KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lmd dersa 11
  • Hêsa Hîn kin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hêsa Hîn kin
  • Meriva Hez kin—Şagirta Hazir kin
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Mesela Îsa
  • Em ji Îsa Çi Hîn Dibin?
  • Çev Bidine Îsa
  • Alî Xwendekarên Xwe Bike ku Ewana Bêne Nixumandinê
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • Ça Hînbûna Kitêba Pîroz Derbaz kin bi Saya Kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!”
    Meriva Hez kin—Şagirta Hazir kin
  • Hînbûnên Kitêba Pîroz, yên ku berbi Nixumandinê Diçin – Para 2
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Hînbûnên Kitêba Pîroz, yên ku berbi Nixumandinê Diçin – Para 1
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
Hê Zêde Binihêre
Meriva Hez kin—Şagirta Hazir kin
lmd dersa 11

ŞAGIRTA HAZIR KIN

Îsa ber devê avê komeke meriva hîn dike. Dor-berê wan çivîk difirin û kulîrk şîn dibin.

Met. 6:25-27

DERSA 11

Hêsa Hîn kin

Prînsîp: “Heger bi zimên xebereke femdarî nebêjin, wê çawa bizanibin hûn çi dibêjin?” (1 Korn. 14:9).

Mesela Îsa

Îsa ber devê avê komeke meriva hîn dike. Dor-berê wan çivîk difirin û kulîrk şîn dibin.

VÎDÊO: Îsa bi Mesela Dide Kifşê, ku Bavê Me bona Me Xem Dike

1. Binihêrin VÎDÊO, yan jî bixûnin Metta 6:25-27. Paşê van pirsa şêwir kin:

  1. Îsa çawa bi mesela da kifşê, wekî Yehowa bona me xem dike?

  2. Rast e, Îsa gelek tişt derheqa çivîka zanibû, lê ewî dîna xwe da kîjan tiştên hûr? Çira ev mêtoda hînkirinê, baş bû?

Em ji Îsa Çi Hîn Dibin?

2. Hergê em bi cûrê hêsa meriva hîn kin, meriv wê bîra xweda xwey kin, çi ku em wana hîn dikin û ev yek wê dilê wan bigire.

Çev Bidine Îsa

3. Gelek xeber nedin. Dewsa ku hûn her tiştî çi ku derheqa vê têmayê zanin, bêjin, diha baş e vê yekê şêwir kin, çi ku dersêda tê gotinê. Gava hûn pirsê didine şagirtê xwe, bi sebir hîviyê bin heta ku ew caba xwe bide. Hergê ew caba pirsê nizane, yan jî cabeke usa dide ya ku ne li gora Kitêba Pîroz e, wî çaxî pirsên zêde bidinê, wekî ew mena vê yekê fem bike. Çaxê ew vê fikirê fem bike, dersê berdewam kin.

4. Alî şagirtê xwe bikin, wekî ew tiştên teze tevî vê yekê girê de, çi ku îda zane. Mesele, pêşiya ku tevî wî dersa derheqa saxkirina miriya destpêkin, wê baş be wekî hûn kin dîna xwe bidine vê yekê, çi ku ew îda derheqa halê miriya pêhesiya ye.

5. Meselên rast bijbêrin. Pêşiya ku meselekê bînin, ji xwe bipirsin:

  1. “Gelo eva meseleke hêsa ye?”

  2. “Gelo şagirtê min wê hêsa fem bike?”

  3. “Gelo ev mesele wê alî şagirtê min bike, ku fikira sereke bîra xweda xwey ke, ne ku tenê vê meselê?”

USA JÎ BINIHÊRIN

Met. 11:25; Yûhn. 16:12; 1 Korn. 2:1

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin