SERHATÎ
Me Gelek Keremên Xwedê Sitand
ÇAXÊ bavê min cahil bû, ewî xwestibû bibe xizmetkarê dêra Mêtodîst, çimkî ew merivekî xwedêxof bû. Lê çaxê ewî edebyeteke Lêkolînkarên Kitêba Pîroz xwendibû û destpêkiribû tevî wan hevaltiyê bike, ewî nêta xwe guhastibû. Bavê min hatibû nixumandinê sala 1914, çaxê ew 17 salî bû. Wedê Şerê Hemdinyayê ya Yekê, gazî wî kiribûn ku here eskeriyê. Bavê min neçûbû eskeriyê û lema wî ser deh meha kiribûne Kela Kîngstonê, (Ontaryo, Kanada). Çaxê bavê min ji kelê derketibû, ew bibû belakirê kitêba, (berê pêşeng usa nav dikirin).
Sala 1926-da bavê min zewicî tevî Hazêl Wîlkênson. Diya wê rastiyê pêhesiya sala 1908-da. Ez hatime bûyînê 24 Nîsanê, sala 1931, em çar zar bûn û ez yê duda bûm. Xizmetkirin Yehowara malbeta meda ciyê pêşin digirt. Bavê min Kitêba Pîroz gelek qîmet dikir, û ewê yekê alî me kir wekî em jî Xebera Xwedê qîmet bikin. Me timê tevayî ça malbet mal bi mal xizmet dikir (Kar. Şand. 20:20).
ÇEV DIDIME BAVÊ XWE KU TEVNEBÛYÎNÊ XWEY DIKIM Û DIBIME PÊŞENG
Sala 1939 Şerê Hemdinyayê ya Duda destpêbû. Salek derbaz bû û Kanadayêda şixulê Şedên Yehowa hate qedexekirinê. Mektebada ji zara dewa dikirin, wekî hurmetê bidine beyraqê û gîmnê dewletê bistirên. Û gava dersxanêda gîmnê distran û hurmetê didane beyraqê, ez tevî xûşka xweye mezin Dorotî, ji dersxanê derdiketim. Ez gelek ecêbmayî mam çaxê dersdara min seva wê yekê ez bêhurmet kirim û got wekî ez tirsonek im. Paşî mektebê çend şagirtên ji dersxana min, dane pey min û min erdê xistin. Lê ewê qewimandinê ez hê qewî kirim, wekî ez gura Xwedê bikim ne ku gura meriva (Kar. Şand. 5:29).
Çaxê ez 11 salî bûm, meha Tîrmehê sala 1942-da, ez hewza fêrmêda hatime nixumandinê. Wedê mehên hêsabûna mektebê, min xizmet dikir ça pêşengê tatîlî, (niha tê navkirinê pêşengê komekdar). Nava salekêda min tevî sê bira xizmet dikir Ontaryoya bakûrêda, kîderê ku darbir dijîtin.
Yekê Gulanê, sala 1949-da, ez bûme pêşeng. Wî wedeyî fîlîalê şixulê avakirinê dikir, û ez teglîf kirim seva alîkariyê bidim avakirinêda û paşê 1 Kanûna Pêşin ez bûme endemê Beytela Kanadayê. Ez hatime kifşkirinê îdara neşirkirinêda û wêderê ez hîn bûm ku ça mekîna neşirkirinê bidime xebatê. Carekê usa qewimî ku çend heftiya temamiya şevê min neşir dikir belavoka derheqa peyketina Şedên Yehowa Kanadayêda.
Wede şûnda, ez îda Îdara Xizmetiyêda dixebitîm. Carekê min ji pêşenga întêrviyû hilda, yên ku derbazî Kwêbêkê dibûn, kîderê ku peyketinên qayîm hebûn. Yek ji wana Mêrî Zazûla bû, ya ku ji Êdmontonê bû, (Albêrta). Dê-bavê wê endemên dêra Mesîhiya bûn. Lema çaxê Mêrîyê tevî birê xwe Co, gote dê-bavê xwe ku ewana wê berdewam kin Kitêba Pîroz hîn bin, dê-bav berî wan dan û ji malê derxistin. Meha Hezîranê sala 1951, Mêrî û Con hatine nixumandinê, û şeş meha paşî nixumandinê, wana destpêkir ça pêşeng xizmet kin. Wedê întêrviyû, ez ecêbmayî mam ku Mêrî ça Xwedê hiz dike. Min dilê xweda got wekî ew hema ew qîzik e kê jî ez dixwazim bistînim. Axiriyêda paşî neh meha, 30 Çileyê, sala 1954-da me hev stand. Heftêk derbaz bû û em teglîf kirin wekî şixulê berpirsiyartiyê hîn bin. Paşî du sala, me destpêkir Ontaryoya bakûrêda şixulê berpirsiyartiyê bikin.
Şixulê belakirina mizgîniyê nav temamiya dinyayê gelek pêşda diçû û gelek mîsyonêr lazim bûn. Em difikirîn ku hergê me Kanadayêda zivistanê ber sur-sermê û havînêda ber mixmixka teyax kir, me ku jî kifş kin, emê bikaribin her derecada teyax kin. Meha Tîrmehê sala 1956-da, me Mekteba Gîled xilaz kir û em hatine kifşkirinê Brazîlyayêda.
XIZMETIYA MÎSYONÊRTÎ BRAZÎLYAYÊDA
Çaxê em hatine fîlîala Brazîlyayêda, me destpêkir zimanê Portûgalî hîn bin. Pêşiyê em hîn bûn ku ça xeberdanê destpêkin, paşê jî em pêşanîna kin ya jûrnalê bi ezberî hîn bûn û îda me destpêkir herine xizmetiyê. Me safî kir ku hergê xweyê malêra hewas be, emê jêra rêza derheqa jîyîna bin Padşatiya Xwedêda bixûnin. Çaxê em cara pêşin derketin xizmetiyê, jinikekê rind guhê xwe da me. Çaxê min jêra Eyantî 21:3, 4 xwend, paşê nişkêva ez xeriqîm, çimkî ez hînî hewa şil û germê nebibûm.
Em ça mîsyonêr şeherê Kamposêda hatine kifşkirinê, kîderê ku niha 15 civat hene. Çaxê em hatine wî şeherî, wî çaxî tenê komekî hebû û usa jî mala mîsyonêra, kîderê ku çar xûşka dijît: Êstêr Trêysî, Ramona Baûêr, Lûîza Şvarts û Loran Brûks (niha bi famîla Wolên). Wê malêda şixulê min ew bû, wekî alîkariyê bidim ciyê kincşûştinêda û usa jî dara bînim wekî bikaribin xwarinê çêkin. Carekê, Duşemê paşî hînbûna “Birca Qerewiliyê”, min û kulfeta xwe hevra xeber dida ku ça roj derbaz bû. Jina min veleziya bû ser dîvanê û çaxê ewê serê xwe ser belgî hilda, nişkêva bin belgî mer derket. Em ziravqetandî bûn, heta min ew mer kuşt.
Çaxê salek derbaz bû ku em zimanê Portûgalî hîn dibûn, ez hatime kifşkirinê ça berpirsiyarê mihalê. Me bi emirê hêsa dijît. Me ciyê ji şeher der dijît, kîderê ku lûs tune bû, em ser xalîçê radizan, û em pê hesp û firxûnê diçûn-dihatin. Çaxê em diçûne ciyê dûr wedê kampaniya xizmetiyê, em pê trênê heta şeher çûn û me li wêderê maleke mezinda otaxek kirê hilda. Fîlîalê mera 800 jûrnal şand seva ku em xizmetiyêda bela kin. Mera lazim bû gelek car herine postê bên, wekî wan qutiya bi jûrnala bivin wî ciyî kîderê em diman.
Sala 1962, nav temamiya Brazîlyayêda, bona bira û xûşkên mîsyonêr Mekteba Xizmetiyê derbaz bû. Ez şeş meha bêy Mêrî diçûme cûre-cûre ciya, seva evê mektebê derbaz kim. Mesele, Manaûsêda, Bêlêmêda, Fortelazayêda, Rêsîfêda, û Salvadorêda. Min Manaûsêda saz kir civata mezin ya sê rojî, ku oda opêraya nav û dengda derbaz bû. Ji bo baranên qayîm ava bona vexwarinê qirêj bû û hin jî ciyê nanxwarinê jî tune bû wekî wedê hêsabûnê xwarinê bixwin. (Wî wedeyî, ser civatên mezin xwarin dihate dayînê.) Lema ez çûm cem ofîsêrê eskeriyê û min jêra derheqa çetinaya me gilî kir. Ewî bi dil haqas av da me, ku heta xilaziya civata mezin têra me kir. Xêncî vê yekê, ewî esker şandin, wana du çadirên mezin mera anîn û girêdan seva em têda xwarinê çêkin û nan bixwin.
Heta ku ez dûr bûm, Mêrîyê ciyê arş-vêrşa Portûgalî şedetî dida. Hiş-aqilê wan merivada tenê ew bû ku pera çêkin. Lema jî Mêrîyê nikaribû wanra şedetî bida, çimkî wana guhê xwe nedidane wê. Ew dilteng bû û lema gote hevalên xweye Beytelêda ku wê nexwasta Portûgalêda bijîta. Lê hine wede şûnda, Mêrî gelek ecêbmayî ma, çimkî me teglîfkirin stand ku Portûgalêda xizmet kin. Wî wedeyî Portûgalêda şixulê belakirina mizgîniyê qedexekirî bû, lê yeke em razî bûn wekî herin.
XIZMETIYA ME PORTÛGALÊDA
Sala 1964-da, em derbazî Lîsbonê (Portûgal) bûn. Wî çaxî polîsya (PIDE) Portûgalê dizîva pey birên me diketin. Lema çaxê em hatine wêderê, em rastî bira nehatin seva ku wana nekine qeziyê. Me otax kirê hilda û wêderê diman. Em hîviya vîzê bûn û çaxê me vîza xwe stand, me mal kirê hilda. Pênc meh derbaz bû û meha Çileyê, sala 1965-da, me îda dikaribû tevî birên fîlîalê xeber da. Em gelek şabûn çaxê cara pêşin em çûne civatê!
Em pêhesiyan ku her roj polîs diketine malên birên me. Odên Civata dadayî bûn, û lema civat dizîkava malada derbaz dibûn. Bi seda xûşk û bira dibirine polîsê, seva wana bicêribînin û giliya ji wana derxin. Polîs hindava wanda gelek sert bûn û zorê wana dikirin, wekî navê bira bêjin yên ku civat derbaz dikirin. Bona vê yekê, bira îda bêy femîl navê hev hildidan, mesele Xosê yan jî Paûlo. Û me jî usa dikir.
Bona me lape ferz ew bû, wekî cem xûşk-bira xwarina ruhanî hebe. Mêrî cabdar bû wekî “Birca Qerewiliyê” û edebyetên din binivîse ser kaxazên usa, kîjan ku paşê dikaribûn pê mîmêografê kopî bikirana.
BER DÎWANÊ ŞEDETIYÊ DIDIN
Meha Hezîranê sala 1966-da, dîwana mezin derbaz bû Lîsbonêda. Temamiya Civata Fejû ku ji 49 xûşk-bira bû, birine dîwanê çimkî wana dizîkava malekêda civat derbaz dikirin. Min ew xûşk-bira bona dîwanê hazir kirin. Min temaşe çêkir wekî yançi ez prokûror im û dîwanêda bira neheq dikim. Me zanibû emê bidine der, lê me fem dikir wekî emê şedetiya mezin bidin. Advokatê me çaxê em ber dîwanê xwey dikirin, bi mêrxasî giliyên Gamalyêl got ku Kitêba Pîrozda nivîsar in (Kar. Şand. 5:33-39). Sed heyf, lê ew 49 xûşk-bira kirine kelê ser weke 45 roja heta 5 meh û nîva. Paşê nûçêda derheqa vê dîwanê elam kirin. Lê me şabûneke mezin stand çaxê advokatê me destpêkir Kitêba Pîroz hîn be û bê ser civatê.
Meha Kanûna Pêşin sala 1966, ez ça berpirsiyarê fîlîalê hatime kifşkirinê. Min bona pirsên qanûnêva girêdayî gelek wede xerc dikir. Me hemû tişt kir seva ku Şedên Yehowa bi qanûnî îzinê bistînin ku aza xizmet kin (Fîlî. 1:7). Axiriyêda, 18 Kanûna Pêşin, sala 1974 me îzin stand. Ji ofîsa sereke Nêytan Nor û Frêdêrîk Frans hatin Portûgalê, wekî ser civîna gelek mexsûs tevî me şa bin. Ew civîn derbaz bû şeherê Oporto û Lîbsonêda, kîderê ku 46 870 xûşk-bira hatibûn.
Yehowa derî vekir wekî giravên dinda jî ku ser zimanê Portûgalî xeber didin, mizgîniyê pêbihesin. Mesele giravên Azorês, Capê Vêrdê, Madêra û Sao Tomû û Prînsîp. Û çimkî şixulê belakirina mizgîniyê pêşda diçû, mera lazim bû fîlîala hê mezin. Çaxê fîlîal ava bû, meha 23 Nîsanê sala 1988-da, Mîlton Hênşêl gotara tesmîlkirina fîlîalê xwend, kîderê ku 45 522 xûşk û bira hatibûn. Em gelek şa bûn wekî 20 xûşk-birên ku berê Portûgalêda ça mîsyonêr xizmet kiribûn, bona vê civîna mexsûs vegeriyabûne Portûgalê.
EM JI XIZMETKARÊN AMIN GELEK TIŞT HÎN BÛNE
Nava salada, em ji birên amin gelek tişt hîn dibûn. Mesele, ez derseke qîmet hîn bûme ji Têodor Yaraç, çaxê alîkarçiyê wî bûm wedê teselîkirina fîlîala. Me teseliya fîlîalekê kir, kîderê ku çetinayîke mezin hebû. Seva vê çetinayê safî kin, çi destê Komîtêya Fîlîalê dihat, wana kir. Û Yaraç seva wan bira dilgerm ke, gote wan: “Niha îda bihêlin bira ruhê pîroz ya xwe bike”. Bi deha sal pêşda, çaxê em çûbûne Brûklînê, ez û jina min Mêrî, tevî Frans bira û yên din, êvarekê top bûn wekî tevayî wede derbaz kin. Xilaziyêda me wîra got wekî mera gilîkî bêje derheqa gelek salên xizmetiya xwe Yehowara û şîretê bide me. Ewî mera got: “Şîreta min ew e: Xweşiyada jî, çetinayada jî teşkîleta Yehowada bimînin. Tenê ew teşkîlet wî şixulî dike, kîjan ku Îsa temî da şagirtên xwe ku bikin, dêmek belakirina mizgîniya Padşatiya Xwedê!”
Ez û jina min hema usa jî dikin û em bextewar in. Usa jî, em bi şabûn tînin bîra xwe wî wedeyî çaxê me teseliya fîlîala dikirin. Me bi saya wan teselîkirina, xûşk-birên cahil û emirda mezin dilgerm dikir, wekî xizmetiya wane bi aminî gelek tê qîmetkirinê. Me ewana hêlan dikirin, wekî berdewam kin Yehowara xizmet kin.
Em niha 80 salî zêdetir in. Gelek nexweşiyên Mêrî hene (2 Korn. 12:9). Em usa jî rastî çetinayên din jî dihatin. Lê wan çetinayada baweriya me diha qewî bû û nêta me ev bû wekî heta xilaziyê Xwedêra amin bimînin. Çaxê em difikirin ser emirê xwe, em fem dikin wekî Yehowa çiqas gelek me kerem dike.a
a Wedê hazirkirina vê gotarê, 25 Cotmehê sala 2015, Dûglas Gêst mir. Ew heta mirinê Yehowara amin ma.