dengê zarînîya min bihîst” (Zeb. 116:1). Bavê me ne ku tenê duayên me dibihê, lê usa jî caba duayên me dide. Yûhennayê şandî dibêje: “Heger em tiştekî li gora xwestina [Xwedê] jê bixwazin, ew dengê me dibihê” (1 Yûhn. 5:14, 15). Belê, Yehowa dibeke usa caba duayên me nede çawa ku em hîviyê ne, çimkî ew diha rind zane çi bona me baş e. Lema jî cara caba wî na ye, yan jî ew dixwaze, wekî em hîviyê bin (2 Korn. 12:7-9). Yehowa me xwey dike û bona me xem dike. Ew xwexa jî tîne sêrî wan tişta, çi ku ji bava dewa dike (1 Tîmt. 5:8). Ew bona hewcên zarên xwe aliyê matêrîalîda, xem dike. Yehowa naxwaze em berxwe kevin bona xwarinê, kincxwekirinê, yan jî bona vê yekê ku kîderê bijîn (Met. 6:32, 33; 7:11). Yehowa çawa bavê bi hizkirin, hela hê jî xem kiriye bona vê yekê, wekî axiriyêda hemû tişt çi ku mera lazim be bal me hebe. w20.02 5 ¶10-12

Çarşem, 10 Mijdarê

Ewê . . . bibine kerîk ber şivanekî (Yûhn. 10:16).

Ne hemû bijartî para “xulamê amin û serwaxt” in (Met. 24:45-47). Çawa qirna yekêda usa jî îro, Yehowa û Îsa bi saya hine bira gelekara xwarinê didin, dêmek hîn dikin. Qirna yekêda tenê çend Mesîhiyên bijartî Nivîsarên Yûnanî nivîsîn. Îro jî tenê hine Mesîhiyên bijartî cabdar in seva “wextda” xwarina ruhanî bidine cimeta Xwedê. Yehowa safî kiriye ku heçî zef merivara jîyîna heta-hetayê ser erdê bide, lê hinekara jîyîna ser ezmana, yên ku wê tevî Îsa serwêrtiyê bikin. Yehowa hemû xizmetkarên xwe xelat dike, ça “Cihû” usa jî “deh meriv”, û ew ji wana dewa dike, ku gura qanûnên wî bikin û jêra amin bimînin (Zeker. 8:23). Usa jî ew dixwaze ku ewana gişk şkestî û milûk bin. Ewana gişk gerekê tevayî yektiyêda xizmet kin. Û gişk gerekê her tiştî bikin, seva edilaya civatê xwey kin. Em nêzîkî xilaziya vê dinyayê dibin, lema jî were em berdewam kin Yehowara xizmet kin, û ça “kerîk” pey Îsa herin. w20.01 31 ¶15-16

Pêşem, 11 Mijdarê

Heger guhdariya xeberê nakin, bi pergaliya jinêd xwe, bê gotin jî bêne ser baweriyê gava pergaliya weye xofe û nave-namûs bibînin (1 Pet. 3:1, 2).

Em nikarin zorê neferên xwe bikin, ku mizgîniyê qebûl kin, lê em dikarin wana hêlan kin, wekî hiş û dilê xwe bona mizgîniya ji Kitêba Pîroz vekin (2 Tîmt. 3:14, 15). Bi rabûn-rûniştina xwe, bibine mesela baş. Gelek car kirên me hê hukum dibin ser meriva, ne ku gotina me. Berdewam kin alî neferên xwe bikin. Vê yekêda Yehowa mera meseleke mezin e. Ew dîsa û dîsa mecalê dide meriva, wekî mizgîniyê qebûl kin û jîyînê bistînin (Yêrem. 44:4). Pawlosê şandî Tîmotêyora got, wekî berdewam ke alî meriva bike. Lê çira? Çimkî wî cûreyî ewî wê xwe jî xilaz kira, û wan jî, yên ku guh didane wî (1 Tîmt. 4:16). Em merivên xweyî nêzîk hiz dikin, lema jî em dixwazin ewana rastiyên ji Xebera Xwedê bizanibin. w19.08 14 ¶2; 16-17 ¶8-9

Înî, 12 Mijdarê

Hilatina aşkela, ji hizkirina veşartî çêtir e (Metlk. 27:5).

Wê baş be wekî em bîr nekin, ku hergê kesek dixwaze me rast ke û şîret ke, wekî usa ne, şaşiya me usa biçûk nîne, ça em hesab dikin. Derecên usada, çaxê me şîret dikin, dibeke em şîretê qebûl nekin. Em dikarin ser wî merivê ku şîret da, hêrs kevin, yan jî bixeydin ku ewî çi cûreyî ew şîret da me. Lê hergê em milûk in, emê ser xwe bixebitin, wekî nihêrandina rast xwey kin. Merivê milûk şîretê dişêkirîne. Seva evê yekê rind fem kin, bidine ber çevê xwe vê meselê: Hûn tevî çend xûşk-bira civatêda xeber didin, û yek ji wana we dibe alîkî û bi dengê nimiz wera dibêje, ku ser diranê we xwarin maye. Femdarî ye, hûnê hinekî şerm bikin, lê yeke hûnê gelek razî bin ji wî, kê wera ew yek got. Bi rastî, dibeke weyê bixwesta ku wera hê zû bigotana! Mîna vê yekê, em gerekê milûk bin û razî bin ji xûşk û bira, yên ku mêrxasiyê didine kifşê û wededa şîretên lazim didine me. Em wan meriva hesab dikin ça dost, ne ku dijmin (Metlk. 27:6; Galt. 4:16). w19.09 5 ¶11-12

Şemî, 13 Mijdarê

Lawê min! Temîya bavê xwe xwey ke û hînkirina dîya xwe pişt guhê xweva nevêje (Metlk. 6:20).

Yehowa malbetêda cabdariya ferz usa jî daye dayîka, û hine hukumê wan heye ser zarên wan. Bi rastî xeberdan û kirên dê, dikarin ser zarên wê temamiya emirê wanda hukum bin (Metlk. 22:6). Dîna xwe bidinê, ku dê çi dikarin hîn bin ji Meryema diya Îsa. Meryem Nivîsarên Pîroz gelek rind zanibû. Ewê gelek qedirê Yehowa digirt û dostiya wê tevî Wî nêzîk bû. Meryemê hazir bû gura rêberiya Yehowa bike hingê jî, gava bona vê yekê lazim bû temamiya emirê xwe jî biguhêze (Lûqa 1:35-38, 46-55). Dayîkno, hûn dikarin gelek tiştada çev bidine Meryemê. Lê ça? Ya pêşin, bi saya lêkolînkirina Kitêba Pîroz û dua, dostiya xwe tevî Yehowa qewî kin. Ya duda, hazir bin emirê xweda guhastina jî bikin, seva dilê Yehowa şa kin. w19.09 18 ¶17-19

Led, 14 Mijdarê

Va elaleteke . . . mezin (Eyan. 7:9).

Yûhennayê şandî xewn-xeyala pêxembertiyê stand. Xewn-xeyalêda melek çar melekên mayînra dibêje, wekî bayên qayîm yên tengasiya mezin bigirin, heta ku mora xilaziyê li eniya komeke xulama nexin (Eyan. 7:1-3). Hejmara vê komê 144 000 e, yên ku ser ezmana tevî Îsa wê serwêrtiyê bikin (Lûqa 12:32; Eyan. 7:4). Paşî vê yekê, Yûhenna xewn-xeyalêda komeke dine mezin divîne, û dibêje “Va”, çi ku dide kifşê wekî ew ecêbmayî dimîne ser vê yekê çi ku dît. Lê ewî çi dît? “Elaleteke usa mezin, ku tu kesî nikaribû bijimarta ji her miletî, ji her berekê, ji her cimetê û ji her zimanî li ber text û wî Berxî sekinî bûn” (Eyan. 7:9-14). Bidine ber çevê xwe, Yûhenna çiqas şa bû ku pêhesiya, wekî bi mîrîada meriv wê axiriyêda rast Xwedê bihebînin! Bêşik dikarin bêjin, ewê xewn-xeyalê baweriya Yûhenna qewî kir, lê baweriya me hê zêde qewî dike, çimkî em îro pê çevê xwe divînin ça ew xewn-xeyal tê sêrî! Em divînin ku bi mîlyona meriv Yehowa dihebînin, û hêviya wan heye ku tengasiya mezinda xilaz bin û heta-hetayê bijîn ser erdê. w19.09 26 ¶2-3

Duşem, 15 Mijdarê

Hingê xezebê nişkêva ser wanda bê, . . . û wê nikaribin jê xilaz bin (1 Têsln. 5:3).

Bidine ber çevê xwe, wekî serwêrên dinyayê elam kirine ku “dinê seqirî û bêxofî ye”, çawa hatiye pêxembertîkirinê. Ewana payê xwe didin ku dinyayêda tu car edilayîke usa tune bûye. Serwêrên dinyayê wê bixwazin ku em bifikirin, wekî ewana dikarin hemû problêmên însanetê safî kin. Lê bi rastî ewana nikarin bidine sekinandinê wê yekê, çi ku paşê wê biqewime “Babîlona Mezin” wê bê kutakirinê (Eyan. 17:5, 15-18). Xwedê wê evê yekê bike “dilê wan, ku xwestina wî bikin”. Lê xwestina wî çi ye? Qira hemû rêlîgiya qelp bîne, dêmek usa jî Mesîhiyên wê dinyayê. Xwedê wê xwestina xwe bike dilê “dehe stirû” yên “cenewirekî sorê gevez”. Dehe stirû bi sîmbolîk tê hesabê hemû serwêrtî, kîjan ku piştgiriya “cenewir” dikin, dêmek teşkîleta Miletên Yekbûyî (Eyan. 17:3, 11-13; 18:8). Çaxê ew serwêr pey rêlîgiya qelp kevin, ev nîşana vê yekê be, ku tengasiya mezin destpêbûye. Ew wê qewimandineke xof û tirs be, çimkî dinyayêda wê ser hemûya hukum be. w19.10 14 ¶1, 3

Sêşem, 16 Mijdarê

Diyotrefîs ku hiz dike ser hemûyara be, guh nade me (3 Yûhn. 9).

Qirna yekêda, Diyotrefîs hevsûdî wan bira dikir, yên ku bona civata Mesîhîtî cabdar bûn. Ewî dixwest civatêda “ser hemûyara be”, lema jî ewî xeybê Yûhenna û birên mayîn dikir, seva civatêda qedirê wan bêxe (3 Yûhn. 10). Rast e çi ku Diyotrefîs kir emê vê yekê tu car nekin, lê em dibeke hevsûdiyê wî Mesîhî bikin, yê ku ev cabdarî standiye, kîjan me dixwest bistanda, îlahî hergê em difikirîn, wekî em dikarin evî şixulî wî çêtir bikin. Hevsûdî mîna çêreke jerdadayî ye. Gava koka wê destpêdike dilê meda şîn be, îda çetin dibe em ji dilê xwe derxin. Hevsûdî usa jî bal meriva xeyset-hunurên xirab hê zêde dike, mesele kumreşî, qurebûn û xwehizî. Hevsûdî usa jî nahêle meriv xeyset-hunurên baş nav xweda pêşda bîne, mesele hizkirin, dilşewatî û qencî. Gava em têderxin, ku hevsûdî dilê meda koka xwe dide, em gerekê derbêra kokêva derxin. w20.02 15 ¶6-7

Çarşem, 17 Mijdarê

Derzîkê qalibê minda minra hate dayînê (2 Korn. 12:7).

Pawlosê şandî digot, wekî çetinayîke wîye usa hebû, ku êş wîra dianî. Ewî ev çetinayî nav kir ça “milyaketekî Şeytan” yê ku wî dida “ber kulma”. Dibeke meniya problêmên wî raste-rast Şeytan yan cinên wî nîbûn, dêmek ça bêjî wana xwexa ew stirû nedikirine bedena wî. Lê gava wana tengasiya Pawlos dîtin, ça bêjî ev “stirû” diha kûr dikirine bedena Pawlos, seva êşa wî zêde kin. Lê Pawlos çi kir? Pêşiyê Pawlos dixwest, wekî Yehowa ewî “stirûyî” derxe. Ew dibêje: “Min sê cara hîvî ji Xudan [Yehowa] kir, ku vê yekê ji min dûr xe”. Rast e Pawlos dua dikir, lê yeke stirû dîsa jî bedena wîda ma. Gelo ew yek tê hesabê, ku Yehowa caba duayên Pawlos neda? Na! Ewî caba wî da. Rast e Yehowa wî ji problêmê xilaz nekir, lê ewî qewat da Pawlos, wekî teyax ke. Yehowa got: “Qewata min sistiyada miyaser dibe” (2 Korn. 12:8, 9). Pê alîkariya Xwedê, Pawlos şabûn û dilrihetî unda nekir (Fîlî. 4:4-7). w19.11 9 ¶4-5

Pêşem, 18 Mijdarê

Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û tenê wî bihebîne (Met. 4:10).

Yehowa hêja ye ku tenê wî bihebînin û jêra amin bin, çimkî ew e Efirandar û Jîyîndarê me (Eyan. 4:11). Lê ew yek hêsa nîne. Rast e em Yehowa hiz dikin û wî hurmet dikin, lê dibeke bona me tiştên mayîn diha ferz bin, û ew yek rê me bigire ku tenê Yehowa bihebînin. Kitêba Pîrozda çaxê tê gotinê derheqa aminiya hindava Xwedê, ew tê hesabê hizkirina qayîm hindava wî. Hergê em tenê Yehowara amin bin, emê tenê wî bihebînin. Emê nehêlin, kesek yan jî tiştek dilê meda ciyê wî bigire (Derk. 34:14). Lê em çevgirtî Yehowa hiz nakin. Çira? Çimkî ew hizkirin ser hîmê wan tişta ye, çi ku em derheqa wî pêhesiyane. Hunurên wîyî baş me gelek xweş tên. Em zanin ew çi hiz dike û çi hiz nake, û em jî pey riya wî diçin ku mîna wî bin. Em fem dikin qirara wî hindava meriva û piştgiriya qirara wî dikin. Bona me qedir e, wekî ew mecalê dide me ku em bibin dostên wî (Zeb. 25:14). Her tişt çi ku em derheqa Efirandarê xwe pêdihesin, me hê nêzîkî wî dike (Aqûb 4:8). w19.10 26 ¶1-3

Înî, 19 Mijdarê

Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran (Metlk. 17:17).

Îro cûre-cûre çetinayên xûşk-birên me hene. Mesele, gelek ziyanê distînin ji teşqelên tebiyetê, yan jî diçerçirin ji bo xezebên ku meriv pêşda tînin. Çaxê tiştên usa diqewimin, hinek ji me dibeke bikaribin ewan hevala mala xweda xwey kin. Yên mayîn dikarin aliyê pereda alîkariyê bidin. Lê her kes ji me dikare Yehowara dua bike, wekî alî xûşk-birên me bike. Çaxê em pêdihesin, wekî xûşk yan birak dilteng e, diqewime em nizanin ku çi bêjin yan jî çi bikin bona wan. Lê her kes ji me dikare tiştekîda alîkariyê bide. Mesele, em dikarin kêleka hevalên xwe bin û tevî wan wede derbaz kin. Hin jî em dikarin bi dil û can guh bidine wan, çaxê ewana mera tiştekî gilî dikin. Û em usa jî dikarin wanra rêzên ji Kitêba Pîroz gilî kin, kîjan ku dilbîniyê didin (Îşa. 50:4). Ya lape ferz ew e, wekî kêleka hevalê xwe bin, gava wanra hûn lazim in. Em gerekê xwera nêtê daynin, wekî îroda heleqetiya xwe tevî xûşk-birên xwe qewî xwey kin. Hevaltiya me wê ne ku tenê heta xilaziya vê dinyayê bimîne, lê heta-hetayê! w19.11 7 ¶18-19

Şemî, 20 Mijdarê

Ev e qanûna dîyarîya heleqetîyê, ku yek Xudanra bide (Qan. Kah. 7:11).

Ew qurbana rezedilî wana dianî, çimkî wana Yehowa Xwedê hiz dikir. Ewê ku qurban dianî, malbeta wî û keşîşa gerekê goştê heywana qurbankirî bixwarana. Lê hine navdilê heywana qurbankirî, tenê Yehowara diketin. Ew kîjan navdil bûn? Bona Yehowa para lape baş yê heywanê, bez yanê don bû. Yehowa usa jî konkrêt got, ku ji navdil çi gelek qîmet e, mesele gurçik (Qan. Kah. 3:6, 12, 14-16). Lema jî çaxê Îsraêliya bi rezedilî navdilên qîmet û bez Yehowara qurban dikirin, ew yek wî xweş dihat. Îsraêliya ku wî cûreyî qurban dianîn, nîşan dikirin, ku dixwazin Yehowara qurbana lape baş bidin. Mîna vê yekê, Îsa ji hizkirina hindava Yehowa, bi rezedilî û bi dil û can çiqas destê wî dihat xizmetiyêda dikir (Yûhn. 14:31). Îsa şabûn distand çaxê qirara Bavê xwe dianî sêrî (Zeb. 40:8). Dilê Yehowa gelek şa dibû çaxê ewî didît, ku Îsa ça bi rezedilî jêra xizmet dike! w19.11 22-23 ¶9-10

Led, 21 Mijdarê

Roja hefta şemîya rihetîyê ye, pîroz e bona Xudan (Derk. 31:15).

Xebera Xwedêda tê gotinê, wekî paşî şeş “rojên” efirandinê, Xwedê efirandin xilaz kir (Destp. 2:2). Yehowa xebatê hiz dike û heta îro jî “şixulê xwe dike” (Yûhn. 5:17). Yehowa şeş “roja” xebitî û “roja” hefta hêsa bû û usa jî gote Îsraêliya wekî her roja hefta hêsa bin. Xwedê got, wekî Şemî orta wî û Îsraêliyada ça nîşan e (Derk. 31:12-14). Hemûşkara qedexe bû ku vê rojê bixebitin, zarara, xulamara, û hela hê heywanên malêra jî (Derk. 20:10). Ewê yekê mecal dida meriva, wekî hê zêde hiş-aqilê xwe bidin ser tiştên ruhanî. Gelek serwêrên rêlîgiya Cihûya, wedê Îsada derheqa qanûna roja Şemiyê gelek qeyde saz kirin. Wana digot ku neqanûnî ye, wekî roja Şemiyê hela hê jî simbilên gênim biçinin bixwin, yan jî merivekî ji nexweşiyê qenc kin (Marq. 2:23-27; 3:2-5). Lê xwestina Xwedê ew nîbû, û Îsa ew yek zelal da kifşê wanra, yên ku guh didane wî. w19.12 3-4 ¶8-9

Duşem, 22 Mijdarê

Awa çev bidine Xwedê, çawa zarêd hizkirî (Efes. 5:1).

Çiqas hê zêde em derheqa xeyset-hunurên Yehowa pêbihesin, haqas hê zêde emê bikaribin çev bidine wî. Dawid Bavê xweyî ezmana rind nas dikir, lema jî ewî dikaribû çev bida wî, heleqetiya hindava merivada. Heleqetiya Dawid tevî Yehowa usa qewî bû, ku ew Îsraêlêda bû padşakî lapî hizkirî, û Yehowa wî hesab dikir ça mesela baş bona padşên Îsraêlê (1 Padş. 15:11; 2 Padş. 14:1-3). Em çi dersê xwera hîn dibin? Em gerekê “çev bidine Xwedê”. Çaxê em çev didine xeyset-hunurên Xwedê, em îzbat dikin, wekî em zarên wî ne (Efes. 4:24). Emê heta-hetayê derheqa Yehowa hê zêde pêbihesin (Waîz 3:11). Ya ferz ne ku ew e, em çiqas tişt zanin derheqa wî, lê ew e ku em çi dikin çaxê derheqa wî zanebûnê distînin. Hergê em çi pêdihesin, emirê xweda didine xebatê û çev didine Bavê xweyî hizkirî, usa em berdewam dikin hê nêzîkî wî dibin (Aqûb 4:8). Yehowa bi Xebera xwe mera soz dide, wekî wê tu car nehêle wan meriva, yên ku wî digerin. w19.12 20 ¶20; 21 ¶21, 23

Sêşem, 23 Mijdarê

Dil ji her tiştî zêdetir xapînokî ye û qels e (Yêrem. 17:9).

Aqûb hemû kurên xwe hiz dikir, lê ewî Ûsiv, ku 17 salî bû, hê zef hiz dikir. Ew yek ser birên wî ça hukum bû? Wana hevsûdî wî kirin, û lema Ûsiv ber çevê wan reş bû. Lema jî wana Ûsiv firotin û bavê xwe xapandin, ku yançi terewilekî kurê wîyî hizkirî kuştiye. Belê, ji bo hevsûdiya wan, malbeta wanda edilayî unda bû û wana kul-derd kire dilê bavê xwe (Destp. 37:3, 4, 27-34). Hevsûdî dikeve nava wan “kirêd binyata însên”, yên ku berbi mirinê dibin û riya meriva digirin, ku Padşatiya Xwedê war bin (Galt. 5:19-21). Gelek car hevsûdî meniya neyartiyê, şer-dewa û hêrsketinê ye. Mesela birên Ûsiv dide kifşê, wekî hevsûdî dikare heleqetiya orta nefera xirab ke û nav wanda edilayê unda ke. Rast e em tu car naxwazin çev bidine birên Ûsiv, lê em gişk jî gunekar in û dilê me xapînok e. Lema jî cara dilê meda dikare hevsûdî pêşda bê. w20.02 14 ¶1-3

Çarşem, 24 Mijdarê

Her yek bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire (Fîlî. 2:3).

Carekê Yehowa hine ruhê xweyî pîroz ser Mûsa hilda û da hine rûspiyên Îsraêlî, yên ku nêzîkî konê civînê sekinîbûn. Paşê hine wede şûnda Mûsa bihîst, wekî du rûspiyên mayîn jî, yên ku ber konê civînê nîbûn, ruhê pîroz standine û destpêkirine pêxembertiyê bikin. Yêşû Mûsara got, wekî wan du rûspiya bide sekinandinê. Lê Mûsa çi kir? Ewî dexesî wan du mêra nekir, yên ku aliyê Yehowada hatine qebûlkirinê. Dewsê, ewî milûktî da kifşê ku tevî wan şa bû, wekî wana qedirekî usa stand (Jimar 11:24-29). Em ji Mûsa çi dersê hîn dibin? Hergê hûn rûspî ne, dibeke wera gotine ku birakî mayîn hîn kin, seva îda ew wî şixulî bike, kîjan we xweş dihat bikin. Hergê hûn mîna Mûsa milûk in, hûnê eciz nebin û nefikirin, wekî hûn kêrî tiştekî nayên. Dewsê, hûnê şa bin alî birê xwe bikin. w20.02 15 ¶9; 17 ¶10-11

Pêşem, 25 Mijdarê

Kul-derd dilê mêriv wî dihelîne, lê gotineke qenc wî şa dike (Metlk. 12:25).

Nexweşî dikare me êmosyalîda sist ke. Dibeke em usa jî şerm dikin bona nexweşiya xwe, çaxê em divînin ku meriv ça ser me dinihêrin, yan jî çaxê ji bo nexweşiyê em dikevine stûyê kesekî. Hergê jî meriv nizanin derheqa nexweşiya me, yeke em berxwe dikevin, çimkî em îda nikarin haqas bikin çiqas me berê dikir. Wî halê giranda, Yehowa dikare dil bide me û me geş ke. Çawa? Yehowa Kitêba Pîrozda gotinên qenc bona me daye nivîsarê, kîjan ku tînin bîra me, ku ew me qîmet dike çaxê em nexweş in jî (Zeb. 31:19; 41:3). Hergê em ew giliyên ku ji bîna ber Xwedê ne, bixûnin, îlahî gelek car, Yehowa wê alî me bike ku fikirên nebaş ji hişê xwe derxin û bona nexweşiya xwe gelek berxwe nekevin. Dudilî nebin, wekî Yehowa zane ku hûn çi halîda nin. Hîvî ji wî bikin, wekî alî we bike ku ser dereca xwe rast binihêrin. Paşê Kitêba Pîrozda bigerin wan gotinên qenc, ku Yehowa bona we xwey kiriye. Kûr bifikirin ser wan rêza ku nîşan dikin, wekî Yehowa ça xizmetkarên xwe qîmet dike. Gava hûn usa bikin, hûnê bivînin, wekî Yehowa hindava hemû xizmetkarên xweyî aminda, qenc e (Zeb. 84:11). w20.01 15-16 ¶9-10; 17 ¶12

Înî, 26 Mijdarê

Çev nede xirabiyê, lê qenciyê (3 Yûhn. 11).

Îshaq yekî dewletî bû, û Filistîniya çevnebarî hebûka wî dikirin (Destp. 26:12-14). Wana hela hê jî bîr xitimandin, ji kîjana Îshaq bona heywanên xwe av hildida (Destp. 26:15, 16, 27). Îro hine meriv mîna Filistîniya çevnebariyê wan meriva dikin, hebûka kîjana ji ya wan zêdetir e û ji wana baştir dijîn. Ewana ne ku tenê dixwazin cem wan jî ew tişt hebin, lê usa jî dixwazin ya wan meriva tune be. Serwêrên rêlîgiya Cihûya hevsûdî Îsa dikirin, çimkî gelek meriva wî hiz dikirin (Met. 7:28, 29). Xwedê Îsa şande ser erdê, û ewî meriv rastiyê hîn dikir. Lê ew serwêrên rêlîgiya derheqa Îsa tiştên derew bela dikirin û buxdan diavîtine wî, seva navê wîyî baş erdê xin (Marq. 15:10; Yûhn. 11:47, 48; 12:12, 13, 19). Lê em ji vê yekê çi dersê hîn dibin? Hergê civatêda kesekî ji bo xeyset-hunurên wîyî baş gelek hiz dikin, em gerekê ser xwe bixebitin, seva hevsûdiyê wî kesî nekin. Dewsê, em gerekê çev bidine hunurên wîyî baş (1 Korn. 11:1). w20.02 15 ¶4-5

Şemî, 27 Mijdarê

Bona wan qanûneke kuştinê heye (Est. 4:11).

Bidine ber çevê xwe, ku hûn weke 2 500 sal pêşda, Farisêda dijîn û dixwazin tevî padşê wî welatî derheqa tiştekî xeber din. Lê pêşiya ku tevî wî xeber din, hûn gerekê îzinê ji wî bixwazin. Hergê hûn bixwazin bêy îzin tevî wî xeber din, hûn dikarin bêne kuştinê! Em gelek razî ne, ku Yehowa mîna wî padşê Farisê nîne! Em timê dikarin tevî wî xeber din. Ew dixwaze, wekî em aza tevî wî xeber din û nêzîkî wî bin. Mesele, sernavên Yehowayî usa qewî hene ça Efirandarê herî Bilind, Serwêrê Himzor, Xweyî Xudan, lê yeke ew dixwaze, ku çaxê em tevî wî xeber didin, xebereke dilgermî bidine xebatê, dêmek jêra bêjin “Bavo” (Met. 6:9). Em bextewar in, çimkî Yehowa dixwaze heleqetiya me tevî wî usa nêzîk be! Em bi rastî dikarin Yehowara bêjin Bavo, çimkî ew e Jîyîndarê me (Zeb. 36:9). Ew Bavê me ye, lema em borcdar in gura wî bikin. Hergê em usa bikin ça ew dixwaze, emê keremên mezin bistînin (Îbrn. 12:9). Dikeve nava wan kerema jîyîna heta-hetayê, yan ser erdê yan ser ezmana. w20.02 2 ¶1-3

Led, 28 Mijdarê

Hemû mileta hîn kin (Met. 28:19).

Nêta me ew e, wekî alî wan bikin, yên ku Kitêba Pîroz hîn dibin, ruhanîda pêşda herin (Efes. 4:13). Çaxê kesek qayîl dibe ku Kitêba Pîroz hîn be, ew dibeke pêşiyê dixwaze bizanibe, wekî ew hînbûn wê ça xût jêra karê bîne. Lê gava hizkirina wî hindava Yehowa hê mezin be, ew îda dibeke destpêke bifikire, ku ça ew dikare alî merivên din bike, dêmek usa jî alî wan, yên ku civatêda nin (Met. 22:37-39). Wedê layîq, hûn dikarin wanra bêjin, ku mecala wan heye pê qurbankirina pera jî piştgiriya şixulê Padşatiyê bikin. Wana hîn kin, ku ça problêma safî kin. Bidine ber çevê xwe, ew merivê ku hûn tevî wî hînbûnê derbaz dikin, kîjan îda bûye mizgînvanê nenixumandî, civatêda ji kesekî xeydiye. Dewsa ku aliyê kesekî bigirin, hê baş e jêra şirovekin, wekî derheqa vê yekê Kitêba Pîroz çi dibêje. Ew gerekê yan bibaxşîne wî merivî, yan jî hergê nikare xeydê bîr ke, gerekê tevî wî xeber de bi vê nêtê, ku bi hizkirin û nermî birê xwe qazanc ke (Beramber kin Metta 18:15). Alî wî bikin ku xwe hazir ke, wekî ça xeber de. w20.01 5-6 ¶14-15

Duşem, 29 Mijdarê

Hingê min guneyê xwe Teva eyan kir û neheqîya xwe veneşart, . . . Û te neheqîya guneyê min baxşand (Zeb. 32:5).

Hergê em Yehowara bona baxşandinê dua bikin, şîretkirina wî qebûl kin, û ser xwe bixebitin, wekî dîsa wan şaşiya nekin, emê nîşan kin ku em baxşandina Yehowa dişêkirînin. Çaxê em van gava bikin, dilê me wê rihet be û emê edilayê texmîn kin. Rastî jî em çiqas dişidin ku zanin, wekî “Xudan nêzîkî dilşkestîya ye û merim-belengaza didebirîne”! (Zeb. 34:18) Em nêzîkî xilaziya vê dinyayê dibin, û xemên me wê hê zêde bin. Lema jî çaxê hûn bona tiştekî xemgîn bin, derbêra ji Yehowa alîkariyê bixwazin. Bi dil û can Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Ji serhatiyên Hannayê, Pawlosê şandî û Dawid Padşa xwera dersê hîn bin. Ji Bavê xweyî ezmana hîvî kin, ku alî we bike, hûn têderxin, hela çi ye meniya xemgîniya we (Zeb. 139:23). Bihêlin wekî Yehowa barên we hilgire, îlahî gava hûn nikarin problêma xwe safî kin. Hergê hûn usa bikin, hûnê jî mîna zebûrbêj xwe texmîn kin, yê ku Yehowara distira: “Çaxê xemên min zêde dibûn, te berdilî dida min û dilê min rihet dikir” (Zeb. 94:19, DT). w20.02 24 ¶17; 25 ¶20-21

Sêşem, 30 Mijdarê

Temamiya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye (2 Tîmt. 3:16).

Xwedê bi saya ruhê xwe, fikirên xwe kire hişê nivîskarên Kitêba Pîroz. Çaxê em Kitêba Pîroz dixûnin û ser difikirin, şîretên Xwedê dikevin hiş û dilê me. Ew şîret û fikirên Yehowa me hêlan dikin emirê xweda guhastina bikin, seva dilê wî şa kin (Îbrn. 4:12). Lê seva em bi temamî ji ruhê pîroz karê bistînin, em gerekê wede başqe kin seva her gav Kitêba Pîroz lêkolîn bikin û kûr bifikirin ser çi jî dixûnin. Paşê îda Xebera Xwedê wê ser xeberdan û kirên me hukum ke. Usa jî em gerekê tevî xûşk-bira tevayî top bin seva Xwedê bihebînin (Zeb. 22:22). Dêmek ruhê Yehowa ser civata ye (Eyan. 2:29). Çaxê em tevî xûşk-bira top dibin, em bona ruhê pîroz dua dikin, kilamên ruhanî ku ser hîmê Xebera Xwedê ne, distirên, û ji birên ku pê ruhê pîroz têne kifşkirinê, şîret û rêberiyên ji Kitêba Pîroz dibihên. Lê seva bi temamî em ji ruhê pîroz karê bistînin, em gerekê xwe bona civata hazir kin. w19.11 11 ¶13-14

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin