KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w17 Tîrmeh rûp. 27-30
  • Hiş-Aqilê Xwe Xwey kin!

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hiş-Aqilê Xwe Xwey kin!
  • Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇIQAS XOF E PROPAGANDA?
  • BAWERIYA XWE QEWÎ KIN
  • YEKTIYÊDA BIMÎNIN
  • ÎTBARIYA XWE UNDA NEKIN
  • BIRA TIRS NEKEVE DILÊ WE
  • SERWAXT BIN Û TIMÊ GUH BIDINE YEHOWA
  • Miqabilî Şeytan û Hunurên Wî be
    “Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey Ke”
  • Hişyar Bimîne—Şeytan Dixwaze Te Hûfî Xwe ke!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Dijminê Xwe Nas ke
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
w17 Tîrmeh rûp. 27-30
Propaganda miqabilî hiş-aqil

Hiş-Aqilê Xwe Xwey kin!

ŞEYTAN dixwaze we bixalifîne! Ew dijminekî mezin e û çekekî zef qewî dide xebatê seva we bixalifîne. Ew çek sazkirî ye ne ku bona bedenê kuta ke, lê hiş-aqil. Ew çi çek e? Ew heye propaganda!

Pawlosê şandî zanibû ku propaganda Şeytan gelek xof e. Lê yazix hine Mesîhî difikirîn, ku ew ne haqas xof e. Mesele, ça tê kifşê hine Mesîhiyên Korintî difikirîn, ku ewana ruhanîda qewî ne û Şeytan wê tu car wana nexalifîne (1 Korn. 10:12). Lema jî Pawlos ew şîret da: “Ez ditirsim, tuwere çawa mer bi fêlbaziya xwe Hêwa xapand, usa jî ew hişê we biçelqîne û hûn destê xwe ji şîrhelalî û dilsaxiya xweye hindava Mesîhda bikin” (2 Korn. 11:3).

Giliyên Pawlos nîşan dikin ku gelek ferz e em zef xweda bawer nîbin. Seva ku Şeytan we nexalifîne, hûn gerekê rind haş pê hebin ku propaganda wî çiqas xof e û ziyankar e. Hingê hûnê bikaribin xwe xwey kin ji wê yekê.

ÇIQAS XOF E PROPAGANDA?

Propaganda çi ye? Ew heye înformasiya derew, kîjan ku meriya dixalifîne û hukum dike ser fikirên wan û kirên wan. Li gora kitêbekê, propaganda ew heye “derewî, qelpî, xalifandin, kîjan ku hukum dike ser psîxolojiyayê”, yanê ser hişê meriva. Vê kitêbêda usa jî hate gotinê ku propaganda “necayîz e, ziyandar e, û bi neheqiyê ye” (“Propaganda and Persuasion”).

Belê, propaganda gelek xof e, çimkî ew dikare hêdî-hêdî usa hukum ke ser fikirên me, ku em qe haş pê jî tune bin. Em dikarin ewê yekê beramberî gazê kin, çimkî gaz jî nayê kifşê û ne jî bîna wê heye. Êkspêrtekî, navê kîjanî Vans Pakêrd e, got ku propaganda dizîva hişê me dike bin kontrola xwe, ku “em haş ji xwe jî tune ne”. Zandarekî jî got ku gelek meriv bin hukumê propagandayêda, “kirên ziyankar kirine”. Mesele, “gênotsîd, şer, nefretkirina mileta, nefretkirina rêlîgiya, û gelek kirên bêxwedêtî”, bin hukumê propagandayêda hatin kirinê (“Easily Led—A History of Propaganda”).

Hergê meriv dikarin pê propaganda xwe me bixalifînin, hemikî Şeytan hê zêde dikare me bixalifîne. Şeytan rabûn-rûniştin û psîxolojiya meriva ji destpêka efirandina wan lêkolîn dike. Û îro “temamiya dinyayê” bin hukumê wîda ye. Û vê dinyayêda ew dikare her tiştî bide xebatê seva ku derewên xwe bela ke (1 Yûhn. 5:19; Yûhn. 8:44). Şeytan usa bi hostetî femê meriva kor dike, ku “temamiya dinê” dixalifîne (2 Korn. 4:4; Eyan. 12:9). Lê hûn ça dikarin miqabilî propaganda wî herin?

BAWERIYA XWE QEWÎ KIN

Îsa got ku ça em dikarin xwe xwey kin ji propagandayê: “Rastiyê nas kin û rastiyê we aza ke” (Yûhn. 8:31, 32). Şerda esker gerekê înformasiya rast bizanibin derheqa dijmina, seva dijmin wana nexalifînin. Mera jî lazim e înformasiya rast seva xwe ji propagandayê xwey kin. Lê kîderê ye înformasiya rast? Yehowa mera bi saya Kitêba Pîroz înformasiya rast û şîreta dide, seva ku nekevine bin bayê propaganda Şeytan (2 Tîmt. 3:16, 17).

Şeytan haş ji vê yekê heye. Lema jî ew vê dinya bin hukumê xweda dide xebatê, seva rê me bigire, ku em Kitêba Pîroz nexûnin û lêkolîn nekin. Xwe xwey kin ku nekevine vê telika wî! (Efes. 6:11) Bona vê yekê em gerekê bi temamî “fem bikin” rastiyê (Efes. 3:18). Ev yek hêsa nîne, lê lazim e em qewatê xerc kin seva vê yekê. Avtorekî bi navê Noêm Çampskî got: “Tu kes wê rastiyê neke hişê te. Tu gerekê xwexa rastiyê bigerî”. Lema jî bi dil û can “her roj” Nivîsara lêkolîn bikin, û hûnê rastiyê bivînin (Kar. Şand. 17:11).

Mêrikek Kitêba Pîroz dixûne û xweykirî ye ji cûre-cûre propagandayê

Seva ku hiş-aqilê xwe xwey kin û nekevine telika propagandê, lazim e hûn fem kin ku ew çiqas xof e

Bîr nekin ku Şeytan nexwaze hûn rast bifikirin û fesal bin. Lê gelo çira? Çawa nivîsarekêda tê gotinê, propaganda “hê zef û zû hukum dike” ser wan meriva, “yên ku tişta kûr lêkolîn nakin” û “ne jî dicêribînin hela rast e yan na” (“Media and Society in the Twentieth Century”). Lema jî tu car çevgirtî tişta bawer nekin, lê aqilê xwe bidine xebatê (Metlk. 14:15). Xwedê hiş-aqil û serwaxtî daye me, seva em rastiyê dilê xweda xwey kin û baweriya xwe qewî kin (Metlk. 2:10-15; Rom. 12:1, 2).

YEKTIYÊDA BIMÎNIN

Şerda gelek car propagandayê didine xebatê, seva tirsê bikine dilê eskera û wekî ewana nexwazin şer bikin. Dijmin dikarin nav eskerada derewa bela kin, seva şer bikeve orta wan û ji eskerên xwe biqetin û dûr kevin. Gênêralekî Almanî derheqa menîkî got, ku çira Almaniya Şerê Hemdinyayê ya yekêda da der. Ewî got ku cimet “pê propaganda dijmina gîpnoz bibûn, çawa kêvrûşk bin gîpnoza merda”. Telikên Şeytan jî usa nin. Ew naxwaze wekî em civatêda yektiyêda bin, û lema her tiştî dike seva em ji civatê biqetin. Besa xeberê, ew usa dike, wekî hevnefemkirin bikeve orta xûşk-bira. Yan jî hergê civatêda kesek xeydî yan fikirî ku hindava wî neheqî hate kirinê, Şeytan usa dike, wekî ew teşkîleta Xwedê bihêle.

Tu car nekevine vê telika wî! Pê rêberî û şîretên Xebera Xwedê herin. Mesele, Kitêba Pîroz dibêje wekî “li hev bibaxşînin”, û çetinayên orta hevduda zû safî kin, dêmek zû li hev bên (Kols. 3:13, 14; Met. 5:23, 24). Usa jî ew raste-rast dibêje ku xwe dûr nexin û başqe nekin ji civatê (Metlk. 18:1). Xwe bicêribînin hela hûn çiqas xweykirî ne ji propaganda Şeytan. Ji xwe bipirsin: “Hergê wan paşwextiyada xûşkekê yan birakî min xeydandiye, min ça xwe daye kifşê? Min dilê Xwedê şa kir yan dilê Şeytan?” (Galt. 5:16-26; Efes. 2:2, 3)

ÎTBARIYA XWE UNDA NEKIN

Eskerê ku bi temamî serokê xwera amin nîne, şerda wê qewî nîbe. Lema jî dijmin propagandayê didine xebatê, seva ku esker bawerî û îtbariya xwe hindava serokê xwe unda kin. Dijmin dikarin bi wan giliya şikê bikine dilê eskera: “Îtbariya xwe serokên xwe neynin!” yan jî “Ewana wê we bikine qeziyê!” Xêncî vê yekê, ewana dikarin şaşiyên seroka bêjin seva hê zêde şikê bikine dilê eskera. Şeytan hema vê yekê jî dike. Ew timê dixwaze şikê bike dilê me, seva em îtbariya xwe wan meriva neynin, yên ku teşkîleta Yehowada rêberiyê dikin.

Lê hûn ça dikarin xwe ji vê yekê xwey kin? Timê xwe li teşkîleta Yehowa bigirin. Bi aminî piştgiriya wan bikin, yên ku rêberiya cimeta Xwedê dikin, û dibeke cara şaşiya dikin (1 Têsln. 5:12, 13). Hergê raber yan kesekî din pê giliyên xwe dixwazin we bixalifînin û şikê bikine dilê we, “fikirê xweda zû şaş nebin”, hergê jî çi ku ewana dibêjin rastî tê kifşê (2 Têsln. 2:2; Tîto 1:10). Şîreta Pawlos bidine xebatê, kîjan ku ewî Tîmotêyora daye. Dêmek, nava rastiyêda ku we nas kir bimînin, û bîra xweda xwey kin hûn çi pêhesiyan (2 Tîmt. 3:14, 15). Bifikirin ku çiqas îzbatkirin hene ku em dikarin îtbariya xwe wan rêbera bînin, ku Yehowa îda bi seda sala dide xebatê seva ewana rêberiyê me bikin (Met. 24:45-47; Îbrn. 13:7, 17).

BIRA TIRS NEKEVE DILÊ WE

Bîr nekin wekî cara propaganda Şeytan eyan tê kifşê. Cara ew tirsê dike dilê meriva, kîjan ku “cûrê propaganda berê ye” (“Easily Led—A History of Propaganda”). Profêsorê Brîtanî Fîlîp M. Têylorê got, wekî Asûra propaganda dane xebatê û pê tirsê dijminên xwe hildidane bin destê xwe. Şeytan jî îro tirsê dide xebatê. Mesele, ew dide xebatê tirsa ber meriva, tirsa ber peyketina, tirsa ber mirinê, û tirsa ber tiştên mayîn, seva ku em îda Yehowara xizmet nekin (Îşa. 8:12; Yêrem. 42:11; Îbrn. 2:15).

Nehêlin wekî Şeytan tirsê bike dilê we, ku hûn sist bin û aminiya xwe unda kin! Îsa got: “Ji wana netirsin, yêd ku bedenê dikujin, ji wê pêştir tiştekî din nikarin bikin” (Lûqa 12:4). Bi temamî îtbariya xwe sozê Yehowa bînin ku ewê we xwey ke û “zorayiya qewatê” bide we, seva hûn nekevine telika Şeytan (2 Korn. 4:7-9; 1 Pet. 3:14).

Lê cara dibeke hûn xwe sist texmîn kin yan jî bitirsin. Lê bîr nekin ku Yehowa wera jî giliyê usa dibêje, kîjan ku Yêşûra got: “Mêrxas û qewî be. Netirse û xof neke, çimkî Yehowa Xwedêyê te tevî te ye kuda jî herî” (Yêşû 1:9, DT). Hergê hûn bona tiştekî tevhev dibin û berxwe dikevin, derbêra Yehowara dua bikin û dilê xwe jêra vekin. Û dudilî nebin wekî “edilayiya Xwedê . . . wê dil û fikirêd we” xwey ke, seva ku hûn qewî bin û miqabilî propaganda Şeytan bisekinin (Fîlî. 4:6, 7, 13).

Tê bîra we çaxê wekîlê Asûrî bi navê Rabşak çi propaganda bela kir nava cimeta Xwedêda? Ewî got ku yançi ji destê Asûra tu kes wê wana xilaz neke, û hela hê Yehowa Xwedê jî nikare alî wan ke”. Ewî bi mêrxasî zêde kir ku yançi Yehowa xwexa wanra got wekî qira vî erdî bîne. Lê gelo Yehowa ser vê yekê çi caba xwe da? Yehowa got: “Ji ber gotinên ku xulamên qiralê Asûrê, bona ku xeberan ji minra bidin gotinên û min jî wan bihîstine, netirse!” (2 Padş. 18:22-25; 19:6). Paşê, Yehowa milyaketê xwe şand, yê ku şevekêda qira 185 000 Asûra anî (2 Padş. 19:35).

SERWAXT BIN Û TIMÊ GUH BIDINE YEHOWA

Qe usa bûye ku hûn fîlmê dinihêrin, û wêderê lîstikçî tê xapandinê, lê haş pê tune ye? Dibeke hûn dibêjin: “Bawer neke! Ewana te dixapînin”. Bidine ber çevê xwe, ku milyaket jî wera dibêjin: “Fesal be! Nekeve bin bayê derewê Şeytan!”

Guhê xwe nedine propaganda Şeytan (Metlk. 26:24, 25). Guh bidine Yehowa û her tiştîda îtbariya xwe wî bînin (Metlk. 3:5-7). Ew bi hizkirinê evê şîretê dide we: “Kurê min, serwaxt be û dilê min şa ke, ku ez bikaribin caba qardarêd xwe bidim” (Metlk. 27:11). Hergê hûn usa bikin, hûnê hiş-aqilê xwe xwey kin û nekevine bin bayê derewên Şeytan!

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin