KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es25 rûp. 88-97
  • Îlon

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Îlon
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025
  • Binserî
  • Duşem, 1 Îlonê
  • Sêşem, 2 Îlonê
  • Çarşem, 3 Îlonê
  • Pêşem, 4 Îlonê
  • Înî, 5 Îlonê
  • Şemî, 6 Îlonê
  • Led, 7 Îlonê
  • Duşem, 8 Îlonê
  • Sêşem, 9 Îlonê
  • Çarşem, 10 Îlonê
  • Pêşem, 11 Îlonê
  • Înî, 12 Îlonê
  • Şemî, 13 Îlonê
  • Led, 14 Îlonê
  • Duşem, 15 Îlonê
  • Sêşem, 16 Îlonê
  • Çarşem, 17 Îlonê
  • Pêşem, 18 Îlonê
  • Înî, 19 Îlonê
  • Şemî, 20 Îlonê
  • Led, 21 Îlonê
  • Duşem, 22 Îlonê
  • Sêşem, 23 Îlonê
  • Çarşem, 24 Îlonê
  • Pêşem, 25 Îlonê
  • Înî, 26 Îlonê
  • Şemî, 27 Îlonê
  • Led, 28 Îlonê
  • Duşem, 29 Îlonê
  • Sêşem, 30 Îlonê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025
es25 rûp. 88-97

Îlon

Duşem, 1 Îlonê

Wê ji ezmana dakeve ser me, mîna royê ku hiltê (Lûqa 1:78).

Xwedê qewat daye Îsa, wekî ew hemû problêmên meriva bide hildanê. Pê keremetên xwe, Îsa nîşan dikir, ku qewata wî heye van problêmên me safî ke, yên ku meyê tu car nikaribûya pê qewata xwe safî kira. Mesele, qewata wî heye, wekî me ji koka kul-derdên meriva xilaz bike, dêmek ji nexweşî û mirinê, ku derbazî ser me bûne (Metta 9:1-6; Romayî 5:12, 18, 19). Keremetên wî bi zelalî nîşan dikirin, wekî ew dikare “her cûre” nexweşiya qenc bike û hela hê meriva jî ji mirinê rake (Metta 4:23; Yûhenna 11:43, 44). Usa jî, qewata wî heye ku firtona bide sekinandinê û meriva ji hukumê cina xilaz ke (Markos 4:37-39; Lûqa 8:2). Em gelek şa ne, wekî Yehowa qewateke usa mezin daye Kurê xwe! Em dikarin sed selefî bawer bin, ku hemû sozên Yehowa wê bi saya Padşatiya Wî bêne sêrî. Keremetên ku Îsa ser erdê kiribûn, meselên vê yekê ne, ku axiriyêda ça Padşê ezmana, ewê keremetên hê mezin bike. w23.04 3 ¶5-7

Sêşem, 2 Îlonê

Ruh her tiştî enene dike, heta nêt-meremên Xwedêye kûr jî (1 Korn. 2:10).

Hergê civata teda gelek mizgînvan hene, û destê te gelek car neyê dîtinê, dibeke tu bifikirî îda destê xwe hilnebirî. Lê dilteng nebe, berdewam ke destê xwe hilbire. Tu dikarî bona her civînekê, çend caba hazir kî. Hergê te destpêka civatêda cab neda, dîsa jî vê mecala te hebe ku caba xwe bidî. Çaxê tu xwe bona lêkolîna Birca Qerewiliyê hazir dikî, bifikire ku her abzasek çawa têma serekeva girêdayî ye. Hergê tu usa bikî, tuyê bikaribî civatêda cabên baş bidî. Usa jî, tu dikarî cabên derheqa wan hînkirinên Kitêba Pîroz hazir kî, şirovekirina kîjana hêsa nîne. Gelo çira? Çimkî gelek kes bona abzasên usa destê xwe bilind nakin. Lê hergê dîsa jî ser çend civata mecal nakeve destê te, ku caba xwe bidî, tu çi dikarî bikî? Pêşiya civatê, tu dikarî herî cem birê ku civatê derbaz dike û jêra bêjî wekî tu dixwazî caba kîjan pirsê bidî. w23.04 21-22 ¶9-10

Çarşem, 3 Îlonê

Ûsiv . . . çawa ku melekê Yehowa wîra gotibû, ewî dergîstiya xwe jintî anî mala xwe (Met. 1:24).

Ûsiv timê hazir bû guh bide rêberiya Yehowa. Lema jî ew malxêkî baş bû. Kêmî-kêm ewî sê cara bona malbeta xwe rêberî ji Xwedê standibû. Çiqas jî wîra çetin bû, Ûsiv timê derbêra guh dida Yehowa (Metta 1:20; 2:13-15, 19-21). Ew pey rêberiya Yehowa diçû, lema jî ewî Meryem diparast û bona wê xem dikir. De bidine ber çevê xwe, ku Meryemê çiqas qedirê Ûsiv digirt û wî hiz dikir! Mêrno, hûn dikarin çev bidine Ûsiv û bona xweykirina malbeta xwe rêberiyên Kitêba Pîroz bigerin. Hergê wera hêsa nîne wan şîreta bidine xebatê, lê dîsa jî hûn vê yekê dikin, usa hûn hizkirina xwe hindava kulfeta xwe didine kifşê û dixwazin zewaca xwe qewî kin. Xûşkeke ji girava Vanûatû, ya ku 20 sala zêdetir mêrkirî ye, dibêje: “Gava mêrê min rêberiya Yehowa digere û xîret dike ku li gora vê rêberiyê bijî, ez diha zêde qedirê wî digirim. Ez xwe rihet texmîn dikim û zanim ku safîkirinên wî gelek baş in”. w23.05 21 ¶5

Pêşem, 4 Îlonê

Wê li wir rêke mezin hebe, wê jêra ‘Riya Pîroz’ bêjin (Îşa. 35:8, ÎM).

Cihûyên ku ji Babîlonê vegeriyabûn welatê xwe, “miletekî buhurtî-jibare” bû (Qanûna Ducarî 7:6). Lê ev yek nedihate hesabê, ku wana gerekê xwe neguhasta, seva ku Yehowa ji wan razî bûya. Heçî zef Cihû Babîlonêda hatibûne bûyînê û hînî edet û fikirên Babîloniya bibûn. Gelek sal paşî vê yekê, ku Cihûyên pêşin vegeriyabûn Îsraêlê, Nehemiya Welî dît, wekî zarên ku Îsraêlêda hatibûn bûyînê, zimanê Îbranî jî nizanibûn (Qanûna Ducarî 6:6, 7; Nehemiya 13:23, 24). Gelo zimanê Îbranî çira usa ferz bû? Zimanê Îbranî, zimanê sereke bû, ser kîjanî Xebera Xwedê hatibû nivîsarê. Lema jî, seva ku Yehowa hiz bikin û wîra xizmet kin, lazim bû ku ewana vî zimanî rind fem bikin (Ezra 10:3, 44). Xêncî vê yekê lazim bû, wekî wan Cihûya guhastinên mezin bikirana. Ev yek wê welatê Îsraêlêda hêsa bûya, çimkî wêderê hebandina Yehowara hêdî-hêdî dihate vegerandinê (Nehemiya 8:8, 9). w23.05 15 ¶6-7

Înî, 5 Îlonê

Xudan dest davêje hemû ketîya û yê tewîyayî dide sekinandinê (Zeb. 145:14).

Xwestina me çiqas hebe yan em çiqas xîret bin jî, dibe ku hinek çetinayî bêne pêşiya me. Mesele, hine tiştên ku nişkêva diqewimin, dikarin wede ji me bistînin, kîjan meyê bida xebatê ku bigihîjine nêta xwe (Waîz 9:11). Carna em dikarin ji bo problêma, qewat û mêrxasiya xwe unda kin (Metelok 24:10). Yan jî dibeke ji bo vê yekê, ku em merivne gunekar in, mera çetin e bigihîje nêta xwe (Romayî 7:23). Yan jî, dibeke em westiyayî ne (Metta 26:43). Lê çi dikare alî me bike dilteng nebin? Hergê tiştek biqewime ev nayê hesabê, wekî tê îda negihîjî nêta xwe. Kitêba Pîroz dibêje ku gelek çetinayî dikarin bêne pêşiya me. Lê dîsa jî, Xebera Xwedê dibêje ku em dikarin serkevin. Belê, kesê ku xîret dike, wekî nava çetinayada jî bigihîje nêta xwe, îzbat dike wekî ew dixwaze dilê Yehowa şa ke. Gava Yehowa xîreta me divîne, ew ji me razî ye! w23.05 30 ¶14-15

Şemî, 6 Îlonê

Nexşê qenc nîşanî kêrî kin (1 Pet. 5:3).

Xizmetiya pêşengtî alî xorta dike, ku tevî cûre-cûre meriva hevkariyê bikin. Usa jî, ev yek alî wan dike, ku perê xwe bi bîlanî xerc kin (Fîlîpî 4:11-13). Pêşiya ku bira destpêke ça pêşeng xizmet ke, ew dikare wedekî ça pêşengê komekdar xizmetê ke. Xizmetiya pêşengtî dikare derî bona gelek cûre xizmetiya veke, mesele xizmetiya Beytelêda yan jî xizmetiya ser proêktên avakirinê. Gerekê her bira xwera nêt dayne, ku bibe rûspî û alî xûşk-bira bike. Ça Kitêba Pîroz dibêje, her birê ku dixwaze bigihîje vê nêtê, “şixulekî qenc dixwaze” (1 Tîmotêyo 3:1). Pêşiyê bira gerekê ser xwe bixebite, wekî bibe berdestiyê civatê. Berdestiyên civatê gelek aliyada piştgiriya rûspiyên civatê dikin. Him rûspî him jî berdestiyên civatê, bi milûktî alî xûşk-bira dikin û bi xîret mizgîniyê bela dikin. w23.12 28 ¶14-16

Led, 7 Îlonê

Hê ciwan bû, dest bi lêgerîna Xwedayê bapîrê xwe Dawid kir (2 Dîr. 34:3).

Mîna Yoşiya safîkirinên baş bike. Gava Yoşiya Padşa 16 salî bû, ewî destpêkir Yehowa bigere. Ewî dixwest derheqa Yehowa pêbihese û li gora xwestina wî bijî. Lê emirê wî ne hêsa bû. Wî çaxî, heçî zef ji cimetê xudanên qelp dihebandin. Lema jî lazim bû, wekî Yoşiya qewî û ser xwe be, wekî bikaribe hebandina rast biparêze. Û ewî hema usa jî kir! Pêşiya 20 saliya xwe, ewî destpêkir welatê xwe ji hebandina qelp paqij ke (2 Dîrok 34:1, 2). Mîna Yoşiya, cahil jî dikarin derheqa Yehowa û hunurên wîyî qîmet hê zêde pêbihesin. Hergê tu usa bikî, tuyê bixwazî emirê xwe tesmîlî Yehowa kî. Ev yek ser jîyîna te wê çawa hukum ke? Lûka, yê ku 14 saliya xweda hate nixumandinê, roja sonda tesmîlbûyînê usa got: “Îroda ezê emirê xweda xizmetiya Yehowara daynim ser ciyê pêşin û her tiştî bikim, wekî dilê wî şa kim” (Markos 12:30). Hergê tu jî usa bikî, tuyê keremên mezin bistînî! w23.09 11 ¶12-13

Duşem, 8 Îlonê

Qedirê wan bigirin, yên ku nava weda dixebitin, jiyîna xwedênasiyêda sevîtiyê li we dikin û we şîret dikin (1 Têsln. 5:12).

Gava Pawlosê şandî neme Têsalonîkiyara nivîsî, hê salek jî derbaz nebibû ku ev civat hatibû sazkirinê. Diqewime vê civatêda birên cabdar cêribandî nîbûn û şaşî dikirin. Yeke ewana hêjayî paya bûn. Çiqas tengasiya mezin nêzîk dibe, haqas hê zêde em gerekê îtbariya xwe rêberiya rûspiya bînin. Dibeke usa biqewime, ku em nikaribin tevî Ofîsa Sereke û Beytelê têklî bin, lema jî gelek ferz e, ku em nihada rûspiya hiz bikin û qedirê wan bigirin. Çi jî biqewime, were em haş ji xwe hebin û dîna xwe nedin kêmasiyên rûspiya û bîra xweda xwey kin, ku Yehowa bi saya Îsa Mesîh rêberiya van mêrên amin dike. Çawa ku kumzirih serê esker diparêze, hêviya me jî hişê me diparêze û alî me dike rast bifikirin. Em tiştên vê dinyayêda bêqîmet hesab dikin (Fîlîpî 3:8). Hêviya me alî me dike, ku em rihet û qewî bimînin. w23.06 11-12 ¶11-12

Sêşem, 9 Îlonê

Axmaxtî jineke qalme-qalm e, bêhiş û bêfem e (Metlk. 9:13).

Kesên ku teglîfa ‘jina axmax’ dibihên, dikarin vê teglîfê yan qebûl kin yan jî înkar kin. Gelek meniyên ferz hene, ku çira em bênamûsiyê nakin. ‘Jina axmax’ dibêje: “Ava dizîyê şîrin e” (Metelok 9:17). Gelo “ava dizîyê” çi ye? Kitêba Pîroz heleqetiya sêksûal orta jin-mêrê ku bi qanûnî zewicî ne, beramberî ava sar dike, ya ku rojeke germda meriva hênik dike (Metelok 5:15-18). Belê, ewana dikarin ji vê heleqetiyê şabûnê bistînin. Lê “ava dizîyê” cude ye. Ev yek derheqa bênamûsiyê tê gotinê, ya ku Xwedê qedexe dike. Kesên ku bênamûsiyê dikin, vê yekê dizîkava dikin. Gava ewana difikirin, wekî tu kes wê wana nevîne û ewê bê ceza bimînin, vî çaxî “ava dizîyê” li ber dilê wan gelek şîrin dibe. Dereweke çiqas mezin e! Ewana dikarin xwe bixapînin, lê nikarin Yehowa bixapînin, çimkî Yehowa her tiştî divîne. Kesê ku dostiya xwe tevî Xwedê unda dike, her tiştî unda dike. Ji vê yekê xirabtir tiştek tune (1 Korintî 6:9, 10). w23.06 22 ¶7-9

Çarşem, 10 Îlonê

Ez vê yekê ne bi hemdê xwe dikim, çimkî eva qulixek e li min hatiye spartinê (1 Korn. 9:17).

Hergê tu difikirî wekî duayên te îda ji dil nînin, yan jî hergê tu îda mîna berê ji xizmetiyê şabûnê nastînî, nefikire ku Yehowa bi saya ruhê pîroz îda alî te nake. Mîna her kesî, tu jî merivekî qisûrdar î, lema jî hestên usa carna dikarin cem te pêşda bên. Hergê xîreta te sar bûye, mesela Pawlosê şandî bide ber çevê xwe. Hemikî ewî her tişt dikir wekî çev bide Îsa, lê carna xwestina wî dihate guhastinê. Yeke Pawlos bi xîret xizmetiyêda kar dikir û firqî tune bû, wê demê ewî xwe ça texmîn dikir. Lema jî, ne tenê ser hîmê hestên xwe safîkirina bike. Tu çi jî texmîn bikî, bira safîkirinên te rast bin. Wext şûnda kirên te wê li ser hestên te hukum bikin (1 Korintî 9:16). w24.03 11-12 ¶12-13

Pêşem, 11 Îlonê

Hizkirina xwe . . . wanra bidine îzbatkirinê, wekî hemû civîn wê yekê bibînin (2 Korn. 8:24).

Em dikarin bibine dostên xûşk-bira û tevî wan wede derbaz kin. Bi vî cûreyî, em dikarin hizkirinê wanra nîşan kin (2 Korintî 6:11-13). Civatên meda, xûşk-birên ji cûre-cûre mileta hene û ji hev cude dibin. Hergê em dîna xwe bidine xeysetên wane baş, emê hizkirina nav xweda diha qewî kin. Belê, hergê em hîn bin, ku mîna Yehowa derheqa kesên din bifikirin, emê îzbat kin wekî em wana hiz dikin. Wedê tengasiya mezin wê gelek ferz be ku em hizkirinê nîşan kin. Gava ev tengasî destpêbe, gelo Yehowa wê çawa me biparêze? Dîna xwe bidinê ku gava wedê berê hicûmî ser bajarê Babîlonê kirin, Yehowa çi rêberî da xizmetkarên xwe: “Were gelê min! Bikeve odeyên xwe yên hundur û li pişt xwe deriya bigire. Demeke kurt [kin] xwe veşêre, heta ku xezeb derbaz bû” (Îşaya 26:20, ÎM). Ça kifş e wedê tengasiya mezin jî em gerekê guh bidine vê rêberiyê. w23.07 6-7 ¶14-16

Înî, 12 Îlonê

Ev dinya eyan derbaz dibe (1 Korn. 7:31).

Bira serwaxtiya te hemûyara eyan be. Ji xwe bipirse: “Gelo kesên din min ça yekî berbihêr û nerm hesab dikin, yan ça yekî sert û serhişk? Gelo ez timê difikirim ku merivên din jî gerekê usa bikin, çawa ku ez hesab dikim rast e, yan ez nihêrandina wan jî hildidim hesab?” Gava em xîret dikin wekî bi berbihêriyê her tiştî bikin, em nîşan dikin ku em çev didine Yehowa û Îsa. Berbihêrî tê hesabê ku gava dereca jîyîna me tê guhastinê, em gerekê hazir bin li gora dereca teze bijîn. Guhastinên usa dikarin problêmên teze pêşda bînin. Mesele, dibeke em nişkêva qayîm nexweş kevin, rastî problêmên êkonomîkî bên, yan ji bo guhastinên polîtîkî emirê me diha çetin be (Waîz 9:11). Yan jî, dibeke em teşkîleta Yehowada cabdarîke teze bistînin. Emirê xweda em rastî çi jî bên, ev çar tişt wê alî me bikin: (1) dereca teze qebûl ke, (2) derheqa axiriyê bifikire, (3) dîna xwe bide tiştên baş, û (4) alî kesên din bike. w23.07 21-22 ¶7-8

Şemî, 13 Îlonê

Tu gelekî hatî hezkirin (Dan. 9:23, ÎM).

Çaxê Daniyêl pêxember hê xort bû, Babîloniya ew çawa dîl birine Babîlonê, ku gelek dûrî Orşelîmê bû. Ça kifş e serwêrên Babîloniya dîna xwe dane Daniyêl, çimkî ev yekî berbiçev bû (1 Samûyêl 16:7). Ew yekî “bêqisûr û lihevhatî” bû û ji malbeteke esilzade bû. Lema jî Babîloniya ew hîn kirin, wekî qesirêda xizmet ke (Daniyêl 1:3, 4, 6, ÎM). Yehowa Daniyêl hez dikir ne ji bo bejn-bala wî yan jî nav-dengê wî, lê çimkî ewî xwe li rastiyê digirt û ber çevê Xwedê tiştên rast dikir. Mesele, çaxê Yehowa got ku Daniyêl mîna Nuh û Îbo pêxember yekî amin e, hingê Daniyêl dibeke weke 20 salî bû. Îbo û Nuh bi deha sala ber Xwedê navekî baş qazanc kiribûn (Destpêbûn 5:32; 6:9, 10; Îbo 42:16, 17; Hezeqêl 14:14). Temamiya emirê xwe, Daniyêl pêxember Yehowa hez dikir (Daniyêl 10:11, 19). w23.08 2 ¶1-2

Led, 14 Îlonê

Fireyî, dirêjayî, bilindayî û kûraya vê . . . fem bikin (Efes. 3:18, ÎM).

Pêşiya ku tu malekê bikirî, teyê bixwesta bi çevê xwe ev mal û der-dora wê bidîta. Usa jî, teyê dîna xwe bida hemû otaxa û her qulçên van. Em dikarin hema bi wî cûreyî hûr bi hûr Kitêba Pîroz bixûnin û lêkolîn bikin. Hergê em leze-lez bixûnin, emê tenê “ji gotinên Xwedê dersên pêşine sade hîn bin”, dêmek rastiyên sereke (Îbranî 5:12). Lê çawa ku meriv rind dîna xwe dide her qulçên mala teze, hema bi vî cûreyî em jî gerekê Kitêba Pîroz kûr lêkolîn bikin, wekî rind fem bikin. Ji bo vê yekê, em gerekê bivînin ku hemû rastiyên Kitêba Pîroz çawa hevva girêdayî ne. Usa jî, bes nîne tenê bizanibin van rastiya, kîjana em bawer dikin, lê em gerekê fem bikin ku çira em wan rastiya bawer dikin. Seva ku em Xebera Xwedê ji her aliyava fem bikin, em gerekê rastiyên kûr ji Kitêba Pîroz, pêbihesin. Pawlosê şandî xûşk-birara got, ku ewana Xebera Xwedê usa bixûnin, wekî “bikaribin fem bikin, ku berayî, dirêjayî, bilindayî û kûrayiya” rastiyê çi ye. Bi saya vê yekê, wê hîmê baweriya wan qewî bûya (Efesî 3:14-19). Hema bi vî cûreyî, em jî gerekê Kitêba Pîroz bixûnin. w23.10 18 ¶1-3

Duşem, 15 Îlonê

Xûşk-birano, aliyê telî-tengiya û sebirêda çev bidine wan pêxembera, yên ku bi navê Xudan xeber dane (Aqûb 5:10).

Kitêba Pîrozda gelek serhatiyên merivên bi sebir hene. Tu dikarî van serhatiya kûr lêkolîn kî. Mesele, gava Dawid cahiltiyêda ça Padşê Îsraêlê hatibû bijartinê, lazim bû wekî ew gelek sala hîviyê bûya, heta ku bibûya Padşa. Gava Şimhûn û Hana hîviya Mesîhê sozdayî bûn, wana bi aminî Yehowara xizmet dikir (Lûqa 2:25, 36-38). Çaxê tu derheqa van serhatiya lêkolîn bikî, ji xwe bipirse: “Çi alî wî merivî dikir ku ew sebir ke? Sebir çi kar jêra anî? Ez ça dikarim çev bidime wî?” Ji serhatiyên merivên bê sebir jî tu dikarî hine tişta hîn bî (1 Samûyêl 13:8-14). Ji xwe bipirse: “Sebira wan çira tune bû? Axiriyêda çi hate serê wan?” w23.08 25 ¶15

Sêşem, 16 Îlonê

Em bawer dikin û em zanin, wekî tu Pîrozê Xwedê yî (Yûhn. 6:69).

Petrûs yekî amin bû. Ewî îzin nedida tu tiştî, ku riya wî bigire pey Îsa here. Carekê, gava Îsa tiştek şagirtên xwera got û wana fem nekir, vê demê Petrûs aminiya xwe nîşan kir (Yûhenna 6:68). Gelek peyçûyên Îsa hîviya şirovekirina giliyên wî nesekinîn û pişta xwe dane wî çûn. Lê Petrûs usa nekir, çimkî ewî zanibû, ku “gotinên jiyîna heta-hetayê” cem Îsa ne. Îsa zanibû wekî Petrûs û şandiyên din, wê wî bihêlin. Lê yeke ew bawer bû, ku Petrûs wê dîsa vegere û amin bimîne (Lûqa 22:31, 32). Îsa fem dikir ku “ruh razî ye, lê beden sist e” (Markos 14:38). Lema jî çaxê Petrûs lê înkar kir, Îsa ji wî nexeydî. Paşî rabûna xwe, Îsa Petrûsra eyan bû û diqewime Petrûs wî çaxî tenê bû (Markos 16:7; Lûqa 24:34; 1 Korintî 15:5). Bi vî cûreyî, Îsa dilbînî da Petrûs! w23.09 22 ¶9-10

Çarşem, 17 Îlonê

Xwezî li wan, ku neheqiyên wan hatine baxşandinê û gunên wan hatine nixamtinê (Rom. 4:7).

Xwedê dinixumîne, dêmek bi temamî gunên wan meriva dibaxşîne, yên ku baweriya xwe wî tînin (Zebûr 32:1, 2). Ji bo baweriya wan, Xwedê wana rast hesab dike. Rast e Birahîm, Dawid û xizmetkarên Xwedêye din merivên gunekar bûn, yeke ewana ça merivên rast hatine hesabê. Lê xizmetkarên Xwedê û kesên ku wî nahebînin, ber çevê Xwedê mîna hev nînin. Xizmetkarên wî baweriya xwe wî tînin, lema jî ew wana bêsûc hesab dike (Efesî 2:12). Çawa ku Pawlos nema xweda zelal kir, meriv bê bawerî nikare bibe dostê Xwedê. Birahîm û Dawid dostên Xwedê bûn, çimkî wana baweriya xwe Xwedê dianî. Em jî dikarin bi baweriya xwe bibine dostên Xwedê. w23.12 3 ¶6-7

Pêşem, 18 Îlonê

Timê qurbana pesindayînê bidine Xwedê, awa gotî berê zar-zimanê xwe, yên ku navê wî îqrar dikin (Îbrn. 13:15).

Îro me hemûyara qedir hatiye dayînê, wekî wext, qewat û mecalên xwe bona Padşatiya Xwedê xerc kin. Gava em her tiştî dikin, wekî Yehowara xizmetê kin, bi vê yekê em ji aliyê xweda ya lape baş bona wî qurban dikin. Pawlosê şandî xilaziya nema xweye Îbraniyara, derheqa çend tişta nivîsî, yên ku em gerekê tu car bîr nekin û bînin sêrî (Îbranî 10:22-25). Mesele, em gerekê hertim dua bikin, kesên dinra derheqa gumana xwe bêjin, herin civîna, hevdu hêlan û qewî kin, heta ku Roja Xwedê bê. Xilaziya kitêba Eyantî, melekê Yehowa du cara got, wekî em gerekê Xwedêra xizmet kin (Eyantî 19:10; 22:9). Were em van rastiyên kûr derheqa paristgeha ruhanî, qe bîr nekin, û bişêkirînin wekî mecala me heye Xwedêyê Himzorra xizmet kin! w23.10 29 ¶17-18

Înî, 19 Îlonê

Hevdu hiz bikin (1 Yûhn. 4:7).

Em dixwazin timê “hevdu hiz bikin”. Lê em gerekê bîr nekin, ku Îsa got wekî “hezkirina geleka wê sar be” (Metta 24:12). Îsa negot ku hezkirin wê nava heçî zef şagirtên wîda sar be. Lê dîsa jî em gerekê hişyar bimînin, wekî dilsariya merivên vê dinê, ser hezkirina me hukum neke. Lema jî, were em dîna xwe bidine vê pirsa ferz: Em ça dikarin têderxin, hela hezkirina me hindava xûşk-birada qewî ye yan na? Hine derecên jîyîna meda, gotin û kirên me didine kifşê, wekî em kesên din çiqas hez dikin (2 Korintî 8:8). Petrûsê şandî derheqa vê yekê usa got: “Berî her tiştî, hizkirina we hindava hevda bi dil û can be, çimkî hizkirin gelek guna dinixême” (1 Petrûs 4:8). Lê ji bo kêmasiyên xûşk-bira, hezkirina me dikare bê cêribandinê. w23.11 10-11 ¶12-13

Şemî, 20 Îlonê

Hevdu hiz bikin (Yûhn. 13:34).

Hergê em civatêda hezkirinê tenê hinekara bidine kifşê, ev yek tê hesabê ku em guh nadine temiya Îsa. Hemikî, em jî mîna Îsa tevî hine xûşk-bira diha nêzîk in (Yûhenna 13:23; 20:2). Lê Petrûs şîret dide me, ku em gerekê “xûşk-bira hiz bikin”, dêmek hezkirinê hindava hemûya bidine kifşê, çimkî em neferên malbetekê ne (1 Petrûs 2:17). Petrûs got, “bi dilê sax hevdu qayîm hiz bikin” (1 Petrûs 1:22). Dêmek, çiqas çetin be jî, yeke em gerekê hemû xûşk-bira hez bikin. Mesele, hergê birak dilê me bêşîne, em gerekê çi bikin? Sêrîda dibeke emê bixwazin xwe mîna wî bidine kifşê. Lê Petrûs ji Îsa pêhesiya, ku tiştên usa Xwedê xweş nayê (Yûhenna 18:10, 11). Petrûs nivîsî: “Ji ber xirabiyêva xirabiyê nekin, yan ji ber bêhurmetkirinêva bêhurmetkirinê” (1 Petrûs 3:9). Hezkirina ji dil alî me dike dîsa jî dilremiyê bidine kifşê. w23.09 28-29 ¶9-11

Led, 21 Îlonê

Bira jinên wan giran, . . . xwegirtî, her tiştîda amin bin (1 Tîmt. 3:11).

Gava em divînin ku zar çiqas zû mezin dibin, em gelek ecêbmayî dimînin. Çaxê zar mezin dibe, ew bona vê yekê qewatê xerc nake. Lê seva ku ewana bibin şagirtên Îsa yên gihîştî, vê yekêra xîret û qewat lazim e (1 Korintî 13:11; Îbranî 6:1). Bona vê yekê, gerekê ewana dostiya xwe tevî Yehowa qewî kin. Usa jî, seva ku ewana hunurên usa pêşda bînin, yên ku Xwedê xweş tên û bikaribin cabdariya bistînin, wanra alîkariya ruhê pîroz lazim e (Metelok 1:5). Yehowa çawa mêr usa jî jin efirandiye (Destpêbûn 1:27). Jin û mêr him ji aliyê fîzîkî, him jî gelek tiştên dinda ji hev cude dibin. Mesele, Yehowa jin û mêr usa çêkirine, ku her kes rola xwe bîne sêrî. Seva ku ewana cabdariyên xwe bînin sêrî, ewana gerekê hunur û feresetên usa nav xweda pêşda bînin, kîjan ku vê yekêda wê alî wan bikin (Destpêbûn 2:18). w23.12 18 ¶1-2

Duşem, 22 Îlonê

Merivên ji hemû mileta bikine şagirtên min û wana bi navê Bav, [û] Kur . . . binixumînin (Met. 28:19).

Gelo Îsa dixwest ku meriv navê Bavê wî bidine xebatê? Belê. Çaxê Îsa ser erdê bû, hine serwêrên rêlîgî diqewime difikirîn ku navê Xwedê gelek pîroz e, lema jî meriv gerekê nedine xebatê. Lê Îsa tu car îzin nedida ku erf-edetên usa, yên ku miqabilî Nivîsarên Pîroz in, bibine sebeb ku ew navê Bavê xwe pîroz neke. Bîne bîra xwe, gava Îsa li herêma Girasînî mêrekî cinaketî qenc kir, çi qewimî. Merivên herêmê tirsiyan, û dixwestin wekî Îsa ji wêderê here, û ew jî çû (Markos 5:16, 17). Lê yeke Îsa dixwest ku wêderê derheqa navê Yehowa pêbihesin. Lema jî ewî vî mêrê qencbûyîra got, wekî ew xelqêra bêje ku Yehowa ji bo wî çi kir, ne ku Îsa çi kir (Markos 5:19). Îsa dixwaze ku em jî usa bikin, dêmek wekî em ser temamiya dinyayê navê Bavê wî bidine naskirinê! (Metta 24:14; 28:20) Gava em usa dikin, em dilê Padşê xwe, Îsa, şa dikin. w24.02 10 ¶10

Sêşem, 23 Îlonê

Bona navê min te cefa kişand (Eyan. 2:3).

Keremeke çiqas mezin e, ku em van rojên xilaziyêda para teşkîleta Yehowa ne! Halê dinyayê çiqas diçe xirab dibe, lê Yehowa gelek xûşk-birên ezîz daye me, yên ku alî me dikin (Zebûr 133:1). Ew alî me dike wekî malbeta me qewî û bextewar be (Efesî 5:33–6:1). Û ew bîlaniyê dide me, wekî em ber çetinaya sebir kin û şabûna xwe unda nekin. Em gerekê xîret bin, wekî berdewam kin bi aminî Yehowara xizmet kin. Gelo çira? Çimkî kêmasiyên kesên din cara dikarin me eciz kin. Dibeke em ji bo kêmasiyên xwe jî eciz dibin, îlahî çaxê em hine şaşiya dîsa û dîsa dikin. Belê, em gerekê berdewam kin bi aminî Yehowara xizmet kin, (1) gava xûşk yan birak dilê me dêşîne, (2) gava em ji bo problêmên zewacêda eciz dibin û (3) gava em ji bo şaşiyên xwe dilteng dibin. w24.03 14 ¶1-2

Çarşem, 24 Îlonê

Em gihîştine çi derecê, anegorî wê yekê bijîn (Fîlî. 3:16).

Cara tuyê derheqa serhatiyên wan xûşk-bira bibihêyî, yên ku safî kirine hê zêde Yehowara xizmet kin. Hine ji wan dibeke çûne Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyê, yan jî derbazî cîkî usa bûne, kîderê ku mizgînvan hindik in. Lê tu dikarî xwera nêteke usa daynî? Gelek xizmetkarên Yehowa hazir in hê zêde xizmet kin (Karên Şandiya 16:9). Lê hergê niha dereca te dest nade vê yekê bikî, nefikire wekî tu ji wana kêmtir î. Lape ferz ev e, wekî tu heta xilaziyê amin bimînî (Metta 10:22). Tu gerekê li gora dereca xwe Yehowara xizmet kî û bi vî cûreyî berdewam kî pey Îsa herî (Zebûr 26:1). w24.03 10 ¶11

Pêşem, 25 Îlonê

Ewî hemû neheqiyên me baxşandine me (Kols. 2:13).

Bavê meyî ezmana soz daye ku hergê em tobe bikin, ewê bibaxşîne me (Zebûr 86:5). Lema jî hergê em bona gunên xweye berê ji dil poşman bûne, em dikarin bawer bin ku Xwedê baxşandiye me. Usa jî bîr neke wekî Yehowa sert nîne û tu cara tiştên ku ji qewata me der e ji me dewa nake. Gava em bi dil û can wîra xizmet dikin, ew razî ye. Usa jî, dîna xwe bide mesela xizmetkarên Yehowaye berê. Mesele, Pawlosê şandî gelek sal bi xîret xizmet dikir, gelek rêwîtî dikir û gelek civat saz kirin. Lê gava dereca wî hate guhastinê û ewî îda nikaribû mizgîniyê mîna berê bela bike, gelo Yehowa ça ser wî dinihêrî? Pawlosê şandî çi ji destê wî dihat dikir, û Yehowa wî kerem dikir û ji wî razî bû (Karên Şandiya 28:30, 31). Mîna vê yekê, derecên me jî dikarin bêne guhastinê, û emê îda nikaribin Yehowara ça berê xizmet bikin. Lê bona Yehowa, tiştê ferz ev e ku em bi çi nêtê wîra xizmet dikin. w24.03 27 ¶7, 9

Înî, 26 Îlonê

Berbangê, gava hê terî bû, Îsa rabû çû cîkî usa, kîderê tu kes tune bû, û destpêkir dua bike (Mark. 1:35).

Îsa meseleke baş şagirtên xwera hîşt, ku çawa dua bikin. Ewî gelek car dua dikir. Îsa qe betal nedima, çimkî gelek meriv dihatin cem wî, û lema jî lazim bû, ku ew bona duakirinê wede bivîne (Markos 6:31, 45, 46). Mesele, ew berbangê radibû, wekî başqe dua bike. Carekê, pêşiya ku safîkirineke ferz bike, ewî temamiya şevê dua dikir (Lûqa 6:12, 13). Usa jî, şeva pêşiya mirina xwe Îsa gelek cara dua dikir, seva ku cabdariya xweye here ferz bîne sêrî (Metta 26:39, 42, 44). Mesela Îsa nîşan dike, ku çiqas jî şixulên me hebin, em gerekê bona duakirinê wede bivînin. Mîna Îsa, em jî dikarin bona duakirinê mecala bivînin. Mesele, em dikarin şebeqê hinekî zû rabin, yan jî pêşiya razanê wede bona duakirinê veqetînin. Usa emê Yehowara bidine kifşê, ku em mecala duakirinê qîmet dikin. w23.05 3 ¶4-5

Şemî, 27 Îlonê

Hizkirina Xwedê ser meda bi wî Ruhê Pîroz bariye, yê ku mera hatiye dayînê (Rom. 5:5).

Zimanê orîjînalêda, vê rêzêda fikireke usa tê dayînê, ku hezkirina Yehowa hindava kesên bi ruh kifşkirî usa mezin e, wekî beramberî ava çem dibe. Kesên bi ruh kifşkirî bawer in, ku ewana ji aliyê “Xwedêda hizkirî” ne (Cihûda 1). Yûhennayê şandî bi van giliya hestên wan eyan kir: “Binihêrin, Bavê em çawa hiz kirin, wekî em zarên Xwedê bêne gotinê” (1 Yûhenna 3:1). Gelo Yehowa tenê kesên bi ruh kifşkirî hez dike? Na. Yehowa îzbat kiriye, wekî ew me hemûya hez dike. Gelo îzbatiya lape mezin ya hezkirina Yehowa çi ye? Hemikî kirîn, dêmek qurbana Îsa Mesîh! Bi saya qurbanê, Yehowa nîşan kir, wekî ew me çiqas hez dike (Yûhenna 3:16; Romayî 5:8). w24.01 28 ¶9-10

Led, 28 Îlonê

Neyarên minê paşda herin, gava ez hewara xwe Te daynim. Ez bi vê yekê pê dihesim, ku Xwedê tevî min e (Zeb. 56:9).

Ev rêz dîna me dikişîne ser tişteke din, ya ku alî Dawid kir, ku ew ji tirsên xwe xilaz be. Rast e emirê wî bin xofêda bû, ewî dida ber çevê xwe ku axiriyêda, Yehowa wê bona wî çi bike. Dawid zanibû, wekî wexta rastda, Yehowa wê wî xilaz ke. Yehowa xwexa gotibû, wekî Dawid wê bibe padşê Îsraêlê (1 Samûyêl 16:1, 13). Dawid bawer bû, wekî her sozên Yehowa wê bêne sêrî. Gelo Yehowa çi soz daye me? Hemikî em zanin, wekî îro Yehowa me ji hemû tengasiya xilaz nake. Lê ewî soz daye, ku dinya tezeda ewê me ji hemû kul-derda xilaz ke (Îşaya 25:7-9). Em bawer in, ku Xwedê wê miriya rake, me ji nexweşiya qenc ke û ji dijmin-neyara xilaz ke (1 Yûhenna 4:4). w24.01 6 ¶12-13

Duşem, 29 Îlonê

Xwezî li wî bendeyî, ku neheqîyên wî hatine afûkirinê û guneyên wî hatine baxşandinê! (Zeb. 32:1)

Derheqa sonda tesmîlbûyînê û nixumandinê kûr bifikire. Te ev gav avîtin, çimkî te dixwest aliyê Yehowa bigirî. Gelo çi alî te kiriye ku tu bawer kî, wekî te riya rast dîtiye? Te Yehowa Xwedê rind nas kir, te destpêkir wî qîmet kî û hiz kî. Baweriya te diha qewî bû û te gunên xwe tobe kir. Te terka kirên xweye nerast da û jîyîna xwe li gora xwestina Xwedê guhast. Û tu gelek şa bûyî gava pêhesiyayî, wekî Xwedê gunê te baxşandiye (Zebûr 32:2). Tu çûyî civîna û te kesên dinra besa rastiyên Kitêba Pîroz kir. Niha tu ça xizmetkarekî Xwedêyî nixumandî, ser riya ku dibe berbi jîyînê dimeşî û her tiştî dikî, wekî ji vê rê dernekevî (Metta 7:13, 14). Timê Yehowara amin be û guh bide temiyên wî. w23.07 17 ¶14; 19 ¶19

Sêşem, 30 Îlonê

Xwedê amin e, ew nahêle ku hûn ji qewata xwe der bêne cêribandinê. Ewê cêribandinêda delîlekê jî bike, ku hûn bikaribin teyax kin (1 Korn. 10:13).

Seva ku tu bikaribî cêribandinada amin bimînî, bîne bîra xwe ku te çawa duayên xweda soz dabû Yehowa, wekî tu îda para wî yî. Mesele, gelo teyê îzin bida, wekî dilê te biketa kesekî zewicî? Hemikî na, çimkî te safî kiribû ku tuyê tiştekî usa nekî. Hergê tu îzin nedî ku xwestinên xirab bikevine dilê te, wê nelazim be wekî tu xwestinên usa ji dilê xwe derxî. Tuyê guh bidî vê şîretê: “Rîya xirabada negere” (Metelok 4:14, 15). Bîne bîra xwe ku Îsa dixwest her tiştîda dilê Bavê xwe şa ke. Mîna wî, her tiştên ku dikare dilê Xwedê bêşîne, înkar ke (Metta 4:10; Yûhenna 8:29). Çaxê tu rastî tengasî û cêribandina têyî, tu dikarî nîşan kî, wekî tu ji dil dixwazî berdewam kî pey Îsa herî. Hergê tu usa bikî, bawer be ku Yehowa wê alî te bike. w24.03 9-10 ¶8-10

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin