Çile
Led, 1 Çileyê
Ewe kor in û rêberê kora ne (Met. 15:14).
Îsa Mesîh durûtiya serwêrên rêlîgî bi mêrxasî eşkere dikir û wana sûcdar dikir. Mesele, ewî durûtiya Fêrisiya eşkere dikir, yên ku qedrê dê û bavê xwe nedigirtin, lê diketin pey tiştên biçûk, mesele edetên destşûştinê (Metta 15:1-11). Belê, Îsa Mesîh îzin nedida ku nihêrandina nerast ya serwêrên rêlîgî riya wî bigire û bibe sebeb ku ew rastiyê nebêje. Usa jî, Îsa Mesîh hînkirinên qelp eşkere dikirin. Ewî negot ku Xwedê hemû baweriya qebûl dike, lê ewî got: “Gelekî teng e ew derî û zemet e ew riya ku dibe berbi jiyînê û hindik in ewên ku wê rêyê dibînin” (Metta 7:13, 14). Usa jî, ewî eşkere kir ku hine kesên ku ça xizmetkarên Xwedê xwe didine kifşê bi rastî xwestina Xwedê naynin sêrî. Îsa usa got: “Hevza xwe ji pêxemberên derew bikin. Ewê bi postê pêz bêne cem we, lê hindurva gurên peranî ne. Hûnê wana ji berên wan nas bikin” (Metta 7:15-20). w21.05 9 ¶7-8
Duşem, 2 Çileyê
Beşera wê . . . xweş bû (1 Sam. 1:18, ÎM).
Hannayê mêrekî bi navê Elkana stand, yê ku gelek lê hiz dikir. Lê hewiya Hannayê bi navê Pênîna hebû. Li gora Kitêba Pîroz, “zarokên Penînnayê hebûn, lê zarokên Hannayê tunebûn”. Lema jî Pênînayê dilê Hannayê timê dêşand û ji bo vê yekê “Hanna digiriya û nan nedixwar”. Dîsa jî, Kitêba Pîroz nabêje ku Hannayê dixwest heyfê hilde. Hannayê dilê xwe Yehowara vekir û bawer bû ku Xwedê wê alî wê bike. Kitêba Pîroz eşkere nake ku paşê vê yekê Pênîna hate guhastinê yan na. Lê em zanin wekî edilayî û rihetî kete dilê Hannayê (1 Samûyêl 1:2, 6, 7, 10). Em dikarin ji serhatiya Hannayê çi dersê hîn bin? Heger kesek tera bikeve hucetê, nelazim e ku tu bikevî ber bayê wî. Dewsa ku ji ber xirabiyêva xirabiyê bikin, her tiştî bike ku hûn li hev bên (Romayî 12:17-21). Heger ew nihêrandina xwe neguhêze jî, şabûna xwe unda neke, çimkî te ji aliyê xweda her tişt kir. w21.07 17 ¶13-14
Sêşem, 3 Çileyê
Haş ji xwe hebin û hevza xwe ji timayê bikin (Lûqa 12:15).
Gava Îsa Cihûdayê Îsxeryotî ça şandiyê xwe bijart, ew merivekî baş bû (Lûqa 6:13, 16). Eşkere ye ku ew merivekî aqil û zên bû, çimkî Îsa Mesîh qutiya pera tesmîlî wî kir. Lê sed heyf ku wede şûnda, Cihûda şîretên Îsa yên derheqa timayê pişt guhê xweva avît û destpêkir diziyê bike (Marqos 7:22, 23; Lûqa 11:39). Çendek pêşiya mirina Îsa Mesîh, timaya Cihûda îda eşkere bû. Îsa, Merta, xûşka wê Meryem û çend şagirtên din mêvantî çûbûne mala merivekî bi navê Şimhûn. Wedê xwarinê, Meryemê rûnekî bînxweş û biha li serê Îsa rijand. Hingê şagirtên wî hêrs ketin, çimkî ewana difikirîn ku ev rûn dikaribûn bona nêteke diha baş bihata xebitandin. Lê nêta Cihûda tiştekî din bû. “Çimkî ew diz bû”, ewî dixwest ev pere bidiziya (Yûhenna 12:2-6; Metta 26:6-16; Lûqa 22:3-6). w21.06 18 ¶12-13
Çarşem, 4 Çileyê
Ez çi merivekî hêsîr-belengaz im! Kî wê min . . . xilaz ke? (Rom. 7:24)
Gelo cabdariyên te gelek in? Gelo ev carna bona te dibin bargiranî? Cabdariyên Pawlosê şandî jî gelek bûn. Ewî ne tenê bona civatekê, lê bona hemû civata xem dikir û berxwe diket (2 Korintî 11:23-28). Gelo nexweşîke te şabûnê ji te distîne? Tê kifşê ku nexweşîke Pawlos jî hebû, çimkî ewî got ku di bedena wîda “stiriyek” heye, û ewî gelek dixwest ji vê bifilite (2 Korintî 12:7-10). Gelo tu carna seva kêmasiyên xwe eciz dibî? Pawlos jî seva kêmasiyên xwe eciz dibû, lema ewî usa got: “Ez çi merivekî hêsîr-belengaz im!” (Romayî 7:21-24). Nava van problêm û tengasiyada, Pawlos berdewam dikir Yehowara xizmet ke. Gelo çi alî wî dikir? Pawlos hilbet haş ji kêmasiyên xwe hebû, lê wî baweriya xwe qurbana Îsa dianî. w21.04 22 ¶7-8
Pêşem, 5 Çileyê
Kurê Însan [hat] emirê xwe bide, ku geleka bikire (Marq. 10:45).
Gava merivê pêşin Adem gune kir, ewî him xwe him jî zarên xwe tesmîlî mirinê kirin. Ewî bi hemdê xwe gune kir, lê ev yek ne sûcê zarên wî bû. Dîsa jî, wana gune û mirin ji Adem standin (Romayî 5:12, 14). Gelo çi dikaribû ewana ji mirinê xilaz bikirana? Demeke kin paşî gunê Adem, Yehowa gav bi gav eşkere dikir ku ewê bi mîlyona zarên Adem çawa ji gune û mirinê bifilitîne (Destpêbûn 3:15). Em çiqas gunekar bin jî, qurbana Îsa rê vekiriye ku em bibin dostên Yehowa. Bi saya vê qurbanê, kirên Mîrê-cina wê bi temamî bên xirabkirin (1 Yûhenna 3:8). Bi saya kirînê, Yehowa wê nêta xwe ya bona dinyayê bîne sêrî. Rojekê, temamiya dinyayê wê bibe cinet. w21.04 14 ¶1; 19 ¶17
Înî, 6 Çileyê
Bira ji we her yek . . . bê nixumandinê (Kar. Şand. 2:38).
Roja Pênciyê Hesabê ya sala 33 D.M., tiştekî ecêb qewimî. Gelek merivên ji cûre-cûre welat û mileta bona cejinekê hatibûn Orşelîmê. Nişkêva, hine Cihûya destpêkir bi zimanên wan xeber din. Tiştên ku wana digot gelek hewas bûn. Wana digotine meriva ku heger ewana baweriya xwe Îsa Mesîh bînin, ewê bikaribin xilaz bin. Vê xeberê dilê wan girt, û wana pirsî: “Em çi bikin?” Petrûsê şandî usa cab da: “Bira ji we her yek . . . bê nixumandinê” (Karên Şandiya 2:37, 38). Wê rojê, weke 3 000 kes hatin nixumandinê û bi vê yekê bûne şagirtên Îsa Mesîh. Şixulê belakirina mizgînê, ku Îsa dabû şagirtên xwe, wê rojê destpêbû. Ev şixul heta niha jî berdewam dibe. w21.06 2 ¶1-2
Şemî, 7 Çileyê
Min daçikand, Apolo avda, lê Xwedê gîhand. Awa ne yê daçikand tiştek e, ne jî yê avda, lê yê gîhand, ku Xwedê ye (1 Korn. 3:6, 7).
Diqewime deşta meda çetin e hînbûnên Kitêba Pîroz destpêkin. Dibeke em rastî gelek kesên usa tên, yên ku naxwazin guh bidin mizgînê. Gelo çi dikare alî me bike ku em dîsa jî nihêrandina pozîtîv xwey kin? Bîr neke, wekî derecên dinyayê zû têne guhastinê, ji bo vê yekê fikir û nihêrandinên meriva jî dikarin bêne guhastinê. Kesên ku berê nedixwestin guh bidine mizgînê, diqewime têderxin, wekî hewceyî Xwedê ne (Metta 5:3). Hine kesên ku berê edebyetên me timê înkar dikirin, wede şûnda destpêdikirin Kitêba Pîroz hîn bin. Usa jî, em zanin wekî Yehowa ye Xweyê zeviyê (Metta 9:38). Ew dixwaze wekî em berdewam kin toxim bireşînin û av din, lê dîsa jî yê ku toxima mezin dike, Ew e. Xêncî vê yekê, em zanin ku heger meriv hînbûna Kitêba Pîroz qebûl nekin jî, Yehowa wê xîreta me xelat bike. Belê, xîreta me diha ferz e ne ku çiqas hînbûn em derbaz dikin! w21.07 6 ¶14
Led, 8 Çileyê
Ewled pêşkêşên Xudan in (Zeb. 127:3).
Yehowa meriv pê mecala zaranînê efirandine û cabdarî daye wan, wekî zarên xwe hîn bikin Xwedê hiz kin û wîra xizmet kin. Hela bifikire, Yehowa gelek rûmet daye meleka, lê dîsa jî ewî mecaleke usa nedaye wan. Lema jî qîmeta vê pêşkêşê bîr neke û bişêkirîne. Xwedê dixwaze wekî dê-bav mezinkirina zara ça cabdarîke pîroz hesab kin û zarên xwe “bi şîret û hînkirina Xudan mezin kin” (Efesî 6:4; Qanûna Ducarî 6:5-7). Seva ku alî dê-bava bikin, teşkîleta Yehowa gelek hacetên li ser hîmê Kitêba Pîroz derxistine, mesele edebyet, vîdêo, miqam û gotarên ser malperê. Belê, him Bavê meyî ezmana him jî Kurê wî zar û cahilên me gelek hiz dikin (Lûqa 18:15-17). Gava dê-bav baweriya xwe Yehowa tînin û çi ji destê wan tê dikin, wekî zarên xwe bi cûrê lapî baş mezin bikin, Yehowa gelek şa dibe. Dê-bavên usa zarên xwera rê vedikin, wekî ewana jî heta-hetayê bibin para malbeta Yehowa! w21.08 5 ¶9
Duşem, 9 Çileyê
Bawerî ew e, çaxê em dudilî nînin . . . wan tiştada yên ku nayêne dîtin, lê bi rastiyê hene (Îbrn. 11:1, DT).
Hine kes difikirin ku bawerî ev e, gava meriv tiştekî bê îzbat û çevgirtî bawer dike. Lê li gora Kitêba Pîroz, baweriya rast usa nîne. Kitêba Pîroz nîşan dike, wekî bawerî hindava tiştên ku nayên dîtin, mesele bawerî hindava Yehowa, Îsa Mesîh û Padşatiya ezmana – ser hîmê îzbatkirina ye (Îbranî 11:3). Biyokîmyazanekî ku Şedê Yehowa ye usa dibêje: “Baweriya me kor nîne, û rastiyên zandariyê înkar nake”. Em dibeke berxwe dikevin: “Heger haqas îzbat hene ku Xwedê heye, çira gelek meriv bawer nakin ku Xwedê jîyîn efirandiye?” Sebeb carna ev e wekî hine meriva îzbatkirin qet lêkolîn nekirine. Robêrt, yê ku niha Şedê Yehowa ye, dibêje: “Mektebêda mera tu cara nedigotin wekî jîyîn hatiye efirandin, lema jî ez difikirîm ku jîyîn bi rastî nehatiye efirandin. Lê gava ez 22 salî bûm, min dît wekî Kitêba Pîroz çawa bi logîkî nîşan dike ku her tişt hatiye efirandin”. w21.08 15 ¶4-5
Sêşem, 10 Çileyê
Tem kin û bizanibin ku Xudan ça qenc e! (Zeb. 34:8)
Mîna vê yekê, gava em Kitêba Pîroz dixûnin, yan gava kesên din besa keremên xwe dikin, em derheqa qenciya Yehowa hine tişta pêdihesin. Lê heger em qenciya Yehowa xwexa “tem kin”, emê bivînin ku Yehowa çiqas qenc e. Bide ber çevê xwe: Tu dixwazî xizmeta hertim destpêkî, lê seva ku tu bikaribî bigihîjî vê nêtê, gerekê tu jîyîna xwe diha sivik kî. Em zanin derheqa vê sozê Îsa, ku heger em berê pêşin Padşatiya Xwedê bigerin, Yehowa wê bona hemû hewcên me xem bike. Diqewime heta niha te jîyîna xweda nedîtiye ku Yehowa vê sozê xwe çawa tîne sêrî (Metta 6:33). Lê çimkî tu baweriya xwe sozê Îsa tînî, tu xercên xwe û xebata xwe diha kêm dikî û bi temamî dîna xwe didî xizmeta xwe. Hingê tu divînî ku Yehowa bona hewcên te çawa xem dike û tu xwexa ‘tem dikî’ wekî Yehowa çiqas qenc e. w21.08 26 ¶2
Çarşem, 11 Çileyê
Meriv wê guh nedine hînkirina saxlem (2 Tîmt. 4:3).
Gelo ev problêm îro jî heye? Belê. Gelek serwêrên rêlîgî firnaq dibin, gava kesên dewlemend, navdar û yên ku ji aliyê dinyayêva ça kesên bîlan tên dîtin, dibine endemên civatên wan. Bona wan, qet firqî tune ku jîyîna van endemên teze li gora prînsîpên Xwedê ye yan na. Xêncî vê yekê, serwêrên rêlîgî xizmetkarên Yehowa yên xîret, ku xwe li prînsîpên namûsiyê digirin, ber tiştekî hesab nakin, çimkî ewana ber çevê dinyayê kesên navdar nînin. Lê ça Pawlosê şandî gotibû, Xwedê kesên ku ji aliyê dinyayêva “yêd ne tu tişt” in, xwera dijbêre (1 Korintî 1:26-29). Belê, Yehowa hemû xizmetkarên xwe yên amin qîmet dike. Gerekê em çi bikin wekî nihêrandina dinyayê ya ne rast ser me hukum neke? (Metta 11:25, 26). Bira nihêrandina dinyayê ya li ser xizmetkarên Xwedê ser te hukum neke. Bîr neke ku Yehowa tenê merivên milûk ça xizmetkarên xwe qebûl dike (Zebûr 138:6). Serda jî, bifikire ku Yehowa bi destê kesên ku dinya nezan û nexwendî divîne, şixulên çiqas mezin dike! w21.05 8 ¶1; 9 ¶5-6
Pêşem, 12 Çileyê
Tiştên minra kêrhatî we . . . şandin (Fîlî. 4:16).
Pawlosê şandî bona alîkariya ku ewî ji kesên din distand, şêkirdar bû, ew nedifikirî wekî ew hewcê alîkariya xûşk-bira nîne (Fîlîpî 2:19-22). Gelo tu ça dikarî nîşan kî, wekî tu bona xûşk-birên cahil şêkirdar î? Mesele, heger ewana te teglîf kin bi erebê te bivin cîkî yan bona te herin dikanê, alîkariya wan bi razîbûnê qebûl ke. Bi rastî alîkariya wan nîşan dike, wekî Yehowa te hiz dike û bona te xem dike. Serda jî, kesên ku alî te dikin wê dibeke wede şûnda bibine dostên teye nêzîk. Usa jî, tu dikarî alî wan bikî, wekî ewana diha nêzîkî Yehowa bin. Wanra bêje wekî dilê te çiqas şa dike ev yek ku ewana xizmeta xwe zêde dikin. Tevî wan wede derbaz ke û besa serhatiyên xwe bike. Bi vî cûreyî tu dikarî nîşan kî, wekî tu bona xûşk-birên cahil şêkirdar î, yên ku Yehowa kişandine civatê (Kolosî 3:15; Yûhenna 6:44; 1 Têsalonîkî 5:18). w21.09 11-12 ¶12-13
Înî, 13 Çileyê
Huba Xwedêyê me çawa jorda ro ku dertê, usa wê serîkî bide me (Lûqa 1:78).
Yehowa xûşk-birên me hiz dike. Lê mera cara dikare çetin be wekî hizkirina xwe hevdura eyan kin. Çira? Çimkî em ji cûre-cûre kûltûra ne, mîna hev nehatine mezinkirinê û xeysetên me jî ji hev cude dibin. Xêncî vê yekê, car-cara em şaşiyên usa dikin ku dilê xûşk-bira diêşînin yan jî wana eciz dikin. Lê dîsa jî em dikarin hizkirina nav malbeta xweye ruhanîda diha qewî kin. Gelo çawa? Gerekê em hizkirinêda çev bidine Bavê xweyî ezmana (Efesî 5:1, 2; 1 Yûhenna 4:19). Merivê rem û dilşewat mecala digere wekî alî kesên din bike û dilê wan rihet ke. Îsa bi xeberdan û kirên xwe nîşan dikir, ku Yehowa ça bona meriva xem dike (Yûhenna 5:19). Carekê, gava Îsa elalet dît, “gunê wî li wan hat, çimkî ewana mîna pezê bê şivan, beredayî û belabûyî bûn” (Metta 9:36). Lema, ew hazir bû alî wan bike. Mesele, ewî kesên nexweş qenc dikirin û rihetî dida yên “westiyayî û bargiran” (Metta 11:28-30; 14:14). w21.09 22 ¶10-11
Şemî, 14 Çileyê
[Xudan] rem e, guneyên wana dibaxşîne û qira wan Ew nayîne (Zeb. 78:38).
Rema Yehowa hizkirina wîva girêdayî ye. Pawlosê şandî ji bîna ber Xwedê nivîsî ku Xwedê “xweyê rema dewlemend e”. Vê kontêkstêda, Pawlos zelal dikir ku Xwedê ji rema xwe hêviya jîyîna ser ezmana dide hine xizmetkarên xweye gunekar (Efesî 2:4-7). Lê Yehowa rema xwe kesên dinra jî eyan dike. Dawid Padşa usa nivîsî: “Xudan bona hemûya qenc e, rema Wî ser hemû efirînên Wî ye” (Zebûr 145:9). Yehowa me hiz dike, û hema ça mecal dikeve destê wî, ew rema xwe mera eyan dike. Îsa Mesîh ji her kesî baştir zane ku Yehowa çiqas dilrem e. Pêşiya ku Îsa hate dinyayê, ewî tevî Bavê xwe gelek wext derbaz kiribû (Metelok 8:30, 31). Îsa gelek car dîtibû wekî Bavê wî hindava merivên gunekar ça rema xwe dida kifşê (Zebûr 78:37-42). Gava Îsa hîn dikir, ewî gelek car dîna meriva dikişand ser vî hunurê xweş yê Bavê xwe. w21.10 8-9 ¶4-5
Led, 15 Çileyê
Bavo, navê xwe bilind ke (Yûhn. 12:28).
Yehowa ji ezmana cab da û got wekî ewê navê xwe bilind û rûmet ke. Îsa her tim navê Bavê xwe xizmetiyêda rûmet dikir (Yûhenna 17:26). Lema jî, Mesîhiyên rast navê Xwedê bi serbilindî didine xebatê û merivara elam dikin. Qirna yekê D.M.-da, wexteke kin paşî ku civata şagirtên Îsa Mesîh hatibû sazkirin, Yehowa “rema xwe li necihûya kiribû, ku ji nava wan cimetekê derxe, wekî navê wî hildine ser xwe” (Karên Şandiya 15:14). Mesîhiyên qirna yekê navê Xwedê bi serbilindî didane xebatê û merivara elam dikirin. Wana navê Xwedê xizmetêda û nivîsarên xweda didane xebatê. Wana îzbat dikir, wekî ewana ev cimet in, ku navê Xwedê hildabûne ser xwe û merivara elam dikirin (Karên Şandiya 2:14, 21). Îro jî Şedên Yehowa cimeta bona rûmetkirina navê Yehowa ye. w21.10 20-21 ¶8-10
Duşem, 16 Çileyê
Huba Xudan . . . fem bike (Zeb. 107:43).
Hizkirina Xwedêye amin heta-hetayê ye. Zebûra 136, 26 cara besa vî hunurî dike. Mesele, rêza pêşin usa dibêje: “Şikirîyê bidine Xudan, çimkî Ew qenc e û huba Wî heta-hetayê ye” (Zebûr 136:1). Ev gilî huba wî, dêmek hizkirina wîye amin “heta-hetayê ye”, ji rêza 2 heta 26 tê wekilandinê. Gava em vê zebûrê dixûnin, em divînin wekî Yehowa hizkirina xweye amin timê û cûre-cûre aliyava nîşan dike. Wekilandina van giliya, wekî hizkirina wîye amin “heta-hetayê ye”, me dide bawerkirinê ku Yehowa wê her û her xizmetkarên xwe hiz bike, û ewê tu cara terka wan nede. Ew timê kêleka xizmetkarên xwe ye, îlahî gava ewana dikevine tengasiyê. Zanebûna vê yekê ku Yehowa timê kêleka me ye, şabûn û qewata me zêde dike, wekî em himberî tengasiya sebir kin û ser riya jîyînê bimînin (Zebûr 31:7). w21.11 4 ¶9-10
Sêşem, 17 Çileyê
Bira dilê we neqilqile. Xwedê bawer bikin (Yûhn. 14:1).
Gava tu qirkirina rêlîgiya qelp, hicûma Gogê ji Magogê û şerê Harmegedonê tînî ber çevê xwe, gelo tirs dikeve dilê te? Te ev pirs qe daye xwe: “Gava tengasiya mezin destpêbe, gelo ezê bikaribim amin bimînim?” Heger tu carna usa difikirî, gotinên Îsa ji rêza vê rojê, wê alî te bikin. Îsa şagirtên xwera usa gotibû: “Bira dilê we neqilqile. Xwedê bawer bikin”. Bawerîke qewî wê alî me bike ku em axiriyê netirsin. Ev yek ku em nava cêribandinên îroyîn çawa xwe didine kifşê, eyan dike hela gerekê em kîjan aliyava baweriya xwe diha qewî kin. Her car gava em nava cêribandinada amin dimînin, baweriya me hê qewî dibe. Ev yek dikare alî me bike wedê cêribandinên axiriyêda jî amin bimînin. w21.11 20 ¶1-2
Çarşem, 18 Çileyê
Gava ez sist dibim, hingê qewat dibim (2 Korn. 12:10).
Pawlosê şandî hevalê xwe Tîmotêyo û hemû şagirtên Îsa Mesîh hêlan kiribûn ku ewana xizmeta xwe bînin sêrî (2 Tîmotêyo 4:5). Lê ev yek carna hêsa nîne. Mesele, hine welatada, şixulê belakirina mizgînê qedexekirîye. Gelek tişt dikarin mêrxasiya xizmetkarên Yehowa bişkênin. Mesele, bona geleka hêsa nîne ku ebûra mala xwe bikin. Ewana gelek dixwazin xizmeta xwe zêde bikin, lê li xilaziya heftiyê îda qewata wan namîne. Hine xûşk û birên me jî bi nexweşiyên kronîk diçerçirin yan îda kal û pîr bûne, û lema, hine ji wan îda nikarin ji malê derkevin. Hine kes jî xwe bêqîmet hesab dikin. Halê me çi be jî, Yehowa dikare qewatê bide me ku em bikaribin li himberî tengasiyên xwe sebir bikin û çiqas ji destê me tê wîra xizmet bikin. w21.05 20 ¶1-3
Pêşem, 19 Çileyê
Navê Xwedê xwe bêhurmet nekin (Qan. Kah. 19:12).
Carna kesên din, zorê me bikin wekî em tiştên usa bikin, çi dilê Yehowa nayê. Gava tiştekî usa diqewime, gerekê em safîkirina rast bikin. Hela dîna xwe bide vê prînsîpa ku Qanûna Kahîntiyê 19:19-da tê gotinê: “Kinca bi du cûre têla çêkirî xwe neke”. Bi saya vê qanûnê, Îsraêlî ji merivên miletên din cude dibûn. Îro, hilbet problêm nîne wekî kincên ji cûre-cûre kudura li xwe bikin, mesele kincên ji pembû û polyesterê. Lê em naxwazin bibine mîna merivên ku bawerî û kirên wan miqabilî Kitêba Pîroz in. Em hilbet merivên xwe hiz dikin, û em cînarên xwe jî hiz dikin. Lê çi jî hebe, nêta me ev e ku em guh bidin Yehowa, û hazir in ku ji kesên din cude bin. Lema jî seva ku em pîroz bin, gelek ferz e wekî em ji merivên din cude bin (2 Korintî 6:14-16; 1 Petrûs 4:3, 4). w21.12 5 ¶14; 6 ¶16
Înî, 20 Çileyê
Gelekî teng e ew derî û zemet e ew riya ku dibe berbi jiyînê (Met. 7:14).
Meriv dikare vê riya jîyînê bivîne! Îsa got: “Heger hûn ser hînkirina min bimînin, hûnê rast şagirtên min bin. Hûnê rastiyê nas kin û rastiyê we aza ke” (Yûhenna 8:31, 32). Çiqas baş e ku tu neketî ber bayê geleka, lê tu rastiyê geriyayî. Te Xebera Xwedê hûr û kûr lêkolîn kiriye, wekî xwestina Xwedê pêbihesî, û te guhdariya Îsa Mesîh kiriye. Tu hîn bûyî ku Yehowa dixwaze wekî em xwe ji dînê qelp û ji erf-edetên pûtparistiyê dûr bigirin. Usa jî, te fem kiriye wekî hêsa nîne meriv xwestina Yehowa bîne sêrî û xwe ji edetên ku ew qebûl nake, dûr bigire (Metta 10:34-36). Diqewime tera hêsa nîbû ku tu jîyîna xwe biguhêzî. Lê çimkî tu Yehowa hiz dikî, te xîreta xwe bernedaye. Xîreta te bêşik Yehowa gelek xweş tê! (Metelok 27:11) w21.12 22 ¶3; 23 ¶5
Şemî, 21 Çileyê
Bibihê, lawê min, gotinên min bike serê xwe (Metlk. 4:10).
Mûsa, paşî şaşîke mezin, hazir bû şîretê qebûl ke. Carekê, ew hêrs ket û rûmet neda Yehowa. Lema jî, Yehowa wîra got, wekî ewê nekeve Erdê Sozdayî (Jimar 20:1-13). Çend sal şûnda, Mûsa dîsa jî îzin xwest wekî bikeve Erdê Sozdayî, lê Yehowa got: “Bes e! Vir şûnda bona wê yekê îdî minra nebêje!” (Qanûna Ducarî 3:23-27). Gelo Mûsa ev şîret qebûl kir? Belê. Ew nexeydî, lê ewî safîkirina Yehowa qebûl kir, û Yehowa îzin da wî, wekî ew ça rêberê miletê Îsraêlê bimîne (Qanûna Ducarî 4:1). Mûsa şîret qebûl kirin û wê baş be, ku em vê yekêda çev bidine wî. Paşî vê yekê ku Yehowa wîra got, wekî ewê nekeve Erdê Sozdayî, ewî dîsa jî bi aminî Yehowara xizmet dikir. Em kareke mezin distînin çaxê çev didine mesela Mûsayê amin (Metelok 4:11-13). Gelek xûşk-birên me îda çev dane wî û şîret qebûl kirine. w22.02 11 ¶9-10
Led, 22 Çileyê
Îsa giriya (Yûhn. 11:35).
Zivistanê, sala 32 D.M., dostekî Îsa bi navê Lazar nexweş ket û mir (Yûhenna 11:3, 14). Du xûşkên wî hebûn, Meryem û Merta. Îsa vê malbetê gelek hiz dikir. Gava Mertayê bihîst ku Îsa tê, ew leze-lez çû, wekî wî bivîne. Gava ew rastî Îsa hat, ewê bi xemgînî usa got: “Xudan, heger tu vir bûyayî, birê min nedimir” (Yûhenna 11:21, 32, 33). Dilê Îsa şewitî gava ewî dît, ku Meryem û Merta şîna birê xwe dikin. Heger te jî heval yan merivekî xwe unda kiriye, Yehowa hestên te fem dike. Îsa her aliyava çev dide Bavê xwe û “xût mîna heyîntiya wî ye” (Îbranî 1:3). Gava Îsa digiriya, ewî hestên Bavê xwe eyan dikir (Yûhenna 14:9). Heger te merivekî xweyî hizkirî unda kiriye, bawer be ku Yehowa êşa dilê te divîne, û dilê wî ser te dişewite. Ew dixwaze êşa dilê te sivik ke (Zebûr 34:18; 147:3). w22.01 15 ¶5-7
Duşem, 23 Çileyê
Bawerî ji bihîstinê tê (Rom. 10:17).
Heger tu wede veqetînî wekî tevî Yehowa xeber dî, guh bidî wî û derheqa wî bifikirî, ev yek wê ser te gelek baş hukum ke. Ya yekê, tuyê safîkirinên diha baş bikî. Li gora Kitêba Pîroz, “hevalê serwaxta serwaxt dertê” (Metelok 13:20). Ya duda, tuyê bibî dersdarekî diha baş. Gava em tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin, nêteke meye sereke ew e, wekî alî xwendekarê xwe bikin ku ew nêzîkî Yehowa be. Çiqas em Bavê xweyî ezmanara dua kin û Xebera wî lêkolîn bikin, haqas zef emê wî hiz bikin. Usa jî, emê xwendekarên xwe hê rind hîn bikin, wekî ewana jî Yehowa hiz bikin. Îsa jî usa dikir. Ewî bi gotinên germ û şîrin derheqa Bavê xwe xeber dida, û vê yekê alî şandiyên wî dikir, ku ewana jî Yehowa hiz bikin (Yûhenna 17:25, 26). Ya sisiya, baweriya me wê diha qewî be. Gava em ji Xwedê rêberî, dilbînî û alîkariyê dixwazin û ew caba van duayên me dide, baweriya me hê qewî dibe (1 Yûhenna 5:15). w22.01 30 ¶15-17
Sêşem, 24 Çileyê
We merivê kevin kirên wîva ji ser xwe êxistiye (Kols. 3:9).
Yehowa me gelek hiz dike û dixwaze wekî em ji jîyînê lezetê bistînin, lema ew mera dibêje ku em terka fikir û xeysetên xirab bidin (Îşaya 48:17, 18). Ew zane wekî merivên ku dikevin ber bayê xwestinên xirab zirarê didin xwe û kesên din, û ev yek dilê Wî dêşîne. Çaxê em ser xwe dixebitin wekî xeysetê xwe biguhêzin, dibeke hine meriv û hevalên me qerfên xwe me bikin (1 Petrûs 4:3, 4). Dibeke ewana bêjin ku em dikarin li gora dilê xwe bikin û gerekê em îznê nedin, wekî kesên din ser safîkirinên me hukum kin. Lê kesên ku qanûnên Yehowa înkar dikin bi rastî aza nînin. Ewana haş ji serê xwe jî tune ne, wekî îznê didine dinya Mîrê-cina ser wan hukum ke (Romayî 12:1, 2). Lema jî gerekê em safî kin: Gelo emê “merivê kevin”, yê ku bin hukumê gune û dinya Mîrê-cinada ye, xwey kin, yan emê îznê bidin ku Yehowa me biguherîne û alî me bike bibine merivne diha baş? (Îşaya 64:8) w22.03 3 ¶6-7
Çarşem, 25 Çileyê
Xebera Xwedê sax û zor e û ji her şûrê dudevî biratir e, ku derbazî heta navbera ruh û can, hestû û mejû dibe, nêt û fikirên dila jî enene dike (Îbrn. 4:12).
Gava em li ser Xebera Xwedê kûr difikirin, ev yek dikare alî me bike ku em nihêrandina xwe rast kin. Mesele, xûşkeke ku mêrê xwe unda kiribû ji Kitêba Pîroz dilbînîke mezin stand. Rûspîkî wêra gotibû ku wê baş be wekî ew kitêba Îbo bixûne, lema ewê destpêkir vê kitêbê bixûne. Sêrîda, ewê Îbo seva fikrên wî yên şaş sûcdar dikir. Ewê ça bêjî dixwest Îbora usa bigota: “Îbo, ca haqas nekeve heyra problêmên xwe!” Lê paşê, ewê têderxist ku fikrên wê mîna fikrên Îbo bûn. Vê yekê alî wê kir ku ew nihêrandina xwe rast bike û qewat da wê ku ew sebir bike. Yehowa bi saya xûşk û bira jî qewatê dide me. Pawlosê şandî gelek qîmet dikir berdiliya ku ji xûşk û bira distand (Romayî 1:11, 12). w21.05 22 ¶10-11; 24 ¶12
Pêşem, 26 Çileyê
Heft roja cejinê Xudan Xwedêyê xwera bike, li wî cîyê ku Xudan Xwedêyê bibijêre (Qan. Dcr. 16:15).
Wedê berê Îsraêliyara hatibû gotinê: “Salê sê cara bira hemû qisimê teyî nêrîn li ber Xudan Xwedêyê te li wî cîyê ku Xudanê bibijêre, bisekinin” (Qanûna Ducarî 16:16). Gava ewana diçûne ciyê civînê, gelo lazim bû ku ewana bona mal û milk û zeviyên xwe, bitirsiyana? Na! Yehowa soz dabû wan: “Wedê ku tu salê sê cara li ber Xudan Xwedêyê xwe bisekinî, tu kesê çev nevêje welatê te” (Derketin 34:24). Kesê ku Yehowa hiz dikir baweriya xwe wî dianî, û berdewam dikir diçû cejinên hersalî. Ev yek kareke gelek mezin dida wan. Bi saya van cejina, wana dikaribû Qanûna Xwedê diha baş fem kirana, derheqa qenciya wî kûr bifikiriyana û ji hevaltiya tevî xizmetkarên Yehowa şabûn bistandana. Çaxê mera çetin e, lê em dîsa jî çi destê me tê dikin, wekî civata bernedin, em jî kareke mezin distînin. De bidine hesabê xwe, gava em xwe hazir dikin wekî cabên kin û xweş bidin, Yehowa çiqas şa dibe! w22.03 22 ¶9
Înî, 27 Çileyê
[Ew] dikare alîkariya wan bike, yên ku dikevine nava cêribandinê (Îbrn. 2:18).
Yehowa Kurê xwe Îsa Mesîh hazir dikir ku ew bibe Serekkahînê me. Îsa xwexa dît ku çiqas zor e ku meriv wedê cêribandina giran gura Xwedê bike. Gava ew hat cêribandin, ewî bi “keser û bi hêsira” ji Xwedê lava û reca dikir ku alî wî bike. Îsa “cefa kişand, hate cêribandinê”, lema jî “dikare alîkariya wan bike, yêd ku dikevine nava cêribandinê”. Em Yehowara çiqas şikirdar in ku ewî Serekkahînekî dilrem kifş kiriye, yê ku kêmasiyên me rind fem dike! (Îbranî 2:17; 4:14-16; 5:7-10). Yehowa îzin da wekî Îsa haqas êşê bikişîne, seva ku caba vê pirseke ferz bê dayîn: Gelo însan dikare li himberî tengasiyên giran amin bimîne? Şeytan dibêje ku ev yek nabe. Ew dibêje ku meriv tenê bona kara xwe Xwedêra xizmet dikin, û tu kes bi rastî Yehowa hiz nake (Îbo 1:9-11; 2:4, 5). Îsa Xwedêra amin ma û îzbat kir ku Mîrê-cina derewîn e. w21.04 16-17 ¶7-8
Şemî, 28 Çileyê
Herin . . . û wan hemû temiyên ku min dane we mileta hîn kin (Met. 28:19, 20).
Pêşiya ku xwendekarekî Kitêba Pîroz bê nixumandinê, gerekê ew tiştên ku ew ji Kitêba Pîroz hîn dibe, pêk bîne. Gava xwendekarek vê yekê dike, ew dibe mîna “merivekî serwaxt” ji mesela Îsa, yê ku mala xwe ser kêvir çêkir (Metta 7:24, 25; Lûqa 6:47, 48). Alî xwendekarê xwe bike ku ew emirê xweda guhastina bike (Marqos 10:17-22). Îsa zanibû ku bona merivekî dewlemend çiqas zor e ku hemû mal û milkê xwe bifiroşe (Marqos 10:23). Dîsa jî, Îsa vî mêrîra got ku bira ew jîyîna xwe biguhêze. Gelo çima? Çimkî Îsa wî hiz dikir. Carna, em belkî xwe paş digirin û hine şîreta nadin xwendekarê xwe, çimkî em difikirin ku ew hê hazir nîne emirê xweda guhastina bike (Kolosî 3:9, 10). Lê tu vê pirsê çiqas zû vekî, haqas zû xwendekarê te wê guhastinên lazim bike. Ev yek ku tu besa van tişta dikî nîşan dike wekî tu bona xwendekarê xwe xem dikî (Zebûr 141:5; Metelok 27:17). w21.06 3 ¶3, 5
Led, 29 Çileyê
Mesîh . . . nexşek wera hişt, wekî hûn pêgeha wîda herin (1 Pet. 2:21).
Petrûsê şandî herî zêde dîna me dikişîne ser sebra Îsa Mesîh. Lê hilbet lazim e ku em Îsa di aliyên dinva jî xwera bikin mesele (1 Petrûs 2:18-25). Bi rastî, temamiya emirê Îsa, hemû gotin û kirinên wî mera mesele ne. Em merivne gunekar in, gelo em dikarin çev bidin mesela Îsayê bêqisûr? Belê! Em hilbet nikarin bi cûrekî bêqisûr çev bidine Îsa, lê yeke em dikarin pêgeha wîda herin. Bona vê yekê, lazim e ku em çi ji destê me tê bikin wekî çev bidine wî. Yûhennayê şandî usa gotibû: “Ewê ku dibêje: ‘Ez nava wîda me’, gerekê usa bijî, çawa Îsa jît” (1 Yûhenna 2:6). Heger em pêgeha Îsada herin, emê diha nêzîkî Yehowa bin. Lê çawa? Bi jîyîna xwe, Îsa mera mesele hîşt ku em çawa dikarin dilê Xwedê şa bikin (Yûhenna 8:29). Lema, heger em pêgeha Îsada herin, Yehowa wê ji me razî be. Em dikarin bawer bin ku heger em xîret bikin ku bibin dostên Xwedê, ewê diha nêzîkî me be (Aqûb 4:8). w21.04 3 ¶4-6
Duşem, 30 Çileyê
Xudan cimeta Xwe begem dike (Zeb. 149:4).
Yehowa hunurên me yên baş divîne, ew usa jî fereset û sînorên me zane, û ew me dikişîne berbi xwe. Heger em wîra amin bimînin, ewê heta-hetayê kêleka me be (Yûhenna 6:44). Heger em bawer bin ku Yehowa me hiz dike û piştgiriya me dike, ev yek wê alî me bike ku em wedê tengasiya bi dil û can wîra xizmet bikin. Ji aliyê dinva jî, heger em dudilî bin ku Xwedê bona me xem dike, qewata me wê sist be (Metelok 24:10). Serda, heger em mêrxasiya xwe unda bikin û bawer nekin ku Yehowa me hiz dike, Şeytan wê hêsa bikaribe hicûmî ser me bike (Efesî 6:16). Hine xûşk-birên me seva şikên xwe aliyê ruhanîda sist bûne. Lema, heger derheqa hizkirina Xwedê şik bikevin dilê me, gerekê em van şika zû ji dilê xwe derxin. Gerekê em alîkariyê ji Yehowa bixwazin, ku “edilayiya Xwedê” bide me, ku hiş û dilê me xwey ke (Zebûr 139:23; Fîlîpî 4:6, 7). Usa jî, bîr neke ku tu tenê nînî. w21.04 20 ¶1; 21 ¶4-6
Sêşem, 31 Çileyê
Xwedê . . . vê yekê dike dilê we, ku hûn dixwazin û dikin (Fîlî. 2:13).
Tu çawa bûyî Şedê Yehowa? Ya pêşin, te mizgîn ji kesekî bihîst, dibeke ji dê-bavê xwe, ji hevalxebatçî yan hevaldersekî xwe, yan jî kesek derî mala te xist (Marqos 13:10). Paşê, kesek tevî te gelek wext derbaz dikir û bi xîret Kitêba Pîroz te hîn dikir. Bi saya hînbûna Kitêba Pîroz, te Yehowa nas kir û hiz kir, û te fem kir ku ew jî te hiz dike. Yehowa tu kişandî bal xwe û tu bûyî şagirtê Îsa Mesîh. Niha, tu hîviya jîyîna heta-hetayê yî (Yûhenna 6:44). Tu bêşik ji Yehowa şikirdar î, çimkî Ewî kesek şand bal te ku rastiyê te hîn ke û paşê ça xizmetkarekî xwe tu qebûl kirî. Em şa ne ku rastiyê zanin, û em hazir in ku alî kesên din bikin, wekî ewana jî bên ser riya jîyînê. Hine xûşk û birara dibeke hêsa ye ku mizgînê mal bi mal bela kin, lê wanra çetin e hînbûnên Kitêba Pîroz destpêkin û derbaz kin. w21.07 2 ¶1-2