TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ
Gelo Xilazî Nêzîk E?
Gelo Xwedê wê bihêle wekî meriv berdewan kin ser meriva serwêrtiyê bikin û axiriya însanetê xirab kin? Na. Ça em pêhesiyan, ew wê bikeve nav şixulê meriva, hin jî wê kul-derda û neheqiyê bide hildanê. Efirandarê însanetê û erdê dixwaze wekî em bizanibin ku ew wede nêzîk e. Lê ew ça eyan dike ewê zanebûna ferz?
Binihêrin meselê: Çaxê tu bi erebê dixwazî rêkevî, pêşiyê tu dikarî ji întêrnêtê binihêrî, yan xerîtê, yan jî rêberîke din seva bizanibî ça herî. Paşê, çaxê tu îda rêda nî, û tu divînî wekî nîşanêd ser rê li gora xerîtê ne, hingê tu îda fem dikî ku tu nêzîkî wî ciyê lazim dibî. Usa jî Xwedê Xebera xwe daye me, kîderêda ku mera nîşan dike halê dinyayê. Çaxê em divînin ku çawa halê dinyayê têne guhastinê, em bawer dibin ku em dijîn wedê nêzîkaya xilaziyê.
Kitêba Pîroz şirovedike ku dinya wê bigihîje wextekî usa ku terîxiyêda tunebûye, kîjan ku wê dinyayê bîne berbi xilaziyê. Wî wedeyî halê dinyayê wê usa be û tiştêd usa wê biqewimin, ku tu car di terîxiya însanetêda usa nebûye. Werên binihêrin hine elametî ji Xebera Xwedê derheqa wî wedeyî.
1. HALÊ DINYAYÊ Di vê pêxembertiyêda ya ku nivîsar e di Metta serê 24-da, hatiye rêz kirinê nîşanêd halê dinyayê, kîjan ku gişk bi hevra çawa nîşanek e. Ew nîşan gerekê eyan ke “axiriya vê dinyayê” û kifş ke ku kengê “xilazî wê bê” (Rêzêd 3, 14). Nîşan ew in ku wê hebin şerêd mezin, xelayî-celayî, erdhej, zêdebûna neheqiyê, hizkirina geleka wê sar be, û serwêrêd rêlîgiyêd derew wê meriya bixalfînin (Rêzêd 6-26). Rast e tiştêd usa berêda jî hebûne. Lê çaxê xilazî nêzîk dibe, ew hemû tişt gerekê tevayî biqewimin. Û tevî wan nîşana, dîsa sê nîşanêd din gerekê bêne sêrî.
2. XEYSET-HUNURÊD MERIVA Kitêba Pîroz dibêje ku “rojêd axiriyêda”, dêmek wedê nêzîkaya xilaziyê, wê eyan be pê xirabbûna xeyset hunurêd meriva. Em dixûnin: “Merivê bibine xwehiz, perehiz, kubar, babax, kifir, ne gura dê-bavada, bêşêkir, heram, dilsar, bêrem, buxdanbêj, temsist, zulmkar, neyarêd qenciyê, nemam, culet, xwerazî, rihetîhiz, ne ku Xwedêhiz” (2 Tîmotêyo 3:1-4). Rast e ew teze nîne ku meriv hindava hevda bêqedir in, lê tenê “rojêd axiriyêda” wê meriv usa xirab bin ku wî wedeyîra dikarin bêjin “zemanêd xirab in”. Dibeke te xwexa texmîn kiriye wekî nihêrandin û xeyset-hunurêd meriva gelek xirab bûne.
3. XIRABKIRINA ERDÊ Di Kitêba Pîrozda tê gotinê ku Xwedê wê “qira wan” bîne, yêd ku “dinê xirab dikin” (Eyantî 11:18). Lê ça meriv dinê xirab dikin? Çawa ku wedê Nuh usa jî niha: “Erd li ber çevê Xwedê heramî wêran bibû û xirabîyava erd tijî bû. Xwedê dîna xwe da dinyayê, ku va ye ew herimîyê wêran bûye”. Lema jî Xwedê derheqa merivêd xirab got: “Ezê wan wêran kim” (Destpêbûn 6:11-13, PKM). Te xwexa texmîn kiriye wekî erd tije dibe bi zulmî û xirabiyê? Hin jî meriv gihîştine wî wedeyî, ku bi rastiyê jî qewata meriva heye wekî însanetê bi temamî qir kin û bi wê yekê dinê xirab kin. Çekêd gelek qewî destêd wanda hene. Bi cûrekî mayîn jî ewana dikarin erdê xirab kin. Sîstêma ku ser erdê emir xwey dike, ew heye hewa, heywan, êkosîstêma, okêan, ew hemû tişt çiqas diçe hê xirab dibin ji bo meriya, çimkî ewana qe xem nakin bona wê yekê.
Hela dişirmîş be: “Hema qirnek pêşda çekêd meriva haqas hebûn, wekî bi temamî însanet kutakirana?” Lê roja îroyîn meriv dikarin bi temamî însanetê kuta kin. Çi cûreyî? Gelek çekêd wane qewî hene û hin jî ewana tebiyetê xirab dikin. Têxnolojiya usa zû pêşda diçe, ku meriv nikarin kontrol kin wekî ev têxnolojiya karê wê bîne yan zirarê. Lê destê merivada nîne axiriya erdê û kontrolkirina ser wê. Pêşiya ku emir li ser erdê kuta be, Xwedê wê bikeve nava wî şixulî, û qira wan bîne, kê erdê xirab dike. Ew heye sozê Xwedê!
4. ŞIXULÊ DANNASÎNKIRINÊYE HEMDINYAYÊ Pareke nîşana xilaziyê ew pêxembertî ye, ku şixuleke nebûyî wê bê kirinê: “Ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hemû miletara bibe şedetî û hingê xilazî wê bê” (Metta 24:14). Ew dannasînkirin gerekê cude be ji dannasînkirina rêlîgiyêd din, ku nava qirnada dihate dannasînkirinê. Wedê wan rojêd axiriyê, ew dannasînkirina mexsûs gerekê dîna meriva bide ser “Mizgîniya Padşatiyê”. Lê tu rêlîgiyake usa zanî wekî mizgîniya usa dannasîn dike? Hergê erê, lê gelo ewana evê mizgîniya xêrê “nav temamiya dinyayê . . . hemû miletara” bela dikin?
Mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê, nav temamiya dinyayê bi seda zimana tê dannasînkirinê
Malpera www.jw.org dîna meriva dide ser “Mizgîniya Padşatiyê”. Di edebyetêd vê malperêda, ev mizgînî tê şirovekirinê ser 700 zimana zêdetir. Tu zanî rêlîgiyeke din kîjan ku nava temamiya dinyayêda, derheqa Padşatiyê mizgîniya xêrê bela dike? Pêşiya ku întêrnêt derketa, Şedêd Yahowa îda hatibûn naskirinê bi wê yekê ku ewana bi temamiya qewata xwe mizgîniya xêrê derheqa Padşatiyê bela dikirin. Ji sala 1939, ser rûyê jûrnala “Birca Qerewiliyê” heye xeberêd usa “Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike”. Di kitêbekêda derheqa rêlîgiyayê nivîsar e, ku şixulê dannasînkirina Şedêd Yahowa, bi belakirinê û bi çapa dannasînkirinê, nayê beramberkirinê. Ew şedetîkirin kifş dike wê mizgîniya xêrê, ku zûtirekê “xilazî wê bê” bi saya Padşatiya Xwedê.
GUHASTINA GIRÎNG DI TERÎXIYA DINYAYÊDA
Gelo tu texmîn dikî wekî ew hemû çar nîşanêd ji Kitêba Pîroz, yê ku di vê temayêda hatine gotinê, di emirê teda têne kifşê? Eva jûrnala, nava seda sala zêdetir înfomasiyayê dide xwendevanêd xwe, derheqa derecêd dinyayê. Ev înformasiya alî wan dike ku xwexa îzbat bin wekî xilazî nêzîk e. Hilbet, hine skêptîk înkar dikin evê yekê, û dibêjin ku ew îzbatkirin û statîstîk li ser hîmê nihêrandina meriya ye, û dikare nerast be. Ewana usa jî dibêjin ku ji bo wê pêşdaçûyînê ku meriv dikare haş ji temamiya dinyayê hebe, usa tê kifşê ku halê dinyayê tê bêjî xirab dibe. Lê heye îzbatbûn kîjan hê zêde dibe, wekî terîxiya însanetêda em dijîn xilaziya wedê girîngda.
Hine êkspêrt dibêjin ku em nêzîkî guhastinêd ferz dibin li ser erdê. Mesele, sala 2014-da, hine zandara gilî kirin derheqa xofiyêd mezin, kîjan ku dikarin xilaziya sîvîlîzasiyayê bînin. Wan zandara got: “Lêkolînkirina ewan xofiya, mera didine eyankirinê, ku îro katastrofa têxnolojiyê dîsa gelek xof e bona sîvîlîzasiyayê”. Gelek meriv hê zêde îzbat dibin, ku di terîxiya dinyayêda em gihîştine guhastina girîng. Yêd ku evê jûrnalê derdixin û yêd ku dixûnin, dudilî nabin wekî niha dêmek ev wedê mexsûs rojêd axiriyê ne û xilazî nêzîk e. Dewsa ku bitirsin axirî wê çawa be, hûn dikarin şa bin ku axirî wê çi bîne. Lê çira? Çimkî hûn dikarin xilaz bin!