KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp16 № 2 rûp. 16
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Kî ye yan çi ye Mîrê-cin?
  • Lê gelo Mîrê-cina dikare ser meriva hukum ke?
  • Gelo bi Rastî Şeytan Heye?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
wp16 № 2 rûp. 16
Îsa înkar dike cêrbandinên Mîrê-cin

Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Kî ye yan çi ye Mîrê-cin?

WEYÊ ÇA CABA XWE BIDA Mîrê-cin ew heye . . .

  • Kesê ruhanî?

  • Zulmî hundurê merivada?

  • Meriva xwexa ber xwe derxistiye?

KITÊBA PÎROZ DIBÊJE

Mîrê-cina tevî Îsa xeberdida û ewî ew dicêriband (Metta 4:1-4). Dêmek, meriva wî ber xwe dernexistine, û ew ne jî zulmî ye hundurê merivada. Ew heye kesê ruhanî û zulim.

DÎSA ÇI EM DIKARIN JI KITÊBA PÎROZ PÊBIHESIN?

  • Mîrê-cina milyaket bû, lê “tu car xwe rastiyê negirtiye” (Yûhenna 8:44). Ew bû yekî derewîn û miqabilî Xwedê derket.

  • Hine milyaketên din jî pey Şeytan çûn û miqabilî Xwedê derketin (Eyantî 12:9).

  • Mîrê-cina gelek meriva dixapîne yançi ew tune ye (2 Korintî 4:4).

Lê gelo Mîrê-cina dikare ser meriva hukum ke?

HINE MERIV DIBÊJIN ku hukumê Mîrê-cina tuneye, lê yên din ditirsin wekî ruhê zulim ser wan hukum nekin. Lê hûn çi difikirin?

KITÊBA PÎROZ DIBÊJE

“Temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye” (1 Yûhenna 5:19). Rast e Mîrê-cina gelek ser însanetê hukum dike, lê ser her merivekî kontrol nake.

DÎSA ÇI EM DIKARIN JI KITÊBA PÎROZ PÊBIHESIN?

  • Mîrê-cina meriva dixalifîne seva hê zêde hukum bike (2 Korintî 11:14).

  • Cin hine derecada dikarin ser meriva hukum kin (Metta 12:22).

  • Hûn dikarin bi alîkariya Xwedê “miqabilî Mîrêcin bisekinin” (Aqûb 4:7).

Seva hê zêde înformasiya binihêre serê 10 ji vê kitêbê, “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”, ya ku Şedên Yahowa neşir kirine

Usa jî li ser malpera www.jw.org

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin