Mijdar
Şemî, 1 Mijdarê
Te usa kir wekî zar û dergûş bi devê xwe pesinê te bidin (Met. 21:16).
Dê-bav dikarin alî zarên xwe bikin, ku ewana li gora salên xwe, cabên xwe hazir bikin. Carna têmên gelek ferz ser civatê têne lêkolînkirinê, mesele problêmên zewacêda yan pirsên nav-namûsiyêva girêdayî. Lê dîsa jî zara we dikare ser hine pirsa caba xwe bide. Usa jî zarên xwera şirovekin, ku gava ewana destên xwe bilind bikin, dibeke bira cara ji wan pirs neke. Ev yek wê alî wan bike, ku nexeyîdin (1 Tîmotêyo 6:18). Em gişk dikarin cabên ku rûmetê didin Yehowa û dilê xûşk-bira qewî dikin, hazir bikin (Metelok 25:11). Carna em dikarin besa dereca xwe bikin, lê gerekê em gelekî dîna meriva nekişînin ser xwe (Metelok 27:2; 2 Korintî 10:18). Dewsa vê yekê, em gerekê dîna meriva bikişînin ser Yehowa, Xebera wî û cimeta wî (Eyantî 4:11). w23.04 24-25 ¶17-18
Led, 2 Mijdarê
Xewêda nemînin mîna yên mayîn, lê hişyar û serxwe bin (1 Têsln. 5:6).
Seva ku em hişyar bimînin û haş ji xwe hebin, lazim e ku em him Xwedê him meriva hiz bikin (Metta 22:37-39). Hizkirina hindava Xwedê alî me dike, ku em nava çetinayada jî belakirina mizgîniyê berdewam kin (2 Tîmotêyo 1:7, 8). Em hemû meriva hiz dikin, lema jî em berdewam dikin wanra derheqa Xebera Xwedê gilî kin hela hê bi saya têlêfon û nema jî. Em bawer in ku rojekê ewana wê jîyîna xwe biguhêzin û bêne ser riya rastiyê (Hezeqêl 18:27, 28). Em xûşk-bira jî hiz dikin. Lema jî, em gerekê “dil bidine hev û alîkariya hevdu bikin” (1 Têsalonîkî 5:11). Çawa ku esker pişta hev digirin û tevayî miqabilî dijmina şer dikin, em jî hevdu hêlan dikin û piştgiriya hev dikin. Em carna dilê xûşk-bira dêşînin, lê emê tu car vê yekê bi hemdê xwe nekin (1 Têsalonîkî 5:13, 15). Usa jî, em civatêda qedirê birên cabdar digirin û bi vî cûreyî hizkirina xwe nîşan dikin (1 Têsalonîkî 5:12). w23.06 10 ¶6; 11 ¶10-11
Duşem, 3 Mijdarê
Xwedê . . . got wê neke? (Jimar 23:19)
Hergê em ser qurbanbûna Îsa Mesîh kûr bifikirin, emê baweriya xwe diha qewî kin. Qurbanbûna Îsa me dide bawerkirinê, wekî hemû sozên Xwedê wê eseyî bêne sêrî. Gava em kûr difikirin, ku Yehowa çira Îsa kire qurban û ev qurban bona Xwedê çiqas qîmet bû, em diha zêde bawer dikin, wekî Xwedê wê sozê xwe derheqa dinya teze û emirê heta-hetayê, bîne sêrî. Em çira vê yekêda bawer in? Yehowa Xwedê Kurê xweyî hizkirî ji ezmana şande ser erdê, wekî ew mîna merivekî bêqisûr bê bûyînê. Gava Îsa ser erdê bû, ew rastî cûre-cûre çetinaya hat. Paşê ewî êşeke giran kişand û mir. Bidine hişê xwe, Yehowa qurbaneke çiqas mezin û qîmet bona me daye! Xwedê wê tu cara îzin neda, wekî Kurê wî êş bikişanda û bimira tenê seva vê yekê, ku em bextewar bin lê kin bijîn (Yûhenna 3:16; 1 Petrûs 1:18, 19). Belê, Yehowa qurbaneke gelek qîmet bona me berva da, lema jî bêşik ewê mecalê bide me ku em heta-hetayê dinya tezeda bijîn. w23.04 27 ¶8-9
Sêşem, 4 Mijdarê
Mirin! Ka felaketa te? (Hos. 13:14, ÎM)
Gelo Yehowa bi rastî dixwaze kesên mirî dîsa vegerîne jîyînê? Bêşik, erê! Bi alîkariya ruhê Pîroz, Kitêba Pîrozda hatiye nivîsarê, wekî Xwedê derheqa rabûna ji mirinê çi soz daye (Îşaya 26:19; Eyantî 20:11-13). Û Yehowa sozê xwe timê tîne sêrî (Yêşû 23:14). Yehowa bi dil û can dixwaze kesên mirî dîsa vegerîne jîyînê. Bifikirin derheqa gotinên Îbo. Ewî bawer dikir ku hergê ew bimire jî, Yehowa ji dil dixwaze ku dîsa wî ji mirinê rake (Îbo 14:14, 15). Hema bi wî cûreyî, Yehowa bi dil û can hîviya wê rojê ye, wekî hemû xizmetkarên xwe ji mirinê rake û ku ewana sihet-qewat û bextewar bin. Gelo Kitêba Pîrozda çi tê gotinê derheqa wan meriva, mecala kîjana tune bû derheqa Wî pêbihesin? Xwedayê meyî dilovan dixwaze wana jî ji mirinê rake (Karên Şandiya 24:15). Ew dixwaze mecalê bide wan, ku ewana bibin dostên wî û emirê heta-hetayê bistînin (Yûhenna 3:16). w23.04 9 ¶5-6
Çarşem, 5 Mijdarê
Bi alîkariya Xwedê, emê ser kevin (Zeb. 108:13, ÎM).
Tu ça dikarî hêviya xwe diha qewî kî? Hergê hêviya te ew e, ku heta-hetayê ser erdê bijîyî, gotinên Kitêba Pîroz derheqa Cinetê bixûne û kûr ser bifikire (Îşaya 25:8; 32:16-18). Bifikire ku emir dinya tezeda wê çawa be. Bide ber çevê xwe, ku tu jî wêderê yî. Hergê em timê wede bivînin ku dinya teze bidine ber çevê xwe, problêmên me wê wedelû û sivik bêne kifşê (2 Korintî 4:17). Yehowa wê bi saya vê hêviyê, te qewî ke. Seva ku tu qewatê bistînî, Yehowa gelek tişt bona te hazir kiriye. Gava tu cabdarîke xwe tînî sêrî û rastî çetinayîkî têyî, bi dil û can Yehowara dua bike û bi saya lêkolîna şexsî rêberiya wî bigere. Bê şik, Ewê alî te bike, wekî tu şabûna xwe unda nekî. Alîkariya xûşk-bira qebûl ke. Timê wede bivîne, wekî derheqa hêviyê bifikirî. Paşê “hûn anegorî temamiya wê qewata [Xwedê] ku ji zorayiya wiye xweyîrûmet tê qewat bin, ku hûn her tiştîda bi dûmika dirêj sebir bikin” (Kolosî 1:11). w23.10 17 ¶19-20
Pêşem, 6 Mijdarê
Her tiştîda razîbûnê bidin (1 Têsln. 5:18).
Yehowara razîbûna xwe bide kifşê. Duayên xweda, em dikarin bona gelek tişta razîbûna xwe Yehowara bidine kifşê. Her tiştê qenc ji wî ye, lema jî em dikarin bona gelek tişta razîbûna xwe wîra bidine kifşê (Aqûb 1:17). Mesele, em dikarin razîbûna xwe wîra bidine kifşê, bona bedewiya dinyayê û cûre-cûre efrîna. Usa jî, em dikarin razîbûnê bidine kifşê, bona jîyînê, malbeta xwe, hevalên xwe û hêviya ku Xwedê daye me. Û em dixwazin razîbûna xwe Yehowara bidine kifşê, ku ewî îzin daye me, wekî em bibine dostên wî. Gerekê em kûr bifikirin, ku em bona çi ji Yehowa razî ne. Îro gelek meriv bêşêkir in. Meriv heçî zef dîna xwe didine xwestinên xwe, ne ku razî ne bona van tişta, çi ku cem wan heye. Hergê em jî tenê bikevine heyra xwe, duayên meda wê tenê xwestinên me bin. Seva ku ev yek neyê serê me, gerekê em her tiştî, çi ku Yehowa dide me, bişêkirînin û razîbûna xwe bidine kifşê (Lûqa 6:45). w23.05 4 ¶8-9
Înî, 7 Mijdarê
Tenê bira bi baweriyê bixwaze û dudilî nebe (Aqûb 1:6).
Bavê meyî dilovan, Yehowa, naxwaze ku em êşê bikişînin (Îşaya 63:9). Dîsa jî, ew me ji hemû tengasiya naparêze. Tengasiyên me dikarin mîna çem yan jî alava agir ser meda bên (Îşaya 43:2). Lê Xwedê soz daye, ku wê alî me bike, wekî em bikaribin himberî tengasiyên xwe sebir kin. Ewê qe îzinê nede, wekî tengasî zirareke mezin bidine me. Usa jî, Yehowa bi saya ruhê pîroz qewatê dide me, ku em sebir kin (Lûqa 11:13; Fîlîpî 4:13). Belê, seva ku em sebir kin û Xwedêra amin bimînin, em dikarin ji dil bawer bin, wekî Ewê her tiştê ku mera lazim e, bide me. Yehowa dixwaze ku em îtbariya xwe wî bînin (Îbranî 11:6). Carna derdên me bêçare têne kifşê. Diqewime şik dikeve dilê me, gelo Yehowa wê alî me bike yan na. Lê Kitêba Pîroz dibêje, wekî bi qewata Xwedê, em dikarin “ser sûrara” banzdin (Zebûr 18:29). Lema jî dewsa ku em dudilî bin, em gerekê ji dil dua bikin û bawer bin, ku Yehowa wê caba duayên me bide (Aqûb 1:6, 7). w23.11 22 ¶8-9
Şemî, 8 Mijdarê
Pêta wê [hezkirinê] mîna pêta êgir dişewitîne û diqedîne. Pêlên mezin nikarin hezkirinê bitefînin [bitemirînin], ne jî lêyî dikarin wê bi xwera bibin (Stirana Silêman 8:6, 7, ÎM).
Belê, hizkirina ji dil tu car xilaz nabe! Vê rêzêda giliyên baş hatine nivîsarê, wekî jin-mêr bi rastî jî dikarin hertim hevdu hiz bikin. Seva ku jin-mêr heta xilaziya emirê xwe hev hiz bikin, xîret lazim e. Hizkirin mîna agir e. Seva ku agir gur bimîne, lazim e ku kesek timê dara bavêje agir. Mîna vê yekê, seva ku hizkirina orta jin-mêrda qewî bimîne, ewana gerekê berdewam kin heleqetiya xwe qewî kin. Lê carna, hergê jin-mêr aliyê matêrîalîda bikevine tengasiyê, sihet-qewata wan sist be, yan jî xweykirina zara bona wan çetin be, hizkirina orta wanda dikare sar be. Seva ku ‘alava hizkirinê’ netemire, jin-mêr gerekê xîret bikin, wekî dostiya xwe tevî Yehowa diha qewî kin. w23.05 20-21 ¶1-3
Led, 9 Mijdarê
Netirse (Dan. 10:19, ÎM).
Em gerekê çi bikin, seva ku mêrxas bin? Dibeke dê-bavê me dixwazin ku em mêrxas bin. Lê ewana nikarin vî hunurî çawa milk bidine me. Destxistina mêrxasiyê mîna hînbûna pêşe ye. Seva ku pêşekî hîn bin, lazime dîna xwe bidinê ku dersdarê hoste çawa filan şixulî dike, wekî paşê mîna wî bikin. Hema bi vî cûreyî, em dikarin dîna xwe bidinê, ku kesên din çawa mêrxasiyê didine kifşê û paşê çev bidine wan. Mîna Daniyêl, em jî gerekê Xebera Xwedê ça lazim e nas kin û dostiya qewî tevî Yehowa qazanc kin. Seva vê yekê lazim e ku em dilê xwe wîra vekin. Û gerekê em xwe bispêrin Yehowa û bawer bin, ku ew piştgiriya me dike. Usa emê bikaribin himberî çetinaya mêrxas bimînin. Mêrxasiya me dikare ser merivên dilpak hukum ke, wekî ewana Yehowa nas bikin. Bê şik, gelek ferz e ku em mêrxasiyê pêşda bînin. w23.08 2 ¶2; 4 ¶8-9
Duşem, 10 Mijdarê
Her tiştî bicêribînin (1 Têsln. 5:21).
Xebera Yûnanî, ya ku hatiye welgerandinê ça “her tiştî bicêribînin”, bona cêribandina mêtalên biha dihate xebitandinê. Dêmek lazim e, ku em bicêribînin hela ev tiştên ku em dibihên yan dixûnin rast in yan na. Ev yek wê bona me diha ferz be, çimkî tengasiya mezin nêzîk dibe. Dewsa ku em baweriya xwe her tiştî bînin, gerekê em rind bifikirin hela tiştên ku em dibihên yan dixûnin, li gora Kitêba Pîroz û teşkîleta Yehowa rast in yan na. Hergê em usa bikin, emê pê propaganda cina neyêne xapandinê (Metelok 14:15; 1 Tîmotêyo 4:1). Çawa kom, xizmetkarên Xwedê wê ji tengasiya mezin sax derbaz bibin. Lê her kes ji me nizane ku sibê wê çi biqewime (Aqûb 4:14). Tiştê herî ferz ev e, ku em amin bimînin. Hergê em pêşiya tengasiya mezin bimirin jî, yeke emê bêne saxkirinê û jîyîna heta-hetayê bistînin. Were em hertim dîna xwe bidin hêviya xweye baş û bona roja Yehowa hazir bin! w23.06 13 ¶15-16
Sêşem, 11 Mijdarê
Heta ku Xudan, Xudan ji qûlên xweyî pêxemberra raza [qirara] xwe veneke, nikare tiştekî bike (Ams. 3:7).
Em nizanin ku hine pêxembertiyên Kitêba Pîroz wê çawa bêne sêrî. Daniyêl pêxember jî mena her tiştê ku xwexa nivîsîbû, fem nedikir (Daniyêl 12:8, 9). Rast e em bi temamî nizanin ku pêxembertiyên Xwedê wê çawa bêne sêrî, lê ev yek nayê hesabê, wekî wê neyêne sêrî. Em dikarin bawer bin, wekî mîna berê, Yehowa wê her tiştî çi ku em gerekê bizanibin, mera eşkere bike. Wê bê elamkirinê, ku “dinê seqirî û bêxofî ye” (1 Têsalonîkî 5:3). Hingê serwêrên polîtîkî wê hicûmî ser rêlîgiya qelp bikin û lê kuta kin (Eyantî 17:16, 17). Paşî vê yekê, ewana wê hicûmî ser xizmetkarên Xwedê bikin (Hezeqêl 38:18, 19). Peyra wê şerê Harmegedonê destpêbe (Eyantî 16:14, 16). Em dikarin bawer bin, ku wexteke nêzîkda, ev tişt wê biqewimin. Lê heta ku ew wede bê, em hertim dixwazin razîbûna xwe Bavê xweyî ezmanara nîşan kin bi vê yekê, ku dîna xwe bidine pêxembertiyên Kitêba Pîroz û alî kesên din bikin, wekî ewana jî çev bidine me. w23.08 13 ¶19-20
Çarşem, 12 Mijdarê
De em hevdu hiz bikin, çimkî hizkirin ji Xwedê ye (1 Yûhn. 4:7).
Gava Pawlosê şandî besa gumanê, baweriyê û hezkirinê kir, ewî got ku “ya herî mezin hezkirin e” (1 Korintî 13:13, ÎM). Pawlos çira usa got? Dinya tezeda wê îda nelazim be, wekî em bawer kin, ku sozên Xwedê wê bêne sêrî, çimkî emê bi çevê xwe bivînin wekî ew ça hatine sêrî. Lê tiştek wê herheyî bimîne. Gelo çi? Gerekê em timê Yehowa û meriva hez bikin. Ev hezkirin wê heta-hetayê zêde be. Usa jî, şagirtên Îsaye rast bi hezkirinê têne naskirinê. Îsa şandiyên xwera usa got: “Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtên min in, heger hûn hevdu hiz bikin” (Yûhenna 13:35). Hezkirin usa jî me yektiyêda xwey dike. Pawlos hezkirin nav kir ça “yektiya tam” (Kolosî 3:14). Xêncî vê yekê, Yûhennayê şandî usa xûşk-birara nivîsî: “Ewê ku Xwedê hiz dike, ew gerekê birê xwe jî hiz bike” (1 Yûhenna 4:21). Gava em hezkirinê hindava hevda didine kifşê, bi vê yekê em eyan dikin, ku Yehowa hez dikin. w23.11 8 ¶1, 3
Pêşem, 13 Mijdarê
Hemû giraniyê . . . ji xwe dûr xin (Îbr. 12:1).
Kitêba Pîroz jîyîna xizmetkarên Xwedê beramberî revê dike. Revokên ku digihîjine xilaziyê, wê bi emirê heta-hetayê bêne xelatkirinê (2 Tîmotêyo 4:7, 8). Em gerekê çi ji destê me tê bikin, wekî berdewam kin birevin, çimkî xilazî gelek nêzîk e. Pawlosê şandî gotibû ku çi wê alî me bike, wekî em jî vê yekêda serkevin. Ewî usa gotibû: “Hemû giraniyê . . . ji xwe dûr xin û bi teyax lecmeydana pêşiya xweda birevin”. Gelo Pawlos dixwest bigota ku gerekê xizmetkarên Xwedê tu barekî hilnedin ser xwe? Na! Nêta giliyên wî ew bû, ku em gerekê hemû giraniyên nelazim ji ser xwe bavêjin. Barên usa dikarin mera bibine kevirê likumandinê û me gelekî biwestînin. Seva ku em sebir kin, em gerekê zû têderxin ku kîjan barên nelazim ser pişta me ne û wana ji ser xwe bavêjin. Lê dîsa jî em naxwazin barên ku gerekê em hildin, ji ser xwe bavêjin. Hergê em barên lazim hilnedin, emê nikaribin revê berdewam kin (2 Tîmotêyo 2:5). w23.08 26 ¶1-2
Înî, 14 Mijdarê
Bira xemila we dervava . . . nîbe (1 Pet. 3:3).
Usa jî berbihêrî alî me dike, wekî em qedirê nihêrandina merivên din bigirin. Mesele, hine xûşkên me hiz dikin makîyaj bikin, lê hinek jî hiz nakin. Hine xizmetkarên Xwedê bi serwaxtî îçkê vedixwin, lê kesên din xwe ji vê yekê dûr digirin û qe venaxwin. Hemû xizmetkarên Xwedê sihet-qewata baş dixwazin, lê ewana cûre-cûre mêtoda didine xebatê, ku miqatî xwe bin. Hergê em difikirin, ku em timê rast in û em dixwazin wekî xûşk-bira usa bikin çawa em hesab dikin ku rast e, dibeke emê bibin menî ku kesek bilukume û cudetî bikeve nava civatê (1 Korintî 8:9; 10:23, 24) Yehowa mera nabêje ku em gerekê çi xwe kin, lê Ewî prînsîp dane me, wekî em safîkirinên baş bikin. Gerekê em kincên usa xwe kin, kîjan ku wê navê Xwedê rûmet kin. Kitêba Pîroz dibêje ku em gerekê bi “şermê û berbihêriyê xwe bixemilînin” (1 Tîmotêyo 2:9, 10). Lema jî em naxwazin dîna kesên din bi zêdeyî bikişînin ser kincxwekirin û xemilandina xwe. Prînsîpên Kitêba Pîroz alî rûspiya dikin, wekî ewana li gora nihêrandina xwe, qeyd-qanûna daneynin. w23.07 23-24 ¶13-14
Şemî, 15 Mijdarê
Baş min bibihîsin! Bira hûn tiştên qenc bixwin, bira bi xwarina dewlemenda canê we zewqê bistîne (Îşaya 55:2, ÎM).
Yehowa riya here baş nîşanî me dike. Kesên ku teglîfkirina ‘jina axmax’ qebûl dikin, difikirin ku gunekirina dizîkava, tiştekî şîrin e. Riya wan dibe berbi ‘gelîyê dîyarê mirîya’ (Metelok 9:13, 17, 18). Halê kesên ku teglîfkirina bîlaniya rast qebûl dikin, bi temamî cude ye (Metelok 9:1). Bi saya vê yekê, em hîn dibin wekî çawa tiştên ku Yehowa hiz dike, hiz bikin û tiştên ku ew nefret dike, nefret bikin (Zebûr 97:10). Usa jî, em bi şabûnê kesên din jî teglîfî mala bîlaniya rast dikin. Ça bêjî em li meydana bajêr usa dikin gazî: “Kî bêhiş e, bira bê vira!” Hemû kesên ku guh didine vê gazîkirinê, dikarin ne tenê îro, lê heta-hetayê “xwe li rîya bîlantîyê bigirin” (Metelok 9:3, 4, 6). w23.06 24 ¶17-18
Led, 16 Mijdarê
Merivê xweyîsebir ji mêrxas çêtir e û yê xwegirtî ji yê bajar-hildayî (Metlk. 16:32).
Gava hevalxebatçî yan hevaldersxanek derheqa baweriya te tiştekî ji te dipirse, tu xwe ça texmîn dikî? Dibeke tu ber xwe dikevî? Gelek ji me xwe usa texmîn dikin. Pirsên usa eşkere dikin, ku ew meriv çawa difikire yan çi bawer dike. Bi vê yekê mecal dikeve destê me, ku em jêra şedetiyê bidin. Lê cara nêta hine meriva ew e, ku qerfê xwe baweriya me bikin. Em ji vê yekê ecêbmayî namînin, çimkî hine meriva tiştên nebaş derheqa baweriya me bihîstine (Karên Şandiya 28:22). Usa jî em “rojên axiriyêda” dijîn û gelek meriv “bêrem” û “zulmkar” in (2 Tîmotêyo 3:1, 3). Diqewime tu ber xwe dikevî û difikirî: “Gava kesên din dixwazin derheqa baweriya min tevî min bikevine dewê, ez çawa dikarim rihetiyê xwey kim û bi merîfetî tevî wan xeber dim?” Gelo çi dikare alî te bike? Vê derecêda berbihêrî dikare alî te bike. Gava merivê nerm û milûk eciz dikin, yan jî çaxê ew nizane ku ça caba xwe bide, yeke ew zû hêrs nakeve. w23.09 14 ¶1-2
Duşem, 17 Mijdarê
Tê wan bikî serwêr ser temamîya erdê (Zeb. 45:16).
Carna mera şîret tê dayînê, wekî em nekevine pey pera, û haş ji xwe hebin ku qanûnên Xwedê neteribînin. Vî alîda jî, rêberiya Yehowa karê dide me. Gava em guh didine rêberiya wî, îsafa me temiz dimîne û em xwe ji problêma xwey dikin. Bi vî cûreyî, em dikarin bi dil û can Yehowa bihebînin, û ew yek mera şabûn, edilayê û dilrihetiyê tîne (Îşa. 48:17, 18; 1 Tîmt. 6:9, 10). Wedê tengasiya mezin û wedê Hezarsaliya Padşatiyê jî, Yehowa wê bê şik bi saya meriva rêberiyê me bike. Hergê rêberî ne li gora dilê me be, gelo emê dîsa jî guh bidinê? Caba vê pirsê vê yekêva girêdayî ye, hela îro em ça pey rêberiya Yehowa diçin. Lema jî were em her gav pey rêberiya Yehowa herin û guh bidine kesên ku hatine kifşkirinê, wekî miqatî me bin (Îşaya 32:1, 2; Îbranî 13:17). Were em hertim îtbariya xwe Rêberê xwe Yehowa bînin. Ew me ji her tiştê ku dikare dostiya me tevî wî xirab ke, dûr digire, û me berbi jîyîna heta-hetayê dibe. w24.02 25 ¶17-18
Sêşem, 18 Mijdarê
Bi keremê hûn xilazbûyî ne! (Efes. 2:5)
Pawlosê şandî bi dil û can Yehowara xizmet dikir, lê ew rastî gelek tengasiya jî dihat. Ewî gelek car rêwîtiyên mezin dikir, û rêwîtiyên berê ne haqas rihet bûn. Ser riya xwe, Pawlosê şandî cara rastî cûre-cûre çetinaya dihat. Cara jî ew ji aliyê dijminada dihate kutanê (2 Korintî 11:23-27). Usa jî xûşk-bira cara qîmet nedikirin ev yek, çi ku ewî bona wan dikir (2 Korintî 10:10; Fîlîpî 4:15). Çi alî Pawlos dikir, ku ew berdewam ke Yehowara xizmet ke? Ewî bi saya Nivîsarên Pîroz û derecên emirê xwe, diha baş Yehowa nas dikir. Ewî bawer dikir, wekî Yehowa Xwedê wî hiz dike (Romayî 8:38, 39; Efesî 2:4, 5). Û hizkirina wî hindava Yehowa dilê wîda diha pêşda dihat. Pawlos hizkirina xwe Yehowara bi vê yekê nîşan dikir, ku “cimeta Xwedêra xizmetkarî” dikir (Îbranî 6:10). w23.07 9 ¶5-6
Çarşem, 19 Mijdarê
Gura wan hukumetiyada be (Rom. 13:1).
Gelek meriv qebûl dikin, ku em hewcê serwêra ne û em gerekê hema gura hine qanûnên wan bikin. Lê dibeke ew meriv gura van qanûna nekin, tevî kîjana ewana razî nînin, yan jî kîjan ku ewana hesab dikin, ku bi heqî nînin. Kitêba Pîroz dibêje, wekî serwêrên meriva dibin sebebên kul-derda, ewana bin kontrola Mîrê-cinada nin û wê demeke nêzîkda bêne qirkirinê (Zebûr 110:5, 6; Waîz 8:9; Lûqa 4:5, 6). Usa jî, li gora Xebera Xwedê, “kî ku ber hukumetiyê radibe, ew ber emirê Xwedê radibe”. Yehowa îzinê dide serwêrên dewletê, wekî serwêrtiyê bikin, seva ku her tişt bi terbetî be, û ew dixwaze ku em gura wan bikin. Lema jî, em gerekê “kêra çi dikeve” bidin, dêmek xerc, qedir û guhdarîbûn (Romayî 13:1-7). Diqewime em qanûnekê ne hêsa hesab kin û bifikirin ku ev bi heqî nehatiye dayînê û wê giran ser me rûnê. Lê dîsa jî, heta ku ew qanûn miqabilî qanûnên Yehowa nîne, em guh didinê, çimkî Yehowa vê yekê ji me dixwaze (Karên Şandiya 5:29). w23.10 8 ¶9-10
Pêşem, 20 Mijdarê
Ruhê Xudan bihêz [bi qewat] hate ser wî (Hakim. 15:14).
Gava Şimşon hate bûyînê, Îsraêlî bin destê Filistiyada bûn û dihatine zêrandinê (Hakimtî 13:1). Lema jî Îsraêliya gelek êş dikişand. Yehowa Şimşon bijart ku Îsraêliya ji destê Filistiya xilaz ke (Hakimtî 13:5). Şimşon gerekê îtbariya xwe Yehowa bianiya, seva ku bikaribûya ew cabdarî bianiya sêrî. Carekê eskerên Filistiya hatibûne Lehiyê, wekî Şimşon bigirin. Mêrên Cihûdayê tirsiyan û safî kirin, wekî Şimşon bidine destê dijmina. Wana Şimşon pê du bena girêda û tesmîlî Filistiya kir (Hakimtî 15:9-13). Lê “ruhê Xudan bihêz hate ser” Şimşon, û ewî benê destên xwe qetand. Paşê ewî “hestiyekî çenga kerekî ya teze dît”, ev hilda û pê vî 1 000 mêrên Filistî kuşt! (Hakimtî 15:14-16) w23.09 2 ¶3-4
Înî, 21 Mijdarê
Anegorî qirara wiye hê dewrên berêda, ya ku wî bi destê Mesîh Îsa, Xudanê me kir (Efes. 3:11).
Kitêba Pîrozda, Yehowa nêta xweye her-heyî gav bi gav zelal kiriye. Yehowa dikare gelek riyên cude bide xebatê. Ew hertim serdikeve, çimkî cem wî her tişt “merem kirîye” (Metelok 16:4) Û çi ku Yehowa dike, ev yek her-heyî dimîne. Lê gelo nêta Yehowa çi ye û Ewî çi hine guhastin kiriye, seva ku bigihîje nêta xwe? Xwedê merivên pêşinra gotibû, ku nêta wî bona wan çi ye. Ewî dixwest ku ew “şîn bin û li hev zêde bin, erdê tijî kin û xweyîtîyê lê bikin, hukumî li ser . . . hemû heywanên li ser erdêye ku dihejin bikin” (Destpêbûn 1:28). Lê Adem û Hêwa himberî Yehowa derketin. Usa wana gune derbazî hemû meriva kir. Lê nêta Yehowa nehate guhastinê. Seva ku ew bigihîje nêta xwe, ewî rêke din bijart. Yehowa derbêra safî kir, ku ser ezmana Padşatî saz ke, wekî nêta xweye pêşin bîne sêrî (Metta 25:34). w23.10 20 ¶6-7
Şemî, 22 Mijdarê
Heger Xudan piştovanê min nîbûya, hindik mabû nefsa min dîyarê ker û lalda bima (Zeb. 94:17).
Yehowa dikare alî me bike, wekî em berdewam kin bi xîret wîra xizmet kin. Lê ev yek dikare hêsa nîbe, hergê em îda gelek wext himberî kêmasîke xwe şer dikin. Cara dibeke usa tê kifşê, wekî kêmasiyên me ji yên Petrûsê şandî mezintir in. Lê Yehowa dikare qewatê bide me, wekî em dilteng nebin (Zebûr 94:18, 19). Mesele, birakî me pêşiya ku rastiyê nas kira, ew gelek sal ça homosêksûal dijît. Bi alîkariya Kitêba Pîroz, ewî jîyîna xwe bi temamî guhast. Lê dîsa jî, ewî cara himberî xwestinên xweye xirab şer dikir. Lê gelo çi alî wî dikir amin bimîne? Ew dibêje: “Yehowa qewatê dide me. Bi saya ruhê pîroz . . . min dît, wekî meriv dikare berdewam ke ser riya rastiyê bimîne. . . . Rast e, ez merivekî gunekar im, lê dîsa jî Yehowa min qewî dike û xizmetiyêda dide xebatê”. w23.09 23 ¶12
Led, 23 Mijdarê
Berê milûktîyê û xofa Xudan hebûk, qedir û jîyîn in (Metlk. 22:4).
Birên cahil, hûn dikarin xîret bin, ku bibine Mesîhiyên gihîştî. Bona vê yekê lazim e ku hûn xwera meselên baş bijbêrin, timê kûr bifikirin, xîret bin, feresetên kêrhatî qazanc kin, ku ebûra xwe bikin û xwe bona cabdariyên teze hazir kin. Diqewime hûn difikirin, wekî hûn nikarin kêrî van tişta bên. Lê em bawer in, ku hûnê pêşdaçûyî bin. Bîr nekin, Yehowa timê hazir e alî we bike (Îşaya 41:10, 13). Bê şik, xûşk-birên civatê jî wê alî we bikin. Gava hûn bibin merivên li gora dilê Yehowa Xwedê, hûnê bi emirekî xweş û bextewar bijîn. Xortên hêja, em dixwazin wekî Yehowa we hemûya kerem ke, ku hûn bibine Mesîhiyên gihîştî. Em we gelekî hez dikin! w23.12 29 ¶19-20
Duşem, 24 Mijdarê
Femê qenc . . . qusûr-nenihêrandin e (Metlk. 19:11).
Dewsa ku dîna xwe bidine qisûr û kêmasiyên xûşk û bira, dîna xwe bidine hunurên wane baş. Were em meselekê şêwir kin. Bide ber çevê xwe, ku tu tevî xûşk-bira wedekî baş derbaz dikî û tu şikilê komê dikişînî. Tu du şikilên din jî dikişînî, çimkî diqewime şikilê pêşin rind derneyê. Niha sê şikil destê teda nin. Ser şikilekî, tu divînî wekî birak rind derneketiye. Û tu wî şikilî temiz dikî, çimkî du şikilên din jî hene, ser kîjana her kes bedew e û beşera gişka xweş e. Gava em tevî xûşk-bira wedekî xweş derbaz dikin, em van bîranînên xwe qe bîr nakin. Lê rojekê, hergê xûşkek yan birak dilê me bêşîne, gelo emê çi bikin? Çawa ku em dikarin şikilekî nerind temiz kin, usa jî em dikarin van tiştên ne baş bîr kin (Efesî 4:32). Ji bo vê yekê, ku me tevî xûşk-bira gelek wedê baş derbaz kiriye, em dixwazin tenê bîranînên xweş bîra xweda xwey kin û qîmet kin. w23.11 12-13 ¶16-17
Sêşem, 25 Mijdarê
Bira kulfet bi kincên layîq, şermê û berbihêriyê xwe bixemilînin, . . . çawa li wan kulfeta dikeve, yên ku navê xwedênasiyê hildane ser xwe (1 Tîmt. 2:9, 10).
Xeberên Yûnanî, yên ku van rêzada hatine xebitandinê, nîşan dikin wekî kulfet gerekê pê kinc û xemila xwe, hurmetê bidine Xwedê. Usa jî, ewana gerekê hest û îsafa kesên din hildin hesab çaxê xwe dixemilînin. Gelî xûşkên xîret, em wera firnaq dibin, ku hûn bi dil guh didine vê şîretê! Serwaxtî jî hunureke ferz e, kîjan ku kulfet gerekê bidine kifşê. Serwaxtî çi ye? Merivê serwaxt dikare tiştên baş û xirab ji hev derxe û safîkirinên bîlan bike. Were em dîna xwe bidine mesela Abîgaylê. Mêrê wê safîkirineke ne bi bîlanî kir û jîyîna hemû kesên mala xweda kire bin qeziyê. Lê Abîgaylê derbêra hereket kir. Bi saya serwaxtiya wê, emirê gelek meriva xilaz bû (1 Samûyêl 25:14-23, 32-35). Merivên serwaxt zanin, ku wexta hişbûnê û wexta xeberdanê heye. Gava ewana dikevine heyra kesên din, ewana nakevin nava şixulên wane şexsî (1 Têsalonîkî 4:11). w23.12 20 ¶8-9
Çarşem, 26 Mijdarê
Bi wê gumana ku emê tevî rûmeta Xwedê bin difirin (Rom. 5:2).
Pawlosê şandî ev yek civata Romayara nivîsî. Xûşk-birên wêderê derheqa Yehowa û Îsa pêhesiya bûn, wana baweriya xwe ava kiribû û bibûne şagirtên Îsa. Xwedê ewana ji bo baweriya wan “rast” hesab dikir û bi ruhê pîroz hilbijartin (Romayî 5:1). Belê, ewana bibûne xweyê hêvîke xweş. Wext şûnda Pawlos Mesîhiyên bi ruh bijartîra, yên li bajarê Efesê, derheqa hêviya ku Xwedê daye wan nivîsî. Ewî besa vê xelatê kir, ya ku kesên bi ruh bijartî gerekê bistandana (Efesî 1:18). Pawlos Kolosyara jî nivîsî, ku ewana wê xelata xwe kuderê bistînin. Ewî ev xelat nav kir gumana ser ezmana (Kolosî 1:4, 5). Hêviya kesên bijartî ew e, ku ewana wê bona jîyîna herheyî ser ezmana bêne rakirinê û wêderê tevî Mesîh serwêrtiyê bikin (1 Têsalonîkî 4:13-17; Eyantî 20:6). w23.12 9 ¶4-5
Pêşem, 27 Mijdarê
Edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirên we . . . xwey ke (Fîlî. 4:7).
Xebera Yûnanî, ya ku hatiye welgerandinê “xwey ke”, heçî zef derheqa wan eskera didane xebatê, yên ku bajar xwey dikirin. Kesên ku bajarekî usada dijîtin, xwe bêxofiyêda texmîn dikirin û rihet radizan, çimkî wana zanibû, wekî dergehên bajêr rind têne xweykirinê. Mîna vê yekê, gava “edilayiya Xwedê” hiş û dilê me xwey dike, em xwe edilayî û bêxofiyêda texmîn dikin (Zebûr 4:8). Mîna dereca Hananya, hergê halê me zû neyê guhastinê jî, em dikarin dilrihet bin (1 Samûyêl 1:16-18). Û gava em dilrihet dibin, mera diha hêsa ye rast bifikirin û safîkirinên baş bikin. Gelo em çi dikarin bikin? Gava derdên me hene, em gerekê dua bikin heta ku “edilayiya Xwedê” bikeve dilê me (Lûqa 11:9; 1 Têsalonîkî 5:17). Belê, gava em rastî tengasiya tên, em gerekê berdewam kin dua bikin, wekî “edilayiya Xwedê” hiş û dilê me xwey ke (Romayî 12:12). w24.01 21 ¶5-6
Înî, 28 Mijdarê
Bavê meyî ezmana, bira navê te pîroz be (Met. 6:9).
Îsa seva ku navê Bavê xwe pîroz ke, ber cefa, bêhurmetkirinê û buxdana teyax kir. Ewî her tiştîda guh da Bavê xwe û qe gune nekir, lema jî ewî “şerm ber tiştekî hesab nekir” (Îbranî 12:2). Usa jî, ewî fem dikir ku wan sihetên reş û terîda, Şeytan raste-rast hicûmî ser wî dike (Lûqa 22:2-4; 23:33, 34). Bê şik, Şeytan dixwest aminiya Îsa bişkênanda, lê ewî da der. Îsa îzbat kir ku Mîrê-cina derewîn e, û ku xizmetkarên Yehowaye amin hene, yên ku nava tengasiyên giranda jî aminiya xwe xwey dikin. Hergê tu dixwazî dilê Padşê xwe Îsa şa kî, pesinê navê Yehowa bide û alî meriva bike, wekî ewana jî Xwedayê me rind nas kin. Gava tu usa dikî, tu pêgeha Îsada diçî (1 Petrûs 2:21). Û tu mîna Îsa, dilê Yehowa şa dikî û îzbat dikî, ku dijminê Wî, Mîrê-cina, derewînekî bêîsaf e! w24.02 11-12 ¶11-13
Şemî, 29 Mijdarê
Ez çi bidime Xudan, bona temamîya qencîya Wîye ser min? (Zeb. 116:12)
Nava van pênc salên paşinda, mîlyonek meriva zêdetir ça Şedên Yehowa hatine nixumandinê. Gava tu xwe tesmîlî Yehowa dikî, tu safî dikî ku bibî şagirtê Îsa Mesîh û qirara Xwedê emirê xweda didî ser ciyê pêşin. Ev yek çi tê hesabê? Îsa got: “Hergê yek ji we bixwaze pey min bê, ew îda gerekê bona xwe nejî” (Metta 16:24). Tu ça xizmetkarê Yehowa, yê ku emirê xwe tesmîlî wî kiriye, gerekê hemû tiştên ku miqabilî xwestina wî ne, înkar kî (2 Korintî 5:14, 15). Tu gerekê “kirên binyata însên”, mesele bênamûsî, înkar kî (Galatî 5:19-21; 1 Korintî 6:18). Gelo çetin e li gora wan qanûna bijîyî? Hergê tu Yehowa hez dikî û bawer bî ku qanûnên wî bona kara te ne, wê tera çetin nîbe wan qanûna bînî sêrî (Zebûr 119:97; Îşaya 48:17, 18). w24.03 2 ¶1; 3 ¶4
Led, 30 Mijdarê
Tu yî . . . yê ku dilê min şa dike (Lûqa 3:22).
Yehowa ruhê pîroz dide van meriva, ji kîjana ew razî ye (Metta 12:18). Hela ji xwe bipirse: “Gelo ez alîkariya ruhê pîroz jîyîna xweda divînim?” Mesele, çaxê te Yehowa nas nedikir, dibeke tu merivekî bêsebir bûyî. Bi saya ruhê pîroz, gelo tu niha hindava kesên din diha zêde sebir nadî kifşê? Çiqas tu berê ruhê pîroz nav xweda pêşda bînî, haqas Yehowa wê ji te razî be! Kesên ku Yehowa ji wan razî ye, ji kirînê karê distînin (1 Tîmotêyo 2:5, 6). Hergê te baweriya xwe qurbana Îsa aniye û hatî nixumandinê, lê dîsa jî xwe bêkêr hesab dikî, tu dikarî çi bikî? Bîr neke ku nihêrandina Yehowa ji nihêrandina te cude dibe. Ew wan merivên ku baweriya xwe qurbanê tînin, ça kesên rast hesab dike û soz dide ku wê wana kerem ke (Zebûr 5:12; Romayî 3:26). w24.03 30 ¶15; 31 ¶17