KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es24 rûp. 118-128
  • Kanûna Pêşin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanûna Pêşin
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2024
  • Binserî
  • Led, 1 Kanûna Pêşin
  • Duşem, 2 Kanûna Pêşin
  • Sêşem, 3 Kanûna Pêşin
  • Çarşem, 4 Kanûna Pêşin
  • Pêşem, 5 Kanûna Pêşin
  • Înî, 6 Kanûna Pêşin
  • Şemî, 7 Kanûna Pêşin
  • Led, 8 Kanûna Pêşin
  • Duşem, 9 Kanûna Pêşin
  • Sêşem, 10 Kanûna Pêşin
  • Çarşem, 11 Kanûna Pêşin
  • Pêşem, 12 Kanûna Pêşin
  • Înî, 13 Kanûna Pêşin
  • Şemî, 14 Kanûna Pêşin
  • Led, 15 Kanûna Pêşin
  • Duşem, 16 Kanûna Pêşin
  • Sêşem, 17 Kanûna Pêşin
  • Çarşem, 18 Kanûna Pêşin
  • Pêşem, 19 Kanûna Pêşin
  • Înî, 20 Kanûna Pêşin
  • Şemî, 21 Kanûna Pêşin
  • Led, 22 Kanûna Pêşin
  • Duşem, 23 Kanûna Pêşin
  • Sêşem, 24 Kanûna Pêşin
  • Çarşem, 25 Kanûna Pêşin
  • Pêşem, 26 Kanûna Pêşin
  • Înî, 27 Kanûna Pêşin
  • Şemî, 28 Kanûna Pêşin
  • Led, 29 Kanûna Pêşin
  • Duşem, 30 Kanûna Pêşin
  • Sêşem, 31 Kanûna Pêşin
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2024
es24 rûp. 118-128

Kanûna Pêşin

Led, 1 Kanûna Pêşin

Çi nahêle ku ez bême nixumandinê? (Kar. Şand. 8:36)

Gelo merivê Etyopî hazir bû ku bê nixumandinê? Dîna xwe bidinê ew “bona hebandinê hatibû Orşelîmê” (Karên Şandiya 8:27). Usa dihate kifşê, ku ewî dînê Cihûya qebûl kiribû. Bêşik, ewî ji Nivîsarên Pîroz ser zimanê Îbranî derheqa Yehowa gelek tişt zanibû. Lê ewî bi xîret dixwest diha zêde pêbihese. Em vê yekê ji ku zanin? Gava Fîlîpo lê ser rê dît, ewî ji dil nivîsarên Îşaya pêxember dixwendin (Karên Şandiya 8:28). Ewî dixwest diha zêde pêbihese. Ew ji Etyopiyayê diçû paristgeha Orşelîmê. Merivê Etyopî ji Fîlîpo derheqa hine rastiyên teze yên ferz pêhesiya, mesele ku Mesîh bi rast kî ye (Karên Şandiya 8:34, 35). Hizkirina hindava Yehowa û Îsa Mesîh dilê wîda haqas mezin bibû, ku ewî safî kir bê nixumandinê. Ewî dixwest bibe şagirtekî Îsa Mesîh. Fîlîpo dît ku ew bona vê yekê hazir e, lema jî wî nixumand. w23.03 8-9 ¶3-6

Duşem, 2 Kanûna Pêşin

Bira xeberdana we merîfetî û xwêkirî be (Kols. 4:6).

Heger em dixwazin dilê Yehowa şa kin, gerekê em timê rastiyê bêjin (Metelok 6:16, 17). Îro gelek meriv difikirin, wekî derewî tiştekî xirab nîne. Lê Yehowa usa nafikire, û gerekê em jî mîna wî bifikirin (Zebûr 15:1, 2). Hine kes raste-rast derewa nakin, lê bona kara xwe hine înformasiya vedişêrin. Em gerekê vê yekê nekin û her tiştîda helal bin. Em gerekê geveztiyê jî nekin (Metelok 25:23; 2 Têsalonîkî 3:11). Heger tu texmîn dikî wekî xeberdan we hêdî-hêdî derbazî ser geveztiyê dibe, tu dikarî bi nermî têma xeberdanê biguhêzî. Îro xeberdana xirab gelek belabûyî ye, gerekê em xîret bikin ku xeberdana me Yehowa xweş bê. Heger em ji dil aliyê xweda çiqas dikarin pêşkêşa xeberdanê wedê xizmetiyê, ser civata û jîyîna herrojîda rast didine xebatê, Yehowa wê xîreta me kerem ke. Dinya tezeda emê ji hukumê vê dinya xirab bi temamî xilaz bin, û mera wê îda diha hêsa be ku bi xeberdana xwe rûmetê bidine Yehowa (Cihûda 15). w22.04 9 ¶18-20

Sêşem, 3 Kanûna Pêşin

Em hiz dikin, çimkî ewî pêşda em hizkirin (1 Yûhn. 4:19).

Yehowa û Îsa me gelek hiz dikin. Hizkirina wan me hêlan dike, ku em jî wan hiz bikin (1 Yûhenna 4:10). Hergê em baş fem bikin ku Îsa jîyîna xwe bona me daye, emê wana hê zêde hiz bikin. Ev hizkirin dilê Pawlosê şandîda jî hebû, û ewî şêkirdariya xwe usa anî zimên: “Kurê Xwedê . . . ez hiz kirim û caniya xwe bona min da der” (Galatî 2:20). Ser hîmê kirînê Yehowa me berbi xwe dikişîne, wekî em bikaribin bibine dostên wî (Yûhenna 6:44). Belê, Yehowa tiştekî qenc dilê teda dîtiye û seva ku tu bibî dostê wî, ewî qîmeta herî mezin daye. Gelo ev yek te hêlan nake, wekî tu Yehowa û Îsa hê zêde hiz bikî? Wê baş be ku em evê pirsê bidine xwe: “Gelo ev hizkirin min def dide, ku ez tiştekî bikim?” Hizkirina me hindava Xwedê û Îsa Mesîh me hêlan dike, wekî em meriva jî hiz bikin (2 Korintî 5:14, 15; 6:1, 2). w23.01 28 ¶6-7

Çarşem, 4 Kanûna Pêşin

Ezê wî çaxî lêvên paqij bidim neteweyan [mileta] (Sêfn. 3:9, ÎM).

Yehowa bi saya Kitêba Pîroz alî xizmetkarên xwe dike, ku ewana ‘mil bi mil jêra xizmetê bikin’. Gelek parên Kitêba Pîroz usa hatine nivîsandinê, ku tenê merivên milûk dikarin lê fem bikin (Lûqa 10:21). Hemû dera meriv Kitêba Pîroz dixûnin. Lê tenê merivên milûk Kitêba Pîroz fem dikin û li gora gotinên wê dijîn (2 Korintî 3:15, 16). Kitêba Pîrozda bîlaniya Yehowa tê kifşê. Yehowa bi saya Kitêba Pîroz, cimeta xwe ne tenê ça kom hîn dike, lê me her kesî başqe jî hîn dike û ber dilê meda tê. Gava em Kitêba Pîroz dixûnin, em dikarin texmîn kin, ku Yehowa ça xût bona me xem dike (Îşaya 30:21). Gelo hine rêzên ku tu dixûnî usa tera nayêne kifşê, ku tê bêjî ew hema bona te hatine nivîsarê? Belê, Kitêba Pîroz bona hemû meriva hatiye nivîsarê. Gelo çima şîretên ku şexsî bona te lazim in, têda hene? Menî ev e ku Nivîskarê Kitêba Pîroz herî bîlan e (2 Tîmotêyo 3:16, 17). w23.02 4-5 ¶8-10

Pêşem, 5 Kanûna Pêşin

Guhê te ser wan tişta be û nava wanda bimîne, wekî pêşdaçûyîna te hemûyava eyan be (1 Tîmt. 4:15).

Em Mesîhî ne, û em Yehowa gelek hiz dikin. Lema jî em dixwazin bi cûrê herî baş wîra xizmet bikin. Bona vê yekê, lazim e wekî em xwera nêta daynin. Mesele, lazim e ku em hunurên baş nav xweda pêşda bînin, tiştên teze hîn bin û mecala bigerin, wekî alî kesên din bikin. Çira ferz e wekî em ruhanîda pêşda herin? Ya herî ferz, em dixwazin dilê Bavê xweyî ezmana şa kin. Gava Yehowa divîne, wekî em hunurên xwe bi dil û can xizmetêda didine xebatê, ew gelek şa dibe. Usa jî, em dixwazin pêşda herin seva ku bikaribin diha zêde alî xûşk-bira bikin (1 Têsalonîkî 4:9, 10). Firqî tune îda çend sal e ku em Şedên Yehowa ne, em gişk jî dikarin ruhanîda pêşda herin. w22.04 22 ¶1-2

Înî, 6 Kanûna Pêşin

Ewê . . . goştê wê bixwin, êgirda bişewitînin (Eyan. 17:16).

Demeke nêzîkda serwêrên polîtîkî wê hicûmî ser dînên qelp bikin, kîjan ku têne navkirinê “Babîlona Mezin”. Ev yek wê bibe destpêka tengasiya mezin. Gelo dibe ji bo vê yekê gelek meriv teze bixwazin piştgiriya Yehowa bikin? Na! Kitêba Eyantî serê 6 nîşan dike, wekî wan rojên çetinda, kesên ku Yehowara xizmet nakin wê xwe bispêrin “çiya”, dêmek sîstêmên polîtîkî û komêrsî. Û çimkî ewana wê aliyê Padşatiya Xwedê negirin, Yehowa wê wana ça dijmin hesab ke (Lûqa 11:23; Eyantî 6:15-17). Wedê tengasiya mezin, firqiya nav xizmetkarên Yehowa û kesên dinda wê eşkere bê kifşê. Ji hemû meriva, tenê ewana wê Yehowa Xwedêra xizmet bikin û piştgiriya “cenewir” nekin (Eyantî 13:14-17). w22.05 16-17 ¶8-9

Şemî, 7 Kanûna Pêşin

Mizgîniya wiye heta-hetayê hebû, wekî wê Mizgîniyê bide yên rûbarî dinê, awa gotî hemû mileta, bereka, zimana û cimeta (Eyan. 14:6).

Xêncî mizgîna Padşatiyê, lazim e wekî xizmetkarên Xwedê xebereke din jî bela kin (Metta 24:14). Gerekê ewana piştgiriya şixulê van meleka bikin, derheqa kîjana Eyantî serê 8 heta 10-da tê gotinê. Ev melek ser kesên ku Padşatiya Xwedê qebûl nakin, çend bela elam dikin. Lema jî Şedên Yehowa dîwana Xwedê yên ser cûre-cûre parên dinya Mîrê-cina elam dikin. Ev elametiya derheqa dîwana Xwedê mîna “teyrok û agir” e (Eyantî 8:7, 13). Gerekê her kes bizanibe wekî axirî nêzîk e û lazim e ku ewana jîyîna xwe biguhêzin, wekî wedê roja hêrsa Yehowa sax bimînin (Sêfanya 2:2, 3). Lê ev xeber gelek meriva xweş nayê, lema jî mera mêrxasî lazim e. Wedê tengasiya mezin, dîwana xilaziyê wê diha sert û giran be (Eyantî 16:21). w22.05 7 ¶18-19

Led, 8 Kanûna Pêşin

Xudan Xwedêyê xwe hiz bike bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe (Met. 22:37).

Dîna xwe bidine mesela jin-mêrekî, yên ku gerekê bibine dê-bav. Bi sala, dibeke wana guh dabû gelek gotarên derheqa mezinkirina zara. Lê niha ev prînsîp bona wan diha ferz in, çimkî ew îda bûne dê-bav. Çi cabdarîke mezin e! Belê, gava derecên me têne guhastinê, hine prînsîp dikarin bona me diha qîmet bin. Xizmetkarên Yehowa, çawa ku padşên Îsraêlêra hatibû gotinê, Nivîsarên Pîroz “temamîya rojên emirê xweda” dixûnin û li ser wan kûr difikirin (Qanûna Ducarî 17:19). Dê-bavno, ev yek ku hûn dikarin zarên xwe derheqa Yehowa hîn kin, qedirekî gelek mezin e. Hilbet nêta we ne tenê ev e ku hûn derheqa Yehowa wana hîn kin. Hûn dixwazin alî wan bikin ku ewana Xwedê ji dil hiz bikin. w22.05 26 ¶2-3

Duşem, 9 Kanûna Pêşin

Merivê nû [li xwe kin] (Kols. 3:10).

Bes nîne ku meriv tenê berxwe keve bona kirên xweye nerast. Tobekirina rast meriv hêlan dike, wekî rabûn-rûniştina xwe û kirên xwe biguhêze. Yehowa usa jî dîna xwe didê, hela kesê gunekar terka riya xirab daye û xwe li riya rast girtiye yan na. Dêmek, Yehowa dîna xwe didê, hela ew kes tê guhastinê û ser xwe dixebite, wekî usa bijî çawa Wî xweş tê (Îşaya 55:7). Ew gerekê fikirên xwe biguhêze û îzinê bide, wekî fikirên Yehowa rêberiyê wî bikin (Romayî 12:2; Efesî 4:23). Gerekê ew xwera safî ke ku terka nihêrandin û kirên nerast bide (Kolosî 3:7-9). Seva ku Yehowa bibaxşîne me, gelek ferz e em baweriya xwe qurbana Îsa Mesîh bînin. Heger em xîret bikin ku jîyîna xwe biguhêzin, Yehowa wê ser hîmê qurbana Îsa bibaxşîne me (1 Yûhenna 1:7). w22.06 6 ¶16-17

Sêşem, 10 Kanûna Pêşin

Ji wan tengasiya netirse, kîjanê bêne serê te (Eyan. 2:10).

Yazix ku însan hertim xirabiyê hevdu dikin (Waîz 8:9). Mesele, gelek kes hukumê xwe bi cûrekî xirab didine xebatê, zulm û zordariyê dikin, mektebêda çêrî hevdu dikin û hevaldersxanên xwe ditirsînin. Hine malbetada, neferên malê hindava hevda bêrem in. Lema gelek meriv hevdu ditirsin. Gelo Mîrê-cina çi dike ku tirsa ber meriva miqabilî me bide xebatê? Mîrê-cina dixwaze ku em meriva bitirsin, wekî mizgîniyê bela nekin yan guh nedine hine temiyên Yehowa. Bin hukumê Mîrê-cina, hine dewlet şixulê me qedexe dikin û pey me dikevin (Lûqa 21:12). Dinya Mîrê-cinada, gelek kes derheqa Şedên Yehowa derewa bela dikin, û dibeke kesên ku van derewa bawer dikin, qerfên xwe me bikin yan hicûmî ser me bikin (Metta 10:36). Gelo em seva van telikên Mîrê-cina ecêbmayî dimînin? Na! Em zanin ku qirna yekêda jî, Mîrê-cina wan telika dida xebatê (Karên Şandiya 5:27, 28, 40). w22.06 16 ¶10-11

Çarşem, 11 Kanûna Pêşin

Kesên ku gelek meriva li rastiyê zivirandine wekî stêrka her û her bibiriqin (Dan. 12:3, ÎM).

Nava van gelekada wê merivên saxkirî bin, yên ku ji Harmegedonê derbaz bin û zarên ku wê dinya tezeda bêne bûyînê. Xilaziya Serwêrtiya Hezarsalî, hemû meriv wê bêqisûr bin. Ev yek ku kesek bêqisûr e, nayê hesabê ku ewê jîyîna herheyî bistîne. Derheqa Adem û Hewayê bifikire. Ewana bêqisûr bûn, lê seva ku jîyîna herheyî bistînin, lazim bû ku wana guhdariya Yehowa bikira. Sed heyf ku wan nexwest guhdariya wî bikin (Romayî 5:12). Xilaziya Serwêrtiya Hezarsalî, her kes wê bêqisûr be. Gelo ewana wê heta-hetayê piştgiriya serwêrtiya Yehowa bikin? Yan hinek wê mîna Adem û Hewayê, yên ku bêqisûr bûn lê Yehowara amin ne man, wê ji riya Yehowa derkevin? Caba wan pirsa gerekê bê dayînê. w22.09 22-23 ¶12-14

Pêşem, 12 Kanûna Pêşin

Padşatiya dinyayê bû ya Xudanê me û Mesîhê wî (Eyan. 11:15).

Gava tu halê dinyayê divînî, tu bawer dikî ku rojekê, her tişt wê baş be? Malbetada çiqas diçe hizkirin unda dibe û sar dibe. Nav temamiya dinyayê, zulmî û zordarî zêde dibe, û gelek meriv hêrs in û tenê xwe hiz dikin. Gelek meriv îda îtbariya xwe kesên xweyîhukum naynin. Lê ev yek ku halê dinyayê haqas xirab e, dikare baweriya te diha qewî ke, ku her tişt wê baş be. Gelo çira? Çimkî Kitêba Pîroz berêda gotibû ku “rojên axiriyêda” meriv wê usa bin (2 Tîmotêyo 3:1-5). Pêkhatina vê pêxembertiyê, kîjan ku tu kes nikare înkar ke, eşkere îzbat dike ku Îsa Mesîh bûye Padşê Padşatiya Xwedê, û ewî îda destpêkiriye ser ezmana hukum bike. Emê bivînin ku ew pêxembertî mîna parên şikilekî, dibine şikileke tam û zelal, kîjan ku nîşan dike wekî xilazî zûtirekê wê bê, çawa Yehowa soz daye. w22.07 2 ¶1-2

Înî, 13 Kanûna Pêşin

Serwaxtî bi emelên xwe kifş dibe (Met. 11:19).

Wedê pandemiya COVID-19, mera rêberî dihate dayînê ku gerekê em civata çawa derbaz bikin û çawa mizgîniyê bela kin. Ji bo derbazkirina civîn û komcivîna, em zû-zû hînî programên vîdêo-konfêrênsyayê bûn. Usa jî, em hîn bûn ku mizgîniyê bi saya têlê û nema bela bikin. Yehowa xîreta me kerem kir. Gelek welatada, hejmara mizgînvana zêde bûye. Wedê pandemiyê, gelek kesên dilpak hatine ser riya rastiyê. Hine kes dibeke difikirîn ku rêberiya teşkîletê derheqa pandemiyê bi zêdeyî sert e. Lê me dît ku axiriyêda, rêberiya ku me distand çiqas bi bîlanî bû. Gava em dîna xwe didinê, ku Îsa çawa bi dilovanî rêberiya şagirtên xwe dike, baweriya me diha qewî dibe, ku çi jî hebe, Yehowa û Kurê wîyî delal wê tevî me bin (Îbranî 13:5, 6). w22.07 13 ¶15-16

Şemî, 14 Kanûna Pêşin

Her gav dua bikin, her tiştîda razîbûnê bidin, çimkî ev e xwestina Xwedê bi saya Mesîh Îsa bona we (1 Têsln. 5:17, 18).

Xêncî vê yekê ku em duayên xweda pesinê Yehowa didin, em dixwazin wîra bona hemû tiştî, çi ku ewî dane me, razî bin. Mesele, em dikarin bona bax û kulîrkên bedew, bona xwarinên tem û bona hevalên qîmet, razîbûna xwe bidine kifşê. Bavê meyî dilovan van tişta û gelek tiştên din dide me, wekî em şa bin (Zebûr 104:12-15, 24). Gelo çi dikare alî te bike, wekî tu keremên Yehowa bîr nekî? Mesele, tu dikarî xwera binivîsî ku te bona çi dua kiribû û paşê binihêrî wekî Yehowa ça caba duayên te daye. Paşê, razîbûna xwe wîra bide kifşê (Kolosî 3:15). w22.07 22 ¶8-9

Led, 15 Kanûna Pêşin

Şabûna wî hînkirina Xudanda ye, şev û roj ser wê hînkirinê kûr difikire (Zeb. 1:2).

Em hemikî zanin, wekî bes nîne ku em tenê rastiyê lêkolîn bikin. Seva ku em ji rastiyê karê û şabûna rast bistînin, em gerekê li gora tiştên ku em hîn dibin, bijîn (Aqûb 1:25). Gelo em ça dikarin bizanibin hela em li gora rastiyê dijîn yan na? Birakî me dibêje ku em gerekê dilê xwe lêkolîn bikin û têderxin, hela em kîjan aliyada îda pêşda çûne, û kîjan aliyada gerekê dîsa ser xwe bixebitin. Pawlosê şandî usa got: “Em gihîştine çi derecê, anegorî wê yekê bijîn” (Fîlîpî 3:16). De bidine hesabê xwe ku heger em çi ji destê me tê bikin, wekî “nava rastiyêda” bijîn, emê kareke çiqas mezin bistînin! Him jîyîna me wê diha baş be, him jî emê dilê Yehowa û dilê xûşk-bira şa kin (Metelok 27:11; 3 Yûhenna 4). Gelo hêja nîne wekî em rastiyê hiz bikin û li gora rastiyê bijîn? w22.08 18-19 ¶16-18

Duşem, 16 Kanûna Pêşin

Şivantiyê wî keriyê pezê Xwedêyî li ber xwe bikin (1 Pet. 5:2).

Gelo rûspî çawa dikarin nîşan kin, ku ewana Yehowa Xwedê û Îsa hiz dikin? Rûspî gerekê bona pezên Îsa Mesîh xem bikin (1 Petrûs 5:1, 2). Îsa mena vê yekê Petrûsê şandîra zelal kir. Paşî ku Petrûs Îsa sê cara înkar kiribû, ewî gelek dixwest îzbat ke, wekî ew Îsa hiz dike. Paşî rabûna xwe ji mirinê, Îsa ji Petrûs pirsî: “Şimhûnê kurê Yûhenna, tu min hiz dikî?” Em dikarin bawer bin, ku Petrûs her tişt kir, wekî hizkirina xwe Axayê xwera îzbat ke. Îsa Petrûsra got: “Şivantiyê pezên min bike” (Yûhenna 21:15-17). Û heta xilaziya emirê xwe, Petrûs bi dil û can bona pezên Axayê xwe xem dikir û usa îzbat kir, wekî ew Îsa hiz dike. Rûspîno, hûn çawa dikarin îzbat kin, wekî ev gotinên Îsa kîjan ku ewî Petrûsra gotibû, bona we jî gelek ferz in? Hûn dikarin mîna şivanên dilovan timê dilê xûşk-bira qewî kin. Îlahî alî wan bikin, dilê kîjana hindava rastiyê sar bûye, wekî ewana vegerin cem Yehowa (Hezeqêl 34:11, 12). w23.01 29 ¶10-11

Sêşem, 17 Kanûna Pêşin

Xwedê amin e, ew nahêle ku hûn ji qewata xwe der bêne cêribandinê (1 Korn. 10:13).

Nefikire ku tu kes nikare tengasiyên te fem bike, ku halê te halekî bêçare ye û tu nikarî himberî xwestinên xirab şer bikî. Kitêba Pîroz dibêje: “Ewê cêribandinêda delîlekê jî bike, ku hûn bikaribin teyax kin”. Lema, hergê xwestineke xirab gelek qewî be jî, em dikarin himberî wê serkevin. Pê alîkariya Yehowa, em dikarin xwe bigirin, û nekevine ber bayê vê xwestina xirab. Vê yekê tu car bîr neke: Em merivne qisûrdar in, dibeke emê nikaribin xwestinên xirab bi temamî ji hişê xwe derxin. Lê gava xwestinên usa cem te pêşda bên, tu dikarî wana înkar kî. Ûsiv jî usa kiribû. Gava ew ji aliyê jina Potîfar hate cêribandinê, ew zû ji wêderê revî (Destpêbûn 39:12). Belê, gerekê xwestinên xirab nebine sebeb wekî tu kirên xirab bikî. w23.01 12-13 ¶16-17

Çarşem, 18 Kanûna Pêşin

Li cem Xwedê firqî tune (Rom. 2:11).

Heqî hunurekî Xwedê ye (Qanûna Ducarî 32:4). Kesê heq firqiyê nake nava meriva. Yehowa jî firqiyê nake nava meriva (Karên Şandiya 10:34, 35). Mesele, Yehowa usa kir, wekî Kitêba Pîroz ser wan zimana bê nivîsandinê, ku bona merivên hingê femdarî be. Yehowa soz dabû wekî rojên axiriyêda, zanebûna rast wê zêde be. Dêmek, hatibû gotinê ku gelek meriv wê Kitêba Pîroz diha baş fem bikin (Daniyêl 12:4). Yehowa bi saya welgerandin, neşirkirin, belakirina Kitêba Pîroz û edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz, alî gelek meriva kiriye, wekî ewana Xebera wî diha baş fem bikin. Heta niha, xizmetkarên Yehowa Xebera wî bi temamî yan nîvî, ser 240 zimanî zêdetir welgerandine. Û her kes dikare Kitêba Pîroz bêpere dest xe. Bi vî cûreyî, pêşiya ku xilazî bê, merivên ji hemû mileta dikarin “Mizgîniya Padşatiyê” nas bikin (Metta 24:14). Xwedayê heqiyê, Yehowa, dixwaze mecalê bide her kesî, wekî ewana Xebera wî bixûnin û wî nas bikin. Lema em dikarin bêjin ku Yehowa me hemûya gelek hiz dike. w23.02 5 ¶11-12

Pêşem, 19 Kanûna Pêşin

Nekevine kirasê bendê vê dinyayê, lê ser hişê xweda werin, nêt-fikirên we bira nû bin (Rom. 12:2).

Tu rastiyê hiz dikî? Bêşik erê. Lê dîsa jî, em gunekar in, û hergê em haş ji xwe tune bin, nihêrandina vê dinyayê derheqa rastiyê dikare ser me hukum ke (Îşaya 5:20). Gelek kes difikirin, wekî merivekî rast yekî qure ye, kesên din sûcdar dike, yan jî xwe ji yên din çêtir hesab dike. Lê Xwedê xeysetên usa nefret dike. Gava Îsa ser erdê bû, ewî serwêrên rêlîgî sûcdar dikirin, çimkî wana normên xweye rastiyê pêşda dibirin (Waîz 7:16; Lûqa 16:15). Merivê ku li gora prînsîpên Yehowa dijî, tu car nafikire wekî ew ji kesên din çêtir e. Rastî hunurekî gelek xweş e. Merivê rast van tişta dike, yên ku ber çevê Yehowa rast in. Kitêba Pîrozda, xebera “rastî” dide kifşê, ku meriv gerekê li gora prînsîpên Yehowaye bilind bijî. w22.08 27 ¶3-5

Înî, 20 Kanûna Pêşin

Min hûn dost hesab kirin (Yûhn. 15:15).

Şagirtên Îsa çiqas qisûrdar bûn jî, ewî îtbariya xwe wana dianî (Yûhenna 15:16). Gava Aqûb û Yûhenna ji wî xwestin, wekî ew Padşatiya xweda cîkî mexsûs bide wan, Îsa nefikirî ku nêta wan xirab e, û wana ça şandî înkar nekir (Markos 10:35-40). Paşê, gava Îsa hate girtinê, hemû şagirtên wî terka wî dan (Metta 26:56). Dîsa jî, Îsa hêviya xwe ji wan nebirî. Rast e ew haş ji kêmasiyên wan hebû, lê yeke heta xilaziyê wana hiz kir (Yûhenna 13:1). Serda jî, paşî ku Îsa ji mirinê hate rakirinê, ewî rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê û xweykirina pezên xweye hêja da wan (Metta 28:19, 20; Yûhenna 21:15-17). Îtbariya Îsa hindava van merivên gunekar badîhewa nîbû. Ew şandiyên Îsa Mesîh heta mirinê bi aminî xizmet kirin. Belê, Îsa Mesîh îtbariya xwe kesên gunekar dianîn û vê yekêda mera bûne mesele. w22.09 6 ¶12

Şemî, 21 Kanûna Pêşin

Xudan tevî min e, ez natirsim (Zeb. 118:6).

Heger em bawer bin ku Yehowa me hiz dike û tevî me ye, Mîrê-cina wê nikaribe me bitirsîne. Nivîskarê Zebûra 118 jî rastî tengasiyên giran dihat. Gelek dijminên wî hebûn, û hine ji van dijmina merivên nav-deng bûn (rêza 9, 10). Carna, ew dikete halekî gelek giran (rêza 13). Serda jî, ew ji aliyê Yehowada bi cûrekî sert hate cezakirinê (rêza 18). Dîsa jî ew neditirsiya, çimkî ewî zanibû ku Yehowa wî hiz dike. Zebûrbêj bawer bû ku çi jî bibe, Xwedê hertim hazir e alî wî bike (Zebûr 118:29). Gerekê em bawer bin ku Yehowa me hiz dike. Ev yek wê alî me bike wekî (1) netirsin ku emê nikaribin ebûra malbeta xwe bikin, (2) meriva netirsin û (3) mirinê netirsin. w22.06 15 ¶3-4

Led, 22 Kanûna Pêşin

Xwezî li wî merivî, ku cêribandinada teyax dike, çimkî gava bi cêribandinê rûspî derê, ewê kofiya jiyînê bistîne (Aqûb 1:12).

Em gerekê îzbat bin wekî hebandina Yehowara jîyîna meda ser ciyê pêşin e. Yehowa Xwedê hêjayî hebandina me ye, çimkî ewî em xuliqandine (Eyantî 4:11; 14:6, 7). Lema jî gerekê em bi cûrê rast, çawa li wî xweş tê, dêmek bi “ruh û rastiyê” wî bihebînin (Yûhenna 4:23, 24). Em dixwazin wekî ruhê pîroz rêberiya hebandina me bike, wekî hebandina me li gora rastiya Xebera Xwedê be. Hergê şixulên Şedên Yehowa welatê meda bi temamî yan hine tiştada qedexekirî ne, lazim e wekî em pêşiya her tiştî dîna xwe bidin hebandina Yehowa. Niha zêdetirî 150 xûşk-birên me seva baweriya xwe kelêda nin. Dîsa jî ewana çi ji destê wan tê dikin, ku dua bikin, Kitêba Pîroz lêkolîn bikin û merivara derheqa Xwedê û Padşatiya wî gilî kin. Gava meriv me nimiz dikin yan jî dizêrînin, em dikarin bextewar bin, çimkî em zanin ku Yehowa tevî me ye û wê me xelat ke (1 Petrûs 4:14). w22.10 9 ¶13

Duşem, 23 Kanûna Pêşin

Şehrezayî [bîlanî] sitar . . . e (Waîz 7:12).

Kitêba Metelokda, Yehowa bona jîyîna herrojî şîretên gelek kêrhatî dide me. Dîna xwe bidine du şîretên bîlan. Ya pêşin, çi ku destê teda heye, razî be. Kitêba Metelok 23:4, 5 usa dibêje: “Nekeve demana dewletîbûnê, . . . ewê xwera baska çêke û mîna teyra bifire ezmên”. Roja îroyîn ça yên dewletî û usa jî yên kesîb her tiştî dikin, wekî hebûkê qazanc kin. Gelek car rûyê vê yekêda navê wan xirab dibe, ewana dostên xwe û hela hê sihet-qewata xwe jî unda dikin. Û axiriyêda usa dibe, ku ewana her tiştî unda dikin (Metelok 28:20; 1 Tîmotêyo 6:9, 10). Ya duda, pêşiya ku tiştekî bêjî, bifikire. Hergê em miqatî xwe nîbin, xeberdana me dikare zirarê bide kesên din. Kitêba Metelok 12:18 usa dibêje: “Hinek bi xebera mîna şûr mêriv birîndar dikin, lê zimanê serwaxta dermanê dila ye”. Gerekê em zimanê xwe bikaribin û derheqa şaşiyên meriva pişt wan xeber nedin, wekî orta meda yektî û edilayî xirab nebe (Metelok 20:19). w22.10 21 ¶14; 22 ¶16-17

Sêşem, 24 Kanûna Pêşin

Vê balorê [kitêba gulometkkirî] bixwe û here û mala Îsraêlêra bêje (Hezql. 3:1).

Lazim bû Hezeqêl elametiya Xwedê rind fem bike û ça bêjî bike para xwe, wekî ew ser hiş û dilê wî hukum bike. Paşê, tiştekî ecêbmayî qewimî. Gava Hezeqêl ev kitêba gulometkkirî xwar, ew bona wî “mîna hingiv şîrin bû” (Hezeqêl 3:3). Gelo çira? Bona Hezeqêl, xweş û şîrin bû ku pê navê Yehowa xeber de (Zebûr 19:8-11). Ew şêkirdar bû, ku Yehowa ew ça pêxember kifş kiriye. Paşê, Yehowa Hezeqêlra usa got: “Hemû gotinên min yên ku ezê tera bêjim bigire û bixe dilê xwe” (Hezeqêl 3:10). Dêmek, Yehowa dixwest ku Hezeqêl gotinên kitêba gulometkkirî bîra xweda xwey ke û ser wan kûr bifikire. Hezeqêl ji vê yekê gelek kar distand, û ewî rind zanibû, ku gerekê merivara kîjan elametiya ferz bela ke (Hezeqêl 3:11). Xebera Xwedê îda ser dil û lêvên Hezeqêl bû, lema jî ew hazir bû ku xizmetiya xwe bîne sêrî. w22.11 6 ¶12-14

Çarşem, 25 Kanûna Pêşin

Guhdayîn ji qurbanê çêtir e (1 Sam. 15:22, DT).

Hergê baweriya te ji bo guhastinên teşkîletêda, tê cêribandinê, tu çi gerekê bikî? Wedê rêwîtiya beriyêda, Qohatiya sindoqa peymanê ber çevê xelqê bar dikir (Jimar 3:29, 31; 10:33; Yêşû 3:2-4). Çi qedirekî mezin e! Lê çaxê ew Erdê Sozdayîda cîwar bûn, îda ne lazim bû ku sindoqa peymanê hertim bê barkirinê. Lema jî Qohatî bona cabdariyên din jî dihatine kifşkirinê (1 Dîrok 6:31-33; 26:1, 24). Kitêba Pîroz nabêje ku Qohatî dixeydîn yan jî wana dixwest, wekî cabdarîke hê mezin wanra bê dayînê, çimkî wana berê şixulekî ferz dikir. Em ji wana çi dikarin hîn bin? Hergê teşkîleta Yehowa cabdariyên din bide te jî, bi dil û can piştgiriya van guhastina bike. Şixulê te çi be jî, razî be. Ber çevê Yehowa, cabdariya te qîmeta te ne kêm dike ne jî zêde dike. Yehowa ji şixulê ku tu dikî, diha zêde guhdarîbûna te qîmet dike. w22.11 23 ¶10-11

Pêşem, 26 Kanûna Pêşin

Ewî . . . ji girtina min şerm nedikir (2 Tîmt. 1:16).

Onîsîforo Pawlos geriya, û gava wî dît, alîkarî da wî û bona wî emirê xwe kire qeziyê. Ders çi ye? Gava xûşk û birên me rastî zêrandina tên, tirsa ber meriva gerekê riya me negire, wekî piştgiriya wan bikin, lê em gerekê berdewam kin wana biparêzin û bêne hewara wan (Metelok 17:17). Bîr neke ku ewana hewcê hizkirin û alîkariya me ne. Bide ber çevê xwe ku xûşk-birên meyî Rûsyayêda çawa alî xûşk-birên kelêda dikin. Carna gava kesek tê dîwankirinê, gelek xûşk-bira diçine dîwanê, wekî pişta wî bigirin. Ew çi ders e bona me? Gava birên cabdar têne sûcdarkirinê û girtinê, yan çaxê wana dizêrînin, netirse. Bona wan dua bike, bona malbetên wan xem bike û bi cûrên din jî alîkariyê bide wan (Karên Şandiya 12:5; 2 Korintî 1:10, 11). w22.11 17 ¶11-12

Înî, 27 Kanûna Pêşin

Bîna min bi wan derketiye (Kols. 4:11).

Cabdariya rûspiya ew e, ku bi saya Kitêba Pîroz dilbîniyê bidine xûşk-bira û alî kesên dilteng bikin (1 Petrûs 5:2). Çaxê teşqeleke tebiyetê diqewime, rûspî ya pêşin derheqa sax-silametiya xûşk-bira pêdihesin û dipirsin hela wanra xwarin, kinc û cî-sitar lazim e, yan na. Lê paşî çend meha jî, dibeke wanra dîsa dilbînî û alîkariya ruhanî lazim be (Yûhenna 21:15). Birê me Harold, yê ku endemê Komîtêya Fîlîalê ye û paşî teşqelên tebiyetê tevî gelek xûşk-bira xeber daye, usa dibêje: “Seva ku birîna dilê wan qenc be, gelek wext lazim e. Jîyîna wan dibeke hêdî-hêdî normal bibe, lê dibeke mirina merivekî wanî delal, undakirina mal-milkê wan, yan belayên ku hatin serê wan, ber çevê wan neçin. Gava ku tiştên usa têne bîra wan, ewana dîsa û dîsa xemgîn dibin. Halekî usa nayê hesabê ku baweriya wan sist e, çimkî fikir û hestên usa normal in”. Rûspî gerekê li gora vê şîretê hereket bikin: “Tevî yên digirîn bigirîn” (Romayî 12:15). w22.12 22 ¶1; 24-25 ¶10-11

Şemî, 28 Kanûna Pêşin

Bi saya Ruhê Pîroz bimeşin û hûnê xwestinên binyata însên nekin (Galt. 5:16).

Yehowa ruhê pîroz bi merdanî dide me, wekî em serketî bin û tiştên rast bikin. Gava em Xebera Xwedê lêkolîn dikin, em dihêlin wekî ruhê pîroz ser me hukum be. Usa jî em ruhê pîroz ser civata distînin. Wêderê, em dikarin tevî xûşk-bira wextê xwe derbaz kin. Ewana jî mîna me xîret dikin tiştên rast bikin, û ev yek mêrxasiyê dide me (Îbranî 10:24, 25; 13:7). Xêncî vê yekê, gava em ji dil Yehowara dua dikin û alîkariyê ji wî dixwazin, wekî kêmasîke xwe rast kin, ew bi saya ruhê pîroz qewatê dide me, wekî em berdewam kin ser xwe bixebitin. Diqewime xwestinên meye xirab bi temamî betavenebin, lê ew her tişt wê alî me bikin, wekî nekevine ber bayê van xwestina. Gava em destpêdikin xwe li şixulên ruhanî bigirin, lazim e ku em van şixula xwera bikin xeyset û berdewam kin xwestinên cayîz nav xweda pêşda bînin. w23.01 11 ¶13-14

Led, 29 Kanûna Pêşin

Tu tişt gerekê hukumî ser min neke (1 Korn. 6:12).

Rast e Kitêba Pîroz ne kitêbeke şîretên bona sihet-qewat û xwarinê ye. Lê dîsa jî, ew mera dibêje ku Yehowa derheqa van tişta çi difikire. Mesele, Kitêba Pîroz vê şîretê dide me: “Xirabiyê ji bedena xwe dûr bigire” (Waîz 11:10 ÎM). Kitêba Pîroz dibêje ku em gerekê gelek pey xwarin û vexwarina îçkê nekevin. Çimkî tiştên usa dikarin zirarê bidin siheta me û hela hê emirê me jî bikine bin xofê (Metelok 23:20). Yehowa ji me dixwaze wekî em xwarin û vexwarinêda xwe kontrol kin (1 Korintî 9:25). Gava em hiş-aqilê xwe didine xebatê, wekî safîkirinên baş bikin, em ji dil razîbûna xwe bona emirê ku Xwedê daye me, nîşan dikin (Zebûr 119:99, 100; Metelok 2:11). Mesele, em gerekê rind bifikirin ku em çi dixwin. Hergê tu xwarinekê hiz dikî, lê zanî ku ew xwarin dikare zirarê bide te, tuyê wê xwarinê nexwî, usa nîne? Usa jî em serwaxtiyê nîşan dikin, gava êpêce xewa xwe distînin, sportêva mijûl dibin, û mal û bedena xwe temiz xwey dikin. w23.02 21 ¶6-7

Duşem, 30 Kanûna Pêşin

Tu çawa dixûnî? (Lûqa 10:26)

Gelo tu çawa dikarî wedê xwendina Kitêba Pîroz rastiyên qîmet bivînî? Bona caba vê pirsê, dîna xwe bide 2 Tîmotêyo 3:16, 17. Ev rêz dibêjin ku “temamiya nivîsarê . . . kêrhatî ye” bona (1) hînkirinê, (2) lêhilatinê, (3) rastkirinê û (4) şîretkirinê. Bi alîkariya van çar tişta tu dikarî ji temamiya Kitêba Pîroz karê bistînî. Gava tu dixûnî, dîna xwe bidê ku serhatîk derheqa Yehowa, nêta wî yan prînsîpên wî çi hîn dike. Bifikire ku ew gotin çawa bona lêhilatinê kêrhatî ye. Usa tuyê nav xweda nêt û xwestinên xirab bivînî, ser xwe bixebitî û Xwedêra amin bimînî. Ji xwe bipirse ku ew par çawa dikare bona rastkirina nihêrandinên şaş, mesele yên ku meriv xizmetiyêda dibêjin, bêne xebitandinê. Û bifikire ku rêzada derheqa şîretkirina riya rastiyêda çi tê gotinê. Dêmek rind fem bike, ku tu çawa dikarî mîna Yehowa bifikirî. Hergê tu van çar tişta hişê xweda xwey kî, tuyê ji xwendina Kitêba Pîroz diha karê bistînî û rastiyên qîmet bibînî. w23.02 11 ¶11

Sêşem, 31 Kanûna Pêşin

Padşatiya wî wê tu cara hilneşe (Dan. 7:14, ÎM).

Kitêba Daniyêl jî pêxembertî kiribûn, wekî Îsa Mesîh wê paşî ‘heft dema’ Padşatiyê bistîne. Gelo em dikarin têderxin ku Îsa kengê bû Padşa? (Daniyêl 4:10-17). “Heft dem” tê hesabê 2 520 sal. Ev dem sala 607 B.D.M.-da destpêbû. Vê salê, Babîloniya bajarê Orşelîmê wêran kirin, û padşê xilaziyê ji textê Yehowa hate rakirinê. “Heft dem” sala 1914 D.M.-da xilaz bûn. Vê salê, Yehowa Îsa Mesîh kire Padşê Padşatiya xwe, kîjanîra ku bi qanûnî textê Padşatiyê diket (Hezeqêl 21:25-27). Gelo em ji vê pêxembertiyê çi karê distînin? Pêkhatina pêxembertiya derheqa ‘heft dema’ baweriya me diha qewî dike, ku Yehowa sozên xwe wextda tîne sêrî. Çawa ku ewî bona sazkirina Padşatiya xwe wede kifş kiribû, Ewê pêxembertiyên din jî li gora wedê kifşkirî bîne sêrî. Belê, roja Yehowa wê derengî nekeve! (Hebaqûq 2:3) w22.07 3 ¶3-5

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin