KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwbq gotar 111
  • Gelo Çi ye ‘Nîşana Rojên Axiriyê’?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Çi ye ‘Nîşana Rojên Axiriyê’?
  • Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Caba Kitêba Pîroz
  • Kîjan in hine pêxembertiyên Kitêba Pîroz derheqa “rojên axiriyê”?
  • Gelo em “rojên axiriyêda” dijîn?
  • Em Rastî li “Axiriya vê Dinyayê” Dijîn?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Gelo Kitêba Pîrozda Hatiye Pêxembertîkirinê, ku Wedê Meda Meriv wê Çi Cûreyî bin?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Gelo Axiriya Vê Dinyayê wê Kengê bê? Îsa Çi Got
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • Padşatiya Xwedê Îda Serwêrtiyê Dike!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
ijwbq gotar 111
Şikil: Qewimandinên ku nîşana “rojên axiriyê” ne. 1. Keşîş dua dike. 2. Tank. 3. Merivê nexweş nav ciyada. 4. Zara birçî bi tûsiya vala. 5. Merivên hêrs her tiştî hûrdexweşî dikin. 6. Merivê ku gule dike.

Gelo Çi ye ‘Nîşana Rojên Axiriyê’?

Caba Kitêba Pîroz

Kitêba Pîroz derheqa qewimandin û xeyset-hunurên meriva dibêje, kîjan wê bibûna “nîşana . . . axiriya vê dinyayê” (Metta 24:3). Kitêba Pîroz ewî wedeyî nav dike “rojên axiriyê” yan jî “zemanê dawiyê” (2 Tîmotêyo 3:1; Daniyêl 8:19, ÎM).

Kîjan in hine pêxembertiyên Kitêba Pîroz derheqa “rojên axiriyê”?

Kitêba Pîroz pêxembertî kiriye derheqa gelek tişta, yên ku gerekê hevra biqewimiyana û bibûna “nîşana” rojên axiriyê (Lûqa 21:7). Were hine mesela şêwir kin:

Şerên nav temamiya dinyayê. Îsa pêxembertî kiriye: “Miletê rabe li ser milet, padşatî li ser padşatiyê” (Metta 24:7). Anegorî vê yekê, Eyantî 6:4 pêxembertiyê dike derheqa siyarê hespêyî sîmbolîk. Ev siyar gerekê “edilayiyê ji dinyayê” hilda.

Xelayî-celayî. Îsa pêxembertî kiriye: “Cî-ciya wê xelayî-celayê . . . bibin” (Metta 24:7). Kitêba Eyantî usa jî pêxembertiyê dike derheqa siyarekî hespekî din, kîjan ku gerekê gelek ciyada xelayî-celayî pey xwe bianiya (Eyantî 6:5, 6)

Erdhej. Îsa pêxembertî kiriye, wekî “cî-ciya wê . . . erdhejê bibin” (Metta 24:7; Lûqa 21:11). Ev erdhejên mezin ku nav temamiya dinyayêda gerekê biqewimiyana, wê zirara mezin û haqas tengasî û mirin baniyana, çiqas ku pêşda tu car tune bûye.

Nexweşî. Îsa pêxembertî kiriye, wekî “nexweşiya hal” yan êpîdêmiya wê pêşda bên (Lûqa 21:11).

Zordarî. Rast e bi seda sala meriv zordariyê dikin, lê Îsa derheqa “zêdebûna neheqiyê” pêxembertî kiriye, wekî rojên axiriyêda neheqî û zordarî wê diha zêde bin (Metta 24:12).

Xirabkirina erdê. Eyantî 11:18-da hatiye pêxembertîkirinê, wekî însanetê “dinê xirab” ke. Ewana wê ewê yekê bi gelek cûra bikin, dêmek ne ku tenê bi zordariyê û kirên xirab, lê usa jî wê ziyanê bidine tebiyetê.

Xeyset-hunurên xirab. Kitêba Pîrozda 2 Tîmotêyo 3:1-4-da hatiye pêxembertîkirinê, wekî heçî zef meriv wê bibine “bêşêkir, heram . . . bêrem, buxdanbêj, temsist, zulmkar, neyarên qenciyê, nemam, culet, xwerazî”. Ew xeyset-hunur nav meriavada wê gelek eşkere bin, lema jî derheqa wî zemanî hatiye gotinê ku “rojên axiriyêda zemanên xirab wê bên”.

Dilsarî malbetêda. Kitêba Pîrozda, 2 Tîmotêyo 3:2, 3-da hatiye pêxembertîkirinê, ku neferên malbetê wê hindava hevda “dilsar” bin û zar jî “ne gura dê-bavada” bin.

Hizkirin hindava Xwedêda sar bûye. Îsa pêxembertî kiriye: “Hizkirina geleka wê sar be” (Metta 24:12). Bi van giliya Îsa dixwest bigota, wekî hizkirina gelek meriya hindava Xwedêda wê sar be. Anegorî vê yekê 2 Tîmotêyo 3:4 dibêje, wekî rojên axiriyêda meriv wê bibine “rihetîhiz, ne ku Xwedêhiz”.

Durûtî hebandinêda. Kitêba Pîrozda, 2 Tîmotêyo 3:5-da hatiye pêxembertîkirinê, ku meriv wê bidine kifşê, yan çi Xwedê dihebînin, lê bi rastî wê normên Wî pişt guhê xweva bavêjin.

Femkirina pêxembertiyên Kitêba Pîroz. Kitêba Daniyêlda hatiye pêxembertîkirinê, wekî “heta dema ku dawî” bê, gelek meriv wê zanebûna rastiya Kitêba Pîroz û femkirina pêxembertiya qazanc kin (Daniyêl 12:4, ÎM).

Şixulê belakirina mizgîniyê hemdinyayêda. Îsa pêxembertî kiriye: “Ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hemû miletara bibe şedetî û hingê xilazî wê bê” (Metta 24:14).

Qerfkirin û bêtalaşî. Îsa pêxembertî kir, wekî heçî zef meriv wê hindava nîşanên rojên axiriyê bêtalaş bin (Metta 24:37-39). Xêncî wê yekê, 2 Petrûs 3:3, 4-da hatiye pêxembertîkirinê, wekî hine meriv wê qerfê xwe wan nîşana bikin û îzbatiya înkar kin.

Hemû pêxembertî hatine sêrî. Îsa got wekî rojên axiriyê wê bi vê yekê bêne kifşê, wekî hemû pêxembertî wê hevra bêne sêrî, ne ku hinek yan jî heçî zef ji wan (Metta 24:33).

Gelo em “rojên axiriyêda” dijîn?

Erê. Derecên wê dinyayê û xronolojiya Kitêba Pîroz zelal dikin, wekî rojên axiriyê ji sala 1914 destpêbûn, dêmek hema wê salê gava Şerê Hemdinyayêye I destpêbû. Seva ku hê zêde pêbihesin, ku ça halê wê dinyayê îzbat dike, wekî em rojên axiriyêda dijîn, evê vîdêoyê binihêre:

Sala 1914-da Padşatiya Xwedê destpêkir serwêrtiyê bike. Ya pêşin çi ku ewê Padşatiyê kir ev bû, ku Mîrê-cina û cinên wî ji ezmên avîte ser erdê, û sînor wanra hate dayînê ku tenê ser erdê hukum kin (Eyantî 12:7-12). Hukumkirina Mîrê-cina ser însanetê tê kifşê bi nihêrandin û kirên merivaye xirab, ji bo çi jî rojên axiriyê bûne “zemanên xirab” (2 Tîmotêyo 3:1).

Gelek meriv diçerçirin ji bo wan rojên axiriyêye giran. Ewana xemgîn dibin ku nikarin tevayî edilayêda bijîn û hevra ziman bivînin. Hine meriv jî ber xwe dikevin ku axiriyêda meriv wê qira hev bînin.

Lê dîsa jî hene merivên usa ku wî halîda hîviya axiriya baş in. Ewana bawer in, wekî Padşatiya Xwedê zûtirekê wê hemû çetinayên însanetê safî ke (Daniyêl 2:44; Eyantî 21:3, 4). Ewana bi sebir hîviya wî wedeyî ne, gava Xwedê hemû sozên xwe bîne sêrî. Him jî ewana ji wan giliyên Îsa berdiliyê distînin: “Kî ku heta xilaziyê teyax ke, ewê xilaz be” (Metta 24:13; Mîxa 7:7).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin