KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp16 № 2 rûp. 3-4
  • Gelo Ew Yek bi Rastiyê Qewimî?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Ew Yek bi Rastiyê Qewimî?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • EW QEWIMANDIN ÇI NÎŞAN DIKIN
  • LÊ ÇI EM DIKARIN BÊJIN DERHEQA RABÛNA ÎSA JI MIRINÊ?
  • Rabûna Miriya – Hêvîke Saxlem!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • “Ez Xwedêda Bawer im”
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
wp16 № 2 rûp. 3-4
Bedena Îsa ji stûna cefê hildidin û şagirtê wî dûrva dîna xwe didin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | SEVA ÇI ÎSA ÇERÇIRÎ Û MIR?

Gelo Ew Yek Bi Rastiyê Qewimî?

Biharê sala 33 D.M., Îsayê Nisretê hate kuştinê. Wî neheq dikirin ku yan çi ew miqabilî serwêriyê dertê. Ew bêxwedêtî kutan û ser stûna cefê dardakirin. Ew bi cefa mir. Lê Xwedê wî ji mirinê rakir û paşî 40 rojî, Îsa vegeriya li ezmana.

Ew elametiya ferz ji çar kitêbên pêşin ji Mizgînî ye, kîjan usa jî tê navkirinê ça Peymana Nû. Lê ew tişt bi rastiyê qewimîn? Ew pirseke gelek ferz e. Çimkî hergê ew tişt neqewimiye, wekî usa ne baweriya Mesîhiya pûç e û baweriya hindava jîyîna heta-hetayê jî çîrok e (1 Korintî 15:14). Aliyê dinva jî hergê serhatiya derheqa Îsa rastî qewimiye, dêmek ew yek axirîke gelek baş wê bîne, û tu jî dikarî ji wê yekê karê bistînî. Lema were em pêbihesin ew hemû tişt bi rastiyê qewimîne, yan na.

EW QEWIMANDIN ÇI NÎŞAN DIKIN

Serhatiya derheqa Îsa ji çar kitêbên pêşin ji Peymana Nû ew ne mîna çîrokên ne rêalî ne. Ew serhatî gelek terbet hatiye nivîsarê û wê serhatiyêda elametiyên hûr jî hatine nivîsarê. Mesele, di wê serhatiyêda nivîsar e navên gelek ciya, kîjan ku roja îroyîn jî dikarin bivînin. Di wê serhatiyêda tê gilîkirinê bona merivên rêalî, derheqa kîjana nivîskarên ne mesîhî xwexa îzbat dikin (Lûqa 3:1, 2, 23).

Di qirna yekê û dudada nivîskarên nemesîhî jî gilî dikirin derheqa Îsa.a Îsa hema bi wî cûreyî hate kuştinê, çawa ku wî çaxî Romaya merivê sûcdar dikuştin. Kuştina Îsa çawa nivîsar e di çar kitêbên pêşin ji Peymana Nûda tevgirêdayî ye tevî mêtodên kuştinên Romaya wedê berê. Xêncî wê yekê, ew qewimandin tevgirêdayî ye tevî îzbatkirinên ku bi rastiyê qewimîne û hela hê jî didine kifşê şaşiyên şagirta (Metta 26:56; Lûqa 22:24-26; Yûhenna 18:10, 11). Ew her tişt îzbat dikin ku ewên Mizgînî nivîsîne, merivne dilpak bûne û derheqa Îsa hemû tişt rast nivîsîne.

LÊ ÇI EM DIKARIN BÊJIN DERHEQA RABÛNA ÎSA JI MIRINÊ?

Rast e gelek meriv bawer dikin ku Îsa dijît û mir, lê hene meriv dudilî dibin ku ew hatiye saxkirinê. Serê sêrîda hela hê şagirtên Îsa jî bawer nekirin ku ew wegeriya jîyînê (Lûqa 24:11). Lê, çaxê wana paşî saxkirinê Îsa di cûre-cûre derecada dîtin, ewana îda dudilî nîbûn. Mesele, carekê weke 500 meriva Îsayê saxbûyî dîtin (1 Korintî 15:6).

Rast e şagirtên Îsa dikaribûn bêne girtinê û kuştinê, lê wana dîsa jî bi mêrxasî hemûyara gilî dikirin derheqa rabûna Îsa ji mirinê, hela hê wanara jî kê Îsa kuşt (Karên Şandiya 4:1-3, 10, 19, 20; 5:27-32). Hergê şagirta sed selefî bawer nekirana ku Îsa ji miriya rabûye, wana usa bi mêrxasî wê gilî nekira derheqa wî. Belê ew yek ku Îsa rastî ji mirinê hate rakirinê, qewatê dide hemû Mesîhiyên rast, wekî mêrxas bin ber çetinaya.

Elametiyên ji Peymana Nû, derheqa mirin û rabûna Îsa ji mirinê ye, ew elametî îzbat dikin ku ew nivîsar rast in. Hergê em bixûnin û kûr dîna xwe bidine wan elametiya, ew yek wê me bide bawerkirinê, ku ew qewimandin bi rastiyê qewimîne. Baweriya te wê hê qewî be, hergê tu fem bikî çira ew her tişt qewimîne. Derheqa wê yekê di têma dinda wê bê şirovekirinê.

a Tatsît hate bûyînê nêzîkî sala 55 D.M., ewî nivîsî ku “navê [Mesîhiya] hatiye hildanê ji navê Mesîh yê ku wedê hukumetiya Tîberîûs hate kuştinê bi destê Pontiyê Pîlato”. Derheqa Îsa usa jî gilî dikirin Svêtonî û Ûsivê Flavîûs (qirna yekêda); û usa jî Plînîê Biçûk serwêrê Bîtênyayê (destpêbûna qirna dudada).

Çira Îzbatkirinên Din Tunene?

Gelo em gerekê hîviyê bin ku xêncî Kitêba Pîrozda gelek kitêbên dinda jî ya wî wedeyî, gerekê bihata gotinê derheqa Îsa û saxkirina wî? Ne eseyî ye. Çimkî Peymana Nû hatibû nivîsarê weke 2 000 sal pêşda, û nivîsarên din ya wî wedeyî hinek gihîştine me (1 Petrûs 1:24, 25). Xêncî wê yekê dijminên Îsa yên wî çaxî, dibeke derheqa Îsa wê tiştên usa lênekirana, çi ku wê meriva hêlan kira baweriya xwe Îsa bînin.

Derheqa rabûna Îsa ji mirinê Pêtirûsê şandî lêkir: “Lê Xwedê ew roja sisiya ji mirinê rakir, da eyankirinê, ne ku hemû cimetêra, lê wan şedara, yêd ku pêşiyê ji aliyê Xwedêda hatibûne bijartinê, awa gotî mera, yêd ku pey mirin-rabûna wîra tevî wî xwarin û vexwarin” (Karên Şandiya 10:40, 41). Lê gelo çira ne her kes pêhesiya? Çimkî, çaxê serekên kahîna bihîstin derheqa saxkirina Îsa, wana nexast wekî ew yek bela be. Ew elametî kitêba Mettada tê gilîkirinê (Metta 28:11-15).

Lê gelo Îsa jî nedixwest wekî tu kes derheqa saxkirina wî pêbihese? Ew yek usa nîne çimkî Petrûs got “Ewî temî li me kir, wekî em cimetêra dannasîn kin û şedetiyê bidin ku ew e hakimê miriya û zêndiya ji Xwedêda kifşkirî”. Mesîhiyên rast ça wî çaxî usa jî rojên meda ewê temiyê tînin sêrî (Karên Şandiya 10:42).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin