Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze
KEÇIKEKÊ, kîjanê ku zarotiya xweda lezet nedîtibû, çi cûreyî nêta jîyînê dît? Qaçaxekî polîtîkî ji bo çi hêlan bû, ku bibe xizmetkarê Xwedê? Derheqa wana hûn dikarin ji van serhatiya pêbihesin.
“Ez Hewcê Hizkirin û Dilgermiyê Bûm”. ÎNNA LÊJNÎNA
SALA BÛYÎNÊ: 1981
WELAT: RÛSYA
BERÊ: ZAROTIYA GIRAN DERBAZ KIRIYE
JÎYÎNA MINE BERÊ: Dê-bavê min ker-lal bûn û ez jî usa hatime bûyînê. Heta şeş sala zarotiya min baş bû. Paşê dê-bavê min hev qetiyan. Rast e ez gelek biçûk bûm, lê min fem dikir hevqetandin çi ye, û evê yekê gelek dilê min dêşand. Bavê min tevî birê minî mezin Troîtskêda man, lê diya min ez hildam û em çûne Çêlebînskê. Wede şûnda ewê dîsa mêr kir. Zirbavê min gelek îçke vedixwar û timê ez û diya min dikuta.
Sala 1993-da birê minî mezin, kîjan ku min zef lê hiz dikir, avêda xeniqî. Bona malbeta me ev derdekî giran bû. Ji bo vê yekê diya min destpêkir îçkê vexwe û mîna zirbavê min, ez dikutam. Ez difikirîm ça jîyîna xwe baş kim. Ez hewcê hizkirin û dilgermiyê bûm. Min destpêkir herim cûre-cûre dêra ku dilbîniyê bistînim, lê min tu ciya ev yek nedît.
ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST: Çaxê ez 13 salî bûm, hevaleke mine mektebê, ya ku Şedê Yehowa bû, hine serhatiyên Kitêba Pîroz minra gilî kir. Min xweş dihat pêbihesim derheqa wan meriya, ça Nuh û Îbo, yên ku nava çetinayada jî Xwedêra xizmet dikirin. Zûtirekê min destpêkir tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn bim û herime civata.
Ez bi saya hînbûna Kitêba Pîroz gelek rastiyên hewas pêdihesiyam. Çaxê ez derheqa navê Xwedê pêhesiyam, evê yekê gelek dilê min girt (Zebûr 83:18). Ez ecêbmayî mam, ku Kitêba Pîroz çiqas rast pêxembertiyê dike derheqa wê yekê, ku “rojên axiriyêda” halê dinyayê wê çi cûreyî be (2 Tîmotêyo 3:1-5). Lê çaxê ez pêhesiyam, wekî mirî wê ji mirinê rabin, gurzî minra çûn. Şabûna, nigê min erd nedigirt, ku ezê dîsa birê xwe bivînim! (Yûhenna 5:28, 29)
Lê sed heyf, gişk tevî min şa nedibûn. Dê û zirbavê min Şedên Yehowa nefret dikirin. Lema jî wana her tişt dikir, wekî ez terka hînbûna Kitêba Pîroz bidim. Lê min xweş dihat çi ku ez pêdihesiyam, û min nedixwest terka vê yekê bidim.
Minra hêsa nîbû ber miqabilîbûna malbeta xwe teyax kim. Zûtirekê min dîsa derdekî giran dît. Birê minî biçûk jî, yê ku tevî min dihate civatên Şedên Yehowa, xeniqî. Wî halê minî giranda Şedên Yehowa timê kêleka min bûn. Nav wanda min hizkirin û dilgermî dît, kîjan ku min temamiya jîyîna xweda digeriya. Min fem kir, wekî ev e rêlîgiya rast. Sala 1996-da ez hatime nixumandinê û bûme Şedê Yehowa.
ÇI KAR MIN STAND: Şeş sal e ku ez tevî merivekî gelek baş zewacêda nim, navê kîjanî Dmîtrî ye. Em tevayî fîlîala Şedên Yehowada xizmet dikin, kîjan ku Sankt Petersburgêda ye. Xêncî wê yekê dê-bavê min hindava rêlîgiya min hevekî nerm bûne.
Ez gelek bextewar im ku Yehowa nas dikim û wîra xizmet dikim! Niha min nêta jîyînê dîtiye.
“Gelek Pirsên Min Hebûn”. RAÛDÊL RODRÎGÊS RODRÎGÊS
SALA BÛYÎNÊ: 1959
WELAT: KÛBA
BERÊ: MIQABILÎ POLÎTÎKAYÊ BÛ
JÎYÎNA MINE BERÊ: Ez Kûbayêda, bajarê Havanayêda hatime bûyînê û mihaleke kesîbda mezin bûme, kîderê ku qaçaxtî belabûyî bû. Ez çiqas mezin dibûm, min xweş dihat sportên usa ça dzyûdo û sportên dine zorbetiyêva girêdayî.
Ez rind hîn dibûm, lema jî dê-bavê min ez hêlan kirim herime ûnîvêrsîtêtê. Wêderê ez hatime ser vê nêtê, wekî sîstêma polîtîkî ya welatê min gerekê bê guhastinê. Lema jî min safî kir miqabilî polîtîkê derkevim. Min tevî hevalekî xweyî ji ûnîvêrsîtêtê hicûmî ser polîsekî kir, seva ku qirmê jê bistînin. Me serê wî polîsî zef birîndar kir. Em girtin, kirine kelê û dîwanê safî kir, wekî em bêne gulekirinê. Hingê ez 20 salî bûm û gerekê bihatama kuştinê!
Çaxê ez kelêda tenê rûniştibûm, min dida ber çevê xwe, wekî ez ça xwe bigirim wedê gulekirinê. Min nedixwest kesek bivîne ku ez ditirsim. Him jî gelek pirs cem min pêşda dihatin. Mesele: “Çima dinyayêda haqas neheqî heye? Paşî mirinê jîyîn heye?”
ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST: Cezakirina me guhastin. Dewsa gulekirinê 30 sal gune dane me. Wî wedeyîda ez rastî Şedên Yehowa hatim, yên ku bona baweriya xwe girtî bûn. Ez ecêbmayî bûm ku ewana çiqas mêrxas û him jî edilayîhiz bûn. Rast e ewana bi neheqiyê hatibûn girtinê, lê dîsa jî wana xwe sert nedida kifşê û nebibûn merivne zulm.
Şedên Yehowa minra derheqa qirara Xwedêye bona însanetê gilî kirin. Wana ji Kitêba Pîroz nîşanî min kirin, ku Xwedê wê erdê bike cinet, kîderê ku zulmî û neheqî tune be. Wana usa jî şirovekir, ku dinya wê bi merivên qenc tije be û wê heta-hetayê ser erdê cinetêda bijîn (Zebûr 37:29).
Çi ku Şedên Yehowa minra gilî dikirin, min xweş dihat, lê ez ji wana cude dibûm. Min tirê ezê nikaribim nekevime nava polîtîkayê û hergê yek şemaqekê li rûyê minî rastê xe, wê minra çetin be yê din jî bidime ber. Min safî kir xwexa Kitêba Pîroz bixûnim. Çaxê min xwendina xwe temam kir, min fem kir ku tenê Şedên Yehowa çev didine Mesîhiyên qirna yekê.
Wedê hînbûna Kitêba Pîroz min fem kir, ku gerekê gelek tişt jîyîna xweda biguhêzim. Mesele, minra lazim bû xeberdana xwe temiz kim, çimkî minra bibû xeyset giliyê necayîz bidime xebatê. Him jî min gerekê terka cixarê bida. Xêncî wê yekê aliyê polîtîkayêda min gerekê tevnebûyîn xwey kira. Minra hêsa nîbû wan guhastina nav xweda bikim, lê bi alîkariya Yehowa cem min hate standin.
Ez zef zû hêrs diketim, lema jî ya lape çetin bona min ew bû, ku xwe kontrol kim. Ez dîsa jî derheqa xwegirtinê Xwedêra dua dikim. Rêzên Kitêba Pîroz gelek alî min dikin, mesele yên usa ça Metelok 16:32, kîderê tê gotinê: “Merivê xweyîsebir ji mêrxas çêtir e û yê xwegirtî ji yê bajar-hildayî”.
Sala 1991-da ez hatime nixumandinê û bûme Şedê Yehowa. Ez boçkêda hatime nixumandinê. Sala din ez tevî hine girtiya aza kirim û şandin Îspanyayê, çimkî wêderê pismamên me dijîtin. Ça ez gihîştime wêderê, min derbêra destpêkir herim ser civatên Şedên Yehowa. Ewana bi dil û can ez qebûl kirim û alî min kirin, ku jîyîna teze destpêkim.
ÇI KAR MIN STAND: Ez bextewar im, ku tevî jina xwe û qîzên xwe Xwedêra xizmet dikim. Bona min qedirekî mezin e, ku ez dikarim alî meriva bikim Kitêba Pîroz hîn bin. Carna ez tînim bîra xwe wî wedeyî, çaxê hindik mabû min dest ji jîyîna xwe berda. Ez gelek bextewar im ku emirê minda gelek tişt hate guhastin. Ez ne ku tenê sax mam, lê usa jî min hêviya emirê heta-hetayê stand. Ez hîviya Cineta sozdayî me, kîderê wê heqî be û “îdî mirinê tunebe” (Eyantî 21:3, 4).
[Nivîsar]
“Çaxê ez derheqa navê Xwedê pêhesiyam, evê yekê gelek dilê min girt”
[Şikil]
Ez tevî mêrê xwe edebyetên bona ker-lala bela dikim