KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w17 Adar rûp. 13-17
  • Baweriya Xwe Xwedê Bînin: Bi Bîlanî Safîkirina Bikin!

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Baweriya Xwe Xwedê Bînin: Bi Bîlanî Safîkirina Bikin!
  • Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • EM HEMÛŞK JÎ GEREKÊ SAFÎKIRINA BIKIN
  • GELO WÊ RAST BE HERGÊ KESÊN DIN DEWSA ME SAFÎKIRINA BIKIN?
  • PÊ XWESTINA DILÊ XWE SAFÎKIRINA NEKIN
  • ÇAXÊ LAZIM E SAFÎKIRINÊ BIGUHÊZIN
  • WE ÇA SAFÎ KIRIYE USA JÎ BIKIN
  • Pê Safîkirinên Xwe Xwedê Rûmet ke
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike—2011
  • “Her Kesê Xurca Xwe Hilgire”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike—2006
  • Ça Safîkirinên Rast Bikin
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Tu Ça Safîkirina Dikî?
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
Hê Zêde Binihêre
Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
w17 Adar rûp. 13-17
Agirê Yehowa qurbana şewatê ku Êlyas anî hûfî xwe dike

Baweriya Xwe Xwedê Bînin Bi Bîlanî Safîkirina Bikin!

“Bi baweriyê bixwaze û dudilî nebe” (AQÛB 1:6).

KILAMÊN: 118, 35

WEYÊ ÇA CABA XWE BIDA?

  • Çira gerekê em xwexa safîkirina bikin?

  • Çira kesên din dewsa me gerekê safîkirina nekin?

  • Çira cara lazim e safîkirinên xwe biguhêzin?

1. Çira Qayîn safîkirineke nebaş kir û axiriya wê yekê çi bû?

QAYÎN gerekê safîkirina ferz bikira. Ewî gerekê bijbarta yan ji gune bireve yan jî xwestina dilê xwe bîne sêrî. Ev bijartina wî ser temamiya emirê wî wê hukum bûya. Lê em zanin ku Qayîn safîkirineke nerast kir. Ew safîkirin, bû sebebê mirina birê wîyî amin, Habîl. Hin jî usa Qayîn heleqetiya xwe tevî Xwedê xirab kir (Destp. 4:3-16).

2. Çira gelek ferz e ku bi bîlanî bijartin û safîkirina bikin?

2 Em jî gerekê emirê xweda bijartin û safîkirina bikin. Hine safîkirin gelek ferz in, hinek jî na. Û gelek safîkirin dikarin ser emirê me hukum bin. Hergê em safîkirinên baş bikin, çetinayên me wê kêm bin û emê rihet bijîn. Lê hergê em safîkirinên xirab bikin, çetinayên me wê gelek bin û emê dilteng bin (Metlk. 14:8).

3. a) Seva ku safîkirina bi bîlanî bikin, em gerekê baweriya xwe kê bînin û çida dudilî nebin? b) Kîjan pirsa emê şêwir kin?

3 Çi wê alî me bike wekî safîkirina bi bîlanî bikin? Em gerekê baweriya xwe Xwedê bînin, û dudilî nebin wekî ew wê alî me bike û bîlaniyê bide me. Xêncî vê yekê, em gerekê baweriya xwe Xebera Yehowa bînin û şîretên wî qebûl kin. (Bixûne Aqûb 1:5-8.) Çaxê em nêzîkî Yehowa bin û Xebera wî hiz bikin, emê bawer bikin wekî ew zane çi diha baş e bona me. Hin jî emê hîn bin ku pêşiya tiştekî safî kin, ji Xebera Xwedê şîreta bigerin. Lê gelo ça em dikarin hîn bin safîkirinên baş bikin? Û hergê me tiştek îda safî kiriye, gelo ew tê hesabê wekî em gerekê îda evê safîkirinê neguhêzin?

EM HEMÛŞK JÎ GEREKÊ SAFÎKIRINA BIKIN

4. Adem çi bijartin kir û axiriya bijartina wî çi bû?

4 Ji destpêka efirandina meriva heta roja îroyîn, hemû meriv safîkirinên ferz dikin. Merivê pêşin Adem gerekê bijbarta yan gura Efirandarê xwe bike yan jî gura Hêwayê bike. Lê yazix, Adem safîkirina nerast kir. Ewî guh da jina xwe û bijartina usa kir, ku bahê emirê wîyî heta-hetayê bû. Ew safîkirina wî ser hemû meriva hukum bû. Lema jî heta roja îroyîn însanet diçerçire û kul-derda dikişîne.

5. Çira gerekê em xwexa safîkirina bikin?

5 Hinek dibeke bifikirin ku emir wê diha hêsa bûya hergê nelazim bûya safîkirina bikin. Dibeke hûn jî usa dişirmîş dibin. Lê bîr nekin, Yehowa meriv mîna robota çênekir, kîjan ku nikarin bifikirin yan jî bijartina bikin. Ewî Kitêba Pîroz daye me, wekî em hîn bin bi bîlanî safîkirina bikin. Yehowa dixwaze em safîkirina bikin, çimkî ew yek mera karê tîne, ne ku ziyanê. Were çend mesela binihêrin ku îzbat dikin vê yekê.

6, 7. Îsraêliya çi bijartin gerekê bikirana, û çira wanra çetin bû bi bîlanî safîkirinê bikin? (Binihêre şiklê ewlin.)

6 Çaxê Îsraêlî Erdê Sozdayîda cîwar bûn, wana gerekê bijartina gelek ferz bikirana: Yan Yehowara xizmet kin yan xudanên dinra. (Bixûne Yêşû 24:15.) Dikare bê kifşê ku ew safîkirineke hêsa bû, lê bi rastiyê emirê wan vê safîkirinêva girêdayî bû. Îsraêliya wedê Hakima gelek car bijartinên neaqilayî dikirin. Wana pişta xwe didane Yehowa û xudanên qelp dihebandin (Hakim. 2:3, 11-23). Paşê, wedê Êlyas pêxember, cimeta Xwedê dîsa ber bijartinê bû. Wana gerekê safî kira: Yan Yehowa bihebînin yan jî xudanê qelp Bael (1 Padş. 18:21). Lê Îsraêlî dudilî dibûn ku kêra xizmet kin û lema jî Êlyas ewana sûcdar kirin. Alîkîva binihêrî, ew bijartina hêsa bû, çimkî xizmetkirin Yehowara timê karê tîne. Hin jî merivê bîlan wê tu car xwe li xudanê bêkêr negire. Lê Îsraêlî “herdu alîva” dikuliyan û nikaribûn bijartin bikirana. Êlyas ewana şîret kirin wekî Xwedayê rast bihebînin, dêmek Yehowa.

7 Gelo çira Îsraêliyara çetin bû safîkirinê bi bîlanî bikin? Pêşiyê, wana baweriya hindava Yehowa unda kirin û guh nedidane wî. Wana wedê xwe xerc nedikir wekî Yehowa rind nas bikin û îtbariya xwe wî nedianîn. Hergê bîlanî û zanebûna wane rast hebûya, wana wê safîkirina bi aqilayî bikirana (Zeb. 25:12). Hin jî, ewana ber bayê miletên din ketibûn, yên ku xizmetkarên Yehowa nîbûn. Îsraêlî hela hê jî îzin dane wan mileta, ku dewsa wan safîkirina bikin. Ev miletên pûtparist hişê Îsraêliya zivirandin û Îsraêlî jî mîna wan destpêkirin xudanên qelp bihebînin. Lê Yehowa gelek sal pêşda Îsraêlî şîret dikirin, wekî miqatî xwe bin ku nekevine ber bayê miletên din (Derk. 23:2).

GELO WÊ RAST BE HERGÊ KESÊN DIN DEWSA ME SAFÎKIRINA BIKIN?

8. Ji serhatiya Îsraêliya em çi derseke ferz hîn dibin?

8 Ew serhatiya Îsraêliya derseke baş me hîn dike, ku em gerekê xwexa safîkirina bikin. Û seva ku bi bîlanî safîkirin û bijartina bikin, em gerekê rind bizanibin Xebera Xwedê. Galatî 6:5 mera dibêje: “Her kes wê barê xwe hilgire, ÎM”. Belê, em bona xwe gerekê xwexa safîkirina bikin û evê borcdariya xwe nevêjin stûyê kesekî din. Em gerekê bizanibin ku çi rast e ber çevê Xwedê û ewê yekê bijbêrin.

9. Çira xof e hergê em îzinê didine meriva ku dewsa me safîkirina bikin?

9 Lê ça dikare usa biqewime ku kesekî din dewsa me safîkirina bike? Hergê em pê fikirên kesekî din safîkirina dikin, wî çaxî safîkirina me dikare nebaş be (Metlk. 1:10, 15). Em borcdar in wekî pey îsafa xwe herin ku pê Kitêba Pîroz hînkirî ye. Bi rastiyê hergê em îzinê didin ku kesekî din dewsa me safîkirina bikin, usa dertê ku em pey wan diçin. Lê ew safîkirin dikare axiriya xirab mera bîne.

10. Pawlos bona çi Galatî pêşda şîret kir?

10 Pawlos Mesîhiyên Galatî pêşda şîret kir, wekî ewana haş xwe hebin seva îzinê nedin ku dewsa wan kesên din safîkirina bikin. (Bixûne Galatî 4:17.) Galatîda hine bira dixwestin dewsa xûşk-bira bijartina bikin. Gelo nêta wan çi bû? Nêta wan ew bû ku xûşk-bira pey wan herin û ji şandiya biqetin. Ew bira xwehiz bûn û pey navê xwe ketibûn. Ewan bira qedirê azaya bijartina xûşk-bira nizanibûn, çimkî dixwestin dewsa wan safîkirina bikin.

11. Ça em dikarin alî xûşk-bira bikin çaxê ewana safîkirina dikin?

11 Pawlos meseleke baş mera hîşt. Ewî zanibû wekî azaya xûşk-bira heye ku xwexa bona xwe safîkirina bikin û ewî qedirê azaya wan digirt. (Bixûne 2 Korintî 1:24.) Îro çaxê rûspî şîreta didine xûşk-bira derheqa safîkirinên şexsî, çev didine Pawlos. Ewana bi dil û can hazir in şîretên ji Kitêba Pîroz bidine xûşk-bira. Lê yeke rûspî fesal in û dewsa wan safîkirina nakin, çimkî ew xûşk-bira wê xwexa cabdar in bona axiriya safîkirinên xwe. Vê yekêda em xwera derseke ferz hîn dibin: Em dikarin prînsîp û şîretên ji Kitêba Pîroz nîşanî xûşk-bira kin, lê dîsa jî ewana xwexa cabdar in bona xwe safîkirina bikin. Çaxê ewana bi bîlanî safîkirina dikin, karê distînin. Belê, em gerekê tu car nefikirin ku hukumê me heye, wekî dewsa xûşk-bira safîkirina bikin.

Xûşkek bi dokûmênta dergheqa xûnê nêzîkî rûspî dibe, ew rûspî tevî wê şêwir dike derhqa înformasiya li wêderê, û paşê ev xûşk ev dokûmênt tije dike

Rûspî alî xûşk-bira dikin wekî ewana hîn bin xwexa safîkirina bikin (Binihêre abzasa 11)

PÊ XWESTINA DILÊ XWE SAFÎKIRINA NEKIN

12, 13. Çira xof e safîkirina bikin çaxê em hêrs yan jî dilteng in?

12 Vê dinêda ev gilî-gotin gelek belabûyî ye: Dilê te ça dixwaze usa jî bike. Lê ew yek gelek xof e û hin jî ne ser hîmê Kitêba Pîroz e. Kitêba Pîroz me şîret dike wekî pê xwestina dilê xwe safîkirina nekin (Metlk. 28:26). Serhatiyên ji Kitêba Pîroz didine kifşê, ku çaxê meriv guh dide dilê xwe, ew dikare axiriya nebaş bîne. Gelo çira? Çimkî “dil ji her tiştî zêdetir xapînokî ye û qels e” (Yêrem. 3:17; 13:10; 17:9; 1 Padş. 11:9). Lê çi dikare biqewime hergê em guh didine dilê xwe?

13 Yehowa temî daye me, ku wî bi temamiya dilê xwe hiz bikin û usa jî meriva weke xwe hiz bikin (Met. 22:37-39). Lê çawa rêzên abzasa jorêda tê gotinê, gelek xof e hergê em dihêlin ku dilê me hukum ke ser fikir û kirên me. Mesele, çaxê em hêrs in, çetin e safîkirina baş bikin. Û diqewime we xwexa jî emirê xweda ew yek texmîn kiriye (Metlk. 14:17; 29:22). Yan jî çaxê em dilteng in, hingê jî wê neaqilayî be safîkirina bikin (Jimar 32:6-12; Metlk. 24:10). Lape baş ew e, ku çaxê em tiştekî safî dikin, em guh bidine Xebera Xwedê û qanûna wî (Rom. 7:25). Belê, çaxê em safîkirinên ferz dikin, em gerekê fesal bin ku pey xwestina dilê xwe neçin.

ÇAXÊ LAZIM E SAFÎKIRINÊ BIGUHÊZIN

14. Çira cara lazim e safîkirinên xwe biguhêzin?

14 Em gerekê safîkirina bîlanî bikin, lê ew nayê hesabê wekî tu car em gerekê safîkirina xwe neguhêzin. Cara wê baş be ku dîsa bifikirin ser vê safîkirinê kîjan ku me îda kir, û hergê lazim be jî, gerekê biguhêzin. Dîna xwe bidine ku wedê Ûnisda Yehowa çi safî kir hindava bineliyên Nînewayê. Kitêba Pîroz dibêje: “Gava Xwedê ev kirina wan dît, ku ew ji riya xweye xirab vegerîyan, Xwedê bona wê xezeba ku gotibû wê banîya li serê wan, gotina xwe guhast û ew yek ne anî li serê wan” (Ûns. 3:10). Belê, Yehowa safîkirina xwe guhast, çimkî ewî dît ku bineliyên Nînewayê gunên xwe anîne rûyê xwe. Bi vê yekê Yehowa heqî, milûktî û remtî nîşan kir. Yehowa tu car lez nakeve hêrsa xwe birêje, çawa gelek meriv dikin. Ew timê fikirandî tişta safî dike.

15. Çi dikare bibe menî wekî em safîkirina xwe biguhêzin?

15 Dibeke cara lazim be ku em ser bijartin yan jî safîkirina xwe dîsa kûr bifikirin, mesele çaxê derecên me têne guhastinê. Bînin bîra xwe wekî cara Yehowa jî li gora guhastina derecê, safîkirina xwe diguhast (1 Padş. 21:20, 21, 27-29; 2 Padş. 20:1-5). Cara em çaxê tiştekî teze pêdihesin, ew jî dikare bibe menî ku safîkirinê biguhêzin. Mesele, carekê Dawid Padşa derheqa Mefîboşetê nebiyê Şawûl, elametiya qelp pêhesiya. Lê gava ku Dawid rastiyê pêhesiya, ewî safîkirina xwe guhast (2 Sam. 16:3, 4; 19:24-29). Cara wê aqilayî be em jî usa bikin.

16. a) Ça em dikarin safîkirina bi bîlanî bikin? b) Çaxê me tiştek îda safî kiriye, çira lazim e dîsa bifikirin ser vê safîkirinê?

16 Xebera Xwedê şîretê dide me, wekî lez nekevin çaxê tiştekî ferz safî dikin (Metlk. 21:5). Emê safîkirineke baş bikin, hergê rind hemû tiştî çap kin û bipîvin (1 Têsln. 5:21). Çaxê malxê malê tiştekî safî dike, pêşiyê ew gerekê Kitêba Pîrozda û edebyetada derheqa vê pirsê lêkolîn bike. Usa jî malxê malê gerekê derheqa vê safîkirinê tevî neferên malbeta xwe jî şêwir ke. Bînin bîra xwe wekî Xwedê gote Birahîm ku guhdariya gotina jina xwe bike (Destp. 21:9-12). Rûspî jî gerekê timê lêkolîna bikin çaxê tiştekî safî dikin. Cara usa diqewime ku rûspî elametiya teze pêdihesin, û dinihêrin hela lazim e safîkirina xwe biguhêzin yan na. Rûspiyên serwaxt û milûk wê tu car nefikirin, ku hergê ewana safîkirina xwe biguhêzin, wê qedirê wan bikeve. Rûspî gere timê hazir bin çaxê lazim e, nihêrandina xwe û safîkirina xwe biguhêzin. Wê baş be wekî em jî vê yekêda çev bidine wan, çimkî usa wê civatêda edilayî û terbetî hebe (Kar. Şand. 6:1-4).

WE ÇA SAFÎ KIRIYE USA JÎ BIKIN

17. Em ça dikarin safîkirinên baş bikin?

17 Hine safîkirin ku em gerekê bikin gelek ferz in, lema jî wede lazim e seva kûr-dûr bifikirin û gelek dua bikin. Mesele, hine Mesîhî safî dikin hela bizewicin yan na, yan kê bistînin, yan jî kengê xizmetkirina hertim destpêkin. Wedê wan safîkirina gelek ferz e bi temamî îtbariya xwe Yehowa bînin. Ew wê rêberiyê bide me seva em bi bîlanî safî bikin (Metlk. 1:5). Gelek ferz e şîretên ji Kitêba Pîroz bigerin û duada ji Yehowa hîvî kin wekî rêberiyê bide me. Yehowa usa jî dikare hunurên usa bide me, wekî safîkirinên rast bikin. Pêşiya safîkirina, ferz e timê pirsên usa bidine xwe: Gelo ev safîkirin wê bide kifşê ku ez Yehowa hiz dikim? Gelo ew wê şabûnê û edilayê bike malbeta min? Û gelo bi vê safîkirinê wê bê kifşê ku sebira min heye û ku ez qenc im?

18. Çira Yehowa dixwaze ku em xwexa safîkirina bikin?

18 Yehowa zorê me nake, wekî wî hiz bikin û jêra xizmet kin. Ew bijartina me ye û ew azaya bijartinê Yehowa daye me. Ew qedirê bijartina me digire û lema dixwaze ku em xwexa safî kin wîra xizmet kin yan na (Yêşû 24:15; Waîz 5:4). Lê Yehowa dixwaze wekî em pê rêberiya wî safîkirina bikin. Hergê em îtbariya xwe rêberiya wî bînin û prînsîpên wî bînin sêrî, emê safîkirina bi bîlanî bikin û hemû gavên xweda qewî bisekinin (Aqûb 1:5-8; 4:8).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin