KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • scl rûp. 3-5
  • Pêşxeber

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Pêşxeber
  • Kitêba Pîroz Dikare Alî We Bike
Kitêba Pîroz Dikare Alî We Bike
scl rûp. 3-5

Pêşxeber

Bi saya vê edebyetê, Kitêba Pîroz Dikare Alî We Bike, hûn dikarin hêsa rêz û serhatiyên ji Kitêba Pîroz bivînin, bi alîkariya kîjana hûnê bikaribin cûre-cûre çetinayên jîyînêda sebir kin. Ev kitêb wê usa jî alî we bike, wekî van rêza bivînin, bi saya kîjana hûnê bikaribin berdiliyê bidine kesên din û alî wan bikin safîkirinên usa bikin, yên ku wê navê Yehowa rûmet kin. Wan têma kifş kin, yên ku wera hewas in. Her têmekêda pirsên kêrhatî hene û derheqa serhatiyên Kitêba Pîroz înformasiya kin hatiye dayînê (Binihêre çargoşe “Ça Evê Edebyetê Bidine Xebatê”). Hûnê bikaribin zû van rêza bivînin, ji kîjana hûnê şîret û dilbîniyê bistînin. Hûnê usa jî wan xizna bivînin, kîjan ku dikarin merivên dinra jî bêjin, dêmek rêzên ji Kitêba Pîroz, kîjan wê wana bişidînin, wedê problêma alî wan bikin û berdiliyê bidine wan.

Ça Evê Edebyetê Bidine Xebatê

Seva ku têmekê bivînin lêgerînê bidine xebatê, yan jî dîna xwe bidine cûre-cûre para. Vê edebyetêda, Kitêba Pîroz Dikare Alî We Bike, heft par hene: Çetinayî, Rabûn-Rûniştin, Civat, Jîyîna Herrojî, Malbet, Heleqetiya Me Tevî Yehowa û Hunur. Van parada wê cûre-cûre têma hebin. Ev para ku we xweş tê bijbêrin û wêderê hûnê vê têmayê bivînin, ya ku hûn digerin. Lê hergê hûn nizanin ev têma ku hûn digerin kîjan parêda ne, kifş kin Hemû, wekî vê têmayê ku wera hewas e bivînin. Her parekêda binseriyên bi herfên qalim hene. Hine binserî pirs in, hinek jî na. Gava hûn van rêza dixûnin, bifikirin, ku ewana ça têma binseriyêva girêdayî ne û ça caba vê pirsê didin. Hine têma hatine parevekirinê, wekî hûn diha zû filan înformasiyayê bivînin, ya ku digerin. Hine rêzên zêde dikarin bivînin li para “Usa jî binihêrin”. Van rêzada hene fikir, yên ku vê têmayêva girêdayî ne. Gelek derecada hûnê usa jî bivînin “Meselên Kitêba Pîroz”. Paşê hûnê cimle bivînin, ya ku nêta vê rêzê şirovedike. Ev cimle wê alî we bike derheqa vê têmayê bifikirin, ya ku hûnê rêzêda bixûnin.

Hemikî hemû rêz derheqa van têmên vê edebyetêda nehatine dayînê, lê ev destpêka baş e bona lêkolînên we (Mtl. 2:1-6). Seva ku diha kûr lêkolîna bikin, rêzên margînal bidine xebatê. Seva ku diha baş nêta van rêza fem bikin, bidine xebatê Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yehowa yan jî Îndêksa Edebiyeta Birca Qerewiliyê. Ev kanî wê alî we bikin wekî bivînin, ku derheqa filan rêzê çi înformasiya hatiye dayînê û usa jî hûnê bivînin femkirina teze ya vê rêzê.

Bira ev kitêb alî we bike qazanc kin bîlanî, zanebûn û femkirina ji Nivîsarên Pîroz. Çiqas hûn vê edebyetê bidine xebatê, haqas hê zêde hûnê bawer bin, wekî “Xebera Xwedê sax û zor e” (Îbr. 4:12).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin