KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwbq gotar 189
  • Ez Dikarim ji Kitêba Pîroz Berdiliyê Bistînim?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ez Dikarim ji Kitêba Pîroz Berdiliyê Bistînim?
  • Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Caba Kitêba Pîroz
  • Kul-derd
  • Mirina merivê nêzîk
  • Xweneheqkirin
  • Xemgînî
  • Nexweşî
  • Strês û diltengî
  • Şer-dew
  • Tirs bona axiriyê
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Kitêba Pîroz Dikare Alî Min Bike, wekî Xwe Gunekar Nekim?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Hemû Xemên Xwe Bavêje ser Yehowa
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
  • Kitêba Pîroz Hêviyê Dide Me
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
Hê Zêde Binihêre
Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
ijwbq gotar 189
Kulfet Kitêba Pîroz dixûne.

Ez Dikarim ji Kitêba Pîroz Berdiliyê Bistînim?

Caba Kitêba Pîroz

Belê (Romayî 15:4). Were em hine rêzên ji Kitêba Pîroz şêwir kin, yên ku derecên çetinda berdilî dane merivên dilteng.

Vê gotarêda

  • Kul-derd

  • Mirina merivê nêzîk

  • Xweneheqkirin

  • Xemgînî

  • Nexweşî

  • Strês û diltengî

  • Şer-dew

  • Tirs bona axiriyê

Kul-derd

Zebûr 23:4: “Heger ez gelîyê sîya mirinêda bim, ji xirabîyê ezê tu car netirsim, çimkî Tu yî wir tevî min”.

Çi tê hesabê: Hergê tu Xwedêra dua dikî û rêberiyê ji Xebera wî digerî, tuyê bi mêrxasî problêma alt kî.

Fîlîpî 4:13: “Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide min”.

Çi tê hesabê: Xwedê dikare qewatê bide te, ku ber hemû çetinaya teyax kî.

Seva hê zêde pêbihesî, ku çi cûreyî Kitêba Pîroz dikare alî te bike, wekî ber kul-derda teyax kî, yên ku dirêj dikişînin, binihêre gotar “Çetinayî: Gava Nikarî Derecê Biguhêzî”.

Mirina merivê nêzîk

Waîz 9:10, (ÎM): “Li diyarê miriya yê ku tu diçî kar û şêwir, zanebûn û şehrezayî tuneye”.

Çi tê hesabê: Ewên ku mirine naçerçirin, ne jî dikarin ziyanê bidine me. Ewana tu tiştî texmîn nakin.

Karên Şandiya 24:15: “Hemû . . . ji mirinê rabin”.

Çi tê hesabê: Xwedê dikare merivên meyî hizkirî paşda vegerîne jîyînê.

Seva hê zêde elametî derheqa wê yekê, ku çi cûreyî Kitêba Pîroz dikare alî te bike gava te merivê xweye hizkirî unda kiriye, binihêre gotar “Ça Teyax kin Mirina Merivê Nêzîk”.

Xweneheqkirin

Zebûr 86:5: “Çimkî Tu Xudanoa, qenc û afû kir î, hindava hemûyada xweyê huba mezin î, kîjan ku gazî Te dikin”.

Çi tê hesabê: Xwedê dibaxşîne wan meriya, yên ku bi dil gunên xwe tobe dikin û ser xwe dixebitin, seva wan şaşiya îda nekin.

Zebûr 103:12: “Çiqas rohilat ji roavayê dûrtir e, haqasî jî guneyên me ji me dûr xistî ne”.

Çi tê hesabê: Çaxê Xwedê dibaxşîne, ew ça bêjî gunên me davêje pişt xwe, ku wana nevîne. Ew her car gunên me nade rûyê me, ku me rezîl ke yan jî ceza ke.

Seva hê zêde elametî derheqa wê yekê, ku çi cûreyî Kitêba Pîroz dikare alî te bike gava bi zêdeyî xwe neheq dikî, binihêre gotar “Kitêba Pîroz Dikare Alî Min Bike, wekî Xwe Gunekar Nekim?”

Xemgînî

Zebûr 31:7: “Ser merimîya minda Te nihêrî û telî-tengîya min pê hesîyayî”.

Çi tê hesabê: Xwedê haş ji hemû telî-tengiyên me heye. Xwedê ji hemûşka baştir halê me fem dike.

Zebûr 34:18: “Xudan nêzîkî dilşkestîya ye û merim-belengaza didebirîne”.

Çi tê hesabê: Xwedê soz dide, ku wê te bişidîne gava tu xemgîn bî. Ew dikare qewatê bide te, ku êşa dilê te sivik be.

Seva hê zêde pêbihesî ku çi cûreyî Kitêba Pîroz dikare alî te bike, wekî zef xemgîn nebî, binihêre vîdêo “Ji Diltengiyê Berbi Şabûnê”.

Nexweşî

Zebûr 41:3: “Xudanê nexweşîyêda cî-nivîna wî bê remê”.

Çi tê hesabê: Xwedê dikare alî te bike û edilaya dil bide te, hergê tu giran nexweş î. Ew usa jî dikare qewatê, teyax û bîlaniyê bide te, seva ku safîkirinên bi aqilayî bikî.

Îşaya 33:24, (ÎM): “Wê tu rûniştiyê li wir nebêje: ‘Ez nexweş im’”.

Çi tê hesabê: Xwedê soz dide, wekî wedekî usa wê bê, ku hemû meriv wê sihet-qewat bin.

Seva hê zêde pêbihesî, ku Kitêba Pîroz ça dikare alî te bike, hergê tu giran nexweş î, binihêre gotar “Çi Bikin Hergê Sihet-Qewata Me Nişkêva Xirab bû?”

Strês û diltengî

Zebûr 94:19: “Dema derd-kul dilê minda zêde dibin, baristanîyên Te nefsa min şa dikin”.

Çi tê hesabê: Hergê em strêsêda bin yan jî dilteng bin, gava em Xwedêra dua bikin, Xwedê wê alî me bike ku rihetiya dil xwey kin û zef xemgîn nebin.

1 Petrûs 5:7: “Hemû xemên xwe bavêjine ser wî, çimkî ew bona we xem dike”.

Çi tê hesabê: Xwedê çetinayên meda bona me xem dike û ew dixwaze, wekî em derdê dilê xwe wîra gilî kin.

Seva hê zêde pêbihesî, ku çi cûreyî Kitêba Pîroz dikare alî te bike, wekî ber strêsê û xemgîniyê teyax kî, binihêre gotar “Çawa Strêsêda Teyax kin”.

Şer-dew

Zebûr 46:9: “Şera dide sekinandinê, her çar qulbên dinyayê”.

Çi tê hesabê: Zûtirekê Padşatiya Xwedê wê hemû şer-dewa bide hildanê.

Zebûr 37:11, 29: “Milûkê erdê war bin, xêr-xweşîyêva wê xinê bin û şa bin. . . . Rastê li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn”.

Çi tê hesabê: Merivên baş wê heta-hetayê ser erdê bijîn û bextewar bin.

Seva hê zêde elametî derheqa wê yekê, ku em ji ku zanin, wekî Padşatiya Xwedê nêzîk e, binihêre gotar “Padşatiya Xwedê wê Çi Çax li ser Erdêra Serwêrtiyê Bike?”

Tirs bona axiriyê

Yêremya 29:11, (DT): “‘Ez rind zanim ew, çi ku min seva we qirar kiriye’ Yehowa dibêje. ‘Min edilayî seva we qirar kiriye, ne ku xezeba, seva ku hêviyê û axiriya baş bidime we’”.

Çi tê hesabê: Xwedê cimeta xwe dide bawerkirinê, ku axiriya baş hîviya wan e.

Eyantî 21:4: “Ewê ji çevên wan hemû hêsirên wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştên berê derbaz bûn”.

Çi tê hesabê: Xwedê soz dide, ku wê hemû tiştên xirab kuta ke, kîjan ku îro diqewimin û ji bo kîjana em diçerçirin.

Seva hê zêde pêbihesî derheqa sozên Kitêba Pîroze bona axiriyê, binihêre gotar “Hêviya Baş bona Roja Sibê”.

a Yehowa, ev heye navê Xwedê, yê ku Kitêba Pîrozda ne (Zebûr 83:18). Binihêre gotar “Yehowa Kî ye?”

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin