KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es25 rûp. 7-17
  • Çile

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çile
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025
  • Binserî
  • Çarşem, 1 Çileyê
  • Pêşem, 2 Çileyê
  • Înî, 3 Çileyê
  • Şemî, 4 Çileyê
  • Led, 5 Çileyê
  • Duşem, 6 Çileyê
  • Sêşem, 7 Çileyê
  • Çarşem, 8 Çileyê
  • Pêşem, 9 Çileyê
  • Înî, 10 Çileyê
  • Şemî, 11 Çileyê
  • Led, 12 Çileyê
  • Duşem, 13 Çileyê
  • Sêşem, 14 Çileyê
  • Çarşem, 15 Çileyê
  • Pêşem, 16 Çileyê
  • Înî, 17 Çileyê
  • Şemî, 18 Çileyê
  • Led, 19 Çileyê
  • Duşem, 20 Çileyê
  • Sêşem, 21 Çileyê
  • Çarşem, 22 Çileyê
  • Pêşem, 23 Çileyê
  • Înî, 24 Çileyê
  • Şemî, 25 Çileyê
  • Led, 26 Çileyê
  • Duşem, 27 Çileyê
  • Sêşem, 28 Çileyê
  • Çarşem, 29 Çileyê
  • Pêşem, 30 Çileyê
  • Înî, 31 Çileyê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025
es25 rûp. 7-17

Çile

Çarşem, 1 Çileyê

Cinyazê gedekî ji bajêr derdixin. Ew kurê jinebîkê tayê tenê bû (Lûqa 7:12).

Îsa pêşiyê dayîka xemgîn “dît” û paşê “gunê wî lê hat” (Lûqa 7:13). Lê Îsa ne tenê gunê xwe lê anî, lê bi dengekî dilşewat jêra got: “Negirî!” Paşê, Îsa keremetek kir, ewî gede ji mirinê rakir û “ew da diya wî” (Lûqa 7:14, 15). Em dikarin ji vê keremeta Îsa çi hîn bin? Em pêdihesin wekî em çawa dikarin hindava kesên ku şînê dikin, dilşewat bin. Hemikî, em nikarin mîna Îsa wana ji mirinê rakin. Lê mîna Îsa, em jî dikarin ber dilê wanda bên. Em dikarin bi gotin û kirên xwe alîkarî û dilbîniyê bidine wan (Metelok 17:17; 2 Korintî 1:3, 4; 1 Petrûs 3:8). Hela hê bi çend gotin û kirên biçûk jî, em dikarin ber dilê kesên dinda bên. w23.04 5-6 ¶13-15

Pêşem, 2 Çileyê

Ev nexweşî bona mirinê nîne, lê bona vê yekê ye, ku Xwedê û Kurê Xwedê bêne rûmetkirinê (Yûhn. 11:4).

Rast e Îsa bihîst ku dostê wî Lazar miriye, lê ew dîsa jî du roja wêderê ma. Paşê ew çû Beytanyayê. Çaxê Îsa gihîşte wêderê, îda çar roj bû, ku Lazar miribû. Îsa dixwest bona dostên xwe keremeteke mezin bike û bi vî cûreyî rûmetê bide Xwedê (Yûhenna 11:6, 11, 17). Em dikarin ji vê serhatiyê derheqa dostiyê çi hîn bin? Hela bifikire: Gava Meryem û Mertayê derheqa nexweşiya Lazar, Îsara elametî şandin, wana wîra negot ku bira ew bê Beytanyayê. Wana tenê jêra got ku dostê wî nexweş e (Yûhenna 11:3). Gava Lazar mir, Îsa dikaribû dûrva jî ew ji mirinê rakira. Lê Îsa safî kir, wekî here Beytanyayê, seva ku kêleka Meryemê û Mertayê be. Gelo dostekî teyî usa heye, ku hazir e bê gotina te jî kêleka te be û alî te bike? Hevalê rast “roja oxirmê giran” hazir e alîkariyê bide me (Metelok 17:17). Mîna Îsa, em jî dikarin bona kesên din bibin hevalên qenc! w23.04 10 ¶10-11

Înî, 3 Çileyê

Amin e, ewê ku soz daye (Îbrn. 10:23).

Wedê tengasîke giran, diqewime em bifikirin ku dinya teze wê qe neyê. Lê gelo ev yek tê hesabê ku baweriya me sist e? Hemikî na! Were em dîna xwe bidine vê meselê. Wedê zivistaneke gelek sar, dibeke em bifikirin ku havîn wê qe neyê. Lê dîsa jî havîn tê. Hema mîna vê yekê, gava em ji bo tengasiya gelek dilteng dibin, dibeke em bifikirin ku dinya teze wê qe neyê. Lê hergê baweriya me qewî ye, em zanin wekî hemû sozên Xwedê wê eseyî bêne sêrî (Zebûr 94:3, 14, 15; Îbranî 6:17-19). Baweriya qewî alî me dike, ku em jîyîna xweda şixulên ruhanî daynin ser ciyê pêşin. Bona belakirina mizgîniyê jî mera baweriya qewî lazim e. Gelek meriv dibêjin, wekî mizgîniya derheqa dinya teze usa xweş e, ku ewana nikarin vê yekê bawer kin (Metta 24:14; Hezeqêl 33:32). Em gerekê miqatî xwe bin, wekî mîna van meriva, hindava sozê Yehowa şik nekeve dilê me. Seva ku ev yek tu car neyê serê me, em gerekê berdewam kin baweriya xwe qewî kin. w23.04 27 ¶6-7; 28 ¶14

Şemî, 4 Çileyê

Em zanin çi ku em jê dixwazin, emê bistînin (1 Yûhn. 5:15).

Tu qe ber xwe ketî hela Yehowa caba duayên te dide yan na? Hergê erê, tu tenê nînî, çimkî gelek xûşk-bira bona vê yekê ber xwe dikevin, îlahî gava dikevine tengasiya. Çaxê em kul-derda dikişînin, mera çetin e bivînin, ku Yehowa bi rastî guh dide duayên me, yan na. Em çira dikarin bawer bin, wekî Yehowa guh dide duayên xizmetkarên xwe? Kitêba Pîroz dibêje, ku Yehowa ji dil me hiz dike û em ber çevê wî gelek qîmet in (Hagay 2:7; 1 Yûhenna 4:10). Lema jî, ew dilê me qewî dike, ku em bi saya dua alîkariyê ji wî bixwazin (1 Petrûs 5:6, 7). Ew dixwaze, ku em nêzîkî wî bin û himberî çetinaya serkevin. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî Yehowa gelek car caba duayên xizmetkarên xwe dabû. Hûn dikarin meseleke usa bînin bîra xwe? w23.05 8 ¶1-4

Led, 5 Çileyê

Meryemê got: “Ez pesinê Yehowa didim” (Lûqa 1:46).

Dostiya Meryemê tevî Yehowa qewî bû. Baweriya wê kirên Ûsivva girêdayî nîbû, ewê xwexa baweriya xwe qewî dikir. Meryemê Nivîsarên Pîroz rind zanibûn. Usa jî ew ser van tişta kûr difikirî, çi ku pêdihesiya (Lûqa 2:19, 51). Bêşik, Meryem ruhanîda qewî bû, lema jî ew kulfeteke gelek baş bû. Îro gelek xûşk xîret dikin ku çev bidine wê. Mesele, dîna xwe bidinê ku xûşka me Êmîko çi dibêje: “Gava ez azep bûm, min xwexa baweriya xwe qewî dikir. Lê paşî zewacê, mêrê min dua dikir û qulixkirina tevî malbetê derbaz dikir. Lema jî baweriya min îda kirên wîva girêdayî bû. Lê min fem kir ku ez gerekê xwexa dostiya xwe tevî Yehowa qewî kim. Niha ez wede başqe dikim wekî dua bikim, Nivîsarên Pîroz bixûnim û ser bifikirim” (Galatî 6:5). Xûşkno, gava hûn xîret dikin wekî dostiya xwe tevî Yehowa diha qewî kin, hûn hê zêde mecala didine mêrê xwe, ku ew we hiz bike û payê we bide (Metelok 31:30). w23.05 22 ¶6

Duşem, 6 Çileyê

Xofa Xudan ez we hîn kim (Zeb. 34:11).

Tirsa ber Xwedê ji bûyînê mera nehatiye dayînê. Lema jî lazim e ku em tirsa Xwedê dilê xweda pêşda bînin. Mecalek ku ça em dikarin tirsa ber Xwedê pêşda bînin ev e, ku dîna xwe bidine tebiyetê û ser wê kûr bifikirin. Çiqas em bîlanî, qewat û hizkirina Xwedê efrînada bivînin, haqas hê zêde emê qedirê wî bigirin û wî hiz bikin (Romayî 1:20). Mecaleke din ku ça tirsa ber Xwedê pêşda bînin ev e, ku her roj dua bikin. Em çiqas zêde dua bikin, haqas emê diha baş Yehowa nas bikin. Her car gava em rastî çetinaya tên û ji Wî reca dikin wekî sebir û qewatê bide me, ev yek tîne bîra me ku Ew çiqas qewat e. Gava em bona qurbana Îsa Yehowara razîbûna xwe didine kifşê û çaxê em lavaya wî dikin, ku ew çetinayên meda alî me bike, em hizkirin û bîlaniya wî divînin. Duayên usa alî me dikin, ku em diha zêde qedirê Yehowa bigirin û ji her tiştê ku dikare dostiya me tevî wî xirab ke, xwe dûr bigirin. w23.06 15 ¶6-7

Sêşem, 7 Çileyê

Yehowa ye Qanûndarê me (Îşa. 33:22, DT).

Qanûndarê Herî Mezin, Yehowa, timê qanûnên zelal dida xizmetkarên xwe. Mesele, qirna yekêda koma rêberiyê gotibû, ku xizmetkarên Xwedê gerekê kîjan sê derecada qewî bimînin: (1) ewana pûta înkar dikin û tenê Yehowa dihebînin, (2) ewana guh didin qanûna Yehowa hindava pîroziya xûnê, (3) ewana dijîn li gora qanûna Kitêba Pîroze derheqa nav-namûsiyê (Karên Şandiya 15:28, 29). Lê îro gelo em çawa dikarin wan sê tiştada Yehowara amin bin? Em gerekê tenê Yehowa bihebînin û gura wî bikin. Xwedê ferman dabû Îsraêliya ku ewana bi temamî jêra amin bin (Qanûna Ducarî 5:6-10). Were em dîna xwe bidine mesela Îsa Mesîh. Gava ew ji Mîrê-cina hate cêribandinê, ewî bi zelalî got, ku em gerekê tenê serê xwe ber Yehowa daynin (Metta 4:8-10). Lema jî em serê xwe ne ber pûta ne jî ber meriva datînin. Mesele, em ne rêberên rêlîgî, ne serwêrên polîtîkî û ne jî kesên bi nav û deng ça xudana hesab nakin. Em tenê Yehowara xizmet dikin, çimkî ewî “her tişt efirandin” (Eyantî 4:11). w23.07 14-15 ¶3-4

Çarşem, 8 Çileyê

Xofa Xudan mêriv ji xirabîyê dûr dixe (Metlk. 16:6).

Dinya Mîrê-cina bi bênamûsiyê û pornografiyayê tije bûye (Efesî 4:19). Lema jî gelek ferz e ku em tirsa ber Xwedê dilê xweda pêşda bînin û ji tiştên xirab birevin. Kitêba Metelok serê 9-da, em derheqa du jinên sîmbolîk dixûnin, yek serwaxt e yek jî axmax e. Her du jin jî kesên “bêhiş” teglîfî mala xwe dikin û dikine gazî: “Werin bixwin nanê min” (Metelok 9:1, 4-6). Lê axiriya bijartina wan gelek ji hev cude dibe. Were em dîna xwe bidine teglîfkirina ‘jina axmax’ (Metelok 9:13-18). Ew bi mêrxasî dike gazî: “Kî bêhiş e, bira bê vira!” Paşê çi qewimî? “Ewê guh dide wê nizane ku li wir mirî ne”. Serê 2-da jî mesela jinekê heye. Wêderê temî mera tê dayînê, ku em ji “kulfeta xerîb” û “kulfeta nerêdaye” xwe dûr bigirin. Derheqa wê usa tê gotinê: “Mala wê berbi mirinê dibe” (Metelok 2:11-19). Usa jî, Metelok 5:3-10 derheqa “jina zinêkar” tê gotinê ku “nigên wê berbi mirinê dibin”. w23.06 21-22 ¶6-7

Pêşem, 9 Çileyê

Bira berbihêriya we hemû merivava eyan be (Fîlî. 4:5).

Rûspî gerekê serwaxtî û berbihêriyêda kesên dinra bibine mesele (1 Tîmotêyo 3:2, 3). Mesele, ew gerekê nefikire ku hergê ew emirda ji rûspiyên din mestir e, nihêrandina wî gerekê timê qebûl kin. Ew zane ku ruhê pîroz dikare ser her rûspî hukum ke ku ew tiştekî bêje, wekî safîkirineke baş bê kirinê. Û hergê heçî zef rûspî safîkirinekê bikin, ya ku miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz nîne, rûspîkî serwaxt û berbihêr wê bi şabûnê tevî safîkirina wan razî be, hela hê hingê jî, gava ew yek ji nihêrandina wî cude dibe. Hergê em merivne berbihêr bin, ev yek wê karê mera bîne. Emê ji hevaltiya tevî xûşk-bira şabûnê bistînin, û civatêda edilayî wê bê xweykirinê. Emê mîna malbeteke mezin bin, kîjan ku ji gelek milet, kûltûr û xeyset-hunura ne, û emê bi şabûnê Yehowara xizmet kin. Xêncî vê yekê, em şa ne ku mecala me heye çev bidine Xwedayê xwe Yehowa, yê ku her tiştîda serwaxt û berbihêr e. w23.07 25 ¶16-17

Înî, 10 Çileyê

Yên şehreza [serwaxt] wê fem bikin (Dan. 12:10, ÎM).

Daniyêl pêxembertiyên Xwedê bi nêta rast lêkolîn dikir, çimkî ewî dixwest rastiyê bizanibe. Usa jî, Daniyêl yekî milûk bû. Ewî zanibû ku gava ew Yehowara amin bimîne, Yehowa wê alî wî bike, wekî ew pêxembertiyên Wî fem bike (Daniyêl 2:27, 28). Daniyêl xwe disparte alîkariya Yehowa û usa îzbat dikir, ku ew yekî milûk e (Daniyêl 2:18). Ewî bi xîret lêkolîna dikir. Ewî usa jî Nivîsarên Pîroz, yên ku cem wî hebûn, kûr lêkolîn dikir (Yêremya 25:11, 12; Daniyêl 9:2). Gelo tu ça dikarî çev bidî Daniyêl pêxember? Bi nêta rast lêkolîna bike. Gelo nêta lêkolîna te ew e, ku tu rastiyê fem bikî? Hergê erê, Yehowa wê alî te bike (Yûhenna 4:23, 24; 14:16, 17). Lê hine kes pêxembertiyên Xwedê bi nêteke din lêkolîn dikin. Ewana dixwazin îzbat kin, wekî Kitêba Pîroz ji bîna ber Xwedê nîne. Ewana difikirin, ku hergê Kitêba Pîroz ne ji Xwedê ye, ewana xwexa dikarin safî kin çi rast e û çi na. Lê em gerekê bi nêta rast lêkolîna bikin. w23.08 9 ¶7-8

Şemî, 11 Çileyê

Heger tu . . . dilsist bî, ku usa ye tu ne xurt î (Metlk. 24:10).

Hergê em xwe beramberî kesên din bikin, barê me wê diha giran be (Galatî 6:4). Ev yek dikare hiş û dilê meda çevnebarî û hêrsê pêşda bîne (Galatî 5:26). Hergê em çev didine meriva û dixwazin wan tişta bikin çi ku ewana dikin, lê ev yek ji qewata me der e, vî çaxî em dikarin ziyanê bistînin. Kitêba Pîroz dibêje: “Gumana ku derengî dibe, dil dêşîne”. De bidine hesabê xwe, wekî nêtên nerêalî dikarin gelek dilê me bêşînin (Metelok 13:12). Tiştên usa dikarin me biwestînin û bibin menî, ku em reva jîyînêda hêdî-hêdî sist bin. Yehowa tiştekî ji qewata me der ji me dewa nake. Gerekê em jî wan tişta nexwazin, çi ku ji qewata me der e (2 Korintî 8:12). Yehowa tu car me beramberî kesên din nake (Metta 25:20-23). Xizmetiya te, aminiya te û sebira te, ber çevê wî gelek qîmet e. w23.08 29 ¶10-11

Led, 12 Çileyê

Ezê ji bêaviyîva bimirim (Hakim. 15:18).

Yehowa dengê Şimşon bihîst û bi keremetî usa kir, ku kanîke avê kişiya. Gava Şimşon av vexwar, “ruhê wî zivirî û vejiya”, dêmek ewî dîsa qewat stand (Hakimtî 15:19). Ça tê kifşê, bi sala şûnda, gava Samûyêl pêxember kitêba Hakimtî nivîsî, ev kanî hê hebû. Çaxê Îsraêliya didît, ku ev kanî dikişe, diqewime dihate bîra wan, ku hergê ewana xwe bispêrin Yehowa, Ewê wededa hewcên xizmetkarên xweye amin razî ke. Firqî tune em destpêşe ne, yan jî em xizmetiyêda çiqas pêşdaçûyî ne, dîsa jî em gerekê alîkariyê ji Yehowa bixwazin. Em gerekê bi milûktî qebûl kin, ku tenê bi alîkariya Yehowa em dikarin bi rastî serkevin. Gava Şimşon ava kaniyê vexwar, ya ku Yehowa da wî, ewî dîsa qewat stand. Mîna Şimşon, gava em alîkariya ku Yehowa dide me, qebûl dikin, baweriya me diha qewî dibe (Metta 11:28). w23.09 4 ¶8-10

Duşem, 13 Çileyê

Caba nerm hêrsê datîne, lê gotina hişk hêrsê radike (Metlk. 15:1).

Hergê kesek derheqa Xwedê yan jî Kitêba Pîroz tiştekî xirab bêje, em çi dikarin bikin? Em gerekê qewat û bîlaniyê ji Xwedê bixwazin, wekî em bikaribin bi nermî caba wan bidin. Lê hergê me bi sert caba wan da, wî çaxî em çi dikarin bikin? Em dikarin bona wê derecê dua bikin û bifikirin ku careke din, em çawa dikarin diha baş caba wan bidin. Paşê, Yehowa wê bi saya ruhê pîroz qewatê bide me, ku em xwe kontrol kin û milûk bimînin. Hine rêzên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin, ku em derecên çetinda zimanê xwe bikaribin. Ruhê pîroz dikare alî me bike, wekî em van rêza bînin bîra xwe (Yûhenna 14:26). Mesele, prînsîpên kitêba Metelokda dikarin alî me bikin ku em nerm bin (Metelok 15:18). Usa jî, rêzên vê kitêbê eşkere dikin, ku kara zimanê nerm û şîrin çiqas mezin e (Metelok 10:19; 17:27; 21:23; 25:15). w23.09 15 ¶6-7

Sêşem, 14 Çileyê

Ez her gav dixwazim ku van tişta bikime bîra we (2 Pet. 1:12).

Petrûsê şandî gelek sal bi aminî Yehowara xizmet dikir. Ew tevî Îsa diçû xizmetiyê, deştên tezeda mizgînî bela dikir û ça endemê koma rêberiyê xizmet dikir. Pêşiya mirina Petrûs, Yehowa hê zêde şixul da wî. Weke sala 62-64 D.M.-da, ewî ji bîna ber Xwedê du neme nivîsîn, dêmek yekê Petrûs û duduyê Petrûs (2 Petrûs 1:13-15). Petrûs hingê nemên xwe nivîsîn, çaxê xûşk-bira ji bo “cûre-cûre cêribandina” xemgîn dibûn (1 Petrûs 1:6). Pêxemberên derewîn dixwestin hînkirinên qelp û bênamûsiyê bikine civatê (2 Petrûs 2:1, 2, 14). Hine wede şûnda, Mesîhiyên ku Orşelîmêda dijîtin “axiriya her tiştî” dîtin, dêmek çaxê bajarê Orşelîmê û sîstêma Cihûya ji aliyê eskerên Romayî hatine wêrankirinê (1 Petrûs 4:7). Bê şik, nemên Petrûs alî xûşk-bira dikirin, wekî xwe bona tengasiya hazir kin û Yehowara amin bimînin. w23.09 26 ¶1-2

Çarşem, 15 Çileyê

[Mesîh] bi wan cefayên xwe guhdariyê hîn bû (Îbrn. 5:8).

Mîna Îsa, em jî gelek car derecên çetinda hînî guhdariyê dibin. Mesele, destpêka pandemiya koronavîrûsêda, gava civatên me Odên Civatada û xizmetiya mal bi mal hatine sekinandinê, gelo tera çetin bû vê safîkirinê qebûl kî? Belê, ev yek ku te guh da vê rêberiyê, te çawa xwe, usa jî kesên din parast, piştgiriya yektiya civatê kir û dilê Yehowa şa kir. Belê, niha îda her kes ji me hê baş hazir e guh bide hemû rêberiya, kîjana ku emê wedê tengasiya mezin bistînin. Hergê em guh bidine wan rêberiya, emê xilaz bin! (Îbo 36:11) Em guh didine Yehowa, çimkî em Wî hez dikin û dixwazin wekî Ew ji me razî be (1 Yûhenna 5:3). Yehowa bona me hemûya, gelek tiştên qenc kiriye û emê tu car nikaribin bin qenciya Wî derên (Zebûr 116:12). Lê em dikarin guh bidine Wî û kesên xweyîhukum. Hergê em usa bikin, emê bîlaniyê bidine kifşê. Û ew merivê ku bîlaniyê dide kifşê, dilê Yehowa şa dike (Metelok 27:11). w23.10 11 ¶18-19

Pêşem, 16 Çileyê

Serê xwe ber wî daynin, yê ku erd û ezman, . . . efirandine (Eyan. 14:7).

Hergê melekek tera xeber da, teyê guh bida wî? Îro, melekek dibêje “hemû mileta, bereka, zimana û cimeta . . . ‘Ji Xwedê bitirsin û şikiriyê bidine wî, . . . Serê xwe ber wî daynin, yê ku erd û ezman, . . . efirandine’” (Eyantî 14:6, 7). Yehowa Xwedayê rast e, û tenê ew hêjayî hebandinê ye. Ewî mecal daye ku em paristgeha ruhanîda wîra xizmet bikin. Ev yek bona me qedirekî gelek mezin e! Gelo paristgeha ruhanî çi ye û em ji kîderê dikarin hûr bi hûr derheqa vê yekê pêbihesin? Paristgeha ruhanî avayîke rêalî nîne. Lê ew heye sazkirineke usa, bi saya kîjanî ku Yehowa hebandina xizmetkarên xwe, ser hîmê qurbana Îsa Mesîh qebûl dike. Qirna yekêda, Pawlosê şandî xizmetkarên Xwedê yên Îbranîra neme nivîsî û derheqa paristgeha ruhanî zelal kir. w23.10 24 ¶1-2

Înî, 17 Çileyê

“Wê ne bi hêz û qewatê lê bi Ruhê min be” dibêje Xudanê Karîndar (Zeker. 4:6, ÎM).

Sala 522 B.D.M., dijminên Cihûya avakirina paristgeha Yehowa qedexe kirin. Lê Zekerya cimetêra got, wekî Yehowa wê bi saya ruhê pîroz hemû çetinaya bide hildanê. Sala 520 B.D.M., Daryûs Padşa qedexa şixulê avakirina paristgehê da hildanê û bona avakirina paristgehê pere û alîkarî da wan (Ezra 6:1, 6-10). Yehowa soz da xizmetkarên xwe, ku hergê ewana berî pêşin dîna xwe bidine avakirina paristgehê, Ewê alî wan bike (Hagay 1:8, 13, 14; Zekerya 1:3, 16). Ev giliyên pêxembera qewat dida xizmetkarên Xwedê. Wana sala 520-da B.D.M., avakirina paristgehê berdewam kirin, û ev şixul pênc sala kêmtir kişand. Ji bo vê yekê ku wana wedê çetinda xwestina Xwedê jîyîna xweda datanîn ser ciyê pêşin, Yehowa alî wan dikir. Lema jî, wana bi şabûnê Yehowara xizmet dikir (Ezra 6:14-16, 22). w23.11 15 ¶6-7

Şemî, 18 Çileyê

Pêga wê baweriyêda diçin, ya ku Birahîmê bavê me . . . bawer kir (Rom. 4:12).

Gelek meriv derheqa navê Birahîm pêxember bihîstine, lê dîsa jî heçî zef ji wana derheqa wî hindikî zanin. Hemikî tu derheqa Birahîm gelek tişt zanî. Mesele, tu zanî wekî ew “bavê” hemû bawermenda tê navkirinê (Romayî 4:11). Diqewime tu pirsê didî xwe: “Gelo ez dikarim pêgeha Birahîmda herim û baweriya min dikare mîna ya wî qewî be?” Belê, tu dikarî! Seva ku baweriya me mîna ya Birahîm qewî be, em gerekê serhatiya wî lêkolîn kin. Li gora fermana Xwedê, Birahîm çû welatekî dûr, bi deha sala konada dima û hazir bû kurê xweyî delal, Îshaq bike qurban. Ev kirên Birahîm nîşan dikin, wekî baweriya wî qewî bû. Birahîm bi bawerî û kirên xwe qebûlkirin û dostiya Xwedê qazanc kiribû (Aqûb 2:22, 23). Yehowa dixwaze wekî her yek ji me wan kerema bistîne. Lema jî Xwedê rêberî Pawlos û Aqûb kir, wekî ewana ji bîna ber wî derheqa Birahîm binivîsin. w23.12 2 ¶1-2

Led, 19 Çileyê

Bira her meriv bihîstinêda serxwe be, lê xeberdan[êda] . . . giran be (Aqûb 1:19).

Xûşkno, hîn bin ku tevî meriva bikevine xeberdanê. Mesîhî gerekê hîn bin, ku baş xeber din. Aqûb şîreteke baş da me, ku me jorê xwend. Gava tu ji dil guh didî kesên din, tu nîşan dikî wekî tu yeke “rem” î (1 Petrûs 3:8). Hergê te hest, yan jî giliyên kesekî rast fem nekiriye, bi nermî lê bipirse ku ew çi texmîn dike û difikire. Lê pêşiya ku tevî meriv xeber dî, kûr bifikire (Metelok 15:28). Ji xwe bipirse: “Tiştên ku ezê bêjim, gelo rast in û wê kesên din bişidînin? Gelo xeberdana min bi nermî û dilovanî ye?” Çev bide wan xûşka, yên ku ji dil guh didine meriva û bi nermî xeber didin. Rind dîna xwe bide xeberdana wan (Metelok 31:26). Belê, xeberdana baş wê alî we bike, ku hevalên baş xwera qazanc kin û tevî wan edilayêda bin. w23.12 21 ¶12

Duşem, 20 Çileyê

Yê . . . xwestina dilê xwe digere û miqabilî her şêwir û qirarê ye (Metlk. 18:1).

Îro jî, Yehowa dikare bi saya malbeta me, hevalên me, yan jî rûspiyên civatê alî me bike. Lê gava em xemgîn dibin, diqewime em naxwazin kesekî bivînin. Hestên usa normal in. Lê gelo em ça dikarin ji Yehowa alîkariyê bistînin? Çiqas ji destê me tê, were em xwe ji meriva dûr negirin. Gava kesek xwe ji meriva dûr digire, ew gelek car derdên xwe tenê dikişîne. Ev yek dikare ser safîkirinên wî jî xirab hukum ke. Hemikî, em gişk carna dixwazin tenê bimînin, îlahî çaxê tiştekî xirab diqewime. Lê hergê em berdewam dikin xwe dûrî meriva bigirin, em mecalê nadine Yehowa, wekî ew bi saya kesên din alî me bike. Lema were em alîkariya malbeta xwe, hevalên xwe û rûspiya qebûl kin, çimkî Yehowa bi saya wan alî me dike (Metelok 17:17; Îşaya 32:1, 2). w24.01 24 ¶12-13

Sêşem, 21 Çileyê

Gerekê dûzan serê wî nekeve (Jimar 6:5).

Nezîra sond dixwar ku porê xwe nebirin. Usa wana nîşan dikir, ku bi temamî xwe tesmîlî Yehowa kirine. Lê yazix, ji terîxiya Îsraêlê tê kifşê, wekî meriva carna Nezîr qîmet nedikirin û piştgiriya wan nedikirin. Eyan e ku carna bona Nezîra hêsa nîbû, wekî xweyê sozê xwe bin û ji kesên din cude bin (Amos 2:12). Em ji merivên der-dorê xwe cude dibin, çimkî em gura Yehowa dikin. Mera jî mêrxasî lazim e, wekî em li ciyê xebatê yan mektebêda bêjin, ku em Şedên Yehowa ne. Fikir û kirên merivên ku Yehowa nas nakin, çiqas diçe diha xirab dibe, lema dibeke mera çetin be, wekî li gora prînsîpên Kitêba Pîroz bijîn û mizgîniyê bela kin (2 Tîmotêyo 1:8; 3:13). Lê bîr nekin, gava em natirsin ji wan meriva cude bin, yên ku Yehowara xizmet nakin, dilê Wî gelek şa dibe (Metelok 27:11; Malaxî 3:18). w24.02 16 ¶7; 17 ¶9

Çarşem, 22 Çileyê

Hevdu qebûl kin (Rom. 15:7).

Dîna xwe bidine civata Romê. Nav wanda hebûn him Cihûyên ku li gora Qanûna Mûsa mezin bibûn, him jî kesên ji milet û kûltûrên din. Hine Mesîhî xulam bûn, hinek jî merivên aza bûn û dibeke xulamên wan jî hebûn. Lê dîsa jî, gelo şagirtên Îsa çawa hizkirin hindava hevda didane kifşê? Pawlosê şandî ew hêlan kirin, ku “hevdu qebûl kin”. Gelo ewî dixwest çi bigota? Xebera Yûnanî, ya ku hatiye welgerandinê ça “qebûl kin”, tê hesabê ku meriv kesekî li mala xwe yan ça hevalê xwe qebûl dike. Mesele, Pawlosê şandî Filîmonra got ku bira ew Onîsîmo, yê ku xulamê wîyî revî bû, “qebûl ke” (Filîmon 17). Ekîla û Priskîlayê jî mêrekî bi navê Apolo qebûl kirin, ew birine bal xwe û hê rast derheqa Îsa Mesîh jêra şirovekirin (Karên Şandiya 18:26). Şagirtên Îsa îzin nedidan, wekî firqiya orta wanda, yektî û tifaqiya wan xirab ke û wana hevdu qebûl dikir. w23.07 6 ¶13

Pêşem, 23 Çileyê

Ad-qirarên min ber Xudan kirî . . . bînim sêrî (Zeb. 116:14).

Meniya sereke ku çira tu emirê xwe tesmîlî Yehowa dikî ev e, ku tu wî hez dikî. Hezkirina te ne tenê ser hîmê hestên te ye, lê usa jî “zanebûna ruhanîva” girêdayî ye, dêmek bi saya tiştên ku tu derheqa Yehowa hîn bûyî, hezkirina te hindava wî qewî bûye (Kolosî 1:9). Bi saya lêkolîna Kitêba Pîroz tu bawer dikî, wekî (1) Xwedayê rast Yehowa ye, (2) Kitêba Pîroz ji bîna ber Wî ye û (3) Yehowa teşkîleta xwe dide xebatê, wekî qirara xwe bîne sêrî. Kesên ku emirê xwe didine destê Yehowa, gerekê hînkirinên sereke ji Kitêba Pîroz bizanibin û li gora qanûnên Yehowa bijîn. Çi ji destê wan tê ewana dikin, wekî kesên dinra derheqa baweriya xwe gilî kin (Metta 28:19, 20). Ewana Yehowa gelek hez dikin û bi dil û can dixwazin tenê Yehowara xizmet kin. Tu jî gerekê usa bikî. w24.03 4-5 ¶6-8

Înî, 24 Çileyê

Bibine bedenek (Destp. 2:24).

Mêrê Abîgaylê, Nabal, merivekî sert û serhişk bû (1 Samûyêl 25:3). Bona Abîgaylê, emir tevî mêrekî usa, bê şik gelek çetin bû. Gelo mecala Abîgaylê hebû wekî xwe ji wî xilaz ke? Belê. Carekê, Nabal Dawid û eskerên wî bêhurmet kir, ji bo çi jî Dawid dixwest here û hemû mêrên mala wîda bikuje. Ev yek bona Abîgaylê mecaleke baş bû, ku ji vî mêrî xilaz be (1 Samûyêl 25:9-13). Abîgayl dikaribû bireviya û îzin bida, wekî Dawid nêta xwe bîne sêrî. Lê ewê riya Dawid girt, ku ew Nabal nekuje (1 Samûyêl 25:23-27). Gelo Abîgaylê çira usa kir? Abîgaylê gelek Yehowa hez dikir û qedirê nihêrandina Yehowa hindava zewacê digirt. Ewê zanibû ku ber çevê Yehowa zewac pîroz e. Ewê dixwest dilê Yehowa şa ke, lema çi ji destê wê dihat ewê dikir, wekî mala xwe û mêrê xwe xwey ke. Ewê zû tiştek kir, wekî riya Dawid bigire ku ew Nabal nekuje. w24.03 16-17 ¶9-10

Şemî, 25 Çileyê

Min dikaribû bi devê xwe hûn wêrek [qewî] bikira (Îb. 16:5, ÎM).

Gelo civata teda hine xûşk-bira xîret dikin, wekî jîyîna xwe hê hêsa kin, seva bikaribin hê zêde xizmet kin? Tu zar û cahilên usa nas dikî, yên ku mektebêda bi mêrxasî piştgiriya rastiyê dikin? Yan jî, wan kesa nas dikî, yên ku Yehowara amin dimînin, çaxê neferên wan miqabilî wan dertên? Çiqas ji destê te tê, bi gotinên xwe wana bişidîne û wanra bêje ku tu çiqas qîmet dikî mêrxasî û qurbanên wan ku ewana dikin (Filîmon 4, 5, 7). Yehowa bawer e ku em bi dil û can dixwazin dilê wî şa kin, û hazir in qurbana jî bikin, seva ku xweyê sonda xwe bin. Ew bi dilovanî mecalê dide me ku em îzbat bikin, wekî em wî hez dikin (Metelok 23:15, 16). Lema jî were çiqas ji destê me tê, em bona Yehowa bikin û dilê xweda safî kin, wekî em tu car xizmetiya xwe nedine sekinandinê! w24.02 18 ¶14; 19 ¶16

Led, 26 Çileyê

Bi qencîkirinê geriya . . . û hemû[ya] . . . qenc kirin (Kar. Şand. 10:38).

Bide ber çevê xwe, ku destpêka xizmetiya Îsa çi qewimî. Ev yek payîzê sala 29 D.M.-da qewimî. Îsa, diya wî Meryem ser dewatekê li Qanayê hatine teglîfkirinê. Meryemê alî wan dikir vê yekêda, ku bona mêvana xem dikir. Lê wedê dewatê, çetinayî pêşda hat şerava wan xilaz bû. Meryem zû çû cem Îsa û jêra got: “Şerava wan nema” (Yûhenna 2:1-3). Gelo Îsa çi kir? Ewî bi keremetî av kire “şerava rind” (Yûhenna 2:9, 10). Wedê xizmetiya xweye ser erdê, Îsa gelek keremet kirin. Ewî qewata xwe dida xebatê, wekî alî bi deha hezara meriva bike. Mesele, du keremetên wî ev bûn: Carekê ewî 5 000 meriv têr kir û paşê jî 4 000 meriv, hergê em jin û zara jî hesab kin, emê bigihîjine 27 000 meriva zêdetir (Metta 14:15-21; 15:32-38). Herdu derecada jî, Îsa gelek kesên nexweş jî qenc kirin (Metta 14:14; 15:30, 31). w23.04 2 ¶1-2

Duşem, 27 Çileyê

Ez, Xwedayê te Xudan, bi destê te yê rastê digirim. Yê ku tera dibêje: “Netirse, ezê tera bibim alîkar” ez im (Îşa. 41:13, ÎM).

Çaxê em rastî derdekî tên, paşî vê yekê dibeke em xwe birîndar û bêtaqet texmîn dikin. Gava Êlyas pêxember rastî çetinayê hat, jêra zor bû rabe ser piya û ewî tenê dixwest razê. Dibeke halê me jî usa be (1 Padşatî 19:5-7). Diqewime mera alîkarî lazim e, wekî derecên çetinda berdewam kin Yehowara xizmet kin. Derecên usada, Yehowa mera giliyên ji rêza îroyîn dibêje. Dawid Padşa emirê xweda alîkariya Yehowa dîtibû. Çaxê Dawid rastî tengasiya û dijmina dihat, ewî Yehowara got: “Milê Teyî rastê girt pişta min” (Zebûr 18:35). Yehowa gelek cara bi saya kesên din alî me dike. Mesele, gava Dawid xwe sist texmîn dikir, dostê wî Yonatan carekê çû bal wî, ku berdiliyê bide wî û êmosiyalîda wî bişidîne (1 Samûyêl 23:16, 17). Usa jî, Yehowa bi saya Êlîşa alî Êlyas pêxember kir (1 Padşatî 19:16, 21; 2 Padşatî 2:2). w24.01 23-24 ¶10-12

Sêşem, 28 Çileyê

Xudan e yê serwaxtîyê dide, zanistî, bîlantî jî ji devê Wî dertên (Metlk. 2:6).

Yehowa Bavekî merd e û me dibe xweyî. Ev hunur bîlaniya rastva girêdayî ye, ya ku Metelok serê 9-da bi sîmbolîk ça jineke bîlan tê hesabê. Ewê goşt û şerav hazir kiriye û sifire rast kiriye (Metelok 9:2). Paşê, rêza 4 û 5-da tê gotinê, ku bîlanî gazî kesên ‘bêhiş’ dike û wanra dibêje: “Werin bixwin nanê min”. Gelo çira ferz e, ku em herin mala bîlaniya rast û ber sifirê rûnên? Çimkî Yehowa dixwaze, wekî zarên wî safîkirinên baş bikin. Ew naxwaze ku em serê xwe bikine belayê û paşê poşman bin. Lema jî, ew bona kesên rast bîlaniyê xwey dike (Metelok 2:7). Hergê tirsa Xwedê dilê meda hebe, emê bixwazin dilê wî şa kin. Emê guh bidin şîretên wî û li gora wan bijîn (Aqûb 1:25). w23.06 23 ¶14-15

Çarşem, 29 Çileyê

Xwedê ser neheqiyê nîne, wekî kirên we . . . bîr bike (Îbrn. 6:10).

Hergê em nikarin bi temamî xizmetiyêda kar bikin, dîsa jî em dikarin bawer bin, wekî Yehowa qîmet dike her tiştê ku em bona wî dikin. Em vê yekê ji ku zanin? Rojên Zekeryada, Yehowa gote pêxemberê xwe, wekî ji zêr û zîvê ku dilê Babîlonêda şandibûn, tacekê çêke (Zekerya 6:11). Ev tac bona bîranîna wan Cihûya hatibû çêkirin, yên ku Babîlonêda mabûn û bi merdanî pêşkêş şandibûn (Zekerya 6:14). Em dikarin bawer bin, ku Yehowa wê tu car bîr neke, wekî em bi xîret û bi dil û can wan rojên çetinda wîra xizmet dikin. Van rojên paşinda, emê rastî çetinaya bên û halê dinyayê wê çiqas here hê xirab be (2 Tîmotêyo 3:1, 13). Lê nelazim e ku em bi zêdeyî bitirsin. Bîr nekin, ku Yehowa bi saya Hagay pêxember çi gotibû: “Ez bi wera me. . . . Netirsin!” (Hagay 2:4, 5). Hergê çiqas destê me tê, em nêta Yehowa bînin sêrî, ew wê timê tevî me be. w23.11 19 ¶20-21

Pêşem, 30 Çileyê

Ez merivekî gunekar im (Lûqa 5:8).

Kêmasiyên Petrûsê şandî dikaribûn Kitêba Pîrozda ne jî bihatana nivîsarê. Lê Yehowa ew dane nivîsarê, wekî em ji wan şaşiyên wî hîn bin (2 Tîmotêyo 3:16, 17). Petrûs merivekî mîna me bû. Ji mesela wî emê bivînin, ku Yehowa bêqisûrtiyê ji me dewa nake. Ew dixwaze ku em himberî qisûr û kêmasiyên xwe şer bikin û timê xîret bin. Çira ferz e ku em xîret bin? Gava em ser kêmasîke xwe bixebitin û xwe rast kin, dibeke em dîsa vê şaşiyê bikin. Lê em xîret dikin ku bigihîjin nêta xwe. Em carna tiştekî dibêjin yan dikin û paşê jî poşman dibin. Lê hergê em xîreta xwe unda nekin, Yehowa wê alî me bike ku em pêşda herin (1 Petrûs 5:10). Rast e kêmasiyên Petrûs hebûn, lê yeke Îsa hindava wîda dilovan bû. Ev yek dikare dilê me qewî ke, ku em berdewam kin Yehowara xizmet kin. w23.09 20-21 ¶2-3

Înî, 31 Çileyê

Xudan, hergê tu li vir bûyayî, birê minê nemira (Yûhn. 11:21).

Îsa dikaribû Lazar qenc kira. Lê ewî dixwest tiştekî diha mezin bikira. Ewî soz da Mertayê: “Birê teyê ji mirinê rabe”. Usa jî got: “Ez im rabûn û jiyîn!” (Yûhenna 11:23, 25). Belê, Xwedê qewat daye Îsa, wekî miriya vegerîne jîyînê. Carekê, Îsa keçikek hine wext şûnda paşî mirina wê, vegerande jîyînê. Carekê jî, ewî xortek hema roja mirina wî, vegerande jîyînê (Lûqa 7:11-15; 8:49-55). Lê gelo ewî dikaribû kesekî ku îda çar roj miribû û bîn ketibûyê, ji mirinê rakira? Meryem, xûşka Lazare din, çû pêşiya Îsa. Ewê jî usa gote wî: “Xudan, heger tu li vê derê bûyayî, birê min nedimir” (Yûhenna 11:32). Meryem û kesên din jî gelek xemgîn bûn. Gava Îsa êşa dilê wan û hêsirên çevê wan dîtin, ew gelekî xemgîn bû. Dilê Îsa ser wan şewitî û ew jî tevî wan giriya. Ewî zanibû ku çaxê dostekî meriva dimire, ev yek êşeke gelek giran e. Bêşik, ewî ji dil dixwest meniya hêsirên wan kuta ke! w23.04 10-11 ¶12-13

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin