KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp16 № 4 rûp. 8
  • Çima Kitêba Pîroz Hate Xweykirinê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çima Kitêba Pîroz Hate Xweykirinê
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • Têmên Mîna Wê
  • Kitêba Pîroz Elametiya ji Xwedê ye bona Me
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Çi Hûn Gerekê Bizanibin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • Hê Zêde Alîkarî Bona Malbetê
    Hişyar Bin!—2018
  • Çi Hûn Derheqa Kitêba Pîroz Dişirmîş Dibin?
    Çi Hûn Derheqa Kitêba Pîroz Dişirmîş Dibin?
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
wp16 № 4 rûp. 8
Mêrik Kitêba Pîroz dixûne

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | KITÊBA PÎROZ​—HATE XWEYKIRINÊ Û GIHÎŞTE ME

Çima Kitêba Pîroz Hate Xweykirinê

Kitêba Pîroz hate xweykirinê. Îro tu dikarî evê kitêbê xwera bistînî û bixûnî jî. Û çaxê tu welgerandina baş ya Nivîsarên Pîroz dijbêrî, tu dikarî bawer bî wekî tu têksta rast ya nivîsandina orîjînalê dixûnî.a Lê çima Kitêba Pîroz nava haqas çetinayada, hate xweykirinê? Gelo ev kitêb çida mexsûs e?

“Niha ez bawer dikim, ku Kitêba Pîroz pêşkêş e ji Xwedê”

Gelek şagirtên Kitêba Pîroz razî ne tevî van giliyên Pawlos: “Temamiya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye” (2 Tîmotêyo 3:16). Ewana bawer dikin, ku Kitêba Pîroz hate xweykirinê, çimkî ev rastî jî Xebera Xwedê ye û ku Xwedê ev seva me xwey kiriye. Fayzal, derheqa kîjanî ku me gotarên pêşinda digot, hine wede şûnda safî kir Kitêba Pîroz hîn be û lêkolîn bike. Çi ku ewî wedê lêkolînkirinê pêhesiya, gelek ew ecêbmayî kir. Ew pêhesiya ku di Kitêba Pîrozda tune gelek hînkirinên usa, çi ku Mesîhtî îro bela dikin. Xêncî wê yekê, gelek dilê wî girt, çaxê ew ji Xebera Xwedê, derheqa qirara Wîye seva erdê, pêhesiya.

Ew dibêje: “Niha ez bawer dikim, ku Kitêba Pîroz pêşkêş e ji Xwedê. Û hergê Xwedê karibû Gerdûnê (Dinê) biefirîne, lê wê qewata wî negihîştayê, ku Kitêba Pîroz xwey ke û bigîhîne me? Hergê em vê yekêra razî nînin, dêmek em qewata Xwedêda çawa ku yekî Himzor, dudilî ne! Û ez kî me seva ku qewata Xwedêda dudilî bim?” (Îşaya 40:8).

a Binihêre gotar “Çawa Tu Dikarî Bijbêrî Welgerandina Kitêba Pîroz ya Baş?”. Ev gotar di jûrnala “Birca Qerewiliyêda ne” ya 1 Gulanê, sala 2008 (ru).

Çawa Em Dikarin Bawer bin ku Kitêba Pîroz Rast e?

Di vê rêza gotarada hatibû şirowekirinê, ku çawa Kitêba Pîroz hatiye xweykirinê. Lê çawa tu dikarî bawer bî, ku Kitêba Pîroz rastî jî “xebera Xwedê” ye, ne ku tenê kitêba çîroka û hikiyata ye? (1 Têsalonîkî 2:13). Binihêrin vîdêoya kin bi navê “Ça Em Dikarin Bawer Bikin, ku Kitêba Pîroz ji Xwedê ye?”, li ser malpera www.jw.org. (Bitikîne li ser ciyê gerînê, û nav binivîse)

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin