KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w15 5/1 rûp. 8
  • Gelek Wê ji Xilaziyê Xilaz Bin​—Tu jî Dikarî

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelek Wê ji Xilaziyê Xilaz Bin​—Tu jî Dikarî
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Têmên Mîna Wê
  • “Hîviya Roja Xwedê bin û Hatina Wî Lez xin”
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2019)
  • “Xilazî”—Ew Çi Tê Hesabê?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
w15 5/1 rûp. 8
Şedê Yahowa tevî jinikê Kitêba Pîroz şêwir dike

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | GELO XILAZÎ NÊZÎK E?

Gelek Wê Ji Xilaziyê Xilaz Bin Tu Jî Dikarî

Kitêba Pîroz mera eyan dike, wekî wedê xilaziyê kutakirin wê hebe: “Çimkî hingê tengasîke usa mezin wê bibe, ku ji destpêbûna dinyayê heta niha mîna wê nebûye û ne jî wê bibe. Heger ew roj kin nebûna, tu kes xilaz nedibû, lê bona xatirê bijartiya ew rojê kin bin” (Metta 24:21, 22). Lê Xwedê mera soz dide ku gelek merî wê xilaz bin: “Dinyayê jî derbaz be, . . . lê ewê ku emirê Xwedê diqedîne wê heta-hetayê bimîne” (1 Yûhenna 2:17).

Hergê tu dixwazî xilaz bî çaxê ew dinê derbaz be, û bijîyî “heta-hetayê”, tu çi gerekê bikî? Gelo lazim e wekî tu destpêkî xwera tişta top kî yan jî bi cûrêd mayîn hazirbûna bi fîzîkî bikî? Na. Kitêba Pîroz me hêlan dike wekî em nêtêd mayîn bidine ciyê yekê. Ew dibêje: “Heger ev her tişt wê bi vî awayî wêran bin herin, hûn gerekê merivne çawa bin? Gerekê hûn jiyîna helal û xwedênasiyêda bimeşin, hîviya Roja Xwedê bin û hatina wî lez xin” (2 Petrûs 3:10-12). Ji kontêkstê tê kifşê wekî “ew hemû tiştêd” ku wê bêne kutakirinê, ew heye serwêrtiya vê dinya neheq û ew meriv yêd ku ewê serwêrtiyê dijbêrin, ne ku serwêrtiya Xwedê. Dêmek eyan e, ku hergê em tiştêd matêrîalî top kin, ew yek wê me xilaz neke ji vê kutakirinê.

Bi rastiyê, hergê em dixwazin xilaz bin, em gerekê Xwedê Yahowara amin bin, rabûn-rûniştandina baş hîn bin, û kirêd baş bikin ku dilê wî xweş tê (Sêfanya 2:3). Dewsa ku pey geleka herin, û pişguhê xweva bavêjin nîşanêd eyan ku em dijîn wedê ferz, mera lazim e roja Yahowa bîra xweda xwey kin. Şedêd Yahowa dikarin wera şirovekin ku hûn ça dikarin xilaz bin wê roja ku wê bê.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin