KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w16 Kanûna Pêşin rûp. 13-17
  • Bijîn Ça Xwedê Xweş tê û Jîyîn û Edilayê Bistînin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Bijîn Ça Xwedê Xweş tê û Jîyîn û Edilayê Bistînin
  • Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
  • Binserî
  • “FIKIRA BINYATA MERIVAYÊ”
  • “SER TIŞTÊD RUH” BIFIKIRIN
Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
w16 Kanûna Pêşin rûp. 13-17
Xûşkek difikire derheqa xizmetiya xwe, malbeta xwe û ça alî yên din bike

Bijîn Ça Xwedê Xweş tê û Jîyîn û Edilayê Bistînin

“Yêd li gora ruh dijîn, ew ser tiştêd ruh difikirin” (ROM. 8:5).

KILAMÊN: 45, 36

HÛNÊ ÇA CABA XWE BIDIN?

  • Firqî tune em hîviya jîyîna ser erdê ne yan li ezmana, çira em gerekê bifikirin ser Romayî serê 8?

  • Mesîhî ça dikare destpêke bifikire ser xwesteka bedenê?

  • Çi tê hesabê hiş-aqilê xwe bidine ser tiştên ruhanî?

1, 2. Çira Romayî serê 8, berê ewlin bona bijartiya ye?

DIBEKE we roja Evara Bîranîna mirina Îsa, rêzên Romayî 8:15-17-da xwendiye wekî Mesîhiyên bi ruhê pîroz kifşkirî ça têderdixin, ku ewana hatine bijartinê bona jîyîna li ezmana. Wan rêzada tê şirovekirinê wekî ruhê pîroz xwexa tevî ruhê wan şedetiyê dide. Û hin jî Romayî serê 8 rêza ewlinda, tê gotinê derheqa wan, “yêd ku tevî Mesîh Îsa bûne yek”, dêmek yên bijartî. Lê gelo Romayî serê 8, tenê seva yên bijartî ye? Yan Mesîhiyên din jî dikarin karê bistînin ji vî serî?

2 Ew serî, berê ewlin seva Mesîhiyên bijartî ye. Ewana distînin “ruh”, û hîviyê ne wekî bibine zarên Xwedê û “bigihîjine azayîya qalibê [bedena] xwe” (Rom. 8:23). Belê, axiriya wan ew e, ku ewana ser ezmana bibine kurên Xwedê. Xwedê ser hîmê qurbana Îsa gunên wan baxşand, û wana rast hesab kir seva ewana bibine kurên wîyî ruhanî (Rom. 3:23-26; 4:25; 8:30).

3. Çira em dikarin bêjin wekî Romayî serê 8, ne tenê bona bijartiya ye?

3 Romayî serê 8, usa jî kêrhatî ye bona wan, yên ku hîviya jîyîna heta-hetayê ser erdê ne. Xwedê wan meriva jî hesab dike ça merivên rast. Evê yekê em divînin ji nema Pawlos. Ewî Romayî serê 4-da gilî kiriye derheqa Birahîm, yê ku pêşiya Îsa dijît. Yehowa wî ça merivekî rast hesab kir, çimkî baweriya wîye qewî dît. (Bixûne Romayî 4:20-22.) Yehowa îro jî Mesîhiyên amin yên ku hîviya jîyîna heta-hetayê ser erdê ne, dikare hesab ke ça merivên rast. Lema ewana jî dikarin karê bistînin ji Romayî serê 8.

4. Em çaxê Romayî 8:21 dixûnin, gerekê ser kîjan pirsê bifikirin?

4 Romayî 8:21-da em dixûnin derheqa sozê Xwedê ku dinya teze wê ese bê. Ew rêz dibêje wekî “efirînê xwexa jî ji wê xulamtiya pûç aza bin û tevî azayî û rûmeta zarêd Xwedê bin”. Lê pirs ev e, emê evê keremê bistînin yan na. Hûn bawer in wekî hûnê evê keremê bistînin? Romayî serê 8, dikare alî we bike ku hûn bizanibin hela çi gerekê bikin, seva bikaribin bijîn dinya tezeda.

“FIKIRA BINYATA MERIVAYÊ”

5. Romayî 8:4-13-da, Pawlos derheqa çi tiştê ferz gilî dike?

5 Bixûne Romayî 8:4-13. Wan rêzada Pawlos beramberî hev dike wan yên ku “bi binyata merivayî” dijîn û yên ku bi biniyata “ruh” dijîn, dêmek yên ku bi xwestêka bedenê dijîn û yên ku bi rêberiya ruhê Xwedêyî pîroz dijîn. Hinek dibek bifikirin, wekî vê rêzêda Pawlos beramberî hev dike merivên vê dinyayê û Mesîhiyên rast. Lê ewî ew neme Mesîhiyên Romêra nivîsî, kîjan ku “pîrozbûnêra gazîkirî” bûn, dêmek yên bijartîra (Rom. 1:7). Em divînin wekî Pawlos wan rêzada firqî dikire orta Mesîhiyên ku bi xwesteka bedenê dijîtin, û yên ku bi rêberiya ruhê Xwedêyî pîroz dijîtin. Gelo firqiya orta wanda çi bû?

6, 7. a) Kitêba Pîrozda xebera “beden” bi çi nêta tê xebitandinê? b) Pawlos çi dixwest bigota çaxê giliyê “binyata merivayê”, Romayî 8:4-13-da da xebatê?

6 Di Kitêba Pîroze orîjînalda, dewsa xebera “meriv” yê ku Pawlos da xebatê, tê xebitandinê xebera “beden”. Ew xeber Kitêba Pîrozda bi cûre-cûre nêta tê xebitandinê. Cara ew tê hesabê bedena merivaye fîzîkî, yanê qalib (Rom. 2:28; 1 Korn. 15:39, 50). Usa jî cara ew xeber hatiye xebitandinê seva ku bê kifşê, ku meriv hevra çiqasî nêzîk in. Mesele, Kitêba Pîroz dibêje wekî Îsa “bi bedenî ji zureta Dawid bû”. Usa jî Pawlos miletê xwe Cihû hesab dikir ça “xûn-goştê” xwe (Rom. 1:3; 9:3).

7 Lê giliyên Pawlos ji Romayî serê 7, mera eyan dikin çi tê hesabê “binyata meriva”. Pawlos got ku jîyîna “bi binyata merivayê”, tê hesabê ku “temê guna” nav bedena merivada “ya xwe” dike, dêmek serwêrtiyê dike (Rom. 7:5). Niha em fem dikin wekî çira Pawlos got, ku “yêd ku li gora binyata merivayê dijîn”, ewana pey xwestinên bedenê dikevin. Ew meriv tenê ser xwestinên xwe difikirin, firqî tune xwestinên sêksûalî yan xwestinên mayîn. Ew meriv vê yekê dikin çi ku ewana dixwazin.

8. Gelo çira Pawlos Mesîhiyên bijartî jî şîret kir, ku “bi binyata merivayî” nejîn?

8 Diqewime hûn difikirin, wekî gelo çira Pawlos Mesîhiyên bijartî şîret kir, wekî pey xwestinên bedenê nekevin. Gelo ew yek dikare tevî Mesîhiya jî biqewime, yên ku îda bûne dostên Xwedê û ça merivên rast hatine hesabkirinê? Yazix, lê her Mesîhî dikare bikeve vê telikê, ku bijî bi xwestinên bedenê. Mesele, Pawlos nivîsî wekî Romêda hine bira, bûne xulamê “zikê xwe [yan xwestinên xwe]”. Pê wan giliya dibeke ewî dixwest bigota, wekî emirê wanda xwestinên wane bedenê, ciyê pêşin digirtin, mesele sêks, xwarin yan dîsa xwestinên din. Hinek ji wana “bi zarê xweş û hilekariyê”, merivên dilsax dixapandin (Rom. 16:17, 18; Fîlî. 3:18, 19; Cihûd. 4, 8, 12). Bînin bîra xwe, wekî wî wedeyî, birakî ji Korintê tevî “dêmariya xwe” zinêkarî dikir (1 Korn. 5:1). Eyan e ku Xwedê çira Pawlos hêlan kir, wekî wan Mesîhiya şîret ke, seva ewana bi xwesteka bedenê nejîn (Rom. 8:5, 6).

9. Şîreta Pawlos ji Romayî 8:6, çi nayê hesabê?

9 Ew şîret îro jî gelek ferz e. Mesîhiyê ku hela hê jî bi sala Yehowara xizmet dike, dikare destpêke hiş-aqilê xwe bide ser xwestinên bedenê. Lê ew nayê hesabê, wekî Mesîhî gerekê qe nefikire seva xwarinê, xebatê, hêsabûnê, yan hela hê derheqa romantîkê jî. Ew tişt tebiyetî ne emirê meda. Îsa xwarin dixwar û lê xweş dihat, û ewî merivên din jî têr dikir û xwarin dida wan. Hin jî ewî xwera wede didît, wekî hêsa be. Usa jî Pawlos nema xweda nivîsî, wekî tebiyetî ye ku mêr û jin zewacêda, heleqetiya sêksûalîda xwe razî kin.

Bira derheqa hêsabûnê xeberdide malda, ser xebatê, û Oda Civatêda

Xeberdana te çi dide kifşê, fikirên te ser tiştên ruhanî ne, yan ser xwesteka bedenê? (Binihêre abzasa 10, 11)

10. Romayî 8:5, 6-da, gilî “ser tiştêd binyata merivayê” bifikirin, çi tê hesabê?

10 Lê gelo Pawlos çi dixwest bigota bi wan giliya: “Ser tiştêd binyata merivayê difikirin”? Nêta xebera Yûnanî ku hatiye welgerandinê “difikirin” ew e, ku kesek hiş-aqilê xwe û dilê xwe dide ser tiştekî, û ew yek emirê wîda dibe tiştê lapî ferz, û dibe nêt-merema wî. Ewên ku bi “binyata merivayê” dijîn, ewana bin hukumê bedena xweye gunekarda dijîn. Zandarek derheqa giliyên ji Romayî 8:5 dibêje: “Ew meriv hiş-aqilê xwe didin ser xwestinên bedenê, dêmek ser vê yekê, derheqa çi ewana timê xeberdidin, û çi ku dikin û usa jî bona çi qure dibin”.

11. Çira em gerekê pirsê bidine xwe, ku hela hiş-aqilê me ser çi ye?

11 Ew şîret ku Pawlos dabû Mesîhiyên Romê, gelek wanra lazim bû seva xwe bicêribînin û bifikirin hela emirê wanda ciyê pêşin çi digire. Gelo dikaribû usa biqewimiya, wekî xwestinên bedenê ser wan hukum kirana û dîna wan bikişanda ser tiştên necayîz? Wê gelek kêrhatî be hergê em jî bifikirin ser emirê xwe. Çi ye ferz emirê meda, û xeberdana me çi dide kifşê? Her roj fikirên me derheqa çi ye? Hinek dibeke têderdixin, wekî pey vê yekê dikevin ku cûre-cûre şerava tem kin, mala xwe bedew kin û çêkin, kincên cûre-cûre bikirin, pera bikin arş-vêrşê, herin cîkî hêsa bin, û dîsa tiştên din. Belê, van yekada tiştekî xirab tune, çimkî emirê meda ew tişt tebiyetî ne. Mesele, Îsa carekê av kire şerav, û Pawlos jî gote Tîmotêyo, wekî “hinekî jî şeravê” vexwe (1 Tîmt. 5:23; Yûhn. 2:3-11). Lê gelo hiş-aqilê Îsa û Pawlos timê ser wan tişta bû û wana timê derheqa wan tişta xeberdidan? Tu car na. Lê derheqa xwe em çi dikarin bêjin, nêt-fikirên me û hiş-aqilê me ser çi ye?

12, 13. Çira gelek xof e hergê fikirên me ser xwestinên bedenê ye?

12 Gelek ferz e wekî em xwe bicêribînin, hela nêt-fikirên me çi ne. Lê çira? Pawlos got: “Axiriya fikira binyata merivayê mirin e” (Rom. 8:6). Dêmek ew yek gelek ferz e, çimkî hergê nêt-fikirên me ser xwestinên bedenê bin, em dikarin ruhanîda bimirin û axiriyêda emirê xwe jî unda kin. Lê Pawlos ne got wekî merivê ku difikire ser xwestinên bedenê, axiriya wî ese wê mirin be. Çimkî meriv dikare bê guhastinê. Bînin bîra xwe merivekî Korintî, ku pey xwestina bedenê diket û bênamûsî dikir. Bona wan kira ew gerekê ji civatê bihata derxistinê. Lê ew dikaribû bihata guhastinê û ewî usa jî kir, ewî xwe guhast. Ew îda pey xwestina bedenê nediket û vegeriya ser riya rast (2 Korn. 2:6-8).

13 Hergê ew meriv hate guhastinê, dêmek îro jî Mesîhî ku dikeve bin bayê xwestinên bedenê, dikare bê guhastinê. Belê, şîreta Pawlos hêlanê dide Mesîhiyên ku ser xwestinên bedenê difikirin, wekî ewana bêne guhastinê.

“SER TIŞTÊD RUH” BIFIKIRIN

14, 15. a) Hiş-aqilê Mesîhî gerekê ser çi be? b) Çaxê fikirên meriv ser tiştên ruhanî ye, ew çi nayê hesabê?

14 Çaxê Pawlos got wekî çiqas xof e ser xwestinên bedenê bifikirin, ewî paşê giliyên usa got: “Axiriya fikira ruh jîyîn û edilayî ye”. Em kareke mezin dikarin bistînin, hergê hiş-aqilê me ser tiştên ruhanî ye, dêmek çaxê em pê rêberiya ruhê Xwedêyî pîroz dijîn. Em dikarin jîyînê û edilayê bistînin! Lê gelo ça dikarin ewan kerema bistînin?

15 Çaxê hiş-aqilê meriv ser tiştên ruhanî ye, ew nayê hesabê wekî ew haş ji bayê dinê tune ye, û tenê difikire û xeberdide derheqa Kitêba Pîroz, yan timê xeberdide wekî ew ça Xwedê hiz dike û hîviya çi kerema ye. Em Mesîhî bi emirê tebiyetî dijîn. Bifikirin ser Pawlos û Mesîhiyên qirna yekê, ku Xwedêra xizmet dikirin û dilê wî şa dikirin. Wana xwarin dixwar û vedixwar jî, dizewicîn û mêr dikirin, zar mezin dikirin, û dixebitîn seva ebûra xwe bikin (Marq. 6:3; 1 Têsln. 2:9).

16. Rast e Pawlos bi jîyîna hêsa dijî, lê hiş-aqilê wî ser çi bû?

16 Lê ew tişt emirê xizmetkarên Xwedêda, ciyê sereke nedigirt. Mesele, em zanin wekî Pawlos kon çêdikirin, û usa ebûra xwe dikir. Lê bona wî xebat ya lape ferz nîbû. Bona wî lapî ferz ew bû, wekî mizgîniyê bela ke û meriva hîn ke. (Bixûne Karên Şandiya 18:2-4; 20:20, 21, 34, 35.) Ew yek usa jî tê kifşê wekî ewî ça xûşk-birên Romêda hêlan dikir, ku xîret bin wî şixulê Xwedêda. Pawlos xwexa timê nava şixulê Xwedêda bû. Û Romayara lazim bû çev bidine wî, û were em jî çev bidine Pawlos (Rom. 15:15, 16).

17. Hergê em hiş-aqilê xwe bidin ser tiştên ruhanî, em çi kerema dikarin bistînin?

17 Hergê nêt-fikirên me û hiş aqilê me ser şixulê Xwedê ye, emê çi kerema bistînin? Em caba vê pirsê Romayî 8:6-da zelal divînin: “Axiriya fikira ruh jîyîn û edilayî ye”. Fikirên ruh têne hesabê, çaxê em pey rêberiya ruhê Xwedêyî pîroz diçin û difikirin usa ça Xwedê difikire. Hergê em usa bikin Yehowa wê me kerem ke ça niha û usa jî axiriyêda jîyîna heta-hetayê bide me.

18. Çi cûreyî em dikarin edilayê bistînin, çaxê em pê rêberiya ruhê Xwedê dijîn?

18 Were pêşiyê bifikirin ku çaxê em pê rêberiya ruhê Xwedê dijîn, em ça “edilayê” distînin. Gelek meriv dixwazin dilrihetiyê bistînin, lê tu ciya nikarin bivînin. Lê em îda dilrihet in û edilayêda nin. Xêncî vê yekê, em usa jî edilayê xwey dikin orta neferên xweda, û usa jî orta xûşk-birên civatêda. Lê çimkî em gişk gunekar in, lema cara dikare çetinayî orta meda pêşda bê. Û çaxê usa diqewime, em pey şîreta Îsa diçin, ku got: “Here birê xwera li hev were” (Met. 5:24). Mera hêsa ye evê yekê bikin, çimkî ew xûşk-birên me jî Xwedêyê edilayêra xizmet dikin (Rom. 15:33; 16:20).

19. Çi edilaya gelek qîmet em dikarin bistînin, hergê hiş-aqilê me ser tiştên ruhanî ye?

19 Hergê hiş-aqilê me ser tiştên ruhanî ye, em dikarin usa jî edilaya tevî Xwedê bistînin, kîjan ku gelek qîmet e. Çaxê nêt-fikirên me ser tiştên ruhanî ye, em tevî Efirandarê xwe edilayêda nin. Îşaya giliyên usa got: “[Yehowa], tuyê xwey kî wana yên ku bi temamî xwe te digirin, tuyê wanra edilaya dirêj bidî, çimkî ewana îtbariya xwe te tînin”. (Îşa. 26:3, DT; bixûne Romayî 5:1.) Ew gilî ça wedê wîda hatine sêrî, usa jî roja îroyîn em divînin ew têne sêrî.

20. Çira hûn razî ne seva şîretên ji Romayî serê 8?

20 Firqî tune em bi ruhê pîroz kifşkirî ne, yan hîviyê ne wekî cinetêda ser erdê bijîn, giliyên Xwedê Romayî serê 8-da, dikarin kareke mezin mera bînin. Em çiqas razî ne seva vê şîreta ji Kitêba Pîroz, wekî em pê xwestina bedenê gere nejîn. Û em divînin ku çiqas bîlanî ye, çaxê em pê rêberiya Xwedê dijîn, û hiş-aqilê xwe didine ser şixulê wî. Bi saya vê yekê em “jîyîn û edilayê” distînin. Hin jî emê axiriyêda jî kerema bistînin, û ew kerem wê wedelû nîbin. Pawlos nivîsî: “Maşê gune mirin e, lê pêşkêşa Xwedê jîyîna heta-hetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa” (Rom. 6:23).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin